Sînema di sala 1895an de ji aliyê Birayên Lumiere ve li Fransayê hat keşfkirin û ew wek amûreke şahiyê hat dîtin. Di demeke pir kin de bû pîşesazî û amûreke ragihandinê, propagandayê. Yanî sinema hema bêje ji destpêkê ve xwedî wateyeke îdeolojîk e. Di vê nivîsa kurt de, ez ê li ser îdeolojiya serdest a li ser kesan di pêvajoya meşrûkirina îdeolojiya xwe û entegrekirina kesan de çend mînakan ji fîlma Rojnivîska futbolê bidim. Em ê bi mînakan û bi van têgehên mîna Althusser ên îdeolojiyê, amûrên dewletê yên îdeolojîk, sînema û şêwazên bicîhkirina îdeolojîk ên li ser vegotinê binirxînin bê ka çi tişt in.
Kurtefîlma Deniz Özden a bi navê Rojnivîska Futbolê ku li gelek festîvalan geriyaye, me tîne qehwexaneya taxê, li ber çavê komek zilamên ku li deqeyên dawî yên maça tîma futbolê ya neteweyî (tirk) temaşe dikin û ew me li wir dihêle. Em jî maçê bi dengê ku ji televîzyonê tê û bertekên komek zilamên li ber televîzyonê rûniştine temaşe dikin. Dema kamera gavek paş ve diçe li pişt derê qehwexaneyê berxwedanek heye. Zilamên ku pişta xwe dane vê berxwedanê, bi dubarekirina gotinên xwe yên neteweperest û zayendîparêz di nava pergala ku ji hev piştrast in de dijîn û li gor wê pergalê ew zilam welatiyên normal in. Yên ne normal jî li derve xwepêşandanekê pêk tînin.
Heger mirov behsa amûrên ragihandinê yên girseyî bike, sînema di asta herî jor de ye. Li gor mijarên çandî, aborî, psikolojik mijarên wekî etnîkî, netewî, ideolojîk jî ne kêm in di sînemayê de. Helbet li vê derê divê em behsa forma vegotinê ya kevneşopiyê(klasîk) bikin. Vegotina klasik erêkirin û qebûlkirina îdeolojiya serdest û nirxên stereotip. Em dikarin nimûneyên vê vegotinê di piraniya fîlimên Hollywood û celebên din de ku di çarçoweya pîvanên Arîstoteles ji bo hunera dramayê hatine destnîşan kirin de bibînin. Fîlm jî di nav de medya tev li gorî van pîvanan ên standard têne sererastkirin û fîlma Rojnivîska Futbolê jî her wisa. Di fîlmê de du cudahî hene; cudahiyek îdeolojiya serdest qebûl dike, yek jî qebûl nake. Yên li maçê temaşe dikin xwedî nirxên stereotîp in. Yên berxwe didin jî ji wan cuda ne.
Bi piranî, îdeolojî pratîkên xwe bi rêya saziyên wekî dewletê, medyayê, perwerdeyê û malbatê ava dike. Di vê fîlmê de jî ew îdeolojî bi televîzyonê hatiye dayîn. Armanc jê ev e, meriv bikaribe jê mekanîzmayekê biafirîne û bikaribe pê kesên ku dişibin hev du kontrol bike. Di fîlmê de kesên maçê temaşe dikin armanca vê îdeolojiyê pêk tînin.
Fîlm bi taybetî li ser pergala sîstematîk a pergala faşîst radiweste. Xwepêşandan û temsîla girseya ku li maçê temaşe dike, di fîlmê de temsîla îdeolojiya serdest a civakê ye. Mirov dikare bêje ev tişte êdî normek e armanc jê kontrolkirin e û pîvan jî dabeşkirina kesan e. Protestoya pergalekê û temeşekirina maçekê tam jî vî tiştî nîşan dide.
Althusser dibêje ku civak ji pratîkên bîrdozîyê, siyasî û aborîyê pêk tê. Pratîkên jiyanê wekî pêvajoya ragihandinê û bikaranîna amûrên hilberînê tê pênasekirin û ne mimkûn e ku mirov ji bîrdozî û bûyîna objektîfa wê rizgar bibe. Tam jî di vir de dixuyê ku kesên protestoyê dikin xwedî bîrdoziyekê ne. Yanî fîlm, ji kesên li hemberî statûkoyê serî natewînin û kesên li maçê temaşe dikin pêk tê. Ev e jî nîşan dide ku pergala heyî û îdeolojiya serdest hebûna xwe didomîne.
Dema ku em fîlma Rojnivîska Futbolê li gor fikrên Althusser li ser têgeha îdeolojiyê tehlîl bikin, hema bêje hemû argumanên fîlmê bi ramanên Althusser re li hev dikin. Fîlma ku li ser nakokiya îdeolojîk a di navbera komek mirovên ku qehwexaneyê de li maçê temaşe dikin û komeke mûxalîf a ku li derve ji bo mafên xwe têdikoşin, di heman demê de amûrên zextê yên dewletê û amûrên îdeolojîk ên dewletê jî tîne ziman. Koma ku li maçê temaşe dike beşeke mezin a civakê temsîl dike û dewletê bi rêya televîzyona ku amûra îdeolojîk a dewletê ye vê komê arasteyî berjewendiyên xwe kiriye. Koma maçê temaşe dike, li gorî koma muxalîf a li derve berxe dide û li dijî dewleta ku wan îstismar dike, berxwedanê nîşan nade. Ji ber ku haya wan jê tuneye û li gor wan ev sîstem, sîstemeke baş e. Yên li maçê temaşe dikin, bi televizyonê yanî bi mekanîzmaya îdeolojîk a dewletê hişmendiya îdeolojîk a dewletê ji nû ve diafirînin, yên aktîvîst in jî ji aliyê bûrjûwaziyê ve tên marjînalîzekirin.
Dewlet, ji bo silametiya xwe, wê civaka ji dewletê razî, bi rêya wan kesên maçê temaşe dikin peyda dike. Dema ku em li ser vê bifikin em ê li gor fikren Altusser du tiştan bibînin. Bi ya ewil, bi zextê pêk tê. Dewlet bi gaza çavê mêriv tijî dike li hemberî wê koma mûxalîf, amûra zextê bi kar tîne. Ya duduyan jî bi rêya medyaya girseyî (medya/televîzyon) ango bi amûrên îdeolojîk pêk tê. Dewlet girseya din jî li ber televîzyonê dicivîne.
Hin kodên çandî jî bi rêya medyayê têne dayîn. Mînak, neteweperestî bi rêya holîgantîyê di nav kesên ku li maçê temaşe dikin tê dîtin. Ji bilî hêza ekîba maçê, gotina kalekî ya ‘de haydê beranê min’ nîşana baviksalariyê ye, hevoka ‘de haydê lawo’ jî bi saziyên malbatê re têkildar in ku ew jî amûrên îdeolojîk ên dewletê têne der. Bi vî awayî, sîstem xwe ji nû ve hildiberîne.
*Rojnivîska Futbolê (Bir Maç Günlüğü, 2014) – Deniz Özden