Bendewarên Adarê mîna navê xwe li ser demsalan ava bûye. Roman bi sibeha yekê adarê destpê dike û dîsa tam saleke din di sibeha yekê adarê bi dawî dibe. Bûyerên romanê di gundê Îbika, li bajarê Amedê û Stembolê de derbas dibin, lê navenda romanê gundê Îbika ye. Lê tarîxa bûyeran tam ne belî ye. Em bixwe dikarin tarîxa romanê derxin. Dema ku Yazî bi dê û malbata xwe ve tê deşta Îbikayê, heft salî ye. Dema ku Yazî tê dayika xwe Saryayê dibîne 47 salî ye. Li gor vî hesabî Yazî di sala 1923’an de ji dayik bûye. Çimkî malbata wan ji Serhildana Agiriyê şûnde koç dikin û tên deşta Îbika. 1923+47=1970. Yanî dema romanê heman destpêka salên 1970’yî ye.
Bi rastî roman dişibe dîroka malbata Mihemedê Saryayê. Mihemedê ku ji aliyê bavî ve digihêje Dûdî, ji aliyê dayikê ve digihêje malbata Elî Begê ji Agiriyê. Bi vî şiklî malbateke gelek balkêş derdikeve pêşberî me. Lewre mijara romanê neferên vê malbatê ne. Em di romanê de malbatê dinasin, bi çîroka wan, geh diêşin geh dikenin.
Ji Sarya û Misto çar zarok çê dibin: Mihemed, Misto, Zeyno û Zezo. Mihemed ewil bi Fatê re dizewice. Ji wê sê zarok çê dibin: Elî, Încê û Hêwe. Paşê Fatê (ku Elî diçe Stembolê lê digere) dimire(!). Mihemed bi Xecê re dizewice û ji wê jî sê zarok çê dibin: Xanim, Eyşo û Ehmed. Roman li ser du karekterên sereke dimeşe: Mihemed û Elî. Bi bûyeran re qeder û çarenûs tevlî hev dibin. Em xwe bi malbata Mihemedê Saryayê ve girê didin; çimkî romannûs atmosfereke gelekî zindî û tekûz ava kiriye. Cî û war tên guherandin wek gundê Îbika, Amed, Stembol; lêbelê em bi karekteran re dimeşin, di atmosfera romanê de bûyeran dişopînin.
Di destpêkê de roman li ser Mihemedê Saryayê ye lê paşê roman bi kurê Mihemed Elî re dimeşe. Em bi meraqdarî serboriyên Elî dişopînin. Bi lêdana Besê û Remo re Elî meraqa me dikişîne li ser xwe. Di ser de jî Elî li Feto dixe û diçe Stembolê. Çimkî “Heya niha xeyala wî ya herî mezin dîtina diya wî bû”. (Rûpel; 93). Di dawiya romanê de bav û kur bi şiklekî gelek balkêş û ecêb digihêjin hevdu.
Vebêjer bûyeran di berekê de vedibêje. Vebêjer ne têkilî karekteran dibe ne jî daxilî bûyeran dibe. Bi çavekî objektîf çi dibîne wê rave dike.
Roman bi dem û cih û karekterên dema nû hatiye nivîsandin. Bi terz û şêweyekî sade û basît hatiye nivîsandin. Bûyer û karekter bi hev ve hatine honandin û girêdan; her karekter di dema xwe ya nû de rewşa xwe rave dike û dimeşe. Her karekterê romanê xurt e, bi peywirekê radibe. Em mîsala du karekteran bidin. Elî bi çêrên xwe ve meşhûr, ji heqê çêran derdikeve lê Seyda jî bi evîndariyê tê nasîn, heqê evînê dide. Peyva Elî çêr e, ya Seyda evîn e. Elî bi çêrên xwe, Seyda jî bi evîna xwe di aqilê me de dimînin.
Dîsa du karekterên oldar bi zitbûna xwe ve derdikevin pêş me. Seyda dîndarekî rast e, lê Kalê Şêx ku bû sedema mirina keça Mihemed Hêwa, ew jî sembola dîndarên sexte ye.
Di gelek cihan de henek hene. Trajedî û ken bi hostatî bi hev re hatine honandin. Mîsal di mirina Saryayê de him êş heye him jî ken heye. Lêveke me bi êşê radibe, ya din jî bi kenê dilive. Romannûs di devekî de êş û ken baş di hevdu de kelijandiye.
Roman bi şêweyê realîzmê hatiye nivîsandin. Him teswîrên sirûştê baş in –em jiyana gund û bajaran nas dikin- him jî tehlîla karekteran baş çêbûye – her karekter bi armancekê derdikeve li ser dika romanê-. Rewşa her karekterî bi hawîrdora xwe ve girêdayî ye û tê guherîn. Jiyana gundiyan baş hatiye teswîr kirin. Aşkere ye romannûs folklora Kurdan baş etûd kiriye, lewre mîna kalepîrekî ketiye nav jiyana gundiyan û ew vegotiye.
- Bendewarên Adarê
- Mihemed Ronahî
- Weşanên Ronahî
- Rûpel 150
- Amed, 2010