Di destpêka romanê de vebêjer Evdoyê Helebçeyî ji rêwîtiya xwe ya li Laponyayê vedigere û di dawiyê de rêwîtiya xwe li Xorasanê li ba ruhaniyeta Seydayê xwe Omer Xeyam dawî dike, lê navendên romanê bajarên Îthaka û Helebçe ne.
Romannûs bi bîranînên zindî cihok li ber romana xwe vekiriye, roman berfireh kiriye. Çîrokên Hecî Muhsinê Debax, mirovê sade yê li xwe goristanekê jibîrkirî, yê Nazenînê, yên Parîsê, yên Yewnenistana antîk û nû mînakên balkêş û rengîn in.
Fawaz Husên bi gernameyê romana xwe afirandiye; lê di vê gernameyê de her tişt heye. Yanî roman bi çîrokên xwe ve, bi agahî û hişmendiya xwe ve, bi serpêhatî û macerayên xwe ve zengîn e. Armanca vebêjer-Evdo, dîtina Îthakayê ye. Ji bo vê armancê dest bi rêwîtiya xwe kiriye. Bi Kalyopê bi xwendina helbestê Kavafîsî, rêberiya Evdo dike, ew jî balkêş e.
Evdo diçe girava Îthakayê, di gera xwe de vedigere rabirdûya xwe, bi bûyerên balkêş çîroka xwe vedibêje.
Daxwazeke Evdo tenê heye: Ziyaretkirina girava Îthakayê. Ji bo wê dikeve rê, dest bi rêwîtiya xwe dike û di çenteyê wî yê piçûk de, rêberên gera wî, du pirtûkên pîroz hene: Ilyada û Odîseya. (Rûpel; 24). Yanî Evdo heyranê Odîseyayê ye û dixwaze here Îthakayê, li wir cih û warê Odîseos bibîne. Xwîner efsane û çîrokên xwedayên Yewnanî, felsefe û mîtolojiya Yewnanistana antîk, bi karekterên zindî dinase. Taleya: Rê nîşanî rêwiyan dide. Pênêlop: Ji bo Odîseos guhdariya her kesî dike. Asklêpyos: Xwedayê nojdariyê. Poseydo: Xwedayê deryayan. Helios: Xwedayê rojê. Erota: Periya îlhamê. Apollon: Xwedayê awaz û helbestê. Zêos: Xwedayê Xwedayan. Kronos: Xwedayê demê. Hîpnos: Xwedayê xewê. Tenê derdekî Evdo heye: Kurdbûn. Rexneyên giran li Misilmanan dike Fawaz Husên. Di çar aliyan de durûbûna misilmanên YekXwedayî rexne dike: Li Iraqê Enfal û kula Helebçeyê; li Sûriyeyê Ihsa û Kemera Erebî; li Tirkiyeyê siyaseta axa şewitî; li Îranê melayên bi navê Xwedê kuştina Kurdan helalkirî. Li gor romanê sedema hemû şerên Rojhilatê, yekxwedayî ye, yekxwedayî yanî Îslamiyet. Yanî Husên dibêje Sedam Huseyn û hemû dîktatorên din Îslamiyet wek amûrekê bikar anîn û bûn sedema xwînrijandinê.
Evdo şivanê bêpez e. Evdo beranê ku colê xwe terîkandiye. Evdo ji gaza xerdelê sax filitiye. Evdo Kurdê ne weke tu Kurdan, penaberê ne siyasî ye. Yanî Evdo bixwe awazekî cuda ye, dengekî ji der rêzê e, qêrîneke bêolan e. Yanî Evdo notayeke bêşûnwar e.
Du armancên romannûs hene. Dîtina dîroka Yewnanistana antîk û zilma li Helebçeyê hatiye kirin. Xwîner herduyan jî dibine.
Lehengê romanê Evdo, xwe wisa dinasîne: “Kurdê ne weke tu kurdan, penaberê ne siyasî.” (Rûpel; 16). Piştre Evdo dibêje: “Ez yek ji miriyên ne mirî yê komkujiya Helebçeyê me û di 1988an de, Dezgeha Doktorên Bêsînor ez weke penaberekî ne siyasî anîm Parîsê.” (Rûpel; 16). Evdo wisa dibêje, lê tu caran zilma li Helepçeyê bûyî ji bîr nake. Ji bo wî saet jî tim eynî ye: 11:35. Çimkî di vê saetê de jehra xerdelê avêtin Helebçeyê. Ew herdu hevok di romanê de wekî leitmotivekê tim derdikevin pêrgî xwîner. Husên vegotineke spesîfîk bi dest xistiye. Vebêjer Evdo, di navbera dema çûyî û dema nû de bi hostayî diçe û tê, vegotin hêz û qûwetê digire û her karekter bi dengê xwe diaxive.
- Evdo û Çend Bêhnikên Şadiyê
- Fawaz Husên
- Rûpel: 128
- Weşanên Avesta
- Stenbol, 2013