Her çiqas xwedî dîrokeke dêrîn û dewlemend bin jî, bi taybet piştî hilweşandina mîrektîyan, Kurd nêzîkî du sed salî ye ji her alî ve talan û têkçûnekê dijîn.
Vê talan û têkçûnê, Kurd bindest û belengaz kirin. Ev jî travma û komplîkasyonên cuda cuda di nav girseyên gel de pêk tîne.
Halê Kurdan bûye mîna mirovê di qûnê de derpîyek tune, lê dibêje bila fîstanê min sor be. Yan jî dar di qûnê de ye, lê diçe hevalê xwe rizgar dike.
Mirîşka birçî di xewna xwe de gilgilan dibîne. Yan jî mirîşka birçî xwe di enbara garis de dibîne.
Erê! Berê jî ciwamêrîya zêde mala Kurdan xirab dikir. Ji xelkê re masîgir ji xwe re kûsîgir bûn! Ji xelkê re dost û yar ji hev re gur û mar bûn! Ji xelkê re cih û war ji hev re erdê sar bûn! Ji xelkê re gul, ji hev re kul bûn!
Jixwe tu têkçûn û bindestî ne belasebeb e. Dijmin çiqas dijwar û xedar be, heta mirov xwe tev nede û rast neke, wê aqilê sivik bar be.
Di sedsala bîst û yekê de, mirovahî li fezayê dest bi çêkirina kolonîyan dike, lê Kurdistan û Kurd di bin pîyê tirk û ereb û farisan de ne. Li deşt û çîyayên Kurdistanê bombe dibarin û Kurd nikarin rê li ber vê bextreşîyê bigrin.
Dewlemendîya ser erdî û bin erdî, av û petrol û zeytûn û darên Kurdistanê ji xwe re dibin, lê Kurd nikarin welatê xwe avadan bikin û weke gelek miletan bi hebûn û xweşguzarî bijîn.
Ev tev li alîyekî, nav û nasname û nîşanek tune ye. Kurd ji hêlekê ve tirk, ji hêlekê ve ereb, ji hêla din ve îranî ne. Kurdbûn metirsîdar e. Di tu huqûqê de cîyê wê tune ye.
Zarokên xwe bi milyonan didin ber destê tirkan û pê xweş in ku di dezgehên wan yên bi navê okulê de mîna tirkan rabin, ji ziman û hebûna xwe ne haydar bin.
Dema piçekî li xwe fikirîn jî bênîştê bêhişkirinê amade ye: “Em tev însan in. Em tev misilman in. Ziman û milet tiştên biçûk û paşverû ne. Em hezkirîyê hemî mirovahîyê ne.” Mêjî hêdî hêdî nerm û xilmaş dibe û di xew re diçe.
Xewnên nebûyî dibîne. Weke mirîşka birçî xwe di embara garis de bibîne. Bi hezaran, bi sedhezaran dimire. Lê di hawara mirovahîyê de diçe, cîhanê xilas dike! Tişta balafirên li asîmanan nikarin bikin, bi darikê destê xwe dike!
Bi zanîn û fîlozofîya xwe pêşengîya mirovahîyê dike! Enternasyonalê ava dike! Bi îrşad û teblîxa bêhempa dibe melayê gelan û umetê xilas dike!
Dibîne û hey dibîne. Dimîne û hey dimîne. Yên ji xewnê hişyar bike dijmin dibîne, dijûnan lê dibarîne.
Her çiqas pêşîyan gotibe “Her pêxemberî berê dua li xwe kirîye” jî, bi serê paşîyan û paşvemayîyan nakeve.
Xwezî me bizanîya heta em nebin malxweyê mala axa, serdestê axa xwe, serwerê gelê xwe, ne pêkan e fêdeya me li kesî bibe. Wê keda me jî ji xelkê re biçe.
Çerxa cîhanê bi xewn û xwezîyan nagere. Cîhan, li îdeolojî û dînan nanêre. Şer, şerê serdestî û serwerîyê ye. Yê li du serdestîya xwe neçe, dixwaze xewna xwedatîyê bibîne yan jî ya demokrasîyê! Bêhûde ye. Ked û xebata wî her ji serdestan re diçe.
Rewşa me ne tu rewş e. Kî diheje, agir bi dawa me dikeve. Welê ye! Dawet daweta mîran, agir ketîye feqîran.