Dengbêjî: Kaniya çand û hunera Kurdan dengbêjî ye, di dengbêjiyê de hemû aliyên civakê cihê xwe digrin. Kurdan çanda xwe bi dengbêjiyê aniye ziman. Dengbêjên Kurd dîrok û wêjeyê anîne ziman û dîrok zindî kirine.
Ji dîrokê het roja îro jinên stranbêj û dengbêj yên weke Ayşe Şan, Fatma Îsa, Meryem Xan gelek zorî û zehmetî kişandî ye. Heke van jinên berxwedêr ev zor û zehmetî derbas nekirîba û rêya me nevekirîban, Di rastiyê de jinên dengbêj ên Kurd, muzîka Kurdî ji bo jinan anî cihek pîroz e. Divê hemû jinên xwedî huner li ser vê heqîqetê bimeşin û xwedî li kenveşopiya xwe derkevin. Jin avakera civakê ye di her warî de xwedî rol bûye. Çi di warê zarbêjiyê, stranbêjiyê û dengbêjiyê de. Dengbêjiya jinan di nava civaka Kurd de xwedî cihek taybet û girîng e. Dengê jinên Kurd çanda dengbêjiyê bêtir xweş dike. Yek ji van stranbêjan ango dengbêjan Fatma Îsa ye û mirov dikare bibêje ew namzeta kilambêjiyê ye.
Jiyana Fatma Îsa
Fatma Îsa di sala 1934 ‘an da li Ermenistanê li gundê Erezdeyanê ji dayik bûye. Ev gund nêzî Êrîvanê ye. Navê bavê wê Îsa ye, navê diya wê jî Başa Lelo ye. Ew ji eşîra Brûkîyan ji binemala Qerka ne.
Malbata Fatma Îsa hîn di sê salîya wê da bi nefîkirina Stalîn ya 1937an rûbirû dimîne. Zaroktîya wê gelek dijwar derbas dibe. Di pênc salîya wê da şerê cîhanê yê duyemîn dest pê dike. Fatma Îsa di şeş salîya xwe da bavê xwe û du sal bi şûn da jî diya xwe wenda dike û bê dê û bav dimîne. Ew bi xwîşka xwe Gurçek (Rindê) re li ber destê apê xwe Mehmedê Ûsivê Elo mezin dibe. Di sala 1943an de apê wê ji Erezdeyanê mala xwe bar dike û li gundê Hemzelûyê (Marmaraşên) ku li navçeya Masîsê ye bi cih dibe. Fatma Îsa jî li Hemzelûyê dest bi xwendina dibistanê dike. Lê belê xwendina xwe naqedîne. Di sala 1959an da Fatma Îsa tevî malbata xwe dîsa bar dikin.
Fatma Îsa di sala 1947’an de di 14 salîya xwe da bi kurê Xalê xwe Hemzê Sincê Bava ra tê zewicandin. Mala xalê wê ji eşîra celalîyan e. Xesûya wê Xatûna Mehmedê Eto jê ra gelek baş e û jê hez dike, lê zarokên wê çê nabin. Di nava civata kurdan da edetek heye Ku zarok ji jinekê re çê nebe divê destûra zewaca mêrê xwe bide. Fatma Îsa jî nikare li hember vê kevneşopîyê bisekine û destûra zewaca mêrê xwe dide. Şeş zarokên mêrê wê ji jina duyem çê dibin ku çar qîz û du kur in. Li gor çavkanîyan Fatma Îsa wekî zarokên xwe ji wan hez kirîye û zarokan jî wekî dêya xwe ya heq jê hez kirine û heta mirina wê.
Piştî hilweşîna Sovyetê di salên 1990î da rewşa aborî, sîyasî û civakî ya herêmên Kafkasyayê xerab bû. Ji ber vê yekê jî kurdên misilman û êzîdî ji Ermenistanê û Gurcistanê derketin çûn cihên wekî Rûsya, Ukrayna, Qazaxistan û welatên Ewropayê. Malbata Fatma Îsa jî tevî mirovên xwe yên ji êla birûkan û celalîyan di sala 1989an da koçber bûn, çûn Rûsyayê. Ew li herêma Krasnodarê, li navçeya Korênovskê, li bajarokê Platnîrovskê bi cih bûn.
Dengbêjiya Fatma Îsa
Wekî gelek dengbêjan meyla Fatima Îsayê ji zaroktîyê da, li ser dengbêjîyê hebû. Her tim bala xwe dida dengbêjan rêbazê wan. Dema ku zarokên gundî digihîştin hev govend digirtin û distran. Fatma Îsa ji wê demê da qabilîyeta xwe ya di vî warî da nîşan dida. Ew bi dengê xwe yê zîz û zelal ji teva cuda dibû. Bîra wê jî gelekî baş bû. Wê bi yek guhdarîkirinekê stran ji ber dikirin. Her dem gava di gund da dewatek dibû, ew di nava koma qîz û bûka da bû. Wan li odeyeka cuda distran û direqisîn. Fatma Îsa stranên xwe yên pêşîn li şahîyan, li civînên qîz û xortan fêr bû.
Xebatkarên Radyoya Erîvanê bi rêya Kinyazê Îbrahîmî xwe digihînin Fatma Îsayê Li gundê Nêcirlûya Jêrîn de. Di bihara sala 1964′ an rojekê berpirsyarê radyoya kurdî ya Êrîvanê Xelîlê Çaçan Mûradov tê dibe mêvanê Mehmedê Silo yê berpirsê malhebûna (kolxoz) gund. Bi pêşnîyaza tîyê wê gazî Fatma Îsayê dikin ku li dengê wê guhdarî bikin. Xelîlê Çaçan li mala Mehmedê Siloyî cara pêşîn bi Fatma Îsa û dengê wê dihese.
Xelîlê Çaçan hema wê çaxê pêşnîyaz dike ku ew di radyoyê da bibêje. Wan salan di radyoyê da êdî stranên Sûsîka Simo û Belga Qadoyê, paşê jî dengê Zadîna Şekir, Tukasa Xemoyê û yên din hebûn. Lê heta wê rojê qet jinek ji kurdên misilman li radyoyê nestirabû Ji bo ku Fatma Îsa di radyoyê da bêje destûrê ji mêrê wê dixwazin. Gava Fatma Îsa tê radyoyê û distrê, dengê wê bi her kesî xweş tê. Xebatkarên radyoyê xasma ji strana wê ya Miho ra hişmetkar dimînin. Şêwra radyoyê ya sazbendîyê biryar dide ku dengê Fatma Îsa qeyd bikin. Wê demê 5 stranên Fatma Îsa tên tomarkirin. Fatma piranî bibstrana xwe ya De Miho tê naskirin.
Xelîlê Evdile jî ji bo van stranan li bilûrê dixe û miqama stranan digire. Fatma Îsa gelek stranên din jî dizanibû lê careka din neçû li radyoyê nestra û kilamên nû qeyd nekirin. Îro di arşîva Radyoya Erîvanê da tenê pênc stranên wê yên navborî hene. Pisporên zargotina kurdî Celîlê Celîl, Nûra Cewarî û Tosinê Reşîd ji ser zarê wê gelek kilam, meqam û teqalîdên kurdewarî qeyd kirine.
Stranên Fatma Îsa
- Erê Miho) Lo Lo Miho)
- Êrê Dînê) Dîna min)
- Li Ser Riya Bajêr )Şêro Dîno Lawendo)
- Lo Lo Gede
- Her Deme Deme
1-Erê Miho
Erê Miho li me daye Stêrka Xûl e
Stêrkê li me daye, Stêrka Xûl e
Hê Miho şewqê daye Gera Şêx Resûl e
Hê Miho were her du xwînê mala bavê min e
Li ser mala bavê te ne
Hê kuro gede were, min ramûsanek keremke
Min pêşve qebûle
Ha wî, wî……..
Hê Miho vê bilûrê guv e guv e
Mehmedo vê bilûrê guve guve
Li ber simbêla Mihokê minê zer e, zer dilive
Hê eger hun Mihokê min nasbikin
Hun ê nasbikin
Hun nasnekin, gustîla destê Mihokê min ê argeş e ha wî, wî
Wî, wî……
Hê Miho dilê min sêleke dihesinî
Der dizeke havê min î
Hê de binêr dasekê dabû destê xwe,
Şîvhespa hespê Mihokê xwe giya jê diçinî
Herê kuro gede welleh hîva zorzemînê
Wa nemîne di vî bejnî ha wî, wî…
wî, wî, wî…..
Were Miho (w) ez ê çûma goma jorîn , goma miyan e
(W)ez ê dilivîme goma jorîn , goma miyan e
Hê Miho! morî û minciqên min tev de qetiyane
Morî û minciqên zenda tev qetiyan e
Hê şevekê ji êvar de ez û qîzmetê lê geriyane
Li guhera, şax û kenda, di salixa, di sûlix da
Di cêba Mihemedê min de salix dane
Miho hey wî wî
Miho wî, wî, wî…
2-Erê Dînê
Erê dînê canê te çi gotiye ha li wê ma
Ha li wê ma
Erê dînê belekiyên berfê heliyan
Li kêmê man
Gelî malî, gundîno, ya min, kewa min
Li ser milên çê man
Erê dînê (w) ez ê çivîkim, çivîka li serê xerta,
li benda, hê xertalê wê di benda
Erê sebrê xwexila min zar, zimanê te bi xwenda
Herê dînê, tê jina mêrê çêbî, ketî ber mêrê kotî, pintî
Kotîkê mêra, ne tu kuştî ne te berda
Erê dînê çiya bilinde, rê di berda
Erê sebrê sorgulê taxa sor bûne
Heme(a) di ser ra
Erê kewa kubarê were, ez tu dila nahebînim
Di ser dilê xwe, di ber te da.
de hilweşiya.
3-Li ser Riya Bajêr
Serya pacê hizhizî, lê canê lê cane..
Binya paçê bi hizhizî, Şêro dîno lewendo
Şûşa dilê min derizî, lê canê lê canê
Şûşa dilê min derizî, Şêro dîno lewendo
Derdêm keçika bi kezî, lê canê lê canê
Derdêm keçika bi kezî,Şêro dîno lewendo
Serya pacê bi genime, lê canê lê canê
Binya pacê bi genime, Şêro dîno lewendo
Van siyara bi him e him e, Lê canê lê canê
Van siyara bi him e him e, Şêro dîno lewendo
Derdêm keçika hakim e, lê canê, lê canê
Derdêm keçika hakim e, Şêro dîno lewendo
Serya pacê bi sûs e, lê canê lê canê
Serya pacê bi sûs e, Şêro dîno lewendo
Sê siyar têne casûs e, Lê canê lê canê
Sê siyar têne casûs e, Şêro dîno lewendo
Derdê min keçika nêmîs e, Lê canê lê canê
Derdê min keçika nêmîs e, Şêro dîno lewendo.
4-Lo Lo Gede
Erê kuro gede yeman, tu ji mêra lo ne tu mêrî lo, yeman gede
Kuro gede were destê xwe bavêje kilîda zer memika
lo zer da dêrî lo yeman gede.
Kuro gede yetîmo welleh ez ya te me
lo tu ji kî newêrî?
Erê gede derkev lo konê mezin lo yeman gede
Were kona siwarke lo reben ez im lo yeman gede
Kuro gede welleh nêçîrvan tu yî dîsa lo xezal ez im.
Herê dîno bi revê lo sed car revî
Gelî malî, gondîno dîno bi revî lo sed car revî he..
Lê lê dînê welleh tu wa rindî lê tu bedewî……
5-Her Deme Deme
Her deme deme lo kî digot deme?
Wer dem deme kî digot deme?
Demkê lazî di bextê te me
Demkê lazî lo di bextê te me
Ha ji van teyra lê hatme cem e
Ca ji van teyra lê hatme cem e
Ha ji van teyra lê (w)e ez botan im
Ca ji van teyra lê (w) ez botan im
(W) ez botan im lê li ser cota nim
(W) ez botan im lê li ser cota nim
Mirina Fatma Îsa
Bi wê nexweşiya xwe ya dilî, Fatma Îsa nema dikare jiyana xwe berde-wam bike. Ew di 15.01.2010 ‘an de, ji ber nexweşiya xwe ya dilî wefat dike. Di dema wefata xwe de 76 saliye. Cenazeyê Fatma Îsa di herema ku dijî de, li nava goristana Kurdan tê definkirin. Wefata wê, di rojek gelek nexweş de ye û zivistanek dijwar girtiye ser wan. Di dema merasima li ser cenaze de, jin kilama Miho li ser wê dibêjin. Di dema defna cenaze de, zarokên ji hêwiya wê li ser digirîn.
Cenazeya Fatma Îsa bi beşdariya nûnerê Saziyên Kurd ên li Krasnodarê û beşeke gel hate veşartin. Di merasima cenazeya Îsa de Serokê Otonomiya Çanda Kurdî ya Krasnodarê Îşxan Ankosi got: ku klamên Fatma Îsa bûbûn qêrîna gelê sirgûnkirî û diyar kir ku wê kurd qet wê ji bîr nekin. Di mesarima cezaneyê de klama “De Miho” ku bûbû sembola Fatma Îsa hate xwendin.
Çavkanî:
1-Habibe Polattag, Dengbêjiya Jinana Di Radoya Êrîvanê De.
2-Mehmet Yildirim Çakdar, Dengbêjiya Jinê Ji Hêla Patronaj, Perwerdeyî, Rol Û Nêrînên Civakî Û Îcarkirina Hunerê ve.
3- http://kurdist.ru/2012/09/13/fatma-isa-dengbeja-kurd-ya-geleri