Demeke ez di hucra yek kesî de me, çend saat bûrîne li ser nîva şevê. Di tarîya wê çalê de li ser erdek hişk û bi başî nehatiye rastkirin, min xwe dirêj kiribû û destên min li jêr serê min bûn. Weke bermayek goşt bûm û di didanek reş û rizî de eliqî mabûm. Mîna pirzikek îltihab girtî bûm, di gûhek pîr û bi mû de, bilind bibûm.
Ew kûnca biçûk ya li ser derê hesinî dikete rasteya çavên min, tê de min çavdêrîya hevrikîyek bêdeng, lê mukim di navbera reşatî û rohnîya spêdek zelal û betûl da, dikir.
Li ber pên min barek per, şirove û nîvçe pertûkên serokê rêkxistinê hebûn. Rêveberîya girtîgehê ferman dabû da pertûkên din li min bêne qedexekirin. Ji ber ku ew sedemê ladanên min yên idolojî bûn! Dema wê zêrevanê ew per avêtin ber min,got; “pêdivîya te bi kûrbûna idolojîk heye ” û derketibû ji hûcrê, min jî di demên bêzarîyê de, ji wan peran firoke û gemîyên ji kaxezan çêkiribûn û di wê çala teng de ajotibûn, firandibûn û dema pelên cigaran xelas bibûn jî, min pê çend cigare pêçabûn, lê ew kaxezene bi kêr wê çendê jî nehatibûn.
Berî nêzîkî du hefteyan û bi taybet spêda piştî rojbûna min ya 21-ê bû. Min wê şevê cigare kêşan, tevî ku min nedikêşan, stiran gotin, her wesa di kîsê nivistinê de bi têra xwe girîyam. Pêwist bû bi rengek ji rengan bibam dengek, bibam helim û barîbam. Spêdê ez veciniqîm dema min çavên xwe vekirîn û ew efser ser serê min bû, bi navê min yê rêkxistinî gazî min dikir. Nîv saat da min, da ez amadekarîya xwe bikim bo derketina ji kempê. Kanî cemidî bû ji ber ku heyva Gulanê li çîya hêj sar û cemed bû. Çenta min ya leşkirî û kîsê min yê xewê li ser milê min bûn û ewê ez birime cîhek nêzikî mutfexê. Dema derketî gote min; “fermane divê ez çek û rextê te ji te bistinim”. ez jî berhiliskar bûm û min gote wê; “ev çekê hevalê min yê şehîde, tenê ew ji bîna wî maye”. Piştî vê helwêsta min, bi tiraneyî girnijî û got; “Heger tu girêdayî wî hevalî bayî, tu nediketî vê rewşê.”
Min çavên xwe di çavên wê de çeqandin û gotê; “girêdayîme, ji ber hindê jî ez evê rewşê red dikim”. Ewê nav çavên xwe girê kir, bi zimanekî tund bersiv da min; “Kîjan rewş!! Ez nizanim tu vê wêrekîyê ji ku tînî? Ewê serê xwe hejand û berî derbikeve gote min; “li vir rûne, li benda hatina rêverbera kempê be” û der ket.
Min çenta xwe xistibû hembêza xwe û li ba soba daran rûniştibûm. Pêwist bû bi lez du defterên xwe yên rojane biêxime sobê berî ew rêveber bihête hûndir. Min sobe vekir du defter xistin tê de. Min ew defterene heta sê salan nivisîbûn di sengeran de, di şikeftan de û şevên dirêj yên kempên zivistanan de, dema ji êtuta bêzarker direvîyam bi dehan hincetan. Min ew defter li wan rêyên çîyayên bilind, ser her sê sinoran gerandibûn û tê de her tişt nivîsand bû. Şirovekirina piskologî ya serkirdan, şervanan, jinan û şervanên zarok. Bûyerên diqewmîn, şer û eşq û helbest . Dema şewitîn min rûyên wan kesan dîtin ewên ku min ser nivisandibûn. Dipeşîne nava agir, gale gala xwe û wirdekariyên xwe li gel xwe dibirin û di agir de, wer dibûn û dibûne xwelî. Hevalê min nav wan de bû, min rûyê wî dît weke ku girinjîna xwe ya dûmahîkê li wan deran belav dikir û diçilmisî dibû xwelî.
Ew xanima rêveber hatibû hûndûr. Tenê kezîyên wê berjengê mêbûna wê bûn û bi dengek bor got: “ji ber wê raporta te nivîsî tu êdî girtî û dê du heval te bigehîne girtîgeha Xinêre”. Bê ku li rûyê min binêre û xatir ji min bixwaze, pişta xwe da min û çû.
Min hindek nan bi çayeke şirîn xwaribû û piştî saatekê em bi rê ketin. Nêzîkî çar saatan me gelek evrazî û nişîvî derbaz kirin. Navbera dolên berteng û girên bilind, êdî kanî pekî bûn û bişkûj û binevş li her derê belav bibûn. Me tenê carekê ji bo bêhnvedanê navber dabû rêvingiya xwe ya dirêj. Li ser Kanî Tûwê me dîsa dabû ser rê. Heta ber bi êvarê em meşiyan û dawîya dawî em gehiştine girê girtîgeha Xinêre.
Dema çavê min bi wê girtîgeha weke qawîşên cuda cuda ketî, ewrekî xembarî û bêzarîyê di rûha min de barî, Ev mabû ku min nedîtî, eve min ew jî bi çavên serê xwe dît.
Li ber derîyê rêveberîya girtîgehê, min dengek aşina bihîst. Ew jî zindewerek bû di navbera mêbûn û mêrbûnê de wenda bibû, Rodî, heykelek goştin, porek kin û dengek bor. Çawa çavên wê bi min ketîn got; “oooh teyreka xerîb”, di cîhaza bêsîmê de, navê te dan, lê min got qey yeka din e. Çentê min ji min stand, li wê derê tiştên min belav kirin. Albûma min ya wêneyan kontrol kir. Tê de wêneyê bav û dayika min jî hebûn. Ew wêne di dema xwendekariya xwe li Bexdayê wergirtibûn. Ewê bi fêlbazî ji min pirsî; “Raste digotin tu nevîya mîrên Amêdîyêyî?”. Min bersiv dayê; “mîrên bê tac û text”. Ewê got; “ew welatparêzin ji Amêdîyê erzaq ji me re dişînin. Rewşa nevîya mîrên xwe pirsî bû”. Min ew enerjîya bersivdanê nebû. Tenê bi girnijîneke westiyayî bersiva wê da. Ewê radyoya min, ew album û du pertûkên min, ji min wergirtin. Yek dîroka felsefa rojavayî ya Brtrand Rasell bû, ya din jî dîwana helbestên Rabindranth Tagorê Hindî bû ku min her du jî li gel pertukxana xwe ya ji malê anîbû nava gêrilla. Berdewam di çenta min de bûn ji min standin. Pişt re weke kû têrorîstek bim destê xwe li hemû laşê min gerand û ez pişkinîm. Ferman li ser min xwandibûn , xwarin sê ceman tê belav kirin, tenê du caran serê spêdê û evarî derketin heye bo pêkanîna pêdiviyan, Heftê du caran çûna daran heye. Heftê carekê xwe şûştin, axaftin li gel girtîyan û zêrevanan di demên karên praktîkî de qedexeye. Dema ji tilî hejîn ê xelas bûyî , Bangî dû zêrevanan kir, da min bavêjin wê çalê.
Ya rastî, dema bo cara destpêkê derîyê hûcrê li ser min girtin tevî wê alozî û stresa ku tê de derbaz dibûm, ji alîyekî ve min weke xelwetek azadîyê lê nêrîbû. Ew sê sal bûn min xwe li gel xwe nedîtibû. Min bîrîya xwe kiribû. Tiştek pir tirsnak e dema gropek ji mirovên biyanî berdewam bi stoyê te ve bin, erkê wan maytêkirin be heta di henase danûstandina te jî de. Belê, di rêkxistina azadîyê de, mirov tenê di tuwalêtê de hindekî azad dibûn. Lê du bûyeran ew xelwet herimandibû.
Vereva reşmarekî li duv mişkan di dîwarên hûcrê de. Piştî navberên hudnên kurt careke din li dû hev baz didan yek ji tirsa birçîbûnê û ewê din ji tirsa birçîbûna yê din. Û zêrevanan diqîrand mar mar û carna berê çekan didane dîwaran ji derve. Min di wan demên aloz de fêm kiribû ku peywendîyek mukim di navbera tirs û hevrikîyê de heye û ez ya ku mefrûz e ji her sêyan bitirsim, hêza bazdanê û xweparastinê ji min hatibû standin. Girtina rasteqîne jî ew bû bi ya min.
Bûyera duwem di şeva sêyem de qewimîbû bi taybet pîştî saatên dereng yên şevê. Dema ji nîşkê ve dengê nale nala wê girtîya turk bilind bibû ji hûcra li ba min. Ewê wisa dikire feryad û dinalî weke ku dihate daxkirin. Ewê êdî ew bêdengî, tenahî û monologên min têk dabûn. Ma ne pêwiste her dem turkek hebe xweş mizacê kurdekî têk bidet. Bêrîvanê wê zêrevana li ber derî ya ku berê çend caran li gel gropa min ketibû şer de bi pistepist ji min re gotibû ew sixurek turke û xwastîye lesbiyantîyê di navbera hevalan de belav bike. Lewma her şevê tê girêdan, pêre tiqtiq keniya bû dema behsa yara wê ya botanî kir bû ku her êvarê di hucra xwe de li ber derî jê ra distire û digirî. Bê ku navberê bidete axaftina xwe, ji min pirsî bû, gelo yên homoseksuel weke mirovên asayî evîndar dibin? Min lêvên xwe qirmiçand bûn weke bibêjim nizanim, lê ew pirs di serê min de jî mabû.
Bêrîvan ji gundekî Mêrdînê bû, bejna wê, kezî û tilîyên wê zirav bûn. Peyît û rûken bû, şeva destpêkê çavên xwe yên zer di wê kûnca derî de derxistibûn û hêdîka gotibû “ji te şerm dikim, dikarim vî karî nekim lê dixwazim alîkar bim” ez hestiyar bibûm û dema ji min pirsî çi ji te re gerek e? Min firçek û macûnek didanan û qelemek xwastibûn. Ewê şeva paştir di wê kûncê de li dû hev avêtibûne hundir. Carekê jî min navê hevalekê dabûyê da ji min re pertûkan bîne û dema “Semerqend” a Emîn Malofî anî namek biçûk hebû tê de, nivîsandibû ”carna wijdan xefika mirovên rinde, derkeve ji wê derê ji ber ku ne yê fişekê ber bi te ve diteqîne xûya dibe, ne jî yê pê dikeve û çima pê dikeve wê xûya bibe, Tu yê di tarîyê de, weke îşîyek tirî bêyî herişandin û ne heyv, ne jî darên bistanî, dê fesadîya navê te bikin ji ronahîya spêdê re , hebûyî û nebûyî… hinde asan” !
Piştî çend rojan ji nivisandina raporta destpêkê, ez birime jura lêpirsînê. Dû heval rûniştibûn, ya jin destpêkê axivt û got; “me raporta te kêm dît”. Bi rûyekê girj û bi dû çavên bi hirs diaxivî . Di wan kêlîyan de, di serê min de pirsekê xwe dûbare dihelavêt, “çawa ew ji nişkê ve dişên hemû renc û parvekirinên hevalên xwe yên dozê ji bîra bikin û tenê bi çavê tawanbar û dijminan li wan binêrin”, ez hinde mijûlî wê monologê bûm di serê xwe de, min pirsa wê nebihîstibû. Ewê bi dengek bilindtir û hişktir got:
– Tu dikarî hindekî behsa sedemên tevlêbûna xwe bikî?
– Ez ji malbatek resen û ji paşxanek welatperwer ji dayîk bûme. Di dema xwe de, sê mamên min dest ji zankoyên xwe li bajarê Bexdadê berdidin û tev li pêşmerge dibin. Nevîya mêrekî merd û serfiraz bûme di 72 salîya xwe de berê xwe dide çîya. Ji ber ku rêveberîya emna Baasîyan ewî tehdîd dike heger neçe zarokên xwe ji çîya venegerîne da bibin caş, ew dê kulav û şaşikên wî bikin stoya wî û di cadên Amêdîyê bixirînin. Ew camêr ê asî û qedir giran tenê dema navê Kûrdistanê derbaz dibû kelûgirî dibû û digot; “Babo qûrban bê Kûrdistan dê weke kûçikan bera me bidin”, dema nesax dibe ji ber ku di wextê pêwîst de nagehe nexweşxanê, lewma li ser hêstirekê di qundaxa çîyayê Gare û li ser rêyên nixûmandî bi teqin û berfê dimire.
– Dema tu tev lê bûyî, li başûr nivçe serbixweyî hebû, bi zimanê kurdî perwerde hebû.
– Tu ji min dipirsî wê demê çi karê min bi doza Bakur ve heye?
Balkêşe helgirek hizra Kurdistanek mezin azad û serbixwe pirsek wisa ji kurdekî bike? Yan jî di serê xwe de dibêjî dibe ku ew jî sixur be!! min bi bêzarî û bi dû lêvên qelişî hewil dabû bikenim, ew hevalê mêr ketibû navberê de û babet ber bi aqarek din ve biribû.
– Gelo te pertûkên serokatîyê xwandibûn, Te jê fem kiribû?
– Ez jî wê pirsê ji te dikim. Te fêm kirîye gelo! heger we fêm kiribe jî , we qebûl kirîye?!!
Ew hevala keç careke dî bi tûreyî kete navberê û got;
– Tu li vê derê tenê bersivan didî, baş e ?
Ew hevalê mêr careke dî kete di navberê de û bi dengek hêmin got;
– Belê me xwandîye, lê heger me bi başî fêm nekiribe jî, em bi serokatiya xwe bawerin û dizanîn ewê berê me bidete azadîyê
– Hûn nabînin tirsnake peyrewek ji serokatîya xwe tênegehe, an jî serokatîyek nikaribe xwe bi peyrewên xwe bide fêmkirin? An jî peyrewek bê ku têbigehe bi çavkorî her tiştî dipejirîne? Weke ku 5000 sal ne bûrîbin li ser hebûna xwedawendên – padîşah!!
Ewê hevalê destê xwe li masê da û nerazîbûna xwe dîyar kir, lê hevalê mêr careke dî hewil da niqaşê ber bi hêminîyê ve bibe. Li derva bi hev re şêwirîbûn û dema ketbûn hûndir biryar dabûn da ez raportek nû binivîsim. Piştî ku careke din wê pertûkê weke siza bixwînim. Di wê navberê de keçikek Sulêmanî anîbûne hucra rex min ji milê çepê ve. Bêrîvanê digot xwastîye bireve û hatîye girtin. Ewê berdewam stiranên soranî bi dengek xweş digotin. Heta ku rojekê êdî dengê wê nema dihate bihîstin li wan deran. Bêrîvanê di wê kuncê de got; “dûh dema çûye daran, xwastîye bireve û zêrevanekê ji piştê ve teqe lê kiriye û kûştîye ”
Rewşa min ya derûnî her diçû xeraptir dibû … min wê şevê tiştek ku dişibihe helbestê, nivisî.
Stêrk be
Ji ber ku stêrk ramûsanên ronahîyê ne
Li ser laşê tarîyê
Hevalê min,
Razam û rabûm careke dî min nivisîbû :
Her carekê didanekî vê hesarê dirize
Ez didanên xwe dişom her sibê
Û her şevê.
Min ji pelên sobê, rejî çêkir bû û li ser wî derî bi deh tilîyan mirov xêz kiribûn, tiştên nekaribûm bêjim ji kesê re, min li ser wan dîwaran weke karîkatoran resim dikirin. Navbera wan de diyalog diafrandin. Şevekê jî min weke çawa rohnîya agirê sobê li dîwaran dide wisa min sema kir di navbera rêzikên ronahîyê û tarî yê de. Di wê çal a teng de dizivirîm bilind dibûm, mest bibûm û ne şiyarbûm heta dengê wî vekoler î ji paş derî hatî dema navê min bang kirî û gotî “rewşa te başe”?
-Belê başim meraq neke.
Dîyar bû, Bêrîvan ji rewşa min tirsîyabû û bangî wî kiribû. Ewê şevê ewî ferman dabû da derî li ser min nehê girtin û nobedar di hundir de nobeta xwe bigirin. Ez wê şevê ji dêvla keçika Sulêmanî stirîm.
“Çendîn geram le şaran
nem dît kes wek to ciwan bê,
birîndarim birîndar”
Roja paştir ez birime jura lêpirsînê. Tenê ew hevalê mêr amade bû, ewî destê silavkirinê dirêjî min kir. Balkêş bû ji ber ku nêzîkî sê heyvan bû destê silavkirinê weke dûvê kûçikekê ser cadan bê kar mabû! got:
– Raporta te ya dûmahîyê ji min re hate vegerandin. Ewê hevalê got, bi erebîyek gelek petî nivîsîye!
Min tiştek negot . Ji westiyanê, çermê rûyê min bi min ve hatîye xwarê û dema min hewil dida serê xwe berz ragirim, hestîyê patika min diêşa. Axaftina xwe berdewam kir:
– Ji vê derê derkeve. Ev der ne cîhê te ye , nehê binpêkirin,
– ………………. ( ne axivîm )
– Da ji vê derê derbikevî min ji wan re raporta te weke ku ew dixwazin vegerandi ye .
– Te çawa tiştek wisa kir? Tu dizanî wê sizayê te giran be heger ez niha gileyî bikim ku te raporta min gûhartîye?! Te çawa ew risk da ber me her dûwan?!
– Ez wê riskê dibînim, lê min bawerî bi jîrîya te anî ku tu vê derfetê ji dest nedî û qencîyê bi qencî bersiv bidî.
– Lê te bawerî bi duristî û wijdana min neanî, balkêşe!
– Tiştê te gotîn e jimarek mezin ji hevalanjî wê dizanin, lê baş bizane heçîyê destpêkê dibêje, ew tenê dibe qûrban û qehreman. Lê heçîyê dizane û dihêle heta dema wê tê, qazanc dike. Bila helbijartina te jîrmendane be.
– Û derewan li xwe bikim, biçim şer bo armancek ne ya min e, mirovan bi rê ve bibim bi hizrek êdî ne ayîdî min e, çi bikim ka bêje?? Birevim li gel gropek ji wan gropan ku xwe ayîdî wan jî nabînim? Ez azad tev lê bûme û dixwazim azad veqetim.
– Tu dikarî bûyî demekê tev li perwerdê bibî. Li yek ji yekînên kultur an jî ragehandinê de bimînî û pertûkekê binivîsî….
– Di wê perwerdê de wê careke dî wan pertûkan bi min bidin xwandin. Di kovar û nivîsan de dê li bendê bin di çarçûva cumhuriyetên dêmokratîk binivisim, behsa xwedawendên padîşah bikim, beşek bim ji dewlet – neteweyên dagîrkeran lê dewlet- neteweya xwe red bikim, wek e tiştek çirûk û şûn da nîşan bidim. Ma ne wisa?!!
– Ya giring ewe ji vir derbikevî. Wê raporta te bi tirkî bixwînin dema gotina dawî ji te dixwazin, qebûl bike û sozê bide bi partîyê û serokatîya partîyê û azad bibe .
Min xwe negirt û ez kenîyam, lê ewî li ser axaftina xwe zêde kir:
– Belê wekî dibêjim wisa bike û dibe ku rojekê li derek din û di rewşek baştir de em hev bibînîn.
– Bawer nakim, her cara ku bê bîra min tu berdevkê zindana hevalên xwe bûyî, ezê vereşim,
Rengê wî zer bibû. Min zanî ez gelek hişk axivtim, lewma min ser de zêde kir;
– Tu jî ji vê derê derkeve, dijmin, teqsîrîyê nake bi girtina hevalên te, tu jî wan havalan bi rengek din digirî û birîndar dikî.
Me bi sarî ew hevdîtin qedand û ez hatime vegerandin bo hûcrê. Spêdê derî vekirin gotin îro karên praktîkî hene !! Min li Bêrîvanê nêrî weke ku jê dipirsim çi meseleye lê diyar bû ew jî ya bê xeber bû. Li benda min man heta min şutika xwe girêda û ez ber bi girekî ve birim. Di rê da kanîyek hebû. Min xwast rûyê xwe bişom. Ketime ser çokan. Rûyê xwe xiste nava avê weke tîyekê qet tî bûna wî naşik ê , têr vexwar û rûyê xwe şûşt û dîsa da rê.
Ser girekî fireh ku dikete bin sîbera daran de, ewê efserê bi serê darekî çarçovek dirêj çê kir, gelek dişibihî gorekê û got:
– Bikole! bila kuratîya wê hindî bejna te be.
Min û Bêrîvanê, me li hev nêrî. Di serê min de hizrên nakok derbaz dibûn. Gelo ew hevalê vekoler ji axaftinên min yên dawîyê sil bûye, birîndar bûye lewma raporta min weke xwe vegerandî ye!? Yan jî biryarek lezgîn ji alîyê fermanderên ast bilind ve hatîye girtin.?!!
Ewê efserê bi mekirbazî got:
– Heger hevala Bêrîvan jî bixwaze, dikare alîkarîya te bike.
Zimanê Bêrîvanê alizî û got;
– Çima, ev çale ji bo çi ye?
Efserê bersiv da;
– Dema ji kolanê xelas dibin, hunê hingê bizanin.
Çekê xwe helgirt û çû li dûrî me rûnişt. Destmala xwe şor kir li ser enîya xwe û dengê radyoyê li ser stiranek turkî vekir.
Me kola, gelek kevir tê de hebûn. Êvar nizîk bibû û di dilê min de tirsek hebû ku di wê şevê de fişekek li pişta min bidin û min bavêjine vê çalê de. Di kêliya ku ew hizir di serê min de derbaz dibû, wê gavê çavên min û yên Bêrîvanê li hev rast hatin. Destên wê giran bûn weke ku nedixwast xelas bike, di navberê de min bi pistepist ji Bêrîvanê pirs kir:
– Te tiştek nebihîstîye?
– Na, min çi tişt nebihîstine, ditirsim bi destên min gora ……
Û ewê hevoka xwe neqedand. Hewil da li çavên min nenêre û berdewamî da axaftina xwe;
– Em vê kolanê bo sibehê bihêlîn.
Ewê efserê ji dûr ve bi dengekî silbûyî got:
– Bi hev re axaftin qedexe ye.
Bêrîvanê bi dengekî bilind got;
– Em dibêjîn êdî em westiyan bila ya mayî bo sibe bimîne.
– Na, pêwiste îro biqede.
Ez têwerî hizir û fikaran bibûm. Min wisa dizanî ku ez êdî ji mirinê natirsim. Ji ber ku wan salên derbazbûyî min gelek caran li gel mirinê lîstoka çavgirtinê lîstibû. Caran min, caran jî mirinê dijmart 1- 2- 3- 4…. û ya din baz dida û dûr diket û wenda dibû li paş daristanên tarî yên wan dol û çiyayên berz û berîn de. Lê mirinek weha mirinek kirêt bû. Berî dest bidet laşî, destdirêjî li ser rûhî dikir. Hest dişêwandin, bawerî narehet dikir. Mirinek bê ser û sîma bû weke derewekê, dizîyekê, wek e Derzek be di rûhê de, nehê dîtin lê her tim bi êş û azar be.
Piştî demekê êdî min biryar da bikolim û her çi dibe bila bibe. Tav çûbû ava, efser hat û got;
– Têkeve di nav de, da em binêrin.
Ez ketime nav çalê de, digeheşte stûyê min. Bêrîvanê êdî xwe wenda kir û bi dengekî lerizî gote efserê;
– Heval, ev hevalek ne xerabe, ewê raportek nû nivîsandîye û bawer bike ew gelek girêdayî nirxên partîyêne..
Ez jî êdî li benda wê fîşekê bûm ya ku dê derekî ji hebûna min hilbijêre û tê de derbaz bibe. Min di dilê xwe de dixwast çend bi hev re derkevin û min bi carekê xelas bikin ne ku bi birîndarî min bikûjin. Westiyayî û bê hêz û hêvî bûm. Lê ewê efserê pûte bi Bêrîvanê nekir û rûyek sar û bê sîma nîşan da û bi cihazî berdewam diaxivt. Ez di çalê de rûniştim ji ber ku êdî pîyên min nedihatine ber min. Bi carekê me dît, jimarek ji girtî û zêrevanan ber bi me ve dihên û li ser milên wan dar, stûn û parçek mezin naylon hebûn. Ez rabûme ser xwe. Min û Bêrîvanê li wan nêrî. Di navbera wan de çavên min bi girtîyek zirav ket. Dema Bêrîvanê dît ez bi çavên tijî pirs li wê dinêrim, ewê xwe nêzîkî min kir û hêdîka got;
– Eve girtîya turk e.
Ew weke darekê zuha xwar bibû, lê dû çavên teysok di jêr porek reş de xuya dibûn. Wê efserê ji min re got;
– Ji wê derê derbikeve..
Berê xwe da wan girtiyên din û ji wan xwest wan daran li ser her dû alîyên wê çalê rast bikin û bi axê binixûmînin. Pişt re darên din li derdora wê çalê hatin çeqandin û naylon di ser de hate vekirin û hemûyan bi hev re ax avêtine ser rexên naylonî û tê de derîyek vekirin..
Xwîn vegerîbû rûyê min û yê Bêrîvanê lê hêjta jî em ne misoger bûn. Efser li derdora wê naylonê zivirî û got;
– Va cihê tuwalêta me amade bû.
Li zêrevanan nêrî û got:
– Ka wan girtiyan vegerînin hucrên wan.
Ez û Bêrîvan hêj di şokê de bûn. Bûyerek ecêb li derdora me diqewimî û me nezanî em kêfxweş bin, yan jî bigrîn. Ez hindekî rûniştim ji ber ku min hest kir dilê min pir zû lê dide weke ku wê ji sîngê min derbikeve. Lê ewê efserê destê xwe dirêjî min kir û ji Bêrîvanê re got:
– Ew heval sube xwe amade dike, ji vir derdikeve û pêncşema tê, platforma wê ye li kampa hevalên keç.
Û çekê xwe rakir û berê xwe da tuwalêtê û bi dilxweşî got:
– Ez dê yekem kes bim vê tuwalêtê pîroz bikim
Nişe: Ji bo rûh û giyanê Bêrîvanê.