Di navbera sedsala 15 û 17an de wek serdema destpêka felsefeya nûjen bi gotineke dî wek felsefeya ronesansê tê binavkirin. Bi bandora werger û guherîna jiyana civakî di sedsala 15an de cara yekem li Îtalyayê ronesans destpê dike û li tev Ewropa belav dibe. Ronesans tê wateya ‘ji nûve jiyîn’ ê. Jinûvejiyîn, xwe dispêre serdema felsefeya antîk anku felsefeya Yewnana Kevin. Ji ber ku di navbera sedsala 2 û 15an de felsefe ketibû bin bandora dîn û hiş ketibû asta dûyem, rewşenbîrên Ewropayî wek têgeheke ‘li xwe vegerîn’ ronesans bikar anîne. Di vê serdêmê de dîsa hiş derketiye pêş. Di vê serdemê de felsefe ji dîn dûr ketiye û bi zanistê ve xwe girêdaye.
Filozofên navdar yên vê serdema ronesansê ev in: Machiavelli, Kopernik, T. More, Montaigne, F. Bacon, W. Shakespeare, Galileo, T. Hobbes, Descartes, Spinoza, J. Locke, Newton û Leibniz.
Rojava anku Ewropa di sedsala 12an de berhemên zanistî yên çanda Îslamê wergerandin zimanê xwe. Bi taybetî di sedsala 12an de Konstantinê Efrîqî pirtûkên bijişkîye/tipê ku ji Tunusê anîbûn li Salernoyê wergerandin zimanê Latînî. Di nav demê de ev tevgera wergerandinê li Elmanya û Fransa belav bû û di dawiya sedsala 14an de li tev Ewropayê belav bû. Bi saya van wergeran Rojava bû xwedî berhemên orijinal yên felsefeya antîk û berhemên ku wek şîrove û analîz li ser wan hatine nivîsîn. Di vê serdema felsefeyê de zanist, hûner, dîn, aborî û wek encama van têgehan jiyana civakî gûherînên mezin pêk hatin. Lê divê neyê jibîr kirin ew guherîn pêşî di hûnerê de xwe nîşan da. Di edebiyatê de Cervantes û Dante, di tiyatroyê de Shakespeare, di resmê de Da Vinci, di avasaziyê de Brunelleschi, di peykera de Michelangelo berhemên hêja dane di ve serdemê de.
Di vê serdemê de ramanê nûjen li hember ramanên skolastik derketiye. Ramanên skolastîk mîrateya felsefeya dînî ye. Ramanên felsefeya nûjen;
- Mijara felsefe mirov, sirûşt û cîhan anku kaînat e.
- Zanistê bandoreke mezin li felsefeyê kiriye.
- Sirûşt bi rêya ceribandin û hiş hatiye vegotin.
- Jiyana civakî dinyayî ye.
- Kes anku mirov beriya her tiştî ye.
- Zanist ji bo ku kar anku fêde dide mirov girîng e.
- Rewşenbîr biserê anku azad in ne giredayî desthilatdarîye ne.
- Di navendê de mirov heye.
- Di hêla dadê de anku hiqûqê de dewlet xwedî erk e.
Ramanên ku di serdema felsefeya sedsala 15-17an de derketine pêş;
- Humanizm
- Rêgezên Zanistî
- Felsefeya Kartezyen
- Felsefeya Dadê anku Hiqûqê
Humanizm tê wateya girîngî dayîna mirovatî anku kesayetîyê. Cara yekem li Îtalyayê derketiye. Xebatên felsefî cara yekem li Floransayê di Akademiye Platon de destpêdike. Ramanên humanist li dij ramanên skolastîk in. Di humanizmê de kesayetîya mirov derketiye pêş. Gotina ‘her tişt ji bo mirov e’ hatiye pêjirandin.
Serkeftinên sedsalên 15-17an yên herî girîng bêguman serkeftinên zanistî ne. Felsefeya ronesansê bi rêya ceribandin, nerîn û hesapkirinê berê xwe daye xebatên zanistî. F. Bacon bi gotina xwe ya ku ‘zanebûn hêz e’ rêya zanistê vekirye.
Descartes bi felsefeya Kartezyen xwestiye ku mirov ji zanînên ku heye guman bike. Bi saya vê gumanê mirov dikare bigihijê rastîyê. Mabesta gumanê di vir de heta mirov bigihije rastiyê divê berdewam bike. Ku gihişte rastîyê divê ew guman ji meydane rabe. Descartes vê felsefeya xwe bi gotina ‘ez difikirim, naxwe ez heme’ tînê ziman. Wek dî Descartes hebûn wek dû şaxa ji hev cûda dike. Yek ‘toza afirîner’ ya dî ‘toza afirandî’. Toza afirandî jî wek ‘can’ û ‘madê’ binav dike.
Di felsefeya dadê de ji bo birêvebirina mirovan Machiavelli û T. Hobbes li ser jiyana civakî û polîtîkayê ramanê xwe anîne ziman. Machiavelli ‘ji bo gihiştina armancê her rê rewaye’ û T. Hobbes ‘mirov gurê mirov e’ nakokiyên dinavbera mirovan de anîne ziman û hebûna serdestîyê û dewletê mecbûrî ditîne.
Wek di vê xebatê de hate dîtin felsefeya sedsala 15-17an ‘li xwe vegereke hişî’ye. Di vê serdemê de hiş derketîye pêş û bi serkeşîya hiş re zanist jiyana kesatî û jiyana civakî ji nû ve sazkiriye.
Corduene, Adar 2024