Felsefe bejeyeke Yewnanîye. Felsefe ji du bêjeyan pêk tê. Felsefe an ku philosophía (φίλος, phílos: “hezkirin“; û σοφία, sophía: “zanabûnî” pêk tê. Dema em vê têgehê vegerînin zimanê Kurdî felsefe tê maneya ‘hezkirina zanabûniyê’. Kesê ku bi felsefê rê alaqadare jê re ‘fîlozof’ tê gotin. Di diroka cîhanê de felsefe li Yewnana Kevn destpêdikê. B.Z sedsala 6. de felsefe li şaristaniya Yewnan destpêdike. Felsefe çalakiyeke ‘hişî’ye. Li gor çavkaniyên felsefê filozofê yekem Thales e.
Gelo çima felsefe cara yekem li şaristaniya Yewnanê derketiye? Bêguman gelek sedemên vê pirsê hene. Lê emê li ser çend xalên girîng rawestin.
1- Azadiya raman
Li Yewnan sîstema cumhuriyet û demokrasîye hebû. Di vê sisteme dê her kesî (kesên azad) dikarîbû ramanê xwe bi awayekî azad bîne ziman.
2- Koletî
Ji ber ku her kar û barê kesên azad koleyan bicîh dianî kesên azad dibûn xwedî demên vala. Ev demên vala ji bo kesên azad bû sêdema fikirkirin ê.
3- Mîrateya zanabûna şaristaniyên dî
Yewnan ji şaristaniyên derdora xwe gelekî sudwergirtiye. Ji zanîna Mezopotamya, Misra Kevn, Hînd, Îran, Sumer, Asur û Çîn gelek agahîyên zanistî, ramanî, astronomî, matematikî wergirtine.
Ev her sê sedêmên sereke wek encam bû sedema destpêka felsefe ya li Yewnana Antîk.
Piştî ku felsefe wek çalakiyeke hişî destpêkir, pirsa xwe ya yekem jî kir. Arkhê an ku ‘Sedema Yekem’ çiye? Fîlozof li ser vê pirsê ketin pey bersivên we. Her filozof li gor zanebûn û têgihiştina xwe bersiva vê pirsê dan. Li gor van bersiva;
Thales: Av
Anaksimandros: Aperion
Anaksimenes: Hewa
Heraklitos: Agir
Empedokles: Ax, Av, Hewa, Agir (an ku çar anasir)
Demokrîtos: Atom
Lao Tse: Tao
Wek hat ditîn her fîlozofek li gor zanebûna xwe bersiva arkhê daye. Sedema ku bersivên her fîlozofî ji hev cûda ne ev e: Ji ber ku çalakîya felsefê xebateke subjektîv e. Her kes li gor ramanê xwe arkhê şîrove kiriye.
Di serdema felsefeya antîk de mijareke dî jî mijara ‘Guhertine’ye. Di vê mesele de Heraklitos û Parmenides ramanên ji hev cûda tînin ziman. Li gor Heraklitos her hebûn her dem dinav tevgereke guhertinê de ye. Ji bo vêna Heroklitos: ‘Mirovek du cara nakevê çemekî de.’ dibejê. Li hember vêna Parmenides guhertina hebûnan qebûl nake û dibejê ku: ‘Hebûn heye û nayê guhertin.’
Di vê serdemê de fîlozofê wek Sokrates, Platon, Aristo, Konfuçyus, Diojen, Epîkuros, Cicero, Seneca û Marcus Aurelius hene. Bêguman ji van kesan Sokrates, Platon û Aristoteles mohra xwe hem li felsefeya serdema xwe hem jî li felsefeya cihana îroyîn jî xistine.