Serdema felsefeya antîk an kû felsefeya Yewnana Kevin beri zayîne sedsala 6an despêdike heta piştî zayinê sedsala 2yan didome. Di vê serdemê de gelek filozofên navdar bi ramanên cuda xwe anîne ziman. Di vê xebatê de emê li ser sofîstan (Protagoras û Gorgias), Sokrates, Aristoteles û Platon birawestin. Divê em ji bîr nekin ku Platon xwendekarê Aristoteles e, Aristoteles xwendekarê Sokrates e. Her çiqas ev sîlsîle wek mamoste û xwendekar werê zanin jî her sê kesên navdar ramanên xwe cuda cuda anîne ziman. Ev ji bo pêşketina mirovahiyê tiştekî qenc û balkeş e. Ger her kes li ser raya mamosteyê xwe bimana wê pêşketina mirovahiyê birawestiya.
Sofîst
Li gor baweriya sofîstan agahî (zanîn) û tiştên etîk de rastî li gor mirovan tê guhertin. An kû rastiyek û etîkeke gerdûnî nîne. Ji bo vena Protagoras dibejê ku: Pîvana her tiştî mirov bi xwe ye. Li gor vê gotinê rastî û çewtiya tiştên zanînê û ên etîkî li gor zanîn û baweriya mirovan tê guhartin. Gorgias jî dibejê ku ‘Tiştek nîne, hebê jî em nizanin, bizanibin jî nikarin diyar bikin.’ An ku Gorgias dibeje ku zanîneke ku tev mirov li serê lihev bikin nîne.
Sokrates
Sokrates li dij Sofîstan rastiya zanîne û etîkeke gerdûnî qebûl dike. Ji bo vêna Sokrates dibejê ku ‘Jiyana ku nehatibe lêpirskirin ne hejaye ku were jiyandin.’ An ku li gor Sokrates bi lêpirsînê mirov digihije rastiya zanînê û rastiya etîkê. Ji bo vêna ye ku Sokrates gelek qiymet dide zanêbûnê.
Platon
Platon jî li ser hebûnê, zanebûnê û hêjayîyan diraweste. Li gor Platon hebûn û zanebûn ji fenomen û idea’yan pêk tê. Fenomena wek tiştê ku siya ideayane nişandide. An ku ev tiştê em bi pênç hestên xwe dizanin –çi hebûn û çi zanebûn- di rastiyê de wek siya ideayane. Vêna bi teoriya xwe ya şikeftê diyar dike.
Platon li ser hêjayiyan (polîtîka, malbat, etîk, hûner…) jî diraweste. Li gor Platon divê dewlet ji hêla fîlozofan ve were birêvebirin. Ji ber ku tenê filozof dikarin dilşadî û aramîya mirovan bînin cîh. Li ser hûnerê jî Platon dibejê ku berhemek çiqas nezîkî ideayan bê ewqasî xweşik û nûwaze dibe.
Arîstoteles
Arîsto jî li ser hebûn, zanebûn û hejayîyan diraweste. Li gor Arîsto jî ji bo tiştek hebe divê çar sedem hebin; sedema madî, sedema formel, sedema kiryar û sedema armanc. Li ser zanebûnê jî Arîsto ramanên xwe bi vî awayî eşkere dike: Tev mirov li gor sirûşta xwe dixwazin bizanibin. An ku li gor Arîsto her mirov dixwazê zanebûneke wî hebê. Li gor Arîsto zanebûn bi hiş (aqil) û hestan çêdibe. Arîsto li ser hejayiyan jî ramana xwe ya ‘Navîna Zêrîn’ diyar dike. An ku her tişt (polîtîka, malbat, etîk, hüner.. ) divê bi pîvanekê navîn de bê diyarkirin.
Wek di vê xebatê de hate diyarkirin di serdema klasik ya felsefê de fîlozofan ramanên xwe diyar kirine. Ji ber ku Platon û Arîsto felsefe bi awayekî sistematik bikaranîne mohra xwe li jiyana her demê xistine. Bi taybetî Platon li ser felsefeya filetîyê, Arîsto li ser felsefeya Îslamê bandoreke mezin kiriye.