Gelo hûtên herî mezin kalamar, semasî û axtepot di rastiyê de çiqas mezin in?
Okyanûs di nav xwe de gelek zindî û jîndarên qerase dihewîne: Hûtên şîn û semasiyên mezin ên spî, kalamarên qerase û şehên dêw ên behrê, fîlên behrê û kevjalên pindir ên Japon. Ev zindiyên avê pir zû bala mirovan dikişînin, lê zanyar nikarin bi rehetî wan bi dest bixin an jî xwe bigihînin wan.
Ji van cûreyan gelek pir kêm tên dîtin yanê zû bi zû bi dest nakevin an jî li deverên herî kûr û xewle yên behre dijîn. Dema tên peravê û li qeraxan didin mezinahiya wan xuya dike û ji xwe encax mirov wê demê dikare mezinahiya laşê wan bipîve, wekî din zêde ne guncav e.
Hinek ji wan jî ewqas mezin in ku gelekî zehmet e mirov wan bipîve. Ji xwe ji bo van sedeman e ku okyanûs di heman demê de ji mezinkirin û efsaneyan re jî dibe xwedîmal.
Em ê ewil li ser kalamarê dêw an jî masîximav bisekinin. Di gelek nûçeyan de hat gotin ku bejna vî heywanê efsaneyî digihîje 18 mîtroyan.
Gelek ji wan gava ku li qeraxê diketin, diriziyan û masûlkeyên wan sist dibûn. Kesên ku meraq dikirin jî perikên wan li hev vedikirin û wisa dirêjahiya wan dipîvandin.
Hin kesan jî bi gavan mezinbûna masîximavan diyar dikirin.
Ji bo pîvanên qalikên şehên avê yên qerase û şeytanokan lêkolîna qeydên eBayê kirin. Bi vî awayî bi hev re li ser 25 qeraseyên okyanûsan texmînên herî rast kirin.
Reqemên ku ji bo hin cûreyan tên bilêvkirin pir xelet in. Kalamarê qerase yê ku mezinbûna wî hatiye piştrastkirin 12 mîtro bû. Belê, ev yek nayê wê wateyê ku ne qerase ye, lê dîsa jî ji 18 mîtroyan kurt e.
Her çiqas giraniya morsê herî mezin ê ku tê zanîn hezar û 883 kîlo ye, ev giranî û mezinbûn li ba îdiaya ku tê gotin masîgirekî dêwekî 2 ton û nîv girtiye, ne tu tişt e.
Texmînên ji bo hin cûreyan jî texmînên demkî bûne. Mînak; daneyên ku ji bo mezinahiya şehmasiyên dêw hatine tomarkirin ên salên 1960 û 70î ne.
Masîgirekî di sala 1885an de li giravên Aleutê, ji milekî heya milê din axtapotekî qerase yê Pasîfîkê yê ku 9,8 mîtro dirêj e, girtiye.
Mezinbûn û piçûkbûn wan li aliyekî, îstatîstikên heyî nîşan didin ku okyanûs bi zindiyên balkêş û qerase tijî ye.
Sûngerên qerase yên ku heya 2 mîtro û nîvan fireh dibin-laşê wan ji du tebeqeyan pêk tên û çavikên wan jî bi jelê tejîkirî ne-; pişemasiyê nomurayê yê ku firehiya wî 2 mîtro ye lê heya 200 kîloyî giran dibe, gurê tûpê yê ku dirêjahiya wê digihêje 3 mîtroyan û di kûrahiya behran de dijî, kêzika tizbî ya ku yek ji cûreyên qerase yên bin avê ye û îzopodên dêw ên ku bejna wan digihêje 50 santîmetreyî hinek ji van in.
Hûtê şîn ê biguhan ku heya 33 mîtroyan jî mezin û dirêj dibe di carekê de dikare nîv milyon kaloriyî daqurtîne. Hûtê semasî yê pişt bistêrk, masiyê herî dirêj e û dirêjahiya wî digihêje 18,8 mîtroyan. Masiyê herî dirêj ê bihestî bêremasî, gelekî balkêş û cuda ye, wekî maran xwe diwerîne û bejna wî jî digihêje 8 mîtroyan.
Mirov bes ji ber hin nexweşî û kêmasiyên genetîkî dikare bigihêje van mezinahiyên ji rêzikê dûr. Bejna mirovê herî dirêj ê cîhanê 2,72 mîtro bû. Ji bo ku bikaribe bimeşe bi lingên xwe ve piştek girê dida. Di 21 saliya xwe de ji ber enfeksiyona otoimmûnê jiyana xwe ji dest da. Tiştên ne li rêzê û ecêb bala mirovan dikşînin lê ev pirî caran ne taybetî, nexweşî ne.