Dema peymana xwe ya ruhê li gel hişê hebûnê nû kirîn, ewan dîsa derfetek hevdîtinê û dîsa li memlektê çiyayên bilind “Kûr ê” xwestibûn.
Biheşta veşartî ya xewnên derwêş û sofiyan, welatê daristanên dar berûyên bi sîberên erxewanî, qiblegeha tavê, warê çiyayên asê, hindavî newalên navbera herdû çeman Dîjle û Feradê..
“Tolhildan bê mifaye, rêka hemû rizgarkirinan, di rizgarkirina hiş de ye” tevî ku wisa ji wan re hatibû gotin, lê ruhên kevnar ku di gelek kiras, raz û daxwazan de tecelî bibûn, li gor bîrewerî, çîrok û efsaneyên xwe, rêk dibirine ber.
Ew * “Her du rûh yek nûrê tavin, çerxek û du stêr di navin, her du dane mûrxê davin, ismê hey dav lê veday e ” lê her dem weke du hespên şeşrengê li dûr hev dizivirîn bê ku bigehin yek û dû.
Carekê Inana û Dûmûzî bûn * ” Innana xwedewenda şer û evînê, tu amadeyî komkûjiyan bikî, tofanê rakî dema axaftina te guh lê nehê girtin. Inanna, tu tenê yek lulu bi gerdena xwe ve dikî lê disa jî dikarî mêrê tu bixwazî ji meyxanê birevînî ”. Ew xanima karên nedihatin pêşbînîkirin bû. Di yek ji şerên navbera wan de qewimîn, ewê fermana avêtina Dûmûzî bûyî memleket a xwarê yê mirinê dabû lê piştî demekê. Bîriya wî kiribû û poşîman bibû lewma careke dî vegerandibû jiyanê.
Ne bi wî, ne jî bê wî dikarîbû. Lewma Dûmûzî geh dikete memleket a tariyê, geh vedigeriya ronahiyê û wisa bax û zevî geh şîn dibûn li bihara û geh rengê zerê mirinê digirtin li havînan.
Ew carekê Derwêş û Adulê bûn û olek çolewanî ketibû di navbera wan de.
Carekê yarek ya çav reş ya mîr Evdal xan ê Bidlîsî bû. Ber çavên wê, mîrê wê, delalê wê serjêkiribûn û daliqandibûn. Pirtûkên wî şewitandibûn, kevalên wî herimandibûn û koşka tijî eser û gewher talan kiribûn û herifandibûn. Lewma birîna wî di demarên wê de sarêj nedibû..
Carekê jî Manî û Dînax bûn. Çi kesê peywendiya wan ya mistic fehim nekiribû. Heya nivên şeva keziyên wê dihûnîn û heya dûmahî bêhnvedanên wî di zindanê de, ew xanima wêrek çav, guh û zimanê wî bû. Dema ji Manî pirsîn ew çi ya te ye? Ewî bersiv dabû “cilên wê sinorên memleketê min ya belawelaye”.
Ew carekê jî şox û şenga Cizîrî bû, dikete destê wî direqsê de û digot; *” dest bi kes dî di semaya ku mela tê Nadim “. Lê reqîbên rû siyah nehêştibûn şevekê jî her du yar hemaxweş bibin û gelek Leyilet al qediran qerzdar mabûn..
Ew carekê Genc Xelîl û dûtmama wî bûn. * “ Ewê kemera pişta xwe ji pismamê xwe re kiribû nal e, bazinên xwe kiribûn hurde bizmare, biskêt xwe birîbûn û jê re kiribûn tok û ser hevsare. Da dema di nava Osmaniyan de derbaz bibe nebêjin siwarekê kurde çend bê kar û bare “
Lewma wê evarê çekê wê bi milê wê ve bû û bi dû çavên jê tûrebûn dibiriskîn û keziya wê ya reş û dirêj weke koremarekê li dor milê wê digeriya. Li ber şikefta wî rawestiyabû û dema zêrevanî nehêştibû bikeve hundûr ewê bang kiribû:
– Bêjê serleşkirê xwe, stêrk dixwaze gel te biaxive..
Ew bi bejn û bala xwe ya bilind derketibû û ji hevalê zêrevan xwasitibû rê bidinê bête hundir.
Li ber wî rawestiya bû bi dû çavên agir jê dibarîn, pirsî bû:
– Ji bo çi di hêrişa îro de navê min nîne ?
– Ji ber ku pêwiste yek ji me amadekariya hevalan bike dema ji hêrişê vedigerin.
– Heval pirin wî karî bikin, ji bo te nîne pile û payên xwe bi kar bînî da min ji çalakiyan dûr bixî…
Ji wî alîkarê xwe xwestibû bo çend deqan wan tenê bihêle (her çend ew qedexe bû li gor fermanan) û gavekê çûbû pêş da û bi dû çavên tijî tika got..
– Stêrk, fermanan pêk bîne tika dikim..
– Ez jî xwedî ezmûnim û bo te nîne min ji hêrişan dûr bixî. Ez dê bêm û di grupa paş we de bim. Da pişta we vala nemîne..
– Başe, tu dikarî li wî girê li hindavî me bi çekê BKC parastina grupa me bikî …
Tevî heza ku xwe pê dida xûyakirin lê lerzînek kete dengê wê:
– Na ez dê li pişt te bim, ez pişta te vala nahêlim di dema hêriş û vekêşanê de.
– Na. Bi hirs, lê bi dengek nizim ku kes ji bilî wan nebihîse, berdewamî da axavtina xwe:
– An dê hişê min ser bi rêvebirina çil şervanan be di hêriş û vekêşanê de, an jî dê li ser parastina te be.
Pişta xwe rast kir û her du destên xwe dane hev û bi acizî got:
– Ji xwe weke perperîka xwe diavêjî agirî de, weke ku jiyan li te bare! Tu jiber çi wisa dikî? Çima ?! Lewma tika dikim min nexe rewşên berteng..
– Wê demê ez dê pêşiya we li ciyê çalakiyê amade bim û li gel te têkevme çalakî yê, pişt re heger bi saxî vegeriyam, fermana girtina min bide serleşkir.
Û berê xwe zivirand û qesta derketinê kir ji şikeftê. Ewî zendê wê girt û ber xwe de bir:
– Başe, were lê tika dikim pabendê fermanan be.
– Soz be.
Dengê hevala hatibû ji ber derê şikeftê, lewma wisa dûmahî bi axaftina xwe anîbûn:
– Here binive, demjimêr şeşê em têkevîn hereketê . Ji ber hindê me gelek enerjî divê..
Li ser rê cigarek jê ra pêçabû û ewî ji çenta xwe parçek qend ya bi guwîz gel wê parvekiribû û jê re gotibû:
– Di vegerê de, te dê pewistî bi enerjiyê hebe. Stêrk, heger ez birîndar bûm tu xwe xelas bike.
Dizanî jî ev gotine di mejiyê wê de naçin, lê careke dî daxwazên xwe dûbare digotin.
Di hêrişê de, gindirîna keviran di rêka ber bi baregeha leşkeran ve, dihêle ew bi hatina wan bizanin û bi çekê Doçka, hêrişa şervanan têk bidin. wisa Dûjmin nîvek serkeftin bidest xistibû jiberkû di şerî de yê destpêkê destpêşxer be, ew nîvê serkeftinê misoger dike.
Alozî dikeve nava grupa hêrişê de û ji hev belav dibin. Rizgar bi tena xwe dimîne û pêwiste êdî bikeve hêrişê. Heger na grup hemu ji nav diçe gava hêrişek ji aliyê dijminî ve bêt. Stêrk wê rewşê dibîne, xwe ji grupa parastinê diavêje û xwe dide gel Rizgarî. Her du bi tenê dest bi hêrişê dikin.
Di vekêşanê de Rizgar bi giranî birîndar dibe. Stêrk hewil dide ewî bikêşe ber tehtê nêzîk girekî bi dar. Her wesa ji aliyekî ve şer dîke. Dema hevalên wê bi çekê BKC dikevine dorê, ew bi destên lerizî birîna Rizgar bi şutik û destmala xwe dipêçe lê birîna wî girane û pir xwîn ji ber diçe. Bi nale nal jê re dibêje; “min bihêle û xwe xelas bike” lê di wê aloziyê de ew jî birîndar dibe. Kes bi wan ve naçe. Stêrk ewî heya cihekî dixişxişîne da ji bin hejmûna çekên dijminî derbikevin. dîsa nikare ne xwe ne jî delalê xwe biparêze. Dîsa ne hişê wan ne jî hêza wan têrê dike. xwe û rizgarî digehîne ber tehtekî. Pişta wî dide kevirekî û Bi tilîyên ji xwîn û barudê reş û sor bûyî jêre cigarekê dipêçe . êdî bê taqet dibe . Rizgar milê xwe jêre vedike . ew bû cara yêkem û dûmahî dikeve ber milê wî û dûman a cigara wî heldimêje .
Piştî çend seatan cerdevanekî li ser amêrê la-silkî û bi kûrdî bang dike “teroristno, laşê du hevalên we yên pir delal di dest me de ne, werin bibin da …….” Dide dijûnan û qîr dike stiranan ” tu Zîna minî û ez Memê te me … û ligel cerdewanên din bi dengên bilind dikenîn .
Di gerdûnek din de .. ” Keval bê çarçûve xwerestirin “
Li qehwexan a de flore, di navenda parîs ê de , runiştibûn. cîjivanên Paul sartre û madam simon de bolivar ê . Demek dirêj bû hevdû nedît bûn . êdî peywendîya wan geha bû astek diyar û ewî girêdanek fermî dixast . lê ewê hemû pîlan û axaftinên wî belav kiribûn dema fincanê xwe yê qehwê danîbû û bi dengek hêmin lê bi biryar gûti bû ( zewac edî sazîyek demodeye . pewiste mirovatî li rekxisteneka din a xezani bigere ).
Çavên wî liser lêvên wê mabûn . xanima hizrên nahên pêşbînîkirin vê carê dê rê ber bi kîve bibet. Ewê axaftina xwe berdewamî pê da :
– Pêdivîyên serdemî , nûkirinek bingehî dixazin di vê sazî yê de .bû mînak êdî ( eqdek heta hetaye ) nemîne û her çend salan bê nû kirin bi itifaqa herdû aliyan anjî bê helweşandin . divê berdewamîya peywendîyek wisa de liser bingeha dilxwazîyê be nek liser bingehê iltizam û pêdivîyan be .
– te ev di kijan pertukê de têkvedaye .? bi hinek acizî û bê hedarî gût .
– Na . ew têfikrin u hizrên minin .piştî demek dirêj di xwendin û lêkolînan de , mirovên wêrek û xwedî wijdan dikarin bi xwe hizran bi afrînin . Mirovatî liser ve hesare pewisti bi aqid u peymanên nu hene ..
– Lê destdana eqdek wisa giring tehlûkek mezine . balkêşe ev nêrînên parêzerekê bin ..
– Jiberkû parêzer bûm e , wisa difikrim. Wext hatîye hişmendên vê hesarê yasa , sazîya û rêkxistina ligûr sîstemek û dîtinek nû niqaş bikin ..
Ew î bi bê dengî berçavikên xwe temîz dikirin û wek e kû bixaze babetî biguhre gut :
– Em vegerîn babetê xwe ..tû rewşa me çawa difikrî ?
– Bû zanîna te ev mesela zewacê tenê bû civakê difikrim . lê bi xwe wêjî naxazim ..
– Çawa ? tênegehiştim !!
– Peywendîyek ez xeyal dikim na keve çi çarçûvan . min navê peywendîya ” dû gerdûnên paralel ” lê kirîye .her yêk jime cihana xwe dibe , jiyan , kar , afrandin, mal , ekonomy a xwe dibe û weke dû gerdûnên serbixwe li beramber hevdû bi harmonîyek delal dizivirin . tenê ya me girêdayî hev bihêl e evîn be ( bi navê wê ê zanistî yasa ya kêş û vekêş ê be ) derveyî wê ne iltîzamên xêzanî , ne girêdanên ekonomy nejî zarok . take iltîzam, drustî û wefadarî be . diyalogek bilind di hizir de, girêdanek di rûh de û daxazek bihêz di fizîk de .me car caran bîne ba hev .
Enîşka xwe danabû ser masê û enîya xwe bi tilîyên xwe ên zirav vedimalîn û bi têfikrîn guhdarî axaftina wê dikir :
– Car caran yanî çi ? ez dixazim jiyanê deqe bi deqe ligel te parve bikim .
– Û bikevîn davê rûtîn , bêzarî û hev xeniqandinê de ?!
– Tû tirsa xwe ji binkeftinê di bin van hiziran de vedişêrî .. te hest bi evînê kiriba te yê xastiba hemû kêlîyan , yên kembaxjî tê de, ligel min parve bikî ..
– Ezê hemûya gelte parve bikim lê tenê dixazim hestên me ji bin pê kirina bêzarîyê rizgar bikim .. naxazim ew mendehûşî , xerîbî û hesret jidest bidim .. ew hesret û bîrî kirin tîşk a jiyan û afrandinê ye , naxazim zû ji dest bidim.
Destê wê girtibû û bi micidî pirsîbû :
– Tû min hezdikî birastî ?! çima neşêm navekî li hestên te bikim .
– Te hezdikim lewma ligelte vê hevpeyîvînê parve dikim . cûda bûn navbera min û tede ewe , tû ji hezkirinê, lezê dikî van hestan xelas bikî û ez dixazim wan ji bêzarî û rûtînan rizgar bikim jiberkû tiştek ê mayînde tune ye ..
Pişta xwe ser sendelî yê rast kiribû û destên xwe dabûn e hev û gût :
– Û eger min peywendîyek wisa ne pejirand ..?
– Wî demî xwe bide alîyekî .. wê rojekê kesek din hebe vê rê ligel min parve bike .. bi dû çavên xemgîn bersiv dabû û kîzîyek sêvê liser parçe kêk ê ligel qehwa xwe xaribû û sêva mayî jiwîre hêştibû …
- Ji helbesta Melayê cizîrî ye (Muhbetê mihnet di zor in ).
- Ji destana Gilgamiş hatiye parvekirin.
- Ji helbesta M. cizîrî ye ( Nadim ) .
- Ji strana Genc xelîl e.