Destpêk
Dema dînê Îslamê li cîhanê belav bû ji şaristanî û gelên ku Îslamîyet qebûl kirin çand û mîrateyeke bêhemba wergirt. Yek ji van mîrateyan jî felsefe ye. Beriya Îslamîyetê li çend navendên rojhilat wek Entaqya, Haran, Skenderiyê û Îranê wergerên felsefeya Yewnana Antîk çêdikirin. Bi taybetî wergerên zimanê Suryanî dinavbera Rojava û Rojhilat de mîna pirekê wazîfe didîtin. Piştî ku Îslamîyet belav bû, di qada zanîn, hûner û felsefe de pêşketinên taybet çêbûn. Bi taybetî Bexda wek navenda zanîn, hûner û felsefe derket pêş. Di navbera sedsala 8-12an de şaristaniye Îslamiyetê bûbû navenda zanîn û felsefeye. Di erdnîgarîya İslamê de Entaqya, Riha, Cundişapur, Haran, Nisebîn û Bexda bûne navêndên wergerê yên felsefeya Yewnana Antîk. Bi taybetî di serdema xelîfeye Abasî Mensur de di Beytul Hikme (Xaniyên Felsefe/Zanîne) wergerên felsefe pêşde çûne û gihaştiye asteke bilind. Ramanên Aristoteles di nav şaristaniya Îslamê de cihekî taybet digre.
Filozofên navdar yên serdema felsefeya Îslamê El Kindî, Farabî, Îbn Sîna, Xazalî, Îbn Ruşd û Îbn Haldun e.
Taybetmendiyên Felsefeya Îslamê
- Ji felsefeya Yewnana Antîk sudwergirtiye.
- Mijarên wek hiş û bawerî hatine nîqaşkirin.
- Pirsgirekên felsefî yen serdema berîya xwe nîqaşkirine.
- Çalakiyên wergerê hatine kirin.
- Ji bo pêşdebirina felsefe xebatên hêja kirine.
- Bandoreke erênî li ser felsefe nûjen ya Rojhilat kirine.
Pirsgirêkên Felsefeya Îslamê
- Îspatkirina hebûna Xwedê.
- Azadiya vînê.
- Pirsgirekên jiyana civakî.
Ji bo îspatkirina hebûna Xwedê Îbn Sîna; hebûnê wek sê xala nîşan dide.
I- Wacîbûl Wucud (Hebûna mecburî) Hebûna ku hebûna wî ne giredayî tiştekî dî ye. Ezelî û ebedîye ku Xweda bi xwe ye.
II- Mumkunul Wucud (Hebûna dibe) Hebûnên ku hene û têne xûyakirin. Ev hebûn piştî demekê dimirin an kû winda dibin.
III- Mumteniul Wucud (Hebûna nedibe) Li gor mantikê têne qebûl kirin.
Li ser azadiya vînê peyreçûne Cebriye dibejin mirov di kirinên xwe de neazad e. Lê zanayên kelamê yên dî dibejin mirov di kirinên xwe de azad in. Li gor Farabî mirov xwedî hiş e û bihişê xwe başî û nebaşîye dikarê ji hev cûda bikê. An kû mirov di tercihên xwe de azad e.
Li ser jiyana civakî jî bi taybetî Farabî û Îbn Haldun ramanên xwe anîne ziman. Farabî di pirtûka xwe ya bi navê El Medînetûl Fazila (Şaristanîya Hêja) de li ser dadê dirawestê û dibejê ku tenê bi rêya dadê mirov dikarin jiyaneke bextewar bijîn. Îbn Haldun jî civakê mîna organizmaye (zindîbûnê) bilêv dike. Dewlet avadibin, fireh dibin û di dawiyê de dihilweşin.
Encam
Şaristaniya Îslamê di sedsala 8-12an de di erdnîgariyeke gelekî berfireh de belav bûye. Ev berfirehbûn bi xwe re naskirina çand û zaninê nû aniye. Yek ji van zanîna jî bêgûman felsefe ye. Zanayên Misliman ne tene felsefe xwendine heman demê felsefe şîrove kirine û ramanên nû avakirine. Li ser metnên felsefî yên Yewnana Antîk gelek şerh an kû şîrove û ramanên nû hatine nivîsandin. Ev jî dibê sedem ku felsefe pêşde herê. Di dawiyê de ev xebatên felsefe yên Mislimanan bandoreke mezin li ser jiyana Rojhilat kiriye û wek encan felsefeya nûjen derketîye û Rojhilat Ronesansa xwe avakiriye.