Şer malwêranî ye!
Bi xwe re derbederî, penaberî, koçberî, talankerî, birîndarî û qetilxwîniyê tîne. Rûxandin hêsan e, lê avakirin gelekî zor û zehmet e. Di dema nivîsandina van hevokan de, li bakurê Behra Reş ango li rojhilatê Ewropayê dengê zengilên şer bilind dibûn, hê ji vê gavê ve li gorî ragihandina rêveberiya herdu aliyan bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dabûn, bi hezaran birîndar hebûn û bêhtirî milyonek kes welatê xwe terikandibû û terkeserê dinyayê bibû. Cara yekê ye ku mirovahî hewqas nêzîkî Şerê Cîhanê Yê Sêyemîn bûye. Ji niha ve tirs û xofa cîhanê, şerekî mezin ê nûkleer û balîstîk e.
Şerê Ûkrayna û Rûsyayê, bi gotineke rastir êrîş û dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê xwediyê paşxane û rabirdûyeke dûvedirêj e. Bi kêmasî nêzîkî 20 sal in ku acizî, xemxurî û nerazîbûna Rûsyayê li dar e.
Li gorî Putin Sedema Bingehîn NATO ye
NATO ango Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur, sala 1949ê li dijî Yekitiya Sovyeta Sosyalîst hatibû avakirin. DYA, Kanada û 12 dewletên avakar ku tevahiya wan li Ewropayê bûn bingeha vê dezgehê danî. Sala 1952yê Tirkiye û Yewnanîstan tevli vê komê bûn. Sala 1982yê Îspanya bû endamê tifaqê. Lê divê bê gotin ku wate û girîngiya NATOyê piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê bi awayeke zelaltir û berbiçavtir derket holê.
NATO piştî hilweşîna Sovyeta Sosyalîst dêhn û bala xwe dabû ser welatên Yekitiya Sovyetê û welatên Pakta Warşovayê ku berê hemû jî hevkar û mûtefîkên wê bûn. Sala 1991ê Sovyet hilweşiya, di wan salan de Rûsya di nava bûxran û nezelaliyeke aborî û siyasî de bû. Nikaribû serê xwe rakira! Hema di wan deman de ji bo berfirehiya NATOyê ber bi rojhilat ve, tevgereke xurt destpê kir. Sala 1999ê sê welatên Pakta Warşovayê; Polonya, Çekya û Macarîstan tevli NATOyê bûn.
Lê tevî vê yekê jî Ewropa û Amerîka gelek caran diyar kir ku hevkariya bi Rûsyayê re girîng e. Loma jî sala 1994ê Rûsya tevli ‘Bernameya Hevkariya ji bo Aştiyê’ bû. Sala 1997ê di navbera Rûsya û NATOyê de ‘Peymana Avakar a Têkiliyên Dualî, Hevkarî û Ewlekariyê’ hate îmzekirin. Bi vê peymanê armanc ew bû ku rikeberiya berê ya heyî bê terikandin û têkilî û hevkariyeke nû bi Rûsyayê re bê kirin. Bingeha Konseya NATO û Rûsyayê hate avêtin ku ev konsey sala 2002yê bi awayeke fermî hate damezirandin. Sala 2010ê di ‘Konsepta Stratejiyê’ de NATOyê diyar kir ku tifaqa wan ji bo Rûsyayê nabe tehdît û hate ragihandin ku di navbera herdu hêzan de armanca wan hevkariyeke stratejîk e.
Lê NATO ji bo berfirehbûnê nedisekinî û eşkere bû ku tevlibûna sê welatên Pakta Warşovayê têra wê nedikir! Sala 2004ê, îmzeya xwe li bin berfirehiyeke mezin da û heft welat xistin bin baskên xwe. Li gorî vê peymanê; Bûlgarîstan û Romanya, Slovenyaya ku ji Yûgoslavyayê veqetiyabû, Slovakyaya ku ji Çekoslovakyayê veqetiyabû û Estonya, Letonya û Lîtvanyaya hersê welatên Baltikê tevli NATOê bûn. Helbet vê yekê kir ku Rûsya bikeve nava acizî û nerehetiyeke mezin. Sala 2009ê Arnavutluk (Albania) û Xirwatîstan (Krovatia), sala 2017ê Qeredax (Montonegro) bûn endamên NATOyê û cara dawî jî sala 2020î Makedonyaya Bakur wekî endama 30yemîn a vê tifaqê hate pejirandin.
Serhildan û Şoreşên Ûkrayna û Gurcîstanê
Li hêla din Gurcîstan û Ûkraynayê ji ber ku Rûsya ji xwe re sedema tehdîd û gefxwarinê didît, dixwest bikevin bin bask û parastina NATOyê. Helbet li gorî Rûsyayê û Pûtînê Serokê wê ev yek bi tûndî hat pêşwazîkirin. Di vê navberê de, sala 2004ê ‘Şoreşa Porteqalî’ (Orange Revolution) bi pêşengiya muxalefeta alîgirên Ewropa û Amerîkayê pêk hat. Sala 2014ê piştî protestoyên kolan û meydanan, Viktor Yanukoviçê Serokdewletê Ûkraynayê ji kar hat dûrxistin. Yanukoviç alîgirê Rûsyayê bû û ev yek bû sedem ku Rûsya bandora xwe ya li Ûkraynayê bi bi tevahî winda bike. Sala 2003yê jî li Gurcîstanê ‘Şoreşa Gulan’ (Rose Revulation) pêk hatibû, di encama vê serhildan û şoreşê de li Tiflîsa paytext rêveberî guherîbû. Eduard Şevardnazdeyê alîgirê Rûsyayê –ku di dema Yekîtiya Sovyetê de Wezîrê Karê Derve bû- ji serokatiya dewletê hatibû dûrxistan û Mihael Şaakaşviliyê alîgirê Ewropa û Amerîkayê bibû Serokdewletê nû yê Gurcîstanê. Divê Rûsya rê li ber vê yekê bigirta!
Destpêka sala 2007ê, Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin beşdarî “43. Konferansa Ewlekariyê ya Mûnîhê bû. Putin di konferansê de bi zimanekî tûj Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê û NATOyê rexne kiribû û wiha gotibû: “Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê (DYA) di gelek qadan de hedê xwe derbas dike û çalakî û tevgerên wî yên yekalî dibe sedema trajediyan.” Gotinên Putin careke din rasterast pirs û nîqaşa “gelo Şerekî Sar ê nû destpê dike?” anîbû rojevê.
Putin di heman axavtina xwe de -ku çapemeniya Ewropa û dinyayê ciheke berfireh dabûyê- diyar dikir tevî ku Rûsya hêzên xwe ji Gurcîstanê vekişandine, li Romanya û Bûlgarîstanê moşek ango fûzeyên Amerîkayê hatine bicihkirin, ji ber vê yekê jî berfirehiya NATOyê, bi tu awayî alîkariya parastina aştiyê nake.
Serxwebûna Kirim û Donbasê
Piştî Şoreşa Ûkraynayê ya ku sala 2014ê pêk hat, Rûsya Kırımê dagir kir ku bajarê wê yê federal Sîvastopol e. Komara Xweser a Kırımê, di Adara 2014ê de referandûmekê pêk anî. Ji %89 beşdarî pêk hat û bi rêjeya ji % 97 bi awayeke fermî Kırım bû axa Rûsyayê. Divê bibêjim ku sala 1953ê Nikita Krûşçev Kirima Tataran wekî xelat da Ûkraynaya Sovyeta Sosyalîst. Wî ev yek ne ji ber hezkirin ango neteweperweriya Ûkraynî kir, lê ji ber ku her tiştên Kirimê jixwe ji Ûkraynayê dihat.
Li hêla din Herêma Donbasê ku ji Lugansk û Donestkê pêk tê, ji Nîsana 2014ê ve li rojhilatê Ûkraynayê wekî du herêmên xweser ên orijîna wê rûs e dihate birêvebirin. Meha borî ango Sibata 2022yê, Putinê Serokdewletê Rûsyayê biryarnameyekê îmze kir ku jixwe piştî vê yekê dagirkirin û Şerê Rûsya û Ûkraynayê destpê kir. Li gorî vê biryarnameyê, Putin ‘serxwebûna’ herdu herêman nas kir û li gorî gotina wî ‘hêza aştiyê’ şand herêmê.
Li gorî kakilê vê nivîsê dikarim bibêjim ku di vî şerî de armanca sereke ya Putin berfirehiya NATOyê ye. Bi gotineke din ji bo ku bi tu awayî Ûkrayna nebe endama NATOyê, wî ev şer da destpêkirin.
Gava Putin biryarnameya serxwebûna Donbasê (Lugansk û Donetsk) îmze kir. Herkes li bendê bû ku wê leşker bişîne Donbasê. Lê tevî ku Amerîka gelek caran bi daxuyaniyan jî eşkere kiribû ku xebatkarên sefaretê û hemwelatiyên wan divê yekser Kîevê û seranserê Ûkraynayê biterikînin jî, êrîş û dagirkirina seranserê Ûkraynayê ji bo dinyayê bû sûrprîzeke mezin.
Putin dixwest Zelenskî bibe Lukaşenko!
Li hêla din armanceke din a Rûsyayê jî ew bû ku rêveberiya Volodomir Zelenski bê rûxandin û rêveberiyeke di bin siya Rûsyayê de bê avakirin. Bi gotineke din daxwaza Putin ew bû ku kesekî wekî Serokdewletê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko bibe Serokê Ûkraynayê.
Ji ber ku di van 15 salên dawî de tiştekî wiha pêk nehat, Putin pêl bişkoka şer kir. Wisa diyar e ku heta Putin hêza Zelenski neşikîne, qeweta leşkerî ya Ûkraynayê têk nebe, welêt ji mirovan vala neke û Behra Reş bi keştiyên xwe tije neke, nasekine.
Gava ev nivîs dihate amadekirin, di navbera herdu hêzan de, li Belarûsê du civîn pêk hatibûn. Lê encameke erênî û berbiçav hê jî derneketibû holê. Çav li rê ye ku hefteya pêş civîneke din dîsa li Belarûsê pêk were.
Lê mixabin di vê navberê de mirov têne kuştin, bajar têne rûxandin, miletek ji warê xwe koçber dibe û tirsa mezin ew e ku ev şer û malwêranî berbelav bibe. Ji niha ve bi dehan dever û bajar hatine rûxandin û hê jî artêşa Rûsan êrîşeke mezin nedaye destpêkirin. Karwaneke mezin a Rûsan ber bi Kîevê ve tê û îro sibe tirsa mezin ew e ku bi ketina bajaran re şer û pevçûneke mezin destpê bike, pê re jî şerê kûçe û kolanan!
Bi hêviya ku avek li vî agirî bê kirin û rojek beriya rojekê ev şerê ku dibe sedema kuştina mirovahiyê bidawî bibe. Lê mixabin dibe ku piştî vî şerî welatekî bi navê Ûkraynayê nemîne…
Salih Kevirbirî
Rojnameger û Nivîskar