Li Londonê roja hezkiriyan bi awayê Kurdî hate pîrozkirin. Bi navê “Valentina Kurdî” di 13ê Sibatê de çalakiya Sêva Mêxekrêj hate lidarxistin. Sê heval û sê dildarên çanda Kurdî ji bo ku vê çanda delal bi Londoniyan bidin nasîn organîzasyonek saz kirin. Kurdên li Londonê digel malbat zarok û cînar û hevalên xwe beşarî çalakiyê bûn. Dora 40 kesî bi hevre sêvan bi mêxekan xemilandin. Bi hevkariya xwediyê projeya Sêva Mêxekrêj hunermend Seywan Saedian, li Londonê cara yekem çalakiya Sêva Mêxekrêj hate kirin. Yek ji organîzatorên çalakiyê Îzzet Bozkurt wiha qala çalakî û mebesta wan û xwe kir.
Îzzet Bozkurt-Organîzatorê Çalakiyê
Sêva Mêxekrêj çi ye? Yekemîn divê ez ji vir destpê bikim. Sêva Mêxekrêj bêhtir di nav Kurdên Rojhilat de, ji berê de, ji sedsalî zêdetir ve tê çêkirin. Nîşaneya evîn, lihevhatin û aşitiyê ye di navbera hezkiriyan de. Heke tu ji yekî hez bikî, sêva mêxekrêj jê re dişînî. An jî heke tu şer bikî bi hezkiriya xwe re an hûn dilê hev bihêlin, tu dikarî bi sêvekê vê meselê çareser bikî û xwe bidî efûkirin. Ev çand bi sed salan e di nav Kurdên Îranê de heye.
Hunermend Seywan Saedian di sala 1999an de ev çand da nasîn. Ku ew jî vê çandê ji diya xwe hîn bûye. Wî xwest ku ev çand bila nemire û di nav Kurdan de geştir bibe û belavtir bibe. Ji wê rojê pê de, tevî gelek tengasiyan, hêdî hêdî ev çand li her çar parçeyên Kurdistanê belav bû û hêj jî dewam dike.
Ev 2-3 sal in ez hatime Londonê, beriya ez werim Londonê li Diyarbekirê ez tevlî vê çalakiyê bûm. Li vê derê min Seywan Saedian û hunera wî nas kir. Ev çalakiya Sêva Mêxekrêj jî min li vir nas kir. Tiştek balkêş ji min re hat. Min got çima çandeke wilo xweşik, jêhatî di nav Kurdan de nedomînin? Û li Londonê, tu jî dizanî Kurdên me gelek in li vir. Me xwest li vir di nav Kurdan de em vê çalakiyê lidar bixin, destpê bikin û her sal bidomînin. Hem ji bo domandina çanda me û hem jî ji bo gelê me wê tiştekî baştir û çêtir be.
Îro me li Londonê destpê kir û bi rastî jî baş bû. Cara yekem bû loma hepkî kêmasiyên me jî hebûn. Lê li hemberî kemasiyan em neketin tengasiyê, beşdariya çalakiyê jî baş bû. Bi rastî ev hevîyekê jî dide me ji bo pêşeroj û salên li pêşiya me, ku em çalakiya xwe xurttir, xweştir, çêtir, geştir û dewlemendtir bikin.
Pirraniya kesên ku hatibûn çalakiyê yekem car li vir sêva mêxekrej dîtin û çêkirin.
Belinda Perriman: Min cara ewil çend sal beriya niha di Twitterê de dît. Min gelek eciband. Û ez çûme malê û min jî hebek bixwe bi sêv û mêxekan çêkir. Û ev cara yekem e ku têm çalakiyeke wiha ku bi dehan mirov li vir kom bûne û di atmosfereke pîrozbahiyê û romantîk de bi hevre kevneşopiya Kurdî, sêva mêxekrêj çêdikin. Ev kevneşopî ji şiroveya rojavayî berfirehtir e. Bi min di warê parastina evînê de, ev konsepteke pirr delal e. Çimkî tu sêvê bi mêxekan dixemilînî û dipêçî û her wisa ew demeke pirr pirr dirêj dimîne. Ji bo me zehmet e ku meriv tehmîn bike; ka evîna me heta kengî berdewam bike. Lê sêva mêxekrêj bi sed salan dimîne. Ev gelekî sembolîk e û kevneşopiyeke pirr delal e.
Sulaiman Othman: Mixabin ev cara ewil e ez dibihîzim. Em Kurdên Rojava, me nebihîstibû, ez bi şexsê xwe nebihîstibûm. Bi hatina me ya vê derê wek xelkê me yê her çar parçeyên Kurdistanê tiştekî gelekî baş e. Û min gelekî hez ji maneya sêva mêxekrêj kir. Tiştekî mirovahiyê û yê hezkirinê ye. Peyama ku digihîne gelekî xweş e. Û em dixwazin zarokên me yên Kurdan jî vê çîrokê bielimin.
Dilek Altun: Ez bi hevala xwe re hatim vê çalakiyê. Lê ev cara yekem e ku ez lihevanîna sêv û mêxekan dibînim. Karekî bi kêf e, sebrê dixwaze. Min cara ewil sêva mêxekrêj çêkir. Bi rastî şa bûm, kêfa min jê re hat. Wateya wê jî hîn bûm. Tu bi hezkirin çêdikî û didî hezkiriya/ê xwe. Ji bo vê ked divê. Lû xwe bû ked jî tiştek nabe.
Cemal Bayir: Bi min ev hesteke pirr xweş e. Ev cara ewil e ez dibihîzim û çêdikim. Bi rastî tiştekî pirr baş e. Ez maneya wê jî hîn bûm. Maneya wê evîn û aşitî ye. Em niha mêxekan bi sêvê ve dikin. Ger me ev sêv rind tijî kir dibêjin; sed sal wê bimîne xira nebe. Dema te ji yekê hez kir, çi xanima te be, çi keça te be, tu vê sêvê didiyê. Ev sêv sed sal saxlem dimîne û namirê. Bi seba van qerenfîlan û tu hezkirina xwe bi vê nîşan didî. Yanî min ev wilo fêhm kir. Ez gelekî kêfxweş bûm, bi hînbûn û çêkirina sêva mêxekrêj. Û ez ji dil spasiya organîzatorên vê çalakiyê dikim.