Îro em hemû dixwazin bila roj zêdetir têra me bike, helbet dê ew roj jî were. Lewra dinya her diçe hêdî dizivire û rojek were dinya 25 saetan de roja xwe temam bike. Ji Enstîtuya Teknolojî û Standartan a Emerîkayê (NIST) Tom O’Brian dibêje dinya her roj ji milîsaniyeyekê hêdî dibe. Her roj dinya hêdîtir dibe.
Hin roj ji wekî rojên normal kurtir dibe, lê tevgera gerstêrka me her diçe hêdî dibe. Ew rewş wê rojan dirêjtir bike. Zanyar dîroka roj û saetê yên 2 hezar û 500 salên dinyayê dizanin. Lewra baştir dikarin leza dinyayê binirxînin.
Helbet dinya ewqas zû hêdî nabe. Hêdî hêdî û tenê bi saetên pêşketî mirov dikare pê derxe. Zanyar dibêjin her çiqas ne teqez be jî dibe ku dinya di 100 milyon salan de gera xwe di 25 saetan de temam bike. Zanyar dibêjin dinya li dora xwe her diçe hêdî dizivire lê li dora Tavê wekî berî ye û çerxa xwe di wextê xwe de temam dike.
Li gor texmîna zanyaran roja dinyayê 200 milyon sal berê 23 saet bû û 385 roj salek temam dikir. Texmîn ew e ku piştî 100 milyon salan rojek bibe 25 saet û salek bibe 335 roj.
Bi saetên atomîk dema teqez a dinyayê tê hesabkirin. Li gorî wî hesabî her sal dinya çend saniye ferq dide.