Kurdistan welatekî dabeşkirî ye. Kurd, bi dîwarên çar dewletan, sê zimanan û du elfabeyan ji hev hatine dûrxistin.
Her wiha hizbayetî, cudahîya zarava û dîyalektan, pêwendî û danûsitendinê zehmettir dike.
Tunebûna azadîyê û zordestîya Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê jî rê li ber têkilî û pêwendîya Kurdan digire û dabeşbûna Kurdistanê diparêze.
Lê dîyaspora derîyê Kurdistana yekgirtî vedike. Kurd li wir ne di bin zordestîyê de ne. Metirsîya dagirkeran tune ye û azad in. Rojhilat, rojava, başûr û bakur dikarin bi hêsanî li dîyaspora dest bidin dest, mil bidin mil.
Aqilê Kurdî dikare bi atmosfera azad ya dîyasporayê geş bibe, bibiriqe, şewqa xwe li hemî Kurdistanê vede.
Ger Kurd bikarin ji kampên hizrî û hizbî derkevin, dîyaspora Kurdistaneke yekgirtî pêşkêşî Kurdan dike.
Bi vê hizr û hişmendîyê, ciwanan bi piştevanîya Encûmena Hemahengî, di 8-9-10ê Berfanbara 2023yan de, li bajarê Hammînkelnê bi mazûbanîya Akademîya Klausenhof, konferansek li dar xist.
Konferans, ji komên ciwanan, nivîskar û akademîsyenên vexwendî yên ji hemî welatên Ewrûpa pêk hat.
Berê konferansê li pirsa “Perspektîf û Potansîyela Ciwanên Kurdistanî li Ewrûpa” bû. Ji tevlîbûna sîyasetê heta dîrok, ziman, soft-power, derûnnasî, dewletbûn, şoreşa dîjîtal, AI (artificial intelligence) û xebatên heyî, di hemî mijaran de panelên têr û tijî hatin pêşkêşkirin.
Ji rojhilat, rojava, başûr û bakur pir kes beşdar bûn. Bi Soranî, Hewramî, Dimilî û Kurmancî axavtin pêk hatin.
Jineke parlamenter ya Kurd û siyasetmedarekî Elman, li dîyasporayê serpêhatî û derfetên sîyasetê guftûgo kirin.
Beşdar, sê roj û şevan bi hev re man, hev nas kirin û kêşeyên Kurdan nîqaş kirin.
Êvar, bi mûzîk û govendê şên bûn. Her wiha bi defîleyekê, cilûbergên jinên Kurd hatin nasandin.
Derbarê dîroka Kurdan li Ewrûpa, sînevîzyonek hat temaşekirin.
Hinek çalakvanên wek Median Empire MC (Koma Motorsiwarên Kurd) xebatên xwe vegotin.
Di panela duyem de min jî axavtinek kir û bal kişand ser têkilîya ziman û nasnameyê.
Heger cilûbergên ji destê mirovan derdikevin, tenê ne amûra nixumandinê bin, zimanê ji destê hiş derdikeve jî tenê ne amûra pêwendîyê ye.
Cilûberg ji têgihîştin, psîkolojî û pênaseya mirovan xeberê bidin. Ziman jî nasname û aqlê neteweyî di xwe de dihewîne.
Li gor Platon ziman tenê ne amûr û aletek e ji bo pêwendîyê. Cîyawazîyek e. Li gor Humbolt nêrîn û perspektîfa zimanan ya li cîhanê heye.
Binhişê neteweyan di zimên de kodîfîye dibe. Ziman, kodifîkasyona hişê neteweyî ye. Zanyarên zanistên civakî destnîşan dikin, ziman nêrîna çandan dîyar dike.
Lewra di antropolojîya zimên de, pêwîst e antropolog berya her tiştî zimanê neteweya vedikole fêr bibe û bikare di paceya wî zimanî de li cîhanê temaşe bike.
Rousseau di berhema xwe ya bi navê “Ceribîn li ser bingeha zimanan” vê hizrê diparêze.
Li gor Heidegger mirov bi ziman hebûna xwe dîyar dike. Encex bi ziman têkilîyê bi hebûnê re datîne. Hebûn mekana wate û heqîqetê ye. Ziman, mala hebûnê ye.
Gadamer jî heman nêrînê didomîne. Li gor Gadamer em bi awayekî sterîl nikarin bihizirin. Tûrikê têgehan ku me ji yên berya xwe wergirtîye tim bi me re ye. Bi piranî em li sernavên hezar salan nanêrin û gavên xwe di hundirê dîskureke wan de davêjin. Em di hundirê zimên de dihizirin û zimanê kevneşopîyê diaxivin. Li gor Gadamer, ziman rasterast ji aqil e.
Mirov di zimanên din de geştyar e, zimanê wî mala wî ye. Mîna ajalên avê ku êdî li bejahîyê dijîn, bi fêrbûna zimanên din, nikare têkilîya xwe bi cîhanê re biguherîne. Mirov bi zimanên din cihana xwe fireh û dewlemend dike.
Zimanê mirov, bizr û sermîyan e. Her di navendê de ye. Yê zimanê wî/ê hebe, dinyaya wî/ê heye.
Ji ber çend sedeman pêwîst e ziman ji bo rewşenbîrî û tevgerên Kurdî bibe pîvan.
Sedemê yekê: mirov bi kîjan zimanî bijîn bi awira wî miletî li yên din û cîhanê dinêrin.
Sedemê duyê: Di bin çerxa asîmîlasyonê de ziman bi kedkarîyê tê parastin û jiyîn. Yên dozên giran dikin ne pêkan e ji vê kedê xwe bidin alî.
Sedemê sêyem: Ger tevgerên Kurd ziman bikin yek ji pîvanên sereke, wê bikarin ji manipulasyona biyanîyan heta radeyekê xwe biparêzin.
Dîyaspora, ji bo qedirzanîna zimên cîhaneke taybet e. Mînaka xwarê dikare vê mijarê zelal bike:
Li welatekî biyanî, li mala xwe rûniştî yî û derî lê dide. Tê ber derî û dipirsî: “Kî ye?” Yê li pişt derî bi Kurdî bersiva te dide. Bi dilxweşî derî vedikî û weke yekî ji malê pêşwazî dikî.
Erê! Ziman mala me ye û yên pê diaxivin ji malê ne.
Dema me got mal, welat bi bîra me dikeve. Lewma Kurdî welatê li ser ziman e.
Tehmê, bi zimanê xwe hildide mirov. Çawa weke dayikê şîrîn e welat, mîna welat şîrîn e ziman.
Li mala xwe di ewlehîyê de ye mirov. Di aramîyê de ye. Dizane kî çi kes e. Dizane çi li kur e.
Di zimanê xwe de jî welê ye. Lewra xwebûna mirov û miletan di zimanê wan de şîn tê û fêkî dide.
Erka dîyasporayê ye, bi hêza azadîyê di her warî de aqlekî pêşeng yê Kurdî ava bike, bibe pişt û penah ji Kurdistanê re.
Bi piranî yên ji welatê xwe tên derxistin, çira azadîyê pêdixin, welatê xwe ji tarîtîyê derdixin.