Berya hezar salan dû hebû. Hê telefon nebû.
Berya agir bû. Milyon salên berya niha, nayê zanîn, birûskekê lê da û agir pêket. Cizîrî jî welê dibêje: “Nûr e pir nadir wucûd e / Gerçi ewel nar û dûd e / Berqê lami’ dê li ku de / Hub di qelban kîmîya ye”.
Di sûreya tefsîlê behsa afirandinê de, dîmenê pêşî erd e. Çîya lê bilind, derya lê raxistî, çem tê de diherikin. Heywan û nebat dimilmilin. Piştre xwedê berê xwe dide asîmanî. Dû û dûxan e…
Dû, tenê ne dû ye. Di zimanê avestayî de dunman e, ewr e. Wê bibare. Di sanskrîtî de dhūmā (धूम) ye. Grekîyan ji bo ruh, giyan û hiş thumos (thymós) gotine. Di Proto-Hindû Ewropî de dheu ye. Fûrîn û hilfûrîn e. Dikele, difûre. Moran e, tem e, dûxan e, dûkel e. Hewaya şil û ne zelal e.
Agir cuda, dû cuda ye. Lê yên herî nêzîk ew in. Herdu jî işq in. Hezkirin. Heraret… “Ji ber ahên me dinê agir û dûd bit ne ‘eceb / Me di dil da heye narek ku disojit seqerê”.
Işq xumamî ye. Serê çiya mij, dûman e. Xwedê çîyê dibîne, berfê lê dibarîne. “Dunya bi min mij bû û xemam xew jî li çehvên min heram / ‘Umrek bi vî halê he mam feryad ji destê firqetê”.
Rast e, mij û dûman e, dema gur û rovîyan e. Lê ya bi her rengê xwe her diherike jîyan e. Aşiq nêçîrvan e. Nêçîrvanê çîyayê pezkovîyan e.
Destpêka hebûnê me tim bi xwe ve dikêşe. Em bi hesreta wê ne. Lewma berê me li xwedawendîyê ye. Hizra me û hezkirina me, bendeyê wê ne. Kî ne yên qesta xumarîya me dikin! Me ji xewna dûxanî radikin!
Cazîbeya tûtinê jî ji dûyê wê ye. Gava ew dû li ser dev û lêvan belav dibe û rû weke çîyayekî dipêçe, hestên efsûnî diafirîne. Mîna herikîna xewn û xeyalan. Weke meşa şox û şepalan… Lê bi ku ve? Ne dîyar e. Xweşîya wê jî ew nedîyarî ye. Rê li ber xeyal û xwezîyan vekirî dihêle.
Xweşdost in mirovên mîna dû nerm û negirtî. Xweşbext in yên serê wan bi işqê mij dûman. Xweşsohbet in yên gotinên wan weke dans û melodîyê diherikin. Hebûna wan di tunebûnê de ye. Dikarî di hundirê wan re derbas bibî. Dikarî bi wan re bibî yek.
Ku tu ji qeyd û qaliban azad bû, bide dû.