Li Londonê niha amadebaşî û kelecana lîstikeke şanoyê ya bi Kurdî heye. Şano behsa çîroka ciwanekî kurd bi navê Evdila dike û li gundekî li quntarê çîyayê sîpanê derbas dibe. Ozlem Taş dê derhêneriya vê lîstika ku ji aliyê Şamîl Yilmaz ve hatiye nivîsîn bike, Sadîn Warger jî dê karaktera Evdilahê Marmarok bilîze. Çîrok balkêş e, navê marmarok li Evdila hatiye kirin. Lê gelo çima û çi serpêhatiya wî heye? Em bi derhêner Ozlem Taş û lîstikvan Sadîn Warger re axivîn. Vaye hevpeyvîna me.
– Navê lîstikê gelek balê dikşîne. Dixwazim ji wir dest pê bikim. Çima Evdilehê Marmarok? Çîrokeke çawa ya vî karakterî heye?
Ozlem: Tolstoy dibêje ji bo çîrokek bibe çîrokekek baş û bêhempa 2 tişt lazim in an jî 2 rê hene. An kesekî derdikeve ser rê diçe bajarekî, an jî kesekî tê bajarekî, gundekî. Di çîroka me de jî yek tê gundekî. Gund jî li quntara çiyayê Sîpanê ye û sal 1918 ye. Biyanî ye ev zilam, ji hin tiştan direve. Diçe wî gundî dixwaze li wir bijî. Jiyana xwe ji nû ve ava bike. Lê wekî di her çîrokî de gel bi çaveke din lê dinêre. Meraq dikin ka çi ye, kî ye, çima li wir e? ji bo gundiyan jî ne hêsane ku meriv kesekî ku qet nasnake qebûl bike û di nav xwe de bihewîne. Evdila nikare li wir bisekne. Ji ber ku civak wî naxwaze. Ew jî perçeyekê ji xwe li wir dihêle ku bibe kesekî ji nav civakê.
Sadîn: Peyva marmarok xweştir dihat bilêvkirin loma me ev peyv bijart. Marmarok çi ye? Marmarok di navbera 2 dîwaran de, di nav qelşan de diçe û tê, xwe diveşêre. Ku dengekî bibihîze baz dide. Gava ku tu hewl bidî tiştekî bavêjî boça xwe dihêle û diçe. Evdila jî wisa ye. Reviyaye û boça xwe li wir hêştî ye. Ev çîroka me ye jî. Em jî ji cîyekê hatin vir. Em ji cîhekî çûn cîhekî dî.
– Ji hêla teknîkî gelo dê lîstikeke çawa be? Çend karakter hene? Çiqas dirêj dike?
Ozlem: Wê nêzîkî saetekê be. Yek karakter heye û ew jî Sadîn e. Dê wek bibe solo performans. Lîstik dê bi kurmancî bê pêşkeşkirin lê di heman demê de jornivîs hebe bi îngilîzî bo kesên ku kurdî nizanin. Li vir çîrokbêjek heye û behsa hin çîrokên din jî dike. Helbet çîroka sereke çîroka Evdila ye. Me xwest em şanoya fîzîkî jî bikin perçeyek jê. Bêguman şano bi çîrokbêjî, bi hereket û performansê ve girêdayî ye. Bi rastî ev yekser performansek e. Ne tenê bi peyv lê bi hereket bi beden bi tiştên fizîkî ew jî bibin çîrokekê din. Wekî din di lîstikê de em ê hin vîdeoyan bikar bînin. Lewra di lîstikê de car bi car behsa kesên din tê kirin ku ew jî çîrokbêjin, ew jî çîrokên din dibêjin. Mixabin çîrokên wisa xembar gelek in. Çîrokên ku wisa zilm li kesan hatine kirin gelek in. Karakter dibêje ez dizanim bi zimanekî din di zemanekî din de wê vê çîrokê bêjin. Em ê jî bi van vîdeoyan çîrokên din jî bixin navberê. Û helbet ronahî gelek muhîm e di lîstika me de. Atmosfer dê bi hin perçeyan, bi vîdeoyan, bi ronahî û bi lîstikvaniyê bê amadekirin.
Sadîn: Çîrok ji aliyê Şamîl Yilmaz ve hate nivîsandin. Bi qasê 6 salan berya niha. Wê demê ez li stenbolê bûm. Min dixwest em lîstekekê amade bikin. Şamîl jî ez ji pênûsa wî pir hez dikim. Min li lîstikên wî gelek temaşe kiribû. Rojekê min jê pirsî ka lîstekê li ba te tune? Wî jî got ev lîstik heye. Ez bidim te ku te eciband bilîze. Min lîstik girt lê nebû qismet. Dûv re pandemî çêbû, dûv re ez hatim vir. Tişt ketne navberê û ma vê demê. Şamîl nivîskarekî gelek serkeftî ye. Lîstik ya wî ye. Dûv re ez bi Alan Ciwan re ketim têkiliyê. Wî jî wergerand ji me re. Xweş wergerand. Herwisa amade bû ji bo sehneyê û me jî got Ozlem ka tu jî bibe derhênera me û wisa dest pê kir.
-Ev lîstîka şanoyê dê bibe yekem şanoya bi kurdî li Londonê. Ne wisa? Berê qet şanoya bi kurdî li vî bajarî çênebûye?
Sadîn: Em nikarin teqez bêjin ya yekem e lê bi şêweya profesyonelî ya yekem e. Lîstika ku cara yekem e bi profesyonelî tê ser sehneyê. Erê berê ceribandinên lîstikê çêbûne li komeleyan û li Brîtanyayê geriyaye lê ne bi profesyonelî li ser sahneyekê bi 5 rojan nehatiye lîstin.
Ozlem: Çi tiştekê dike profesyonel an jî bi gelemperî şanoya kurdî? Ziman helbet tiştekî mûhim e. Em dikarin bêjin ya sereke ewe ku lîstik bi temam dê li ser zimanê kurdî bê avakirin. Di heman demê de dê lîstikvan û derhêner û kesên din jî jixwe kurd in. Mebest şanoya Kurdî ye. Û em xwe wisa pênase dikin û dibêjin em şanoya kurdî dikin. Di heman demê de em di nava şanoya Londonê de ne. Û em xwe bi şanoya kurdî didin nasîn. Em bi wan re wisa dikevin têkiliyê. Ji ber wê jî ev şanoya kurdî ya yekem e li Keyanîya Yekbûyî. Em wisa dizanin li gorî lêkolînên me. Me nedît lê heke berya me çêbûbe jî bila me bibexsînin.
-Têkiliya we bi dezgeh û saziyên şanogeriyê yên li Brîtanyayê çêbû gelo? Piştgrîyeke wan bo we heye an?
Ozlem: Na, em nikarin bêjin piştgriya wan çêbû. Lê me bi sendîkaya lîstivanan re têkilî danî. Jixwe ez jî endamekê wan im. Min ji wan jî pirsî gelo we qet şanoya kurdî bihîstiye? Gotin na, heya niha qet nehatiye çêkirin. Di heman demê de me li ser înternetê jî lêkolîn kirin, me ji komeleyan jî pirsî. Sendîkaya lîstikvanan jî gelek meraq dikin. Platformên din jî hene ku lîstikvan û şanoger hemû tên cem hev û lîstikên wan tên parvekirin. Meraq dikin, helbet piştriya me dikin lê alîkariyeke rasterast nîne.
Sadîn: Dixwazin me nas jî bikin. Hûn kîne, dixwazin çi bikin. Ev jî dê bibe pêşengiya şanoya kurdî. Ew jî dixwazin bibînin ka ev camêrna çi çêkirine. Ewê bibînin piştre belkî piştgrîyeke mezin li me bikin.
Ozlem: Ji ber ku wê şanoya kurdî ava be jê gelekî memnun in û kêfxweş in. Û belkî me hindik nas dikin, nizanin wê şanoyeke çawa ava bibe. Lê dîsa jî em bi wan re di têkiliyê de ne. Em dibêjin werin bibînin. Ji bo pîşerojê wê baştir be. Wan bixwe gotibû ev dê bibe yekemîn, me berê nebihîştibû.
-Ev çîroka şanoyê çawa derket holê. Çîrokeke afirandî ye an hatiye jiyankirin, hatiye serê kesekî?
Sadîn: Ez bawerim di sala 2004an de Hrant Dînk di rojnameya xwe de çîrokeke mîna vê nivîsandiye. Şamîl jî ev çîrok xwendiye. Ji vir derketiye rê û ev çîrok mezin kiriye û aniye vê halê. Ji bo sehneyê amade kiriye.
Ozlem: Lê ew dibêje çîrokek welê ji bavê xwe jî bihîstiye û wisa nivîsîye. Îhtîmaleke ku bûyereke wisa qewimî me. Sal 1918, cî Sîpan. Û çîrokên wisa mixabin hene jixwe. Belkî ev jî yek ji wan e.
-Karaktera Evdilahê marmarok tu dilîzî Sadîn. Hun prova jî dikin. Tu çi hîs dikî dema vê karakterê dilîzî? Psîkolojiya vê karakterê çawa ye?
Sadîn: Bi rastî çûyîn, ne tiştekî xerîb e, ne dûrî me ye. Me gelekî dîtiye. Ketina wê karakterî ne dijwar bû ji bo min. Ez jî ji wê hatime jixwe. Ez 12 salîbûm çûm stenbolê xerîbîyê. Bi çavekî din li me dinêriyan. Tiştên teknîkî hinek zehmet bû. Di provayan de her roj tiştekî dibînim, kifş dikim.
-Lîstik di 13ê Sibatê de ye. Prova û amadebaşî çawa dimeşe?
Ozlem: Em dikarin bêjin baş e. Wek ku tu teqwimek ji bo xwe diyar bikî, tê bizanî kengî çi bikî. Em li gorî wê teqwîmê dimeşin. Pirsgirêk tune. Nevena Stochkovskî derhênera hereketê (Movement Director) ye. Em heftê 3 caran prova dikin. 2 rojan em bi wê re dixebitin. Ji ber di nava çîrokê de şanoyeke fîzîkî jî heye. Loma ew her tim bi me re ye. Em li 2-3 cîhên cuda de prova dikin. Em hewl didin ku tiştekî baş derxin.
-Ew kelecan şanoya yekem a kurdî hûn hîs dikin bi xwe re?
Sadîn: Helbet. Ev barek jî dide ser milê me. Tiştekî muhîm dikin û gerek em tiştekî baş derxin pêşberê temaşevanan. Çi ji destê me bê ji bo lîstikek baş em dikin.
Ozlem: Hem kelecan heye hem jî berpirsiyarî heye. Bi pirranî civaka me ya li vir dibêjin em kurdî nizanin. Lê huner tiştekî ne wisa ye. Dibe ku tu fehm nekî lê gelek tişt temaşe dikî, an muzîk guhdarî dikî, an li tabloyekî dinêrî. Helbet şano cudatir e û li vir ziman gelekî muhîm e. Lê em dixwazin dema ew ji vê lîstikê derkevin bila tiştekî jixwe li wir bibînin û hîs bikin û fehm bikin û jibîr nekin. Dibeku hin cîhan fehm nekin an neecibînin lê bawerim ew ê di dawîyê de jixwe tiştekî bibînin. Û her tim di hişê wan de bizivire. Jixwe mebest ev e. Û em kêfxweş in ku em vê bi zimanê kurdî dikin. Kelecaneke mezin dide. Û gava tu li pêşerojê bifikirî, 50 sal şûn de bifikirî, xeyaleke xweş e ku navê te li wir cî bigre û bêjin evan dest bi şanoya kurdî kir li wir.
Sadîn: Me hewl daye ku emê tiştekî wisa bikin û emê pêşengîyê bikin. Belkî ciwanên din bibînin. Gelek şanoger hatine vira, me bihîstî ye. Şanogerên kurd hatine, dema nêz da. Ê me dest bi tiştekî kiriye. Belkî ew jî ji vir bigrin û ew jî tiştekî din bikin. Lîstekekî din derxin holê. Em alîkariyê bidin wan, ew werin. Em bigihêjin hevdu. Belkî em bihev re tiştên baştir çêkin.
Ozlem: Wek lîstikvan an şanoger eger tu kurd bî di dilê te de ye şanoya kurdî çêkî. A me jî wisa dest pê kir.
-Pirsên me li vir qediyan. Gelo tiştekî din ku hun bixwazin bêjin heye?
Sadîn: Ev şanoyeke kurdî ye. Em dixwazin gelê me xwedî lê derkeve. Bangewaziya me ev e. Werin şanoyê, heke hun nekarîn werin ji derodara xwe re bêjin bila bên şanoyê. Li hesabên xwe yên medya civakî de parve bike.
Ozlem: Ji dewla werin temaşe bikin qet xwesteke me yê din tune ye bi rastî. Bila werin temaşe bikin, bibînin û bi me re parve bikin. Pêdivîya me û şanoya kurdî bi vê heye.
- Şano: Evdilahê Marmarok
- Derhêner: Ozlem Taş
- Lîstikvan: Sadîn Yeşîltaş
- Senaryo: Şamîl Yilmaz
- Werger: Alan Ciwan
- Cî: Tower Theatre
- Dîrok: 13ê Sibatê