Li derve baran rawastîyabû, lê hêj hewrên tîr û tejî hindavî gund mabûn. Dê hêj bibarît. Wisa bawerdikir kalê, jêra dihat gotin Alîşêr, dema di pencereya mala xwe de, li baxê xwe yê şil û melûl dinerî û balûla tutina xwe kur dikişand.
Li ser kursiyek ji darê gûzê rûniştibû, jiberku serçeva wî bêserûber bibû, bi pate yên mayî ji gelek peroka hatbû pîne kirin. Li pişt wî joreka nîv tarî xweya dibû, demek pêwîst bû ji bo çavan heta hî tarîyatîyê bibin û berxwe bibînin. Rêzên nivînan yên rengîn liser dolabek kevin û şîn bi başî hatibûn bi rêz kirin. Maseyek nizim di navbera du berikan da bi cî bibû û liser wê di nava du qapên biçuk de tijî gûz û mêwîj û bahîv hebûn. Çend gavan hêrvetir çaydanek dikelîya liser sobeyeke daran û her careka xelas dibû ji nû ve dihat demkirin. Ji alîyê dîtir ve aşpêjek biçûk xuya dibû, têde bêhna şeh û darçîn zencebîl û catira çiya û sîran têkel dibû. Li dîwarê pêşîn du teqiçk hatibûn çikandin û liser wan gelek qazanên sifir û qapên kevin hebûn, lê gelek paqij û birîqedar bûn weke didanên şîrîn yên zarokekî. Li rex wê ristikên rengawreng ên bamî û îsot, bacan, bacanên reş, sîr û ketik û hejîr yên hişikkirî hatibûn helawîstin. Bêhn û rengên wan lênangeh biçiktir kiribû. Navderek ber bi derê malê ve dirêj dibû têda gusikên kevin û qudîkên ava temateyan ku ji kaxezan hatibûn ramalîn û çend bermayî yên bombên ku ji alîye frokeyên Turkan ve li derdora gundî dabûn, rêzbibûn û têde nêrgiz û rîhan û gulên sor hatibûn çandin. Tenê tiketika saateka helawîstî bi dîwarê jûra razanê ve ( kû gelek caran jibîra dikirin pîlên wê bigohrin lewma jî wext çend rojan di kêlîyekê da diçeqîya û dimir ) bêdengîya wê mala çîyayî ya biçûk têk dida. Bi nerîna Alîşer ê kal pêdivîya wan bi katijmêra nine jiberkû di van cugrafîyên asê de, ne hêj erd ji asmanî veqetîye û ne jî pêstê laşê wan ji seqayê cuda bûye. Ew bi reng û atwarên asman û cihê tav lê dide û lê dadikeve û rêjeya teyîsîn û ronahîya wê, kat û sata texmîn diken û şeveke berî baran barînê, ji rewşa pêstê destê xwe û qirmiçkên lêvêt xwe pêşbiniya seqa dikin. Nexasime misecila mizgefta gund jî, ya ku car caran bû dawet û govenda dihat qerizkirin, 5 cara bangê nimêjan bi zimanek biyanî dida.
Piştî nimêja spêdê bû, dema ku Alişer ê rûnişti liser kûrsîya xwe li hindavî derê derva, serê xwe bi bêzarî dixurand û hizir dikir çi heye bikêri firoştinê dihêt? Ew demek direj bû niqu bibû di hizirkirinê da, ew pêdivî bi pareyan bû berî hatina bûharê. Hizra xwe hûr hûr di hemû tiştên ku bi mulkê wî dihatin hijmartin kir çavê xwe digerand li hemû tiştên ku ligel wî, valabûna vî cihî tijî diken. di hizra xwe da yek yek ew kesên ku car caran qerzên biçûk jê dikirin derbazkirin û hemû mumtelekatên xwe yên sade bi bîranîn lê bê mifa bû, tiştek nedikete ber bira wî… çavên wî liser xanima wî Ayşe man, wê bi hedar û bi bêdengî gurek a hirîyê pîne dikir “Xwedê le’netê li wan biket, herdem karekî dibînin xwe pê mijul biken” ew di serê wî yê pêçayî bi şaşikek ji çîtê spî derbaz dibû bê kû derbazî deve xwe bike.
Ji dergehî derket û destên wî di berîka şelwalê wî yê pan da bûn. Derê kutanê vekir, tenê çêleka sor têda bû, di çavên wê da gemjeyî û melûlî xweya dibû. Hindek ceh dana ber çêlê û bidengek dilovan ku bi çi rengan bi hedam û sîmayên wî yên girij ve nediçûn: “dê bixwe canê…” li wê derê rawestîya, cixareyek pêça, bi tifeka tîr da hev û kêşa, û dirêj dirêj hizrên xwe kirin û ji ber xwe diaxivî, bi du-dilî û carna jî bi acizî. Çêla wî jî ew guhdar dikir lê sîtem bû li van rojan kes rewşa Alişer î têbigehî. Ew her yê aloz û damayî bû. Ewî berî nizîki du heftîyan dema xwe liser nivînên xwe dirêj dikir û radîyo ya wî liser sînga wî bû… Dengê pêyên hevalan li der dora malê ji rexê pişt ve dihate guhan, ew rexê hindavî rêya ku diçîte ber bi çîya…
Ji textê xwe rabû û bi serê tilîyên xwe li şimka xwe digeriya û derket da derî veket. Ewî ji piste piste dengê wan li pişt pencerê dizanî heval in. Yek ji wan berpirsê rêkxistina gelerî ya deverê bû û ligel wî hevalekê genc ku hêj simbelên wî derneketbûn û liser rûyê wî kenek zarokî û rind hebû, pîçek ji kurê wî Osmanî biçuktir bû. Osman ê ku di 16 salîya xwe de berê xwe dabû çîya û ne axaftinên babê xwe ne jî lavelavên dayîka xwe gohdar kirin. Wê rojê Ayşê gelek lavalav kirin û çend cara çavên wî maçkirin, gotê “dê kû ve biçî û me hêlî bi tenê Osmano, tu hêj zarokî kurê dayîka xwe, ma kesê dî ji te pê ve nemaye… Ma xûşka te bes nîne?” lê Osman wekî babê xwe yê înad û serhişik û kêm axaftin bû, û ew sorbûyîn a kû li herdu aliyê stûyê wî belav dibû di demên wisa de, hêmayek teqezîyê bû kû ew yê di biryara xwe de micide û êdî zêde axaftin ya bêmifa ye. Ayşe xanê dizanî ew soratî ya ji nişkave li rûyê malbata wê da derdikevît tê çi wateyê û lewma xwe bêdeng kir. Alîşêr jî neaxivî û demek ne kurt nêçîra hewayî bi herdû lêvên xwe dikir. Ma dê çi biket û çi bêjît? Êdî ew nînok ya di wê tilîyê de şîn bûyî û serma (çuna çiya ) hemû kiç û kurên gundî ya girtî.. Ew di wê bawerîyê da bû ku ev sûçê wan û bab û bapîrên wan e… Madem nekarîn hêlîneka azad bo van zarokan bihêlin lewma dê her jiyan û hebûna wan di xetereyê de be û di serê xwe da monologê xwe berdewam kir ‘ Ew neçin çiya jî “dewlet dê wan di şerên xwe de, xeric bike yan jî wan di metropolên xwe de bike tirk, jixwe helbijartina li pêşîya wan ewe yan bi kurdî bimrî yanjî bi tirki bijî ‘ Alîşêr Wisa xwe iqna kir û hêla av bin pêyên wî da vê carê jî derbaz bibît.
Mêhvanê şevê xwedî rû û sîmayek asûde û kubar bû. Wekî hemû wan hevalên dihatine mala wan bû, bê ku devê xwe veket, bi asanî hejmuna xwe liser derdûr çêdikir. Bi ya Alîşêr î ( ew hemo piştî demekê di partîyê de,Wekî bilokên ku ji yêk qalibîda derdikevin, lê dihên heta sîmayên wan êdi dişibihin hev! Ewî hevalî Weke hercar behsa rewşa giştî kir û pûlitîkaya dewletê, lê Alîşêrî di çavê wî da hest bi tiştek ne normal kir… Tiştek li pişt dengê wî da hebû lewma destê wî ser dilê wî bû kû heval hatibe da xeberê şehîdbûna kûrê wî bidetê lê hevalî ji nîşke ve got “ hemû heval dibaş in mamo, Osman jî gelek baş e, perwerde ya xwe ya nezerî hedî hedî xelas dike, xwe amade diken bû destpêkirina oparasîyonên dewletê û eylema”. Lê vê hevoka kin û ezbere dilê Alîşêr têr av nekir lewma vê carê lingên xwe dane hev û bi herdu destên xwe dûrpêç kirin û pirsa rewşa kurê xwe Osmanî bi micidî kir û xwest cî yê wî û rewşa wî bizanît, û bizanît bo çi eve demeke name ji cem wî nahên? Mijankên wî hejîyan û tilî yên wî lihev diketin dema perê tutinê di pêça û guhdarî axaftinên tetmînkar yên hevalî dikirin. Ewî nedixwest bû cara duwem êşa canfedayîya zaroyeke xwe bibihîsît. Ew çend salbûn şehidbûna keça wan ji wan veşartibûn. Çi caran wan di wextê şehidbûnê da xeber nedida dayîkûbaban û vê meselê ruha Alîşêrî ji difna wî derxist bû. Çawa dayîk û bav wextê mirina zarokên xwe jî nezanin!! Lewma jî bi micidî pirsa man û nemana û cîhê kurê xwe dikir. Lê wî hevalê bejin bilind ji nişka ve babetekê din azirand û axaftin ber bi aqarek din ve bir ku ew bû sedema ser lêşêwawî û bêserûberî ya kû Alîşêr têketîyê van rojên bûrî.
-“Arteşa tirk xwe amade dike ji bo oparasyoneke leşkerî ya mezin li vê bûharê, lewma serokatî ya me baş dibîne ku gelê me yê welatparêz li gundên çîyayî tifengan bikrin û di wextê hêrişan de harikari ya me biken”.
Alîşêrî difna xwe bihêz girt û bêhnijî dema ku bi hişyarî guhdarî dikir li wî camêrî ku bê bêhinvedan axaftinên xwe yên dirêj berdewam dikirn
-“Tu zanî mamê hêja, dewlet ji rexekî derfetên kar çênakêt li deverê û ji rexê din ve mirovên bê kar dikete caş û silahî didete wan da hember me şer biken… Ew caş di şeran de bêhtir zîyanê li me dixin ji eskerên tirkan… Eskerê tirkan neşên ji çend rojan pêve li devera me û li vê cîyografîya sert da bimînin… Ew caş harîkar nebin emê terazîya şer bi temamî bigoherînin…”
Camêr berdewamî da axaftina xwe weke ku kasêtek bît di teyipek xerabe de, Mehale bihête rawestandin îla ji pencerê bihête avêtin. Gelek ji wan gotin û hevokên gotîn dubare bûn, û gelek ji wan pîremêrê matmayî jiber kirbûn û tevî kû gelek ji wan rast jî bûn lê dubare kirina wan bi wî rengê bi coş û hemaset Alîşêr êdî narehet dikirin, lê wî jî her bi bêdengî, ser dexisî û lêv miçandî Bal nedida bêzarî ya xwe û ta dumahîkê gohdarî dikir. Guhdarîkirina van gencên camêr yên ku razî dibin bi jîyanek derwêşî ji bo ku welatekî rizgar biken weke erkek niştimanî didît lê vê carê kirîna tifingekê ew bêserûber kiribû û xew ji çava berze kirbû…
Tîrêjên rojê êdî derbazî pencereyên malê bibûn dema jina wî cil û bergên wî komdikirin ji bo şûştinê. Wê dizanî ewê galegalê bike û li dijûnan bide weke hercar berî kincên xwe li ber xwe bêxît, lê ew piştî çend xulekan ji wan gotinan û ji qerebalixa xwe poşman dibû. Çi cara leborîn nedixwast lê poşmanîya wî di çavên wî da, weke teyrekê spî ê rind xuya dibû. Bi hûrî li jina xwe nerî dema wê cil, çarçef û tişt kom dikirin bo şûştinê. Ew êdî rind û ter nemabû. Wekî pisîkeka liser rê mirî xuyabî. Bi dizî ve li pirça wê ya damayî û gerdena wê ya qirmiçî nerî. Çavên wî ketine ser guharên wê. Ew ne zêr bûn, jiber kû wê her du guharên xwe firoştibûn û pêdivîyên çiya pê amade kiribûn. Wê tiştek nemabû, êdî bê zarok jî mabû. Nerehetî û acizî derbazî rûyê Alîşer bibû û jinê wisa zanî ew li wê dinêre wisa bi girjî û acizî lê ew bê kû çavê xwe liser wê rabiket, ketbû dalxe û fikaran de. Ya rast, wî hewil didan ji sibê ve babetê firotina çêla sor ji xanimê re bêjît û dema wî jê re behsa babetê kirîna tifengê kirî ewê wisa bersiv da bê kû serê xwe liser kincan rabiket “bo çi tifing? Ew xencera bab û bapîran ya di xezînkê de, va wextê wê hatiye, derbîne û ber dest dane.” ewê bi bersiva xwe agirê acizbûna wî gurtir kir lê wî bi paşgoh avêt û ji mal derket.
Tav ber bi avabûnê bû, li pişt rêzên çiyayên bilind û asê, demê Pîremêr birêve diçû û derbazî bûyî nava zevîyên geniman û malên biçûk yên şînvebûyîn bin kefşê girên kesk û bi dar. Diltengî lê xuya bû û niqûmî hizran bibû. Babetê tifingê hest û hizrên wî yên ku demek bû nediviya têkevîte navda, têkvedabûn. Hizra xwe dikir ew heta kengi her wisa jiyanek her di xeterêde derbaz bikin û Mirinek berdewam û erzan fedayî hebûnek ne misoger bikin.? Çi maye li hîvîye bimînît?
Wê şevê gelek xwe di nivînande qulipand û pişta xwe da pirte pirta pîrejinê ya kû bi çi rêya ligel firoştina take jêderê rizqê wan nebû û dengê şerekê dûr li pişt wan çîyayên hêj befira spî û carna jî sor liser tepkên wê ne helîyayî, digehişte jura wî. Rûnişt û cixareka stûr pêça û kêşa û piştî nimêja spêdê, serê xwe yê westiyayî kire di nava şaşka xwe ya kû bi asaletek diyar hatibû pêçandin û pêyên xwe xistine di cizma xwe da û ber bi kadînê ve rêkeft. Ji bo cara dumahîyê xwarin dana ber çêla sor û davên wê keşandin bê kû lê binerît, û dinavbera herî û axê da derbaz kir heta li meydana gund derketin, li wêrê bikirekê baş dît. Parên xwe standin û çêla sor hêla di destê wî da û birêket bê ku berê xwe bidetê . Wextê xwe vala derbaz nekir û çû dukana yaqûb ê file, li wê derê çayek bi hêl û catira çîyayî vexwar û dema du gêmêt tawlê kirîn di guhê wî da cûtek axaftinên giring kirin û bi kurdiyek delal û sade wekî avê jihevre gotin du-sê rojan de amade dibe… Başe… Spas… Emê hev bibînîn
Baranek hûr li serbanên gîyagirtî dibarî, ronahîyek zer û melûl ji pencera malê derbazî derve dibû û dema bi rija baranê diket wêneyên balkêş çêdikirin û heldiweşandin… Raste û şêwe bi hevdiketin û resmek wekî dasekê, qiftanekê kurdî yê rengîn, firokên reş û firokên spî û biçûk, qapek xuşavê, çengalek, nêrgizên çîyayî, perê mirîşkan, derzîyek di gilulkeka tayan de, tifengek devê xwe vediket û çêleka nerim û nîyan dadiqurtîne…
Wê şevê vegerîya nava nivînên xwe bê kû behsa çêla reş biket. Tevî kû xanimê gelek pirs kirin lê Alîşêr bi kurtî gotê min firoşt da tifengekê bikrim… Jinikê gelek berxweda axivî, lê dengê wê dihat bihîstin biqasî ku Alîşêrê pîremêr bibihîsît.
-“Te take rizqê me firoşt da hesinekî kû em nizanîn bikarbînin bikrî…ka bêje min kî dê bikar bînît? Ma te hizra xwe nedikir berî ku bifroşî…”
Alîşêr bi lihêvve, xwe ji nivîna avêt weke xefaşek î kû Rehetêya wî hatî têkdan û got:
-“Ez û tu? Erê. Wisa li min nenêre… Em herdu jî hîn dibîn, û dê li pişt vê kuncê û wê sucê rawestîn û şer bikeyîn… Tu têgehiştî? Anku te divêt li ber çavêt me zarokêt me bikujin û em ne livîn?!”
-Te hizir nekir eger me jî silah bikar anîn wê çi bibe? wê tirk bên gûndên mayî jî xerap bikin û me derbeder bikin. ev dikeve manfeatê kê ? ka bêje …
-Yên ev hizir kirine, wê jî dizanin …
Ayşê bêdeng bû û ji jûrê derket. Di hestên Alîşêrî digehişt, lê hejarî û xezanîyê jî hizirên wê pîrejina enî girêdayî mijul kiribûn. Ewê êdî çend mirîşk mabûn, derdûr pir dikirin ji qerebalixê û qîj qîjê heta çend hêk davêtin wê derê. Parçeyek erd û hinek çandinî kû bi zorê hêza wan û bi alîkarîya gencên gûnd digehîtê . Ew nekete hundir ewê xwe bi qupçe durînêve mijul kir, û Alîşêrî weke her şev xwe xiste di nivînan de û radyo ya xwe xiste di hembêza xwe da û kapkê wê zivirand û ew derdur niqu kire di nava deng û muzîk û zimanên biyanî da, heta kû destê wî dikete ser nalîneka weke a kûrdan û wisa destê xwe radiwestand û guhdar dikir . Ew êdî bibû pisporê duzîna wê tona dengê Kurdan di stranên tirkî, erebî û farisî da, jiber kû deng, hest, nalîn û pêgotinên wan jî hatibûn dizîn û bi zimanên din hatibûn gotin lê ewî tê derdixist û hest bi zilamek wek xwe dikir di binê bîra wan stranan de runiştîye û dinale.
Dema kû Ayşê ketî hundir êdî Alîşêr razabû û radîyoya wî li ser sîngê wî bû û dengê straneka ermenkî ya xemgîn jê bilind dibû û dengê xirexira wî jî ew jûr wekî rûniştinê di fargona pile sê di şemendifreke kevin da bî, wisa bû. Ayşê xwe hêdî nêzîkkir û xwast wê radyoyê ji nav destên wî derbînît, wî wisa girtibû weke kû sukanê erebekê bît di rêyeka teng û tirsinak de, hema berbidet dê xwe di binê evrazîyek kur da bînît..
-“Xwezî tegeheştiba jî …” (Ayşê bi pêkenînek têkelî bê hedarîyê, jiber xwe axivî)
-“Bihêle … Bihêle heta stran xilas dibe …” Alîşêr bersiv da
-“Xwezî tu têgehiştbayî pîremêr… jiber vê qerebalixê te hêşt mirîşk jî hêza hêk danînê ji dest biden…”
-“Eger ji dest dabin ew jiber rû tehlî û hewar hewara te ye xanim …”
Ewî Hêşt radyo ji nava destên wî derbixît û stûyê xwe ya tijî qirmiçk zivirand û liser zikî raza, wek seyê avê.
Spêdê çipkên baranê bi nermî bi pencerê dikeftin. Êdî şubat li paş mabû bi mudê xwe yê perş û belav û baranêt xwe yên bi hêz û dirêj xayen û bi newenewa pisîkan di navbera dar û stonên cadê bi lence û larî. Bûharê gel xwe aramî û asudeyî tîna. Hertişt êdî wekî awazên bilûreka çiyayî lêdihat, lê bûhar li van gundên ber sîya çîyayî hestên din jî di gel xwe tînan, lewma jî dema Alîşêr ê kal yaxa paltoya xwe sererast dikir, û pîyên xwe dixistin nav cezmê da hest bi pîçek nigeranîyê dikir û êşekê dest dabû hinavên wî. Wî hestek wisa roja daweta xwe derbaz kirbû û hinek carên din jî li bîrê nemabûn. Ji mal derket û di pîyên wî da cezma mil dirêj û di serê wî da şaşikek kurdî baş hatî pêçandin, û birê ve çû ber bi meydanê ve heta gehiştîye dikana Yaqubê file li wêrê çayek vexwar û gereka tawlê kir, dema têda serneketî jî bi girinijînek dibin simbêlên wî yên spî reş got:
– Xwezî binketin her di tawlê da ban yaqo yê azîz…
– “Erê erê” bersiv da.
Dema dikan ji bikiran vala bûyî ewî tivinga xwe ya reş wekî çavê marî stand, bi hurî pişkinî û mexzena wê çend caran kişand wekî berberekê jêhatî çeqeçeqê ji meqesa xwe tîne û behreyên xwe nîşan dide. Yaqub derê dikanê ji hundir ve girtibû û li wî dinerî û weke ku bi salan li hîvîya vê derfetê bi çavên biriqî got:
– “hividarim vê carê jî jibo rawkirina me nebe keko?” Û kenîyek bicûş ya wekî peqîşkên avê berda.
– “Na, hindî hûn li pişt me ligel evî û ewê pîlana negêrin. Na.” Kenêya û temam kir “…we jî û me jî hemo naskirin birako…” û ji dikanê derket.
Di rêya ber bi malê ve xwe hemberî komek mêran dît liderdora hev kombibûn, û weke kû behsa mijareka giring dikirin bûn. Ji wan nizîk bû û silav da, wan jî bersiva silava wî da, xistine di nava xwe da û nûçe jêre gotin:
– “Serokatîya partîyê agirbesta ji yek alîve heta wextekê nediyar iîlan kir…”.
– “Ew çawa? Kengî? Qey hun dîn bûne…” Matmayî bû û weke kû serê wî li aşî kiribin wisa lêhat.
– “Na bira na. Ne em dînbûne ne jî jiberxweda daxivîn. Ev nûçe misogerin û ji çavkaniyên bibawer e”.
– “ew çi …….. xwarine … yanî çi agirbest iîlan kir… Hişê xwe xariye çîye…”
Ew êdî pir ture bibû û ji kerban nedizanî çi dibêje. Di çavên wî da ewreke tarî bilind bibû. Ewên derdora wî hewildan jê ra bi başî biden şirove kirin û sûdên wê bidin nîşandan bi gotinên mezin û hevokên birîqedarên kû ji wan hevalan jiber kirbûn û yek ji wan jî gelek bi pozbilindî cixara xwe pifdida û navber navber gotinên grover digindirandine nava germahîya axaftinan da û yê din berxwe da û dibin simbêlên xwe da didimdimand “belê belê beguman ew îşê serokatîyêye… Ewa ew dizane em nizanîn û nabe biryarên wî bêne nîqaşkirin…” lê Alîşêr weke trênê lêhatbû, deng û dûmana acizîya wî hinde bilind bibûn, dengê kesê dî nedigehiştê. Ewî hest kir weke kû dûçarî galtepêkirinek azarbexiş bûye , heta eger ewê ev galte kirîjî serokê netewî bixwe be û bi dengek bi coş bi milê tifingê xwe ya kû di telîsîda girt û got:
– “madem ku min çêla sor firoşt, çi agirbest nînin. Xwe eger partîyê jî agirbest îlan kir, ez… Erê ez îlan nakimmm .. Hun têgehiştin? îlaan nakiiiim…”
Milên xwe hejandin û li dûv xwe ew gundî hêlan weke her car mijulî galegalên xwe yên idolojik û nakûkîyên xwe yên bê nav …