Ji destê mirovî bihata, dê xewnên xwe ne bi peyvên sînorkirî, dibû ku têketa nav hewildaneke yekser ya nîşandana dîmenan lewra xweştir û çêtir e ku ew tiştên hatiye dîtîn (xuyang, dîtbar) dîsa bi nîşandan û nimayişê were vegotin yan ravekirin. Nivisandina li ser sînemayê jî meriv dixe nav dudiliya vê rewşê ku wêneyek, dîmenek, tabloyek, fotrafek, menzereyek bi nivîsê were neqilkirin. Bi van hişyariyên ji xwe re û ji we re, ez ê bikim ku li ser 8em Festîvala Fîlman ya Duhokê ya Navneteweyî hin nêrînên xwe bibêjim.
Festîval ji 15ê meha Mijdarê heta roja 22yan, 8 roj li du cihên cuda –yek li aliyekî salona sînemayê li aliyê din eywana mezin ya Zanîngeha Duhokê- hate nîşandan. Di navê de atolye hebûn, wekî din jî çend mijarên sereke yên sînemaya kurdî tê de cih girtin ku ew babet, dûredirêj hatin niqaşkirin. Sînemaya kurdî di vir de derfeteke mezin ji xwe re ava kiriye; sînemakar û temaşevan û rexnegir li hev civandiye. Bi xweşî di hin cihan him beşdar him jî şahidê derdê produktor, derhêner, lîstikvan, montajkar, rexnegir yan jî temaşevanan bûm lê heyf ku exleba wan bi gilî û gazinc bûn. Ji hin gazincan diyar bû ku herçiqas 8em festîval be jî hin tiştên ku hêj nehatine guhertin yan jî hêj hewce ye berev başiyê biçe, careke din ew gazinc belkî cara 8an e, hatin rojevê. Wekî piştgirîdayîna xurttir ya fîlman, perwerdehîya sînemakaran û li ser belavkirina fîlman.
Xebera xêrê ye û mizgînî ye, fîlmên kurdî ji bo ku êdî li ser platformeke online werin weşandin, xebateke pir-alî tê kirin. Ez bawerim beriya vê jî hewildaneke wisa hatiye kirin lê hêvî ji bo vê carê zêdetir in û bawerîya min jî. Festîvala Fîlman ya Navneteweyî ya Duhokê, Hikumeta Herêma Kurdistanê, Mîtos Fîlm û dibe ku hinek aliyê din jî di vir de cih bigirin ku tev bi hev re platformê ava bikin û malekê ji bo sînemakarên kurd çêkin. Tevî ewqas sînorên fizîkî û hişî, problemên dijîtal jî ji niha ve wekî zehmetîyên mezin derdikevin pêşiya temaşevanan. Temaşevanek ji xeynî ku biçe festîvalan, welat welat bigere, divê li Başûr û diyasporayê ger li ser gerê bike heta ku karibe, berhemên sînemayî bibîne. Jê taltir lîstikvan ango xebatkarên fîlman kengî karin fîlmê ku tê de xebitîne, bi çavên xwe bibînin?
Xebat û lêkolînên ku li ser sînemaya kurdî hatine kirin jixwe kêm in lêbelê yên berdest jî ne tenê ji ber rewşa polîtîk, ji ber rewş û şertên zimanî û çandî jî ji hev dûr mane. Bi tevahî 3-4 zimanên serdest û zimanê kurdî tevî zaravayên wê qadeke mezin datîne ber meraqdarên sînemaya kurdî. Tiştê xuyaye divê ev wekî karekî demdirêj yê xizmeta sînema û çandê were kurdîkirin. Di encamê de kar û bar û arşîveke têr û tije dê were derxistin. Gelo, ev karê komxebatekê ye yan karê akademiyê ye an jî yê festîvalan e?
Fîlmê Şewket Emîn Korkî Ezmûn (The Exam) roja pêşî wekî fîlmê destpêkê hate nîşandan. Fîlmekî ku heta niha xwerû bi “meseleyên malê” civak, jin û perwerdehîyê ve têkildar behs dike lê bi zimanekî herikbar yê sînemayê, bi rîtmeke bilind û li du xwişkan çîrok diçe û tê. Ezmûn tevî ku bi giştî zaravayê soranî û bi diyalogên dûredirêj hatibû dorpêçkirin jî hemû bala mirov li serê bû. Di ser de jî wekî hemû fîlmên ku di festîvalê de hatine nîşandan, binnivîs bi zimanê îngilîzî bû. Ev jî qisûrek e li ber çavên min ku zimanê festîvalê bi giştî îngilîzî ye û çi kurmancî çi jî soranî hêj nebûye zimanê festîvalê. Agahdarî û materyalên din yên festîvalê yan jî li ser medyayê zimanê kurdî hebû. Careke din ku meriv li ser fîlmê Korkî biaxive rewşeke asayî ya Başûr û wekî rexneyek li perwerdehîyê helbet di binî de jî kêşeyên li ber jinê hene. Korkî bixwe gotibû ku fîlm ne li studyoyan tevî ku rexneyek e li perwerdehiyê jî li dibistanên Silêmaniyê hatiye kişandin û tu astengî ji bo vê nehatiye derxistin.
Havin Al Sindy him endama juriya metrajdirej bû him jî karên hunerî yên festîvalê kir û çêkirina poster jî di navê de li ser jîngeh û keş û hewayê trailera festîvalê çêkir.
Jurîya ku ji Hüseyin Tabak, Zübeyde Bulut, Salem Salawati, Elise Van Marcke û Dirk Schafer pêk hatibû, di beşa fîlmê metrajdirêj de xelatê dan Sidîq û Piling. Derhêner Rêber Doskî ajal û xweza, jîn û jîngeh, welat û azadî çiqas bi hev ve ne, kiriye ku em bibînin. Lewra 25 sal li benda dîtina pilingan dimîne û gava piling tê dîtin digihîje mirazê xwe. Êdî parastin ax û xwezayê dê karibe bigihîne dinyayê.
Jurîya ji Talal Derki, Bavi Yasin û Shamal Sabri pêk dihat xelatê dan belgefîlmê Nanê Pîroz yê Rahim Zabihi. Jiyana kolberên (qaçaxçî) li ser sînorê Îranê, yên ku 20-30 kîlo eşya li pişta xwe dikin û di ber û serê çiyayan diçin ku rastî esker û serbazan neyên. Lê kolberî çiqas dijwar be, ewqas e; ne kêm ne zêde.
Jurîya kurtefîlman Camilla Larsson, Apo W. Bazidi û Zahraa Ghandour bûn, wan jî xelat da kurtefîlmê bi navê Heft Senfonî. Parviz Rostamî li ser meqam û muzîka kurdî çêkiriye. Jiyan jî xelata Yılmaz Güney ya taybet wergirtiye û derhêner Süheyla Schwenk e.
Her sê endamên jurîya fipresciyê, Yılmaz Özdil, Henk Bovekerk û Alex Timo, xelata xwe da Govenda Alî û Zîn û Meryem Bobani xelata lîstikvana jin ya herî baş bi vê fîlmê stend. Di fîlmê Bakûrîyan de Meryem Bobani bi leyistik û axaftina xwe ya soranî xelat distîne û ev jî fîlmê derhênerê kurmanc Huner Selîm yê bi navê Welatê Min yê ji Îsotê Şêrîntir (2013) tîne bîra mirov ku vê carê Mehmet Ali Konarê zaza, wekî bersiv cih daye 3 zaravayên mezin yên kurdî. Konar wekî fîlmê xwe yê berê Hewno Bêreng (2018) xwe ji nîşandana tundiyê ya li ber çavan dûr dike û nîşan û deng û sembolên tundîyê an jî kuştinê dixe çav û guh û bîra mirov. Cihê fîlmê gundekî biçûk e lê têkiliya wê bi derve re bêhtir li ser eskerîyê ye û lewra piştî kuştina kurê Dayika Zînê hêj jî di bin çavdêriyê de ne û gef li malbatê tê xwarin. Herweha gundî jî xwesteka Dayika Zînê ya ji bo daweta kurê xwe yê kuştî fam nakin û li hember dertên, heta ku kurê wê yê mezin jî alîkariya çêkirina dawetê dike. Paşê tundiya veşartî careke din derdikeve holê. Travmayek, çawa kare dayik, bira û malbatê wekî din nas û gundî, jê bêhtir jî venêrîna yekser ya desthilatdariyê li ser her tiştekî berdewam û biryardar be. Dawîya dawî giraniya derbirîna travmayê –ku ew jî bi gera dawetê ye- hemû bedêlên din li ser xwe qebûl dikin.
Xelata senaryoya herî baş çû ji fîlmê Okul Traşı (Hevalders) û derhênerê wê Ferit Karahan re. Mijara fîlmê têra xwe balkêş e lewra kurdek radibe, dibistanên ku zarok bi şev radizên û bi roj jî xwendina xwe dikin, anîye ber kamerayê. Weke ku ji nav meseleyên gelek mezin û sereke berê xwe dabe çend hurgiliyên nav zarok û mamosteyan, weke ku her tiştî bi van yekan ve girêda be û berpirsiyariya van dibistanan xistibe stûyê her kesî. Perwerdehîya sîstematîk û jidûrxistina zarokan ya ji malbatê, qutkirina ji çandê hemû zehmetiyên li ser zarokan e lê li aliyê din malbat û civak derbeyên giran xwarin. Travmaya mezin ew e ku êşek, derdek yan jî çîrokek were berovajîkirin. Ev nîşandaneke sivik û hêsan ya xwendingehan bû.
Erselan Emiri bi fîlmê Zalava du xelat stend, derhênerê herî baş û karakterê sereke yê fîlmê Nevîd Ferczade xelata karakterê sereke stend. Mixabin ji ber bernameyên xwe min ev fîlm temaşe nekir. Wekî qedereke nexweş, îja em ê li bendê bin ku ev fîlm bigihîje berdestê temaşevanên xwe yên ji hev dûr.
Axa Kirêt (Dirty Land) Ala Hoshiyar, Reza Alaei ji çîrokeke rastîn dest pê kirine, tevî karakterê wê yê sereke Halo Ramshti, destekî wî di şerê DAIŞê de jê bûye. Piştî vê yekê derdê debara malê dest pê dike û jiyana astengberan çiqas dijwar e mirov dibîne, tevî ku zilam berê pêşmerge bû. Li aliyê din jina wî zexta çûna Ewropayê lê dike û zilam jî xwe li her karî diqelibîne. Di gelek cihan de tama belgefîlmê dide û wisa lê hatiye ku perçeyê rastiyê her li pêş maye. Halo Ramshti bi lîstikvaniya xwe xelata mansiyona taybet digire.
Bêniştiman (Landless) û derhênerê wê Turaj Aslani bêxelatên festîvalê bûn. Dengvedaneke xweş hebû ji bo fîlm û muzîkjena navdar Hani Mojtahedy tê de xwedî rol bû. Çîrokên penaberiyê yên kurdan her hene û wisa li pêş çarenûsê xuyaye ku dê hêjî hebe. Kurdbûn sertaser dijwariyek e li malê û jê bêhtir jî xerîbiyeke li derva ango koçkirina ber bi derva. Ji fîlmê meriv kare careke din li ser van ramanan hûr bibe lê wekî hêvîdariyê di dawiya fîlmî de, zarok tevî ewqas zor û zehmetiyan xwedê dide. Fîlm wekî ceribîneke xweser ya Turaj Aslanî ye ku berê jî di gelek fîlmên kurdî derhênerîya dîmenan kiriye û ji fîlmê diyar e ku dîmên têra dilê xwe balê dikşînin lê berê kamerayê her di nav kamyonê de ye kêm caran derva xuyaye. Derhêner kiriye ne bi lîstikvanan bêtir bi dîmen û tevgerên kamerayê çîrokê bihûne lewra bi kûrahî karakter xwe nikaribûn bidin nasîn û hîskirin. Stranbêjiya Hani Mojtahedy di fîlmê de hebû lê lîstikvaniya wê, rola wê dilê mirovî rihet nedikir. Ev jî fîlmê Hani yê yekem bû lewra di pêşerojê de cihê kelecanê ye ku mirov wê bi lîstikvaniyeke xweş û tevî stranbêjiya wê bibîne.
Di gelek waran ji Bakûr fîlm û kurtefîlm bi taybet jî belgefîlm hebûn lê hema bêje pirê xelatan ji bo kurdên Rojhilat çûn. Ev jî wekî reqabeteke diyar ya nav festîvalê bû ku rengên ciyawaz yên berhemên kurdan dianî ber çav.
Îsal Serokê festîvalê Emîr Elî, parêzgerê Duhokê Elî Teter, Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan Hemey Heme Seîd û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di destpêka festîvalê da axiftinên li ser huner û sînemayê kirin ku bi taybet behsa girîngiya hebûn, parastin û berdewamiya Festîvala Duhokê tê de hebû. Mirov bi çavên xwe karibû bibîne ku kîjan alîyên hunermendan bi kîjan aliyan re dê kar bike yan jî ji bo pêşerojê xebatên hevpar bike. Ji rabûn û rûniştinê heta silav û xêrhatinan gelek tişt diyar dibûn. Di roja dawî de festîval bi rastî jî kelecaneke mezin rakir û xelatên hatin dayin û serkeftinên heyî cihê şanaziyê bû.
AmedHesen
ahmethasan7@gmail.com