The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 5»Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê ji sînemahezan re bû henaseyek
Hejmar 5

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê ji sînemahezan re bû henaseyek

Mewlûd Oguz (Mevlüt Oğuz)By Mewlûd Oguz (Mevlüt Oğuz)02/05/2022Updated:11/06/2022Şîrove tune ye6 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê di navbera 24 û 29ê Adarê de li Stenbolê birêve çû. Di çarçoveya festîvalê de 28 fîlm hatin nîşandan. Rojnameger Mevlüt Oğuz ji bo The Hall Kurdî çavdêrî û nirxandinên xwe yên li ser festîvalê nivîsîn.

Bajarê Stenbolê yê ku ji sê şehînşahiyên mezin re mazûvanî kiriye, bi qasî navendeke girîng a bazirganî û fînansê ye ewçend navendeke girîng ya geştyarî, çandeyî û hunerî ye û her diçe ev taybetmendiya wê zêdetir dibe. Stenbol, di sala 2010an de wekî paytexta çandê ya Ewropayê hatiye ragihandin.

Li Stenbolê bi milyonan Kurd dijîn, ango mezintirîn bajarê ku Kurd lê dijîn Stenbol e. Kurdan gelek kovar û rojname li vir derxistine, gelek sazî û organîzasyon li vir ava kirine.

Halê hazir navenda Weqfa Îsmaîl Beşikcî, Komeleya Lêkolînên Kurdî, Kurd-kav, Nûbihar û Avesta li vê derê ne lê ji bo şanoger û sînemakar û muzîsyenên Kurd sehneyeke taybet nîne, lewma hunermend û hunerhez têra xwe temasî hev nakin.

FFKS: Li Stenbolê tekane festîvala fîlmên Kurdî

Li gorî daneyên fermî yên sala 2019an li Stenbolê 894 salonên sînemayên hene. Rojane bi dehan-bi sedan çalakiyên çandî, hunerî û ferhengî yên xwecihî û navnetewî pêk tên; fuar, bienal, trienal; Festîvala Navnetewî ya Stenbolê, Festîvala Fîlmên Gerok, Festîvala Fîlmên Serbixwe ya IF Istanbulê, Festîvala Navnetewî ya Bogaziciyê, Festîvala Fîlmên Karkeran, Festîvala Fîlmên Tawanbariyê û hwd. Bi dehan festîvalên bi vî rengî tên lidarxistin. Di nava ewqas festîvalan de tenê festîvaleke fîlmên Kurdî heye û îsal di sala 2022yan de bo cara duyem hat lidarxistin.

Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê (FFKS) di navbera 24 û 29ê Adarê de pêk hat. Cara pêşî beriya pandemiyê, di 2019an de hatibû pêkanîn. Piştî demeke dirêj, festîval bo me, bo sînemahez û dildarên Kurdî wekî henaseyekê bû. FFKS, bi pêşengiya Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê hat lidarxistin û 5 rojan berdewam kir. Di wan pênc rojan de, me têra xwe fîlm û belgefîlm temaşe kirin, betnê me bi sînemayê têr bû.

FFKS, li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a li navçeya Şişliyê, bi fîlmê ‘Kurdên Êzîdî’ û konsera Koma Aryen destpê kir û bi fîlmê ‘Namo’ bidawî bû. Piştî fîlmê dawî yê festîvalê, gotubêjek bi derhênerê fîlmê Namo, Nader Saeivar re hat kirin.

Derhêner Saeivar li ser pirsekê diyar kir ku wî bi budçeyeke piçûk, bi 5 hezar dolaran fîlmê Namo kişandiye. Saeivar di fîlmê Namo de ku behsa jiyana Kurdan dikir, alîkarî ji Cafer Penahî wergirtiye. Derhêner Saeivar, bi fîlmê Namo bi me dide xuyakirin ku bi budçeyeke nîsbeten piçûk jî mirov dikare fîlmekî serkeftî bikşîne.

Di çarçoveya festîvalê de 28 fîlm hatin nîşandan. Ji wan 13 kurtefîlm, 9 belgefîlm û 5 fîlmên metraj bûn. Tevî ku festîval li sînemayeke butik a bi navê Sinemajesticê bû eleqeyeke gelekî zêde ya welatiyan bo festîvalê hebû.

Bi nêrîna min eger fîlm, li Sînemaya Atlasê yan jî li Sinemaya Beyogluyê bihata nîşandan, dibû ku zêdetir eleqe jî hebûna lê bi qasî ku min şopand, di her seansê de salon tije bûn, heta carinan xelk ji devê derî jî vegeriyan.

Komîteya amadekar a festîvalê bi cil û bergên Kurdî amade bûn

Di merasîma destpêkê û vekirinê de, komîteya amadekar, ango hevalên berpirs bi cil û bergên Kurdî amade bûn. Di Newrozê de hêzên ewlehiyê li hin cihan nehiştibûn ku Kurd bi cilên herêmî bikevin qada Newrozê -bo nimûne peyamnêrê K24ê li Amedê, Hesen Kosen nehiştibûn ku bi cilûbergên Kurdî bikeve qada Newrozê- amadekarên festîvalê, bi mebesta ku cil û bergên Kurdî zêdetir bêne xuyakirin û qedexeya li dijî cilûbergên Kurdî bê şermezarkirin, ev yek pêk anîbûn.

Mijarên fîlmên festîvalê ev bûn: êş û janên Kurdan, êşa şer, derbiderî û trajediyên Kurdan

Bi giştî mijarên fîlmên festîvalê ev bûn: êş û janên Kurdan, êşa şer, derbiderî û trajediyên Kurdan bûn lê bi min fîlmek hebû ku ji van vediqiya, ji wan fîlmên din cudatir bû. Fîlmê Rêber Doskî. Fîlmê Doskî yê bi navê ‘Sidîq û Panter’. Doskî, bi vî fîlmî wêneyekî din yê Kurdistanê nîşanî me dide. Fîlmê wî û ekterê wî Sidîqê jîngehparêz mîna Donkîşotekî parêzbendiya dar û daristan, teyr û tilûrên Kurdistanê dikir….Em di fîlmên Kurdî, gelek caran dîmenên bedew yê xwezayê Kurdistanê dibînin lê ez dikarim bêjim ku Sidîq û Panter fîlmekî wisa ye ku methê xweza, ekolojî, floraya Kurdistanê dike. Di nava fîlmên festîvalê de favoriya min ev fîlm bû.

Herwisa lîstikvaniya Hisên Hesen, Feyyaz Duman û Mina Ozlem Sagdic a di fîlmê “Fîlmê House Without Roof” (Xaniyê Bêban) gelekî serkeftî bû.

Festîval bi pêşengiya Kolektîfa Sînemayê û hevkariya gelek sazî û înîsiyatîfan pêk hat

Ligel Kolektîfa Sînemaya hevkariya gelek sazî û înîsiyatîfan hebû. Yek ji wan jî Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê bû. Axiftinên ji bilî Kurdî, bi jêrenivîsa (subtitle) Kurdiya Kurmancî hebû û ew jêrenivîs gelekî bi rêk û pêk bûn. Hevalên Komeleya Lêkolînên Kurdî jêrenivîs sererast kiribûn, bandor û alîkariya wan şayanî pesindayînê ye.

Herwisa min divê bibêjim ku, performansa Koma Aryen gelek baş bû. Komê, roja yekem, di nîşandan fîlmên Kurdên Êzîdî de, bi awayekî zindî, ji serî heta binî ji fîlmî re muzîk çêkirin, ew jî şayanî behsê û pesindayînê ye.

Wek rojnameger û bînerekî, festîval, bi her awayî bi dilê min bû, heta ji min hat, min gelek fîlm temaşe kirin, lê min dixwest fîlmên hin derhênerên din ên wekî Şewket Emîn Korkî, Mehmet Alî Konar, Ali Kemal Çinar û Aram Dildar jî bihata nişandan.

Li festîvalê nebûna xelatekê wekî kêmasiyekê derdikeve pêşFestîval hinkekî jî bi xelatên xwe û nirxandina li ser xelatan dibin nûçe û rojev. Wekî temaşevan û meraqdarekî sînemayê min dixwest hin xelatên cûr bi cûr bihata dayîn. Nebûna xelatekê, wekî kêmasiyekê derdikeve pêş. Bi hêviya ku sala bê, naverok berfirehtir be û cure cure xelat bên dayîn.

Bi kurt kurmancî, Festîvala Fîlmên Kurdî(FFKS) jî di nav de, sînema û festîval gelekî bi mesref in. Eger piştgirî û sponsoriyên zêdetir bo festîvalê hebin dê baştir û geştir bibe lê eger bi vî awayî dewam bike sala bê dibe ku kêmasiyên îsal bêne sererastkirin lê dîsa jî ji festîvalekê bêhtir wê wekî hefteyeke pêşandana fîlmên Kurdî berdewam bike.

Wekî encam, her çi dibe bila bibe, bi saya festîvalê kedkarên sînemayê derfetê dibînin ku kar û barên wan bêne nîşandan. Bi saya festîvalan sînemakar û bîner hev dibînin, suhbet û nîqaşên li ser sînemayê dikin. Bi hêviya ku FFKS gelek salan berdewam bike û bibe yek ji festîvalên sereke yên Kurdan û Stenboliyan.

Gulan 2022 Hejmar 5
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Mewlûd Oguz (Mevlüt Oğuz)
  • Website
  • Facebook
  • Twitter
  • Instagram
  • Tumblr

Rojnameger / Stenbol, Bi eslê xwe ji Heskîfa Batmana Bakurê Kurdistanê ye. Lîsansa xwe li Zanîngeha Firatê di beşa dîrokê de temam kiriye. Di ber re civaknasî û wêje xwendiye. Helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Pêngav, Çirûsk, Kovara W, Nûbihar, Bar Helbest û gelek kovaran de hatine weşandin. Edîtorîya kovara muzîkê ya Ziryabê kiriye. Piştî ku di kovar, rojname û malperên cur bi cur de nivîsîye, di sala 2017an de bi awayekî profesyonel dest bi karê rojnamevanîyê kirîye û ji bo sazîyên ragihandinê yên navdewletî yên wekî Sputnik û WDR Cosmoyê edîtorî û peyamnêrî kirîye. Li Podcast Kurdîyê bernameyeke çandî, hunerî û edebî bi navê Derkenar amade û pêşkêş kiriye. Ji Tîrmeha 2020an û vir ve li Weqfa Îsmaîl Beşîkcî wekî berpirsê ragihandin û medyayê kar dike. Ji Sibata 2022yan ve li Zanîngeha Ibn Haldun bi awayekî nîvdemî dersên kurdî dide xwendekarên master û doktorayê. Nîsana 2022yan bûye wergêrê sondxwarî yê Kurdî. Herwiha ew endamê Federasyona Rojnamegerên Navnetewî (IFJ) û PENa Kurd e.

Nivîsên Têkildar

The Hall Kurdî 5 Derket

Ji Edîtor 5

Gaza Kurdistanê û Derfetên Nû

SUNA ALAN: DENGEKE KURDÎ LI LONDONÊ

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hejmara 15. Daxe/Bixwîne

Hejmara 14. Daxe/Bixwîne

Hejmara 13. Daxe/Bixwîne

Hejmara 12. Daxe/Bixwîne

Hejmara 11. Daxe/Bixwîne

Hejmara 10. Daxe/Bixwîne

Hejmara 9. Daxe/Bixwîne

Hejmara 8. Daxe/Bixwîne

Hejmara 7. Daxe/Bixwîne

Hejmara 6. Daxe/Bixwîne

Hejmara 5. Daxe/Bixwîne

Hejmara 4. Daxe/Bixwîne

Hejmara 3. Daxe/Bixwîne

Hejmara 2. Daxe/Bixwîne

Hejmara 1. Daxe/Bixwîne

The Hall Kurdî
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.