Hejmara 5an ya The Hall Kurdiyê ku li Londonê tê amadekirin hate belavkirin.
Di vê hejmarê de me stranbêjeke li Londonê kir mêvan. Berga kovara Gulanê Suna Alanê xemiland. Stranbêj Suna Alan bi eslê xwe ji Çewligê ye, Kurmanc û Elewî ye. Di nav malbateke qerebalix û hûnerhez de mezin bûye. Hêj di zaroktiya wê de hêstên kurdewar lê kemiliye. Suna bi her sê zaravayên Kurdî stran dibêje, stran dinivîse jî. Digel vê bi zimanên din wek Ermenkî, Yewnanî, Tirkî hwd. stran dibêje.
Piştî êrîşa Rûsyayê bi ser Ûkraynayê de li dinyayê qeyraneke enerjiyê rû da. Ewropa, Brîtanya û Amerîka niha li alternatîfên gaza Rûsyayê digerin. Di vê qonaqê de girîngiya gaza Kurdistanê bala cîhanê dikşîne. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê çarçoveyê de li welatên Ereb, Tirkiye û Îngilîstanê dîplomasiyek meşand. Profesor Abdullah Kiran ji bo The Hall Kurdiyê geşedanên di warê qeyrana enerjiyê de nivîsand: Gaza Kurdistanê û Derfetên Nû.
Nivîskar Necat Zivingî vê mehê li ser Şehnameya Fîrdewsî nivîsand. Şehname berhemeke çawa ye û girîngiya wê di edebiyata Farisî de çiye? Zivingî bersiva van pirsan û zêdetir jî di gotara xwe dide.
Me mîsyona The Hall Kurdiyê wek lihevgihandin û lihevcivandina Kurdan daniye ber xwe. Di hejmara 5an de em dibînin ku ji deverên cuda Kurd kovara me dixwînin û dixwazin bi nivîsên xwe tê de cî bigrin. Li gorî vê mîsyonê 2 xwînerên me ji me re nivîs şandin. Seîde Perdîsiyan ji Kurdistana Rojhilat wergereke xwe ya ji Farisî ya derbarê medyayê de şand. Enîs Dursun jî ji Hollandayê ji me re Parka Keukenhofê nivîsî û park da nasîn. Enîs Dursun cara yekem e ku bi Kurdî nivîsiye.
Em dixwazin xwînerên xwe teşwîqê nivîsandina bi Kurdî bikin. Hûn bi Kurdî binîvîsin, ji me re bişînin, em ê jî nivîsên we biweşînin.
Di hejmara Gulanê de me hevpeyvîneke din jî bi hunermendê ciwan û serkeftî Hogir Ar re kir. Hogir ciwanekî gelek jêhatî ye. Di destê wî de hunera dîjîtal dibe hunereke Kurdî. Lê hunera Hogir ne tenê ev e. Ew nivîskar e, helbestvan e, peykersaz e jî. Di vê hevpeyvînê de hûnê Hogir Ar ji nêz ve nas bikin.
Li Stenbolê meha borî Festîvala Fîlmên Kurdî derçû. Rojnameger Mevlûd Oguz ji serî heya dawiyê festîval şopand û ji bo The Hall Kurdiyê çavderiyên xwe nivîsand.
Projeya Elon Muskî ya bi navê Starlînk babeta teknolojiyê ye di vê hejmarê de. Starlînk projeyeke çawa ye û dê çawa înternetê bigihîne dinyayê? Di vê nivîsê de hûnê hemû hûrguliyên projeya Elon Muskî bibînin.