Weşanxaneya DOZê bi daxûyaniyekê li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihandiye ku çapa 5emîn a berhema Prof. Dr. Mehrdad R. Izady ya bi navê The Kurds: A Concise Handbook (KÜRTLER, Bir El Kitabı) ji nû ve çap û belav kiriye.
Dîroknasê Kurd Prof. Mehrdad R. Izady yekem car vê berhema xwe di sala 1992an de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USA) çap kiribû. Piştî derketina Îngîlîziya wê, ji hêla DOZê ve di sala 2004an de bo Tirkî hate wergerandin û li Stenbolê çap bû.
Ev berhema han roja ku çap bûye ve di civaka Kurdan û cihanê de deng vedaye û bûye yek ji wan berhemên sereke yê dîroka Kurdî.
Dîroknas Mehrdad Izady di vê berhema xwe de, bi awayekî zanistî qala erdnîgarî, dîrok, civak, kultur, ol, ziman, wêje, çapemenî, siyaset û hwd. gelek mijarên ku girêdana wan bi Kurdistan û Kurda ve heye, kiriye.
Hêjayê gotinê ye ku di nivîsîna vê berhemê de Izady, girîngiyê daye metnên kevin ên dîrokî û çavkaniyên rojavayiyan ên derbarê Rojhilata Navîn û Kurdistanê de.
Derheqê girîngiya vê berhema Prof. Izady û ji nû ve çapbûna wê de, em bi berpirsê weşanxaneya DOZê Köroğlu Karaaslan û lêkolînerê Kurd Bedel Boseli re axivîn.
Karaaslan: “Kurd bixwe jî destpêkirin dîroka xwe binivîsînin”
Berpirsê weşanxaneya DOZê Köroğlu Karaaslan dibêje ku ev salên dawî Kurda bixwe jî dest bi nivîsîna dîroka xwe kirine û yek ji wan nivîskaran jî dîroknas Prof. Dr. Mehrdad R. Izady e.
Heta van salên dawî dîroka Kurda bi teref xerîban de yên ne Kurd ve hatibûn nivîsandin, qismek ji wana ji welatên dagirkerê Kurdistanê bûn (Tirk, Ereb û Ecem) qismek wana jî yên Ewropî, Rûsî û Emrîkî bûne. Lê baş e ku eva çendîn salên dawî Kurd bixwe jî destpêkirin dîroka xwe binivîsînin. Yek ji wan kesên sereke ez dikarim bibêjim Mehrdad Izady e.
Karaaslan bi me dide zanîn ku Mehrdad Izady dema dest bi nivîsîna dîroka Kurda dike, rastî gelek çavkaniyan tê û pêşiya Kurdên parçeyên dî xwe digihîne wan serçaveya;
Çavkaniyên ku Kurdên Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê nikarin xwe bigihîninê (ji ber problema hatinûçûnê, zimanê) Izady xwe gihandiye wan serçaveya, taybetî jî ên arkeolojî û dîroka antîk de ku ew miletên ne xwedan dewlet in derheqê wan de kêm agahî hene. Em bibêjin agahiyên ku dewletên dagirker bo xwe bikartînin yan tehrîf dikin yan didizin yan tiştên aîdê Kurda nabînin/naxwazin bibînin ewana xistiye berçav û gelek zêde çavkanî bikaraniye û heta gotinekê Izady bixwe heye, dibê gelek kes dibêjin derheqê Kurda de çavkanî kêm in, Izady dibêje bilakis çavkanî ew hinde zêde nin em pê re nagihin ku hemûya tercûme bikin yan jî bixine ber çavê xwîneran.
Çavkanî gelek in taybetî di nav xebat/metnên arkeolojîk, tercûmeyên mîxî, bizmarî û bi elfabeyên dî de. Izady qismek ji vana bikaraniye di nav xebata xwe de, qismek zêde jî wek navnîşan ji xwendevanan re diyar dike.
Karaaslan: “Pirtûkê de 52 nexşeyên aîdê Kurda û Kurdistanê hene”
Derbarê naveroka pirtûkê de, Karaaslan destnîşan dike ku ev berhem ne tenê pirtûkekî dîrokî ye, her wiha gelek beşên dî jî bo nimûne etnografya, erdnigarî û civaka Kurda de di nav xwe de dihewîne û bi ya wî lêkolîneke hêja ye.
Xebata Izady, Kurdan û cografyaya Kurdistanê bi awayekî zanistî dixe berçav. Wî kitêbê gelek xweş nivîsandiye û rihet tê xwendin, zimanekî herîkbar e. Wekî xebatên tarîxî bêhna meriv teng nake, meriv ji xwendinê dûr nake, xwendina wê jî gelek rihet e. Bi nexşe xemilandiye, 52 nexşeyên aîdê Kurda û Kurdistanê di kitêbê de heye. Ew nexşe jî ji bo xwendekaran fêmkirinê asan dike û meriv rihettir dikare têbigihe. Cî bi cîkirina eşîran, dewletên kevin, zaravayan, dîn û meshebên Kurda û Kurdistanê de cî bi cî diyar kiriye û derveyî Kurdistanê Kurd li kû dijîn, kilîmatolojiya îklîma Kurdistanê çi ye, çendî baran dibare, bilindahî, deşt û çem û zozanan bi giş van xerîteyan de diyar dike.
Berpirsê weşanxaneya DOZê wisa dawî bi gotinên xwe anî;
Herkesekê ku vî kitêbê bixwîne derheqê Kurdistanê û Kurda de, agahiyên gelek î kêrhatî dikare peyda bike. Hinde rihet e jî xwendin û bikaranîna kitêbê lê xebatekî akademîk e, dereceyekê bilind de akademîk e. Yanî her Kurdekî ku vî bixwîne ez dibêm kêmasiya nasîna Kurdistanê, Kurda, dîroka Kurdan taybetî jî ya qedîm de melûmatên gelek gelek kêrhatî fêr bibe.
Boseli: “Pirtûka herî baş û bi rêkûpêk e”
Lêkolînerê Kuırd Bedel Boseli bi me dide zanîn ku kê vê berhema Prof. Dr. Mehrdad Izady bixwîne wê di gelek mijarên curebur de, Kurd û Kurdistanê bi rêkûpêk nas bike;
Ew kesê vê pirtûka Prof. Dr. Mehrdad R. Izady ya bi navê ‘Kurd’ bixwîne Kurd û Kurdistanê bi rêkûpêk û piralî nas dike. Hem jî li ser bingehek zanistî û akademîk.
Her wiha Boseli dibêje ku Prof. Izady 40 sal in li ser belgeyên derbarê Kurdistanê û têkildarê erdingariya Kurdistanê de dixebite, dixwîne û wan dide berhev û wisa dîroka Kurdan dinivîse.
Prof. Izady şarezayê dîrok, etnografî, erdnîgarî, ziman û dînên (ol) Kurdistanê ye. Li baştirîn zanîngehên cîhanê xwendiye û li baştirîn zanîngenên cîhanê dersan dide. 40 sal in bi şev û roj belgeyên Kurdistanî, Sumerî, Hurî, Asurî, Greek, Rome, Bizans, Pers, Rûs, Ingilîzî, Islam, Ereb, Yarsan, Êzîdî, Elewî hwd. hemûyên orijinal dixwîne, dide berhev û li ser vê bingehê dîroka Kurd û Kurdistanê nivîsandiye. Ne hewante ye! Lewra pêşniyar dikim ku herkes pirtûkên Prof. Dr. Mehrdad R. Izady bixwîne.
Lêkolînerê Kurd Bedel Boseli wisa dawî bi gotinên xwe anî;
Ez derheqê dîroka Kurdistanê de videoyan çêdikim û li ser platformên dijital belav dikim, bi dehan hezaran şirove, rexne û pêşniyazî ji min re tên. Hemûya dixwînim lêkolîn dikim. Lewra gelek baş dizanim ka kîjan çavkanî û pirtûk ên herî baş in. Bi ezmûn û tecrûbeyê dibêjim: Roja îro, pirtûka derheqê dîrok, erdnîgarî, dîn, ziman û etnografiya Kurdistanê de ya herî baş û bi rêkûpêk ya Prof. Dr. Mehrdad R. Izady e.
Her ku diçe dîroknasên Kurd zêdetir dest davêjin nivîsîna dîroka xwe. Ev jî dibe sedema rêyekê nû ji bo fêmkirina rabirdûya miletê Kurd. Dîroka Kurdan ku bi salan e ji hêla dagirker û xerîban ve hatiye nivîsîn ji hêla dîroknasên Kurdan ve ji tartiyekê nediyar difilite û bi xwîneran re derfeta ku karibin bi çavekê dî rabirdûya xwe binêrin, çêdike/ava dike.