Gulpikvan hat ronî veda
Şageşî di dil de hilda
Payîza temen kir buhar
Serxweşkirim şêt û şeyda
Şagul berbû hat civanê
Rengizand dorhêl ciwanê
Bi xeml û xêza kurmancî
Rûjîn vegeşkir cananê
Tu bixêrhatî lewendê
Şev û rojan mam li bindê
Dil bi êş û perîşanim
Pesindarê te me rindê
Girnijî gulpik bişkuvîn
Bi dev û lêvên hinguvîn
Silav da xweşbextî barî
Vîn, evîndarî guvguvîn
Girnijînê gulpik vejand
Gulpikan şageşî rijand
Dîmenek balkêş, matmayî
Canê dildarî yê hejand
Hejand canê evînperwer
Tava dildarî yê da ser
Şahî û şageşî barî
Hestên dildarî hatin der
Bê werîs xwe berda dil
Deng mîna fîxana bilbil
Gateyên dilsozî yê xwend
Ax ji dest çavreşa bê kil
Bejin û balaleke rind
Rû geşe weke mûm û find
Keseran koça xwe barkir
Dil hest rijand bê tirs û bend
Çavan soz û peyman dida
Jînbexşî bi peyvan dida
Mijankan evînteşî rist
Civan xweşkir keça kurda
Perî yê civan rengizand
Dilcanê sêwî gijgijand
Bûkabihara herdemî
Jiyana xemgîn girnijand
Yarayaran, canacanan
Jankuja êşan û janan
Tava girnijîna bedew
Hetwana êşa nalînan
Jiyan xweşe bi evînê
Bi dilsozî û bi vînê
Tovê jînê dildarî ye
Her dildarê te me Zînê