The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 10»Hevaltiya Jin û Mêrên Heteroseksuel
Hejmar 10

Hevaltiya Jin û Mêrên Heteroseksuel

Rewşen RojistanîBy Rewşen Rojistanî01/10/2022Updated:11/10/2022Şîrove tune ye8 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Pirsek girîng e, gelo jin û mêr dikarin bibin hevalên sosyal?

Li bakurê Kurdistanê bi salan keç û kur bi hev re ji baxçeyê zarokan heta xwendina bilind, bi hev re perwerde dibin. Têkiliya jin û mêran ji zaroktiya 4-5 salî dest pê dike. Lê belê hin kesên ku hevaltiya sosyal ya jin û mêran napejirînin jî hene. Sedem jî ev e ku jin û mêr du cemserên dijberî hev in û dema di civatê de bikevin têkiliya nêz, hevdu dikişînin, di bin têsîra hev de dimînin.

Jin û mêrên heteroseksual nikarin bibin heval?

Rast e ku jin û mêr hevdu dikişînin. Li gor bijîşk û derûnnasan hormonên mêran li gor yên jinan zûtir çalak dibin  û mêr ji jinan zûtir tahrîk dibin. Eger wisa nebûya têkiliyên cinsî  û raketina jin û mêran zehmettir dibû ku ev jî pewistiyeke gerdûnî ye ku mirov zêde bibin û tertîba xwezayê bidomînin.

Ew qanûna xwezayê ye, du cemserên dijber, her dem hevdu dikişînin. Wek (–)  û (+).  Lê belê gelo em  mirov, dema bixwazin xwe têxin nav civakeke heterojen nikarin xwe notr bikin?

Wek pîr û kalên me dibêjin, ma mirov nikare li nefsa xwe  xwedî derkeve?

Ez di vê baweriyê de me ku ev bi perwerdehiyê ve girêdayî ye û mirov dikare xwe perwerde bike û xwe notratîze bike ji bo du zayendên sereke – jin û mêr-  bikaribin  têkiliyên asayî yên sosyal bi hev re dêyînin.

Di çanda misilmantiyê de jin û mêr ji bilî kesên ku zewaca wan çênebe ji hev re heram in û nikarin li cem kesên ku dikarin bi wan re bizewicin xwe bêyî nixwumandin bidin pêşberî çavan. Eger ev rast be û ola Islamê vê rastiyê hezar sale  dibeje, naxwe  jin,  dive xwe ji mêran dûr bixin heta xwe hicab bikin ku jin xwe ji tahrik bûn û istismarbûna mêran biparêzin!

Hezar sal e ola Îslamê vê rastiyê tîne ziman ji xwe, naxwe em li çi digerin? Femînist û rojavayî bahsa çi dikin?

Eger cil û berg azadiya jinan be,   em çima ji ber nefsa mêran tên asteng kirin?  

Naxwe ev ne neheqî ye ku li jinan tê kirin?

Ez dixwazim di vê nivîsê de bi awayekî bersiva van pirsan bidim.

Dem diguhere û di demê de pêdiviyên mirovahiyê jî diguherin. Her sedsal mirov jî diguherin li gor pêdiviyên sadsala xwe.  Pêdiviyên mirovahiyê jî tên guherîn. Hezar sal berê heta di nav civaka rojavayiyan de jî  dixwestin ku bizanin berî zewacê ka keçek bi mêrekî re ketiye têkilîya cinsî  û ji kesek din ducanî ye yan na. Baş e,  ev tedbîrek hem ji bo jin hem ji bo mêran bû lê hezar sal berê .

Lê niha  tevî ku zanist  pêşketiye û testa DNA derketiye, çima hîna jî  civak  ji bo vê meseleyê  eziyetê li jinan  dike?

Çima têkiliya cinsî ji bo jinan wek ya mêran rahet nîne û dixwazin keç yan jin “destlêneketî” be heta ji mêrekî pê bawer bibe – zewacê- helbet û êdî bibe xwedî tecrûbeyeke cinsî.

Ev hemû ji bo çi ne? Ji bo parastina jinan? Lê ji ber kê? Ji ber mêran? Ev hemû nakokiyên civakê ne.

Civak bi xwe jî nizane dixwaze çi bike. Di heman demê de piştgiriya du fikrên dijber dike ku ev jî li gor nivîskarê navdar George Orwell nexweşiya “doublethink” e. Dawî bi xwe jî nizanin kîjan fikrî dipejirînin.

Problem ev e ku mirov zû nikarin guherînan qebûl bikin û xwe zû adapteyî rewşên nû bikin ango senkronîze bibin. Di rastiyê de naxwazin ji qada xwe ya rehet ya bêteşqele derkevin. Ez dibêjim teşqele, ji ber guherînê teşqeleyek e.  Mirov divê berî hemûyan bipejirîne ku dive xwe biguherîne, dest bi maweyeke nû ya hundirîn bike, ji ber ku guherîn ji hundir dest pê dike. Ev zehmet e helbet mirov dev ji hînbûnên xwe, edetên xwe berde. Ya herî zehmettirîn ev e ku mirov mantelîteya xwe an go şêweya fikirîna xwe biguherîne.  Ev kar sebr dixwaze ji ber ku gelek wext û enerjîya mêjî jê re pêwist e.

Di serdema ku hemû tişt gelek hêsanbû ye de êdî mirovahî naxwaze bifikire, analîz bike û pirsan bipirse. Ji ber naxwazin jimnastîka mêjî bikin û xwe biwestînin. Fikirîn jî bi awayekî werzîş e. Mirov dema difikire analîzan dike, kêmasî û xetayan dibîne, pirs jî ji wan analîzan dertên. Wê çaxê mêjiyekî ne aram, bi pirsan ve mijûl, li bersivan digerê heye. Morîkên kê qetiyaye ku ewqas eziyet bide xwe? Hema çawa me dîtiye em ê wisa bikin, çi pêwistiya me bi serêşiyê heye!

Ji xwe wek millet em  ti karê xwe bi baldarî û dîsîplîn nakin.  Hemû karên me wisa astarî an go serveyî ne. Xwedê zêdetir bike, tevî ku ewqas partiyên me yên siyasî hene, hîna jî em milletekî li çar dewletan debeşkirî ne!

 Ka ciddiyet ka baldarî?

Tu kes di karê xwe de ne cidî û baldar e ne jî xwedî dîsîplîn e. Baldarî giring e, her kesê ku xwest divê nikaribe tevlî me bibe. Dema em dozekê diparêzin divê deriyê me ji her kesî re nevekirîbe, yê hat, hat yê çû, çû!

Kesên tevlî me dibin divê em baş li wan vekolin. Dibe ku sîxûrek be, dixwaze fitne û fesadiyê bixe nav me, yan me ji dijminê me re deşîfre dike. Ji ber ku hemû karên xwe wisa bê dîsîplîn û ciddiyet dikin normal e ku êdî civak baweriya xwe bi partiyên xwe neyîne. Gel wek ku paranoya bi wan re heye êdî ji xwe jî şikê dike.

Lê ev meseleyeke din e!

Dema mirov nefikire û li pey kevneşopiyên berê biçe, mirov jî civak jî paş de diçe. Ku dewlet nebe, zimanekî hevgirtî nebe civak çawa ji hev fam bike û xwe nû bike û pêş bixe?

Bi taybetî jî dema  ku dagirkerek ku bi taybetî dixwaze milletekî di tarîtiyê de û di nav lepên nezaniyê de bihêle hebe,  pêşketin, ronakbûn   ji bo wî milletî zehmettir dibe.

Em van hemûyan dizanin lê  em çima destûrê didin ku me bixapînin?

Mirov hîna takakes in yanî hemûkes dibeje ez. Kêm kes bûne xwedî hişmediya netewebûn e.

Êşandin jî êşandin e!  Mirov divê bi rastî xwe biêşîne. Kes jî mixabin naxwaze xwe biêşîne. Di civakek birçî û belengaz de mirov fikrên ideolojîyan nakin. Li têrkirina zikê xwe û şîva xwe difikirin. Kesekî birçî nikare bifikire û di pey ideolojiyan de biçe. Kesekî birçî tenê li xwe difikire ku ev jî reflekseke aîdî hemû candaran e.  Ji bo bijîn xwe diparêzin.  Fikirîn, enerjî û zikekî têr dixwaze.

Naxwe problem nexwestina guherînê bixwe ye.

Mirov birastî ji ber cudahiya cinsî nikarin bibin heval?

Ez di vê baweriyê de me ku mirovahî çiqasî pêş dikeve û serdem diguhere fersendên pêşketinê jî dikevin destê mirovan. Mirov nikare rastiya xwezayê paş guh bike, lê mirov dikare xwe perwerde bike xwe biparêze. Hemû tişt perwerde û hînbûn e. Ji roja ku em ji dayik dibin ve em qanûnên ne nivîskî û yên nivîskî hîn dibin. Em divê çawa rabin, rûnin, bixwin, heta çawa biçin avdestê…

Bo nimûne kes naçe li derve pêş çavê mirovan mîz nake, ew jî hînbûne ango perwerdebûne ku mirov di serdemeke hîn gelekî zû, zaroktiyê de hîn dibe. Keç û kur dizanin ku divê derên xwe yên cinsî hin ji serdema kevin ve binixumînin.

Ev hemû perwerdehî ne. Di nav civakên pêşketî de ev pirsgirêk nîn e. Civak ji bo guherînê amade ye û jixwe guherî ye. Ev mawe bi saxî derbas kirine. Mirov dikare hîn bibe xwe kontrol bike, têkeve nav danûstandineke insanî.

Dibe ku ev pirs bê bîra mirov; çima jin û mêr divê danûstandinê bikin?

Ev jî jixwe bersiva pirsê ye. Ji ber ku jin û mêr ji hev cuda ne. Cudahiya fîzyolojîk dibe sedem ku jin û mêr bi temamî ji hev cuda bibin. Fîzyolojî û şêweya fikirîna wan heta hêstkirina wan ji hev cuda ye. Jin bi piranî li detayan difikirin ji ber ku li gor lêkolînên norologan mêjiyê jinan komplekstir e. Mêjiyê jinê algorîtmayek kompleks e.  Jin dema li tiştekî dinêrin bi awayekî komplekstir dibînin û dema jin û mêr li heman tiştî dinêrin û tiştên ji hev gelekî cuda dibînin ev lihevnekirineke di navbera du zayendan de çêdike. Jin gelekî hêstyar in ji ber ku jin dibe dayik, jin estetîk e hûner e. Mêr hinek din serpilkî difikirin û “tiştan” wek jinan kompleks nabînin. Ditîn û dinyaya wan sadetir û serê wan rehettir e.  Lewma mêr dikarin xet û sînorên giştî baştir bibînin û li wan fokus bibin. Dema meyla aliyekî detayan bibîne û aliyê din xetên giştî bibîne, ev herdu alî dikarin hev du temam û kamil bikin. Civak jixwe dixwaze pêdiviyên mirovan yên xwezayî asteng bike. Dema ew tên astengkirin pêdiviyên ku pêk nehatiye li ser mirov birçîbûnekê çêdike. Eger pêdiviyên mirovan nehatibin pêkanîn ev problem dertê holê. Maslow jî behsa hiyerarşiya hewcedariyan dike ku têkiliyên zayendî jî yek ji hewcedariya bingehîn e, wek xwarin û vexwarinê. Dema mirov li ser baweriyên hezar sal berê biçe jin û mêran asteng bike, gengaz e jin û mêr nikaribin di nav civakê de têkiliyeke sosyal ya asayî ava bikin. Yan ji bo jin û mêrekî têkiliyên civakî dideynin bi çavê teqez wê bizewicin tê meyzîn, yan jî dive ji bo jin û mêran gerdûnên cuda hebin.

Lê belê em bi dijberiyan xweşik in û rengekî cuda didine gerdûnê û av herikbare û yê biherike nabe bê astengkirin.

Cotmeh Hejmar 10
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Rewşen Rojistanî

Almanya

Nivîsên Têkildar

The Hall Kurdî 10 Derket

Ji Edîtor 10

Tayeke Porê Jîna Emînî Bû Ala Azadî Li Cîhanê

Dawiya Heftê Salên Li Ser Erkê: Queen Elizabeth II Mir

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hejmara 15. Daxe/Bixwîne

Hejmara 14. Daxe/Bixwîne

Hejmara 13. Daxe/Bixwîne

Hejmara 12. Daxe/Bixwîne

Hejmara 11. Daxe/Bixwîne

Hejmara 10. Daxe/Bixwîne

Hejmara 9. Daxe/Bixwîne

Hejmara 8. Daxe/Bixwîne

Hejmara 7. Daxe/Bixwîne

Hejmara 6. Daxe/Bixwîne

Hejmara 5. Daxe/Bixwîne

Hejmara 4. Daxe/Bixwîne

Hejmara 3. Daxe/Bixwîne

Hejmara 2. Daxe/Bixwîne

Hejmara 1. Daxe/Bixwîne

The Hall Kurdî
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.