Dinya bi teknolojiya Web3’yê êdî di qonaxeke nû re derbas dibe. Blockchain, NFT, metaverse, pereyên krîpto. Ev peyv di jiyana rojane de edî li ser zimanê gelek kesan in. Baş e NFT çi ye? Ji bo çi ye? Di vê cîhana nû de Kurd çiqas hene? Me ev pirsên xwe ji artîsta NFTê û yek ji damezrînerên NFTKURDê Koshe Salayî re şandin. Vaye bersivên wê yên balkêş ji bo meraqdarên NFTyan.
NFT çi ye û bi kêrî çi tê?
NFT tokenên neguhêrbar in. Ev cureyeke daneyan e ku di blockchainekê de tên veşartin, nayên guhertin lêbelê meriv dikare lê zêde bike. Ev serdemeke nû ye ji bo peydakirina sertifîkaya rastbûyînê an jî delîla xwedanetiyê. Ev amûr li dijî kopîkirin an jî dizînê berhemên artîstan diparêze. Lê ez di wê baweriyê de me ku em hê negihîştine wê qonaxê da NFT di web3’yê de ji sedî sed çalak bên bikaranîn.
Mirov çawa dikare NFT’yan peyda bike?
Pêşî pêdiviya we bi cizdaneke (wallet) krîptoyê ya wekî Metamaskê heye. Wê, bi krîptoya ku platforma NFT’ê qebûl dike wek Ethereum (ETH)ê bar bikin, cizdana xwe bi platformê ve girê bidin da ku hûn NFT’ê bikirin, li ser erdan li metaversê veberhênan bikin û domainan bikirin. Her gavê projeyên hunerî yên kolektîf ên nû derdikevin û hem jî hunera xweşik a hêzdar 1/1 hene ku bi karûbarên mezin bêhna mirov diçikîne.
Kîjan torên blockchaninê ji bo NFTê baştir in, mirov dikare çawa NFTê biafirîne?
Gelek platform hene ku destûra nîşankirina perçeyekî hunerî yan belgeyê didin. NFT bi peymanên biaqil ên ku ne navendî ne tên afirandin. Favoriya min tune, lê platforma herî populer Opensea ye. Platformên din ên ku divê meriv lê temaşe bike Solanaart û Kalamint in.
Peywendiya NFT û Metaverse çi ye, NFT wê di Metaversê de bi kêrî çi bê?
Metaverse wê derfetê dide me da ku em bûyer û şêwazên jiyanê lê biceribînin. Em ê li wir bin da ku daxuyaniyan bidin û pêwendiyeke nû çêkin dema ku hîn jî bi hevalên ku em bi wan re pir hevpar in ve girêdayî bin. Ji bo ku ev çêbibe em hewceyê hin tiştan in; mîna huner, cil û bergên dijîtal ji bo avatarên me û tokenên din ên neguhêrbar ku kirasekê li mal, dikan û galeriyên xwe yên li metaversê bikin. NFT dê ji bikarhêneran re bibin alîkar ku wê ezmûnê ji bo wan û temaşevanên xwe biafirînin.
NFT çawa popûler e û eleqeya kurdan a ji bo vê çi ye?
Bazara NFT û metaversê hêj jî li gerdûnê sûkeke pir girîng e. Heta niha eleqeyeke mezin bi bikarhênerên kurd re nîne. Lêbelê, civata hunermendên kurd ên NFT’yê her roj mezin dibe. Bi dîtina min divê em mîmar û hunermendên metaversê yên kurd li vir amade bin û ji bo hatina bikarhêner/temaşevanên kurd ezmûnan amade bikin. Pêşbîniya min ew e ku wê di dawiya sala 2022yan de werin.
Tu xudana NFTKURDê yî. Armanca rûpela we ya li ser NFTyê çi ye?
NFT Kurd şîrketeke pêşerojê ye ku bala xwe dide huner, muzîk û edebiyata kurdî da ku di metaversê de azmûna xwe bigihîne beşdarên global. Armanca me ew e ku em di metaversê de di navbera hunermendên kurd ên NFT û gerstêrka dinê de xaleke hevdîtinê çêbikin. Em di vê cîhana nû ya web3 ya tijî kelecan de ji bo parastin û pîrozkirina huner û edebiyata Kurdî pir bi coş in.
Ev pirsa min a dawî ji bo xebatên te yên şexsî ne. Tu çi cure NFTyan diafirînî? Ji kerema xwe re tu dikarî ji me re hinekî behsa xebatên xwe bikî?
Ez 1/1 NFT-yên hunera xweşik diafirînim. Hunera min warên giyanî vedikole û di derbarê femînîzmê de referansên pir xurt nîşan dide. Ez rêwîtiya jinê dişopînim. Zehmetî, têkçûn, serkeftinên wê û hilkişîna giyanê. Niha, ez li ser berhevokeke bi navê Ascensiona Femînîst ku li ser platforma Foundationê heye dixebitim. Femînîst Ascension ji 44 tabloyên jinan pêk tê ku çîrokên cuda vedibêjin. Heta niha du tablo hatine belavkirin û yên mayî dê di nava sala 2022an de werin belavkirin.
Gelek spas Koshe Salayî ji bo bersivên te yên balkêş û ez ji te re di vê cîhana nû de serketinê dixwazim.
Gelek spas ji bo vê derfeta hevpeyvînê. Serkeftin ji bo we û kovarê. Ez bi kelecan li hêviya xwendina hejmara sibatê me.