Li dinyayê çend salên dawî êdî her havîn behsa germahiyê tê kirin. Havîna ku bi milyaran însan li bendê dimîne hêdî hêdî dibe îşkence. Di salên dawî de her havîn rekoreke germahiyê tê bidestxistin. Germahiya zêde helbet bi xwe nayê. Ji ber ku dengeya giştî ya hewaya kûrewî xira dibe.
Germahiya global her ku diçe zêdetir xwe nîşan dide. Li aliyekî diqewirîne, li aliyê din jî di bin avê de dihêle. Piştî havînê li gelek welatan vê carê lehî radibe. Ev hemû tişt bi hev du re girêdayî ne.
Niha em ji germiya global zêdetir behsa germahiyê bikin ku mirov dikare lê îdare bike.
Li tevahiya dinyayê dawiya tîrmehê wek “hefteya dojehê” hat binavkirin. Lewra li gelek welatan germahî ji 50 pîleyî derbas kir. Neteweyên Yekbûyî ji bo germahiya global got “kelîna global”.
Li welatên Ewropayê û li welatên bakur bi taybetî ji ber germa zêde gelek mirov dimirin. Bi taybetî kal û pîr ji germa zêde nikarin îdare bikin.
Baş e mirov dikare heta çend pîleyî bijî?
Laşê însanan di derdora 35-36 pîle celsius ê germ e. Hemû taybetiyên laş ji bo germahî ji 37ê derbas neke hewleke mezin dide. Di mejûyê de devera hîpotalamusê heye ku wek termostata laş tê zanîn. Ev der germahiya laşê kontrol dike. Hewce bike xwîn bilez digerîne hewce bibîne xwedanê dide kirin.
Gava hewa an jî cihê ku em lê ne pir germ bibe laş xwedanê dide. Ew xwêdan laş hênik dike. Bi vê awayî germahiya zêde dadikeve.
Heke germahî bibe 41 dereceyê vê carê mejû ji sedî 8 hêdî dixebite. Di saetekê de bi qasî nîv lître xwedan tê dayîn. Wekî din dil zêdetir lêdide û bêhtir nefes tê girtin.
Ji ber ku germahiya laşê her kesî cuda ye germ li ser her însanî tesîreke cuda nîşan dide. Lewra carna ne tenê germahiya termomîtroyê her wiha hêw jî girîng e. Heke hêw pir germahî jî pir be wê carê mirov nikare bijî lewra xwêdan jî wê têrî neke.
Gava laş xwêdan dide ava derketî bi hewaya heyî sar dibe. Heke hêw hebe wê carê xwêdan germtir bibe û laş ji ber germa zêde ji xwe dakeve. Ewil wê mejû karê xwe neke.
Di tabloya jêrîn de hêw û germahiya tê berhevdan. Di çiqas hêwê de çiqas germ ewle ye hatiye nîşan dan.
Wek di tabloyê de tê nîşandan ne tenê germahî hêwa zêde jî zirar dide mirov. Li welatên ku kesên ji ber germahiyê mirine sedema wan a mezin hêw e. Lewra li bajarê nêz behrê him germahî him jî hêw zêdetir dibe. Ev her du tişt gava bi awayekî nerêkûpêk bên ba hev bobelatê tînin.
Ji ber germa zêde heke laş heta 41-42 pîleyî germ bibe vê carê mejû kontrol ji dest dide û heta mirinê jî diçe. Ev yek demildest destwêrdaneke tenduristiyê dixwazze û divê lezgîn mudaxale bê kirin.
Gelek kes ji ber vê rewşê dimirin. Niha zanyar ditirsin ku salên di pêş me de ev rewşa xirab dewam bike. Jixwe sedema herî mezin germahiya global e û ji rêvebir û hikûmetan tê xwestin demildest mudaxaleyeke zagonî bikin da ku dinya bi rastiya germahiya global bihese.
Heke pêşiya vê neyê girtin li dinyayê êdî ji ber germahî koç dest pê bike. Lewra wê li hin welatan jiyan ne pêkan be.