Bitaybetî di çil salên dawî de di dinyayê de serdemek nû dest pê kirîye û di nav înşabûnê de ye. Em di destpêka wê de ne. Em dikarin bibêjin pêvajoya Covid-19 serdema nû dinya bi dehan sal pêş de anî, pandemî bû sedem ku ev serdem zûtir û leztir li dinyayê belav bibe.
Gelo em ji ku ve dikarin dest bi têgihiştin û fehmkirina serdema nû ya cîhanê bikin?
Berî ku em hewla bersivandina vê pirsê bidin. Dîvê em vê pirsê bikin: Di paşxana avabûna serdema nû ya cîhanê de kîjan faktorî hene?
Derîyên serdema nû ya dinyayê bi îcata înternetê vebûn. Ligel qada şexsî û qada kamuyî, wek qada sêyem qada înternet derketîye holê.
Yek, îcada kompîteran, du jî bi vê îcadê ra têkildar ditîna înternetê ye. Ev herdû îcat jî berî bi îcata elektrîk ve peywendîdar in. Bi îcada elektrîkê jî qada teknolojî li ser dinyayê bû qadeke serdestî, bi seranserî cîhanî ra belav bû. Sîstema dinyayê kapitalîzm du sed salî ye, di nav xwe de sê qonaxa bingehîn pêk tê; a yekem înşakirina fabrîqayên bi makîne, a du jî makîneyên bi elektrîk in. Em dikarin bibêjin kapîtalîzm bi veditîna elektrîk ket qonaxek duyem, bi înternet jî ket qonaxeka nûtir, ya seyem. Di heman demê de ev sê qonax werara teknolojî û zanistên çêkirî nîşane me didin.
Cîhana real bi cîhana înternetî ra di şeran de ne. Cîhana înternetê, her alîyan hezaran nûbun bi xwe ra anîne, ev nûbûn her jî zêdetir dibin. Cîhana înternetê bi nûbûnê xwe ji her alîyan bandora jîyana real dike, di wê de guherîne û vediguherîne, krîz, şok, pêvçûn çêdike.
Serdema nû ya dinyayê wek serdema înternet, serdema dîjîtal, serdema teknolojîk, serdema post-truth, post-human, post-modern pênase dibe.
Gelo em ji ku ve dikarin dest bi têgihiştin û fehmkirina serdema nû ya cîhanê bikin? Dîyarde, hêma û faktorên serekeyên vê serdemê çi ne? Bi dîyarkirin û tespîtkirina wan dîyarde û hêmayan em dikarin hewla fehmkirina vê serdemê; dinyaya me ya îroyîn bidin. Wek metod em xwe ji perçeyan bigihînîn tevahiyê e.
Baş e, hêma û dîyardeyên serekeyên vê serdemê çi ne?
Lezî, vekişêrî, software-rênivîs, aqilê çêkirî, transhumanîzm, nifşa Z û nifşa Alfa, krîpto pere, listikên înternetê, medyayên civakî, globalîzebûn, karpêkhênî, fenomenbûn, zanistên çêkirî, metaverse…. Yên ku niha hatin hişê min ev in.
Ji bo fehmkirin û zanîna vê serdema me yek, divê meriv serdestê qada wan dîyarde û hêmayan be. Lêbêle ev her dîyarde bi tena serê xwe mijarek û qadek kûr û berfireh in, tenê ji bo fehmkirina her yekî lêgerîn û xwendinek baş a bi zimanê îngîlîzî, fransizî û almanî dixwaze.
Du jî ji bo fehmkirina dinyayê îroyîn dive meriv şopînerê baş û serdestê nûgerî û nûjenîya qadên zanistên çêkirî û xweazayî bibe. Di qadên zanistên çêkirî de wek muhendîsîya fizîk, kompîter, rênivîsî, kimya, bîyolojî, genetîk… çi çê dibin, sinoran wan çi ne û xwe gihandina kîjan astê? Teknolojî û tip, di qada parastin de çi sîleh, tang, bombe, fuze, jet tên hilberîn? Alîyê din de çi nûbûn, krîz, şok di sektora bazirganî û kar û qada fînans, banka, karpêkhênî û sermiyandanî de hene, rojeva wan çi ye, ekonomî di çi rewşê de ye?
Yek ji sereke dîyardeyê vê serdem e karpêkhênî ye. Bitaybetî di sektora bazirganî û karî de rojeva sereke di qada înternetê, dîjîtalê de karpêkhênî ye. Wek karpêkhênîya Netflix, Mubi, Trendyol, Amazon, Alibaba, Bitcoin, Spotify, Pirtukakurdî, malper û aplîkasyonên cur bi cur.
Ji bo peyva girişim dostê minê hêja Huseyn Mala Temoyî sê seatê xwe da, gelek ferheng da berhev ku em dikarin ji bo girişimci bi kurmancî çi bi kar binîn. Ew di ferhengek soranî de ji bo girişimci rastî “karpêkhên” hatîye, ji wî ra ev têgeh gelek bimentix hatîye. Di vê nivîsê de min jî karpêkhên bikaranî.
Kes, netew, dezge û sazî ku guherînê û veguherînê fehm nekin “yek bi yek têk biçin.” Edî rîya dewlemendbûnê di karpêkhênîya înternetê de ye. Wek fîrma, şîrket, maxaza, dikan dezgeyên din e ku koçî înternetê, dinyayê dîjîtale nekir, ber bi tunebûnê biçin wek mînaka atolyeyê serdema navîn ku xwe veneguherandibûn fabrîqayê. Li vir, ji bo fehmkirina guhernandina ez dixwazim fîlma “There Will Be Blood”(2008) û belgefîlma “American Factory”(2019) pêşnîyaz bikim.
Tam di vê peywendî de min derfet dît ku li ser karpêkhêniyê ez beşdarê konferasek bibim. Di dîroka 22.10.2022 de li Mêrdînê Konferansa Karpêkhênê Mêrdînup çêbû. Di vê nivîsê de ez hewl didim li ser vê konferansa karpêkhênê nîşe û çavderîyên xwe binivisim. Gelek alîyan ve ev konferans ji bo min asoveker bû.
Konferans bi derengî seatan dehan de dest pê kir, seat 15.00 xelas bû. Wek qiseker neh kes hebûn, wan yek bi yek qiseyê xwe pêşkeş kir. Ji berî de debarê jîyana tu qisekerê de malûmatê min tune bû, min qet navê kesek jî nehistibû. Di nav qisekeran de pêşkeşîya Faruk Eczacıbaşı û Sina Afra wek çerçeveye teorîya karpêkhên bû, pêşkeşîyên din wek mînaka wê teorî bû.
Bitaybetî jî ji bo min peşkeşîya Faruk Eczacıbaşı û Sina Afra kêrhatî bû. Pêşkeşîya beşdaranê din, ji bo min ne ewqas geş bû lê dîsa jî min hewl da ku ji qisekirina wan tiştek li xwe zêde bikim.
Di destpêka qisekirina xwe de Faruk Eczacıbaşı digot, “Karpêkhênî bengîtî ye. Network, bi kesê rast ra çêkirina têkilî ye. Ciwan, bi xwe ra tecrubeyên nûjenîye tînîn. Ez wek ku bi paruşut li şîrketa bavê xwe peya bûm lê min tecrubeyên xwe yê ciwanî di şîrketê de zêdekarî kir, bi wî havî min xwe da qebulkirinê.”
Wî paşî bal kişand ser lezî û vekişêrî ya serdema nû ya dinyayê, ji ber vê yekê jî sê mînak dan: Dibe ku wê baştirin û geştirin muhendîsê dinyayê bibin lê sibê wê nebin. Dibe ku ji bo gotareke we sê sal bidin lê dibe ku sibê bibe çop. Makîneyên me yên seramîk hene, niha hewl didin makîneyek nû çebikin ku ew makîne çêbû, hemû makîneyên me yên din dike çop.
Jibo cîyawazîya zîhnîyeta kultura tîcaretê ya amerika û almanyayê wî digot, “ di zîhnîyeta Almanan de kultura tîcaretê xwe li ser vê prensîbê ava dike: tu çi tişt çêdikî bike bila tişta ku tu çê diki li ser ‘ kûr bibe û a herî baş çê bike’ wek mînak berçavk, mucewher. Zîhnîyeta kultura tîcaretê ya Amerikayê xwe li ser pîyaseyê ava dike, prensîb ev e: ji bo pîyaseye herî baş çê bike.
Sina Afra jî ji bo zîhnîyeta kultura tîcaretê ya Îsraîlîyan digot, “ Îsraîlî di pîvanga globalî de dikifirin û dibêjin ez çawa dikarim di pîyaseya cîhanê de mala herî zaf û baş bifiroşim.” Di dema pirs û bersivê de guhdarek got “ Tel Aviv, qasî nîv mîlyon nufusa wê heye, lê şêst pirtukxane li wir hene, têne pirtukxaneyek li ser karpêkhên e.”
Sina Afra, qala pirsgirêkên bingehîn ên li Tirkîye kir, got, “yek, li tirkîyeyê malbat piştgîrîya karpêkhênîye nakin, piştgirîya doxtorî, parêzerî… dikin. A diduyan jî, li tirkîye ji hêla karpêkhênî problema bingehîn, peydanekirina fînansê ye.” Di nav qisekerina wî de xala herî balkêş ev bû, ji xeternakîya zêdetîya tuneker û ji bo çareserî vê xeternakî parvekirin wek çareserî pêşkeş kir, wî giringîya azadiya parvekirinê anî ziman: Zêdetîya her tiştî zirarker e, ya pere, ya hezkirin. Ji bo ku ev zêdetî zirar nede te divê tu wê parve biki. Parvekirin mezinbûn e.
Ebru Baybara Demir, gelek dirêj, bi xitabeteke baş û berz behsa çîroka xwe ya serkeftinê kir. Lê ez bi rexneyî nêzikê çîroka wê bûm çimkî çîroka wê ji min ra îdealîzekirî, romantizekirî, mubalaxeyî, xweşkirî, wek xelaskerîya Îsavarî hat. Di qisekirina wê de du xal ji bo min giring bûn: Yek, di çîroka wê de xala herî balkêş ji bo salên ku piranî kesan dixwast ji Mêrdînê birevin ew di sala 1999 de li rexmî bavê xwe û herkesî, vedigere li Mêrdîne, li vir ji xwe re jîyanek ava dike. Du jî, ku mirov, dewlet bikare penaberan bikarbîne ji bo geşedanan û pêşketinan potansîyela zanîna wan gelek zêde heye. Di vê derbarê de wê minaka jinên Sûrî da, qala çawa ji wan ji bo nasîna erd û çandinîya genîmê û çêkirina sabunê ji zeytûnên Dêrikê sûd wergirtîye kir.
Qisekerê konferansê Sinan Güler, basketbolîstê berê ye. Mirov çawa dikare ji hêla rast ve nêzî meseleyek bibe û çawa dikare xwe bibîne? Ji bo vê mijarê wî digot, “ tîma basketbolêk têde min dilîst, min nexwast, basketbolîstên baş teqlîd bikim, hewl bidim bibim wek wan, ku wilo ez tevgerîyabama min nikarîbûm ez xwe jî bibinîm, min ji xwe ra pirsî, ‘gelo di tîmê de çi kêmasî, qelsbûn heye’, ez wan tespît bikim, ji bo ku ez wan temam bikim, ez bixebitim û xwe pêşve bixim. Di encamê de nêzikbûn û tevgera min a bi vî rengî di tîma min de ez kirim yek ji lîstikvanên baş.”
Min ji bo vê konferansê şeş seatên xwe dan, di hişê xwe de ji bo karpêkhêniyê ez kûr bûm. Li konferansê herî zêde hîsa nerehetîye û qrîza ontolojîk l imin peyda bû: çima ez jî nikarim bibim karpêkhênê serkeftî?
Bifikirin ku tirkîya xwedî dewlet, dezgeh û sazîyan li hemberê serdemê nû ya cîhanê de dikeve qrîz û têrê nake. Di nav qisekirinên konferansê de qrîza têrnekirina tirkî gelek bal kişand, qisekeran wek peyv û têgehên îngîlîzî bikaranî wek fellow, challenger, network, aluni, inovasyon, trend…
Sê qrîzên mezin ên zimanê kurdî hene. Yek, ziman dema ku dikeve bajar, a diduyan, edî ziman di gundan de jî ketîye qrîzê, a seyêm jî dinyaya înternetê jî ketiye qrîzê, têrî dinyaya seyem nake. Qrîza seyem ne tenê mehsusê kurdî ye, hema hema ji xeynî îngîlîzî hemû zimanên din di vê qadê de di krîzê de ne. Divê em kurd, gav berî gavekê, dereng nemînîn di vê qada dîjîtalê de dinyayek kurdî û kurdîwar ava bikin. Wek dezgeyên zimanê kurdî ji bo vê qadê komîsyon ava bikin û xebatên cur bi cur çê bikin. Ev tişt ji bo me meseleya man an jî neman e. Çimkî kîjan netew ji hêla ziman ve di serdema nû ya cîhanê de zimanê xwe înşa û geş bike, ev netew dê bibe serdestê vê serdemê jî.
Em kurd, di nav rojeva rojane û sîyasetê de asê mane, bûne hepsî. Em bala xwe nadin serdemê nû yê dinyayê, qadên din ên zanist û mijar û meseleyên cîyawaz û curbicur. Di du salên dawîn de wek takekes ez her hewl didim ku xwe ji vê hepsîbûn û asebûne rizgar bikim. Du salên ku ez hewl didim li ser serdema nû ya cîhanê, qada înternet, teknolojî, ekonomî, rênivîsî, dîroka holdingan, şîrketan, malbatên zengîn, bîranîn, bîyografî û otobîyografîyên kesên navûdeng lêkolîn bikim û kitaban bixwînim.
Giringîya kovarek ji bo min ev e ku min li ser qadek, mijarek de min dîsîplînîze, kûrtir û berfirehtir dike, di encamê de ber bi pisporbûn dibe. Min çiqas derfet dît, ji bo Kovara The Hall Kurdî ez ê li ser mijar, mesele, têgehên serdema nû ya cîhana nû binivisim.