Ji şoreşê veger nîn e.
Pêşmergeya Berê, Aktivîsta Mafên Jinan û Dîrektora IKWROyê Diana Nammi
Diana Nammî aktivîsteke Kurd a Rojhilatî ye. Yek ji pêşeng û rêberên xwepêşandanên şoreşa Îranê bû ku Şah hat daxistin. Diana hêj di zaroktiya xwe de bûye şahida tundî û îşkenceya li ser jinên kurd û îranî li Îranê. Di ciwantiya xwe de li dijî vê zilmê dest bi xebatan kiriye. Bûye aktîvîsteke mafên jinan. Gava li zanîngehê bû ji bo hilweşîna rejîma Şah, parastina mafên jinan û ji bo azadiya gelê kurd li Îranê têkoşîneke mezin daye. Tevlî refên peşmergeyan bûye li Rojhilat. 12 salan têkoşîna xwe berdewam kiriye. Piştre digel malbata xwe koçî Brîtanyayê kiriye. Têkoşîna Jiyana xwe di pirtûka bi navê GIRL WITH A GUN (keça bi çek) de jî nivîsiye.
Diana xan li vir jî wek aktivîsteke çalak ji bo mafên jinan dixebite. Bi navê Organîzasyona Mafên Jinên Kurd û Îranî (IKWRO) li Londonê dezgehek avakiriye. IKWRO ji bo jinên rojhilata navîn, Afxan û Afrîkayî xebatan dimeşîne. Ew şoreşa jinan ya li Îranê ji nêz ve dişopînîn. Digel dîrektora IKWROyê Diana Nammi em li ser jiyana wê, xebatên IKWROyê û şoreşa jinan li Îranê axivîn.
Ji bo jinan te çawa dest bi xebatan kir? Lewra li Îranê aktivistiya mafên jinan ne hêsan e. Em ji çîroke te dest pê bikin.
Di jiyana xwe de şahidê çend bûyeran bûm ku gelek bandor li min kirin. A yekem, hê ez gelek piçûk bûm. Em çûn dewetekê. Şahî û govend û coşeke mezin hebû. Lê piştî qederekê tiştek qewimî. Min dît diya min û jinên li derdorê dest bi girînê kirin. Mêr hêrs bibûn. Piştre hîn bûm ku gotin bûk xama nîne. Hinekan digot divê em wê bikujin. Bûyereke din sala min dest bi dibistanê kir çêbû. Mamosteya me bi me re farisî xeber dida û ji me jî dixwest em wisa bikin. Lê belê yek ji me jî farisî nedizanî. Me di navbera xwe de bi kurdî qise dikir. Li ser vê mamoste bi dareke dirêj li me hemûyan xist. Û got nebînim hûn careke dî bi kurdî qise bikin. Tesîra vê bûyerê li ser min gelek mezin bû. Min digot çawa dibe, mezinên me dê û bavên me, civaka me hemû bi kurdî qise dikin. Çawa dibe ev mamoste li me qedexe dike? Piştre têgihîştim ku li cîhên fermî axavtina bi kurdî li kurdan qedexeye. Dîsa feqîrî newekheviya di civakê de bala min dikişand. Cîraneke me hebû zehf dewlemend bû. Lê rojekê min dît jineke şerpeze di hembêza wê pitika wê ji bo hinek xwarin mal bi mal digeriya. Min her tim dipirsiya çima wisa ye? Çima em feqîrin çima zilm li jinan û kurdan tê kirin? Min gelek dia dikir. Sal derbas bûn li tiştek neguherî. Min jî got divê em ji asîman an jî derekî din tiştekî nepên. Divê em bixwe tiştekî bikin.
Û te dest bi xebatên aktivîstiyê kir?
Li zanîngehê min dest pê kir. Min mamostetî dixwend. Ez ne endamê ti partiyên siyasî bûm wê demê. Ji aldaran dûr disekinim. Piştre min sosyalîst nas kirin. Salek û nîv beriya ku Şah dakeve bû. Ez tim li ser mafên kurdan, mafên mirovan, mafên jinan difikiriyam. Ev hizr ez nêzîkî sosyalîstan kirim. Gava şoreş çêbû ez yek ji organîzator û rêberên xwepêşandanan bûm. Ez wê demê 16 salî bûm û min digot divê Şah biçe. Ev slogana me bû. Me digot, azadî, wekhevî û hêza karkeran. Li kurdistanê çepkiran piştevaniya şoreşê dikir. Li deverên din ên Îranê jî çepgir hebûn lê grupên Şiayê gelek çalak bûn. Bi piştgriya Amerîka û welatên Ewropayê şoreş pêk hat. Lê rêbereke şoreşê tune bû. Loma biryar dan ku Xumeynîyê ku wê demê li Fransayê sirgûn bû, bikin serok. BBCê bi alikariya NASAyê resmekî gewre yê Xumeynî li ser hîvê belav kir. Vê yekê jî kir ku xelk bawer bike bi rastî jî Xumeynî ji ba Xwedê tê. Ne xelkê Kurdistanê xelkê li deverên din ên Îranî bawer kir ku ev serok e, vegeriyaye û ew ê me biparêze. Referandum çêbû ji bo komara îslamî xelkê îranê got “erê” lê tenê li Kurdistanê xelkê got “na”. ji ber kurdan komara îslamî nexwest, wan dest bi êrîşan kirin. Supayên xwe şandin ser kurdistanê. Bi balafiran bombe bi ser me de barandin. Li kurdistanê şerekî dest pê kir. Jin û mêr me li hember yekîneyên Îranê li berxwe da. Mêran çek hilda û bûn pêşmerge. Me keçên ciwan jî xwarin çêdikir dibir sengerên pêşmergeyan, me birînên birîndaran dipêça. Mixabin dûvre wan bajarên me bidest xist. Pêşmerge jî bi gund û ciyan ve vekişiyan. Li bajêr wan gelek kes girtin. Ji bo girtina min û xwîşka min ku ew jî aktivîst bû çend caran hewl dan.
Ayetullah Xelxalî wê demê serokê dadgeha şerî bû. Biryara kuştina ciwanan dida. Birîndar ji nexweşxaneyan dianîn û fermana darvekirina wan dida. Li rûyê ciwanan dinêrt û digot ev ê darvekirinê ye, ev dê serbest be. Li kurdistanê rewş wiha xirab bû. Li îranê jî hal wisa bû, bi hezaran aktîvîstên siyasî darve kirin. Gava cara dawî ji destê wan filitîm çûm tevlî refên pêşmergeyan bûm. 12 salan têkoşîna min li wir berdewam kir. Ez wek endama partiyê her çiqas fersend çêdibû diçûm nava bajêr, diçûm gundan, diçûm mizgeftan bi endaman re diaxivim. Gava şerê Iraq û Îranê dest pê kir em derbasî Iraqê bûn. Em li kampên xwe asê mabûn. Seddam Helebçe û wargehên me kîmyabaranê kirin. Partî belav bû û min jî biryar da biçin ewropayê. Ji bo ku ji bo keça xwe jiyaneke baştir ava bikim. Gava hatim Îngilîstanê min peyvek jî Îngilîzî nedizanî wergêreke me hebû. Navê wê Sofia bû. Ji bo qeyda xwe bikim li dibistanê 2 caran bi me re hat. Lê cara sêyem nehat. Gava min pirsa wê kir gotin Sofia hatiye kuştin. Ez matmayî bûm. Min got kê kir. Gotin mêrê wê ew biriye Iraqê û li wir kuştiye. Sedem jî dibêjin Sofiya bi hevkarekî xwe re hevaltî kiriye, jê hez kiriye. Ez gelek xemgîn bibûm. Min divêt tiştekî bo wê bikim. Bi alikariya hevalekî ku îngilîzîya wî baş bû me têlefonî polîs kir. Min çîrok ji wan re got. Bersiva wan ecêp bû. Polîsan got ev parçeyekî çanda we ye, lazim e em jê re rêzdar bin. Min got ev kuştin ji ber mesela namûsê ye. Lazime hûn lêpirsînê bikin. Lê wan got na ev çanda we ye divê em rêzê bigrin. Ger na hûnê ji me re bêjin nijatperest.
Ez bawerim li ser vê bûyerê jî fikra avakirina IKWRO, Organîzasyona Mafên Jinên Kurd û Îranî pêk hat.
Belê. Bi min ev kuştin dive nehatiba qebûl kirin. Heke çand be jî rêzê heq nake. Bi min gava ji bo jinekê rîskek çêbe û ew jinê neparêzin ev bixwe nijadperestî ye. Piştre min ev organîzasyona mafên jinan damezrand. Niha tîmeke şêwirmendên me heye ku piştgriya jinên ji Îran, Efxanistan, Kurdistan û rojhilata navîn dikin. Tîmeke me ya perwerdehiyê û Tîmeke me ya kampanyayan heye. Em xelatê didin kesên ku alîkariya jinan dikin di mesela kuştinên namûsê de. Bi xebatên xwe me di yaseyên Keyaniya Yekbûyî de gelek guhertin dan çêkirin. Wek mînak li UKê zewaca bi zorê êdî sûc e, kuştinên ji ber namûsê êdî cînayet e, wek çand nayê hesibandin, zewicandina zarokan êdî sûc e, sinetkirina jinan sûc e, testên xamatiyê sûc e, hymenoplasty (dirûna perdeya keçiktiyê) êdî sêc e. Ez gelek şanazim ku ji bo van guhertinan IKWRO pêşengî kir.
Gava em heyama Şah û heyama Komara Îslamî bidin ber hev, di ware mafên jinan de ci cudahî hene, çi guherîn?
Di heyama Şah de ji bo jinan hinek azadî hebûn. Jin dikariyan ji mêrên xwe cihê bibin, dikariyan qirara xwe bidin ku çi cilan li xwe bikin. Dikariyan bixebitin, dikariyan bêyî ku mêrek li cem be rêwîtiyê bikin. Lê li gorî yaseyên îranê jinek nedikarî bibe keybanû. Em bêjin mîna Keybanû Elizabeth li Brîtanyayê. Li Îranê bes Şah hebû. Û diviyabû ku ew kes mêr be. Mînakek bo vî bidim, piştî Mihemmed Riza Şah, xwişka wî ji birayên wî mezintir bû lê nekarîbû bibe keybanû. Ew dîktator bû. Lê dîsa jî di asta yaseyan de hinek azadî hebûn. Wê demê jî makezagon dîsa li gorî qanûnên şerîatê bû. Olê wê demê gelek fersendê dida Şia û mollayan û di ser de dihişt ku ew gelek kar û alîkariyan jî bikin. Wan her tim digot “xweda, şah û welat”. Lê şah bi wan dida gotin. Wê demê têkiliyeke mîna zewacê hebû di navbera rejîma Îranê û molayên şia yê de. Rast e, hinek azadî hebûn. Lê belê polygamy (zewaca bi çend jinana re) dîsa hebû, cihêbûn ji bo jinan nehêsan bû. Heke mêr cihê nebûya jin nedikarî cihê bibe. Wekî din di wê heyamê de çalakiyeke siyasî ne pêkan bû. Tenê partiyek hebû û diviyabû her mêr bibe endamê wê partiyê. Zemanê Şah gelek zehmet bû. Girtîgeh bi mehkûmên siyasî tije bûn. Û bi piranî yên di hepsê de kurd bûn. Gava Humeynî hate ser erkê û komara Îslamî damezrand, yekem qurbaniyên hikûmetê jin û zarok bûn. Bi taybetî zorê dan ser jinan ku bikevin malê, nexebitin, hijabê li xwe bikin. Jin tenê bi çend rengan kinc dikariyan lixwe bikin, reş, gewr, qehwe û keska tarî. Qesta min bi zordariya li ser jinan jî ev e: rûyê wan vekirîba asîd diavêtin rûyê wan, heke lêvên wan boyaxkirîba jê dikirin. Li derve di nava xelkê de ciza didan wan an dikuştin. Jinan gelek êş kişand di bin rejîma komara îslamî de. Wan her kesên li dijî xwe binçav dikir çi jin ba û çi mêr. Û li Kurdistanê jî wan dikir ku rewşê bo jinan xirabtir bikin. Li kurdistanê û li îranê jî hê di roja ewil de jin li hember komara îslamî rabûn. Tê bîra min di roja jinan ya cîhanê de zêdetirê 100 hezar jin li dijî mecbûriyeta hijabê derketin kolanan. Ji roja pêşî ve jin di bin zilma vê rejîmê de dinalin. Di bin vê rejîma îslamî de mafê jinan nîne cihê bin, mafê jinan nîne velayeta zarokên xwe hilgirin. Dîsa di mesela mîratê de xwedî mafê wekhev nînin. Jin divê xwe bi temamî bipêçin. Jin nikarin bibin hecac, jin nikarin bibin Mele, nikarin bibin rêbera dewletê. Lazime bê gotin jin hatibûn vederkirin û newekheviya zayendî hebû.
Bi taybetî li Kurdistanê jinan hewl da ku rêzikên hikûmetê qebûl nekin. Lê zordarî li her dera Îranê û Kurdistanê hebû.
Bi kuştina Jîna Mahsa Amînî li Kurdistan û Îranê jinan dest bi protestoyan kir ku hê jî berdewam in. Gelo bi te jinên Kurd û jinên Îranî yên li kolanan heman tiştê dixwazin? Lewra Kurd azadiya xwe jî dixwazin. Heke rejîm hilweşe…
Bi rastî kuştina Jîna an jî Mahsa Amînî kir ku her kes li dijî vê rejîmê rabe. Bi taybetî li Kurdistanê dest pê kir. Lewra Li Saqêzê xelkê xwest ku cinazeyên xwe bi roj veşîrin. Lê hikûmetê nehêştibû. Li ser vê bi deh hezaran mirov kom bibûn û slogana “Jin Jiyan Azadî” qîrîyan. Belê ev slogan ji Kurdistana Bakur derketibû lê li wir dîsa ji bo azadiya jinan olan dida. Ev slogan gelek girîng e û li dinyayê berbelav bûye. Û navê Mahsa niha li her derê ye. Û li her dera cîhanê xelk vê sloganê hîn bû û bi kurdî dibêjin “Jin Jiyan Azadî”. Vê yeke guhertineke mezin çê kir di xwepêşandanan de ku li zêdetirê 130 bajarên Îranê tene kirin. Bi giştî ew dixwazin ku ev rejim hilweşe û li Kurdistanê û li her deverên Îranê konsey hebin û ew rêveberiyê werbigrin. Di van xwepêşandanan de serok an jî rêberek nîne. Xelkê ev slogan bijart ku hêza vê konseyê hebe. Ew dixwazin mîna li ewropa û Brîtanyayê bila konseyek hebe û ew konsey welêt birêve bibe. Ya girîng ew e ku ev xwepêşandan li seranserê welêt guhertineke mezin çêdike. Hemû jinan li hev dicivîne. Û ya balkêş ev e, ev slogan di devê meran de ye jî û mêr ji bo jinan têdikoşin. Her carî dibêjin, Jîna Emînî, Mahsa Emînî an jî Jin Jiyan Azadî. Ev gelek girîng e ji bo meran ku ew jî qebûldikin ev şoreşeke jinan e li Îranê. Û mînaka yekem e li seranserê cîhanê. Bo min cihê kêfxweşiyêye ku dibinim mêr piştgriya şoreşa jinan dikin û qayîlin ku jin serkêşêya şoreşê bikin.
Gava em ji dûr ve lê dinêrin jin û mêrên kurd azadiya Kurdistanê jî daxwaz dikin. Gelo xwepêşanderên Îranî vê daxwazê qebûl dikin û ew çi difikirin?
Wek jineke sosyalist hizra min a şexsî ev e: ez dibêm bila her kes wekhev be. Ji her bajarî û ji her deverê her mirov wekhev be, wekhevî di azadiyan de, wekhevî di nirxên mirovahiyê de. Wekhevî di rewşa aborî de. Hikûmet gelek ditirse ji vê serhildan û şoreşê. Û wan dest bi êrîşan kir bi ser Kurdistanê ve. Xelkê Kurd kuştin û gotin ku ew dixwazin Kurdistanê ji Îranê veqetînin. Lê di sloganên Kurdan de ev tune ye. Em dibêjin azadî. Ev ji bo her kesî ye. Xelkê Îranî jî azad nîn e, Belûc jî azad nîn in. Me dît wan çi kir li Zayedan û Ahvazê. Lê rejim tenê zordariyê li ser Kurdan dike. Wan hewl da ku xwepêşandanan ji rê derxin, balê bikşînin ser Kurdan û bêjin ku Kurd cudahîxwaz in. Ev yek bû sedem ku hinek mirov bêjin em naxwazin Kurd cuda bibin. Em naxwazin ala wan di xwepêşandanan de cî bigre.
Hêjayê gotinê ye ku her civak, her netewe divê bikarin biryara pêşeroja xwe bidin. Çi kurd bin çi tirk bin, çi belûc bin, divê mafê wan hebe biryara xwe ya mayînê an jî cihêbûnê bidin. Lê weke keseke sosyalist ez wisa bawer dikim ku divê welatê me yekgirtî be da ku bikare vê rejîma Îslamî hilweşîne. Bi min konseyek ku ji gelê Kurd û Belûc û Ereb pêk were dê bikare bihev re bixebite û welêt birêvebibe. Ev fikra min e. Û hêvî dikim xwepêşandan di vê rêyê de biçin, bi aliyekî din ve neçin.
Rejîm bi tundî mudexele li xwepêşanderan dike. Rasterast bo kuştina wan êrîş dike. Çend kuştin jî. Gava li vê rewşê binêrî bi te hilweşîn an jî guherîna vê rejîmê bi rastî jî pêkan dixuyî?
Ji vî halî paşde veger nîn e. Li gorî fikra min tu kes nikare bêje dê kengî pêk were lê teqez ew ê pêk were. Li kolanan zêdetirê 500 kes hatin kuştin. Dora 16 hezar kes hatin girtin. Gelek jiwan hatin kuştin. Xelkê termê wan li kolanan an jî li kêleka av û rûbaran dît. Hikûmetê bi vê kiryarê xwest gel û kesên ciwan bitirsin. Polîsan bi ser malan de girt, ciwan bin dest kirin, dest dirêjî û îşkence li wan kirin. Tenê bo ku serhildanê têkbibin. Di xweza û hizra mollayan de devjêberdan tune ye. Ew nabînin ku yên li hemberî wan jî mirov in, azadîxwazin, ji bo çûna vê rejîmê digirîn û diqîrin. Lê lazim e her kes vê yekê bibîne. Şoreş bi yekcarî û bi serhildanekê çênabe. Tu carî wisa nebû ye. Jê re wext divê. Tê de ketin û rabûn heye. Divê xelk vê yekê bide ber çav. Lê teqez wê şoreş çêbe û ev rejîm hilweşe. Gel gelekî bi hêz e. Ew kesên tevli xwepêşandanan dibin çawa ku Şah anîn xwarê dê vê rejîmê jî têk bibin.
Organizasyona we IKWRO ji bo jinên li Îranê çi dike? Gelo we ev mesele bir ber rayedarên hikûmeta Îngilîstanê? Di asta Neteweyên Yekbûyî û Saziyên Navdewletî de çi xebatên we hene?
Me danezanek amade kir û ji hemû saziyên mafên mirovan yên li Keyaniya Yekbûyî re şand û xwest ku bila îmze bikin. Me ji Downing Street (avahiya serokweziriyê) re şand û em ê ji neteweyên yekbûyî re jî bişînin. Di danezanê de em daxwaz dikin ku bila hemû konsolxane û balyozxaneyên Îranê yên li Keyaniya Yekbûyî bên girtin. Em dixwazin bila yên li welatên din jî bêne girtin. Û bila ti hikûmet piştgriya Komara Îslamî ya Îranê neke lê piştgriya şoreşa jinan bike. Em dixwazin bila NY Û Îngilîstan zorê li îranê bikin da ku kesên girtî darve neke û êrîşên bi ser Kurdistanê de bisekinin. Û em dixwazin bila hemû girtiyên siyasî bên berdan. Bi taybetî em dibêjin çekên eskerî nefroşin îranê. Daxwazên me ev in. Qet nebe hikûmeta Îngilîstanê ji vir dikare vana bike.
Diana xan, ez gelek spasiya te dikim. Hêvîdarim hewl û xîretên we bi kêr werin û di asta navdewletî de tiştek bê kirin. Gotina te ya dawî hebe fermo bêje.
Ez dixwazim bêjim ku ez ji dil, bi hêz û qeweta gel bawer dikim. Ew daxwaza bihevrebûnê dikin û ji bo mafên mirovan, ji bo mafên karkeran, ji bo mafên jinan û wekheviyê piştgriya şoreşê dikin. Û gelek girîng e ku li seranserê cîhanê piştgrên jinên li îranê hene niha. Û gelek spas ji bo piştgriya te jî û ji bo vê hevpeyvînê.
DANEZANA IKWRO’yê
Ev danezan ji aliyê piraniya Organîzasyonên Mafên Mirovan yên li Brîtanyayê ve
hat îmzekirin û hê jî beşdarî li vê danezanê berdewam dike.
IN SOLIDARITY OF WOMEN, LIFE, FREEDOM
On 16 September 2022, Jina Mahsa Amini, a 22-year-old Kurdish-Iranian woman was murdered by the Islamic Republic of Iran. Whilst visiting Tehran, she was arrested by the “morality police”, accused of not complying with the strict dress rules for women and was tortured and beaten, causing her death.
In the more than two months since then, thousands of girls and women have led protests, supported by many men in Iran. They are chanting “Women, Life, Freedom” and calling for an end to the oppression and gender apartheid that they have been subjected to for more than four decades.
Hundreds have been shot and killed, including more than sixty children. Thousands have been arrested. Many have been brutally tortured and raped and some have dies from their injuries. Some have taken their lives, feeling unable to continue living, as a result of the trauma inflicted upon them whilst under arrest by the Islamic regime.
THE SILENCE OF THE BRITISH GOVERNMENT IS DEAFENING.
We stand in solidarity with all women, girls and protestors, standing up against the oppressive Islamic Republic of Iran.
We join the call WOMEN, LIFE, FREEDOM.
We demand the respect of women’s rights and human rights across Iran.
We call for an end to the oppressive Islamic Republic of Iran.
WE CALL ON THE BRITISH GOVERNMENT TO:
Condemn in the strongest terms, the Islamic Republic of Iran’s brutal and widespread oppression of women and girls, and of all protestors.
Condemn in the strongest terms the Islamic Republic of Iran’s reactionary attack on Kurdistan.
Demand that the Islamic Republic of Iran immediately ends all torture and releases all political prisoners, including all arrested in connection to the protests.
Isolate the Islamic Republic of Iran, close the Embassy and Consulate in the UK, and call for all countries to close the Islamic regime’s Embassies and Consulates.
Campaign for the expulsion of the Islamic Republic of Iran from the UN Commission on the Status of Women
***
JI BO PALPIŞTIYA JIN, JIYAN, AZADÎ
Di 16ê Îlona 2022an de jineke Kurd-Îranî ya 22 salî Jîna Mehsa Emînî ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve hat qetilkirin. Di dema serdana Tehranê de, ew ji aliyê “polîsên exlaqê” ve bi sûcdariya ku rêzikên tund ên cilûbergên jinan pêk neaniye hat girtin, rastî îşkence û lêdanê hat û ev yek bû sedema mirina wê.
Di zêdetirî du mehan de ji wê demê ve, bi hezaran keç û jin pêşengiya xwepêşandanan kirin, ku ji hêla gelek mêran ve li Îranê piştgirî tê kirin. Sirûda “Jin, Jiyan, Azadî” berz dikin û banga bidawîkirina zext û cudahiya zayendî ya ku ev zêdeyî 40 salî li ser wan tê meşandin dikin.
Bi sedan kes hatin gulebarankirin û kuştin, ji wan zêdetirî şêst kesî zarok in. Bi hezaran hatine girtin. Gelek kes bi awayekî hovane rastî îşkence û tecawizê hatin û hinek jî ji ber birînên xwe mirine. Hinekan jî ji ber travmaya girtîmayîna di destê rejîma Îslamî de jiyana xwe ji dest dane.
BÊDENGIYA HIKÛMETA ÎNGILÎSTANÊ KERR DIKE.
Em palpiştiya hemû jin, keç û xwepêşanderên ku li hember rejîma zordar a Komara Îslamî ya Îranê rabûne dikin.
Em tevlî banga “JIN, JIYAN, AZADΔ dibin.
Em daxwaza rêzgirtina mafên jinan û mafên mirovan li seranserê Îranê dikin.
Em banga dawiya zordariyên Komara Îslamî ya Îranê dikin.
EM BANG LI HIKÛMETA BRÎTANYAYÊ DIKIN
Zexta hovane û berfireh a Komara Îslamî ya Îranê li ser jin û keç û hemû xwepêşanderan bi tundî şermezar bikin.
Êrîşa rejîma Îslamî ya Îranê ya li ser Kurdistanê bi tundî şermezar bikin.
Daxwaz ji Komara Îslamî ya Îranê bikin ku demildest dawî li hemû êşkenceyan bîne û hemû girtiyên siyasî, tevî hemû xwepêşanderên girtî azad bike.
Komara Îslamî ya Îranê îzole bike, Balyozxane û Konsulxaneya li Brîtanyayê bigire û bang li hemû welatan bike ku balyozxane û konsulxaneyên rejîma Îslamî ya Îranê bigrin.