Hunermendê serkeftî û sempatîk Seyîdxan Sevînç li Londonê konserek da. Konser di 26ê meha Mijdarê de li Oslo Arenayê ji aliyê Mozeventê ve hate organîzekirin. Hûnermendê ciwan û rûken ji bo konserê cara yekem hate paytexta Brîtanyayê. Konser gelek bi coş derbas bû.
Seyîdxan Sevînç hem stranên ji albûma xwe ya nû hem jî yên gelerî û yên hûnermendên din ên kurd stirî. Stranbêj Sevînç di navbera stranan de jî bi beşdaran re axivî û hin çîrokên di konsertên din de hatine serî wî bi awayekî pêkenok vegotin. Ne tenê stranên wî lê Kurdiya wî ya zelal û xwerû jî ji aliyê guhdarvanan ve gelek hate ecibandin. Ji ber eleqeya zêde organîzatorê çalakiyê û rêveberê mozeventê Ozgur Kaya digel hevalên xwe piştî konserê bi 3 rojan şeveke taybet li dar xist. Seyîdxan Sevînç di vê şevê de jî bi hezkiriyên xwe re hate ba hev û bi stranên xwe şeveke xweş û geş li wan borand. Me jî bi hûnermendê ciwan û serkeftî re hevpeyvînek çêkir. Fermo binêrin ka bo wî ev çend roj li Londonê çawa derbas kirine û xebat û projeyên wî çi ne.
Tu yekem care ji bo konserê hatî Londonê. Bi qasî min çavdêrî kir, konser bi coş bû. Lê bo te çawa derbas bû? Te çi hêvî dikir, çi dît?
Erê ev cara yekem e ez hatim Londonê. Hêj ku ez nehatibûm min ji hevalan re got. Kesên li wir ji welatên xwe dûr in. Bêriya tiştên wiha dikin, bêriya çanda xwe dikin, stranên xwe dikin. Ji bo min jî ev şanazî ye û bi kelecanim. Ji ber ku ez tu car nehatime Lonodnê, tu car ji welatê xwe evqas dûr neketibûm û bi hemwelatiyê xwe re şevek wiha derbas nekiribû. Şevek gelek xweş bû. Coşa guhdarvan jî, coşa sahneyê jî xweş bû. Her tişt bêhempa, bêqisûr bû, ti kêmasî jî tune bû. Bo min gelek xweş bû.
Tu kesekî bi ken û sempatîk î, lê ya bêtir bala min dikşîne tu bi Kurdî diaxivî li ser sehnê. Min dît guhdarvan gelekî bi vê helwesta te kêfxweş bûn. Gelek stranbêjên Kurd hene, kurdîbêj in lê ne kurdîaxiv in. Gava stran diqede xwe davên bexta tirkiyê. Tu çawa lê dinêrî? Kurdî bo te çiqas girîng e?
Gava mirov pirtûkek binivîse mirov nikare navê pitûkê bi zimaneke din binivîse. Eger naveroka wê pirtûkê bi Kurdî be divê navê wê jî bi Kurdî be. Eger naverok bi Kurdî be divê pêşgotin jî bi Kurdî be. Çawa mirov rabe karekî bike lê danasîn wî karî an pêşkeşkirina wî karî bi zimanekî din bike? Ev mesele dikeve ber mêrîngeriyê, kolonyalîzmê û faşîzmê. Çima? Kesên mêtînger û kolonyal wisa dikin ku kesên bindestên xwe dişibînin xwe. Tesîreke psîkolojîk li ser wan ava dikin. Em jî xwe dişibînin wan. Her çiqas em xebatên xwe bi Kurdî bikin jî em dibên qey zimanê sereke dîsa tirkî ye. Dibe ku em pênahesin lê ew psîkolojî bi me re û binhişê me de heye. Gava em karekî dikin bi Kurdî, piştî karê me diqede em dibên qey wezîfeya me bi kurdî xilas, ka em vegerin ser zimanê sereke. Ez li dijî vê yekê me. Eger ez karekî bi Kurdî bikim divê ez danasîna wê jî bi Kurdî bikim. Madem ez karekî bi Kurdî dikim divê ez axaftina wî jî bi Kurdî bikim. Çawa navê pirtûka min tirkî be lê naveroka wê bi Kurdî be? Tiştekî wisa nabe. Ev şaş e.
Herî dawî te albûmek derxist, bi navê “lerz”. Single’ên te jî hene. Bûn çend albûm û single? Stranên çawa tê hene, we çawa bijart?
Ev bû albûma duyemîn. Albûma yekem di 2020î de derket. Piştî albûmê 5*6 heb single jî min derxistin. Û piştî wan single’an beriya mehekî min albûma xwe ya duyeyîn derxist ya bi navê Lerz. Çima navê albûmê lerz e? Ji ber ku sendromeke min heye û navê wê tourette e. Ji roza ku ez hatime dinê heta îro ez dilerizim. Ez dilerizim loma navê albûmê lerz e. Lerz sembolîzekirina sendroma min e. Di albûmê de straneke gelerş heye, straneke Seîd Yûsiv heye, hunermendê nemir. Lê 6 stranên din yên min in. besteyên wan 6 stranan min çêkirine. Reggae jî têde heye, folk-rock jî heye, formên jazz jî hene. Ez naxwazim tenê li ser tarzekê bisekinim û bi vî awayî bimeşim. Ji ber ku bi rastî jî carna xwe aîdê reggae jî dibînim, xwe aîdê folk-rock jî, gelerî jî dibînim. Di her formekê de ji xwe tiştekî dibînim û dixwazim wisa bi nermahî û dilê wê tarzê jî neşkînim. Gava mirov bi wê tarzê tiştekî cuda çêke û rûnenê ser ziman dilê wê muzîkê dişkê, dilê zimanê jî dişkê. Ji ber wê ne ev formeke radikal û hişk e lê hinek nerm nermç Hinek reggae, hinek formekê din bînim ba hev. Û tiştekî wisa xweş çêkim.
Hûn çawa stranan, besteyan çêdikin? Tu dinivîsî an yekî din? Ji helbestên edebiyata klasîk jî çend besteyên te hene. Ne hêsane bi rastî bestekirina helbesta Melayê Cizîrî. Lê bi min ev gelekî li te tê. Ev eleqeya te ji ku tê?
Belê, heta niha 20 stran min çêkirine, ji wan stranan besteyê 12 stranan yên min in. 8 stran ne yên min in. Ez niha piranî li ser helbestan dixebitim. Aniha hevalekî min ê biqedr heye, Haymatlos Suad. Ji min re gotinên stranan dinivîse û ez besteya wan çêdikim. Mûzîk yên min in lê gotin yên wî ne. Nha xwe amade nabînim ku gotinan binivîsim. Ev meseleyeke kûr e. Ez niha rabim di stranekê de bêjim “min bêriya te kiriye, tu li ku yî” an jî ez bêjim “ez tenê me ez dimirim filan bêvan” ev ne rast e. Helbet ez dikarim gotin binivîsim. Lê ew gotin çiqas min eleqedar dikin? Çiqas rast in, tiştên min gotî çiqas hestên min in? Loma xwe hazir nabînim. Ez tenê mûzîk û besteyan çêdikim. Ez dixwazim xwe bi rastî sembolîze bikim. Ez çar salan çûme medreseyê. Ez Sêrtî me, botî me. Li medreseyê her şeva înê derwêş dihatin erbane lêdixistin. Zêde bala min dikişand. Min derwêş didîtin û wisa xweşî min diçû. Wextekî min xwest ez bixwejî erbane libidim. Min qesîdeyên Melê dixwendin, yên Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî dixwendin. Piştî min medrese berda, êdî min ew hebestvanên mezin ên kurd nas kirin. Piştî ku min bi profesyonelî dest bi mûzîkê kir, min got êdî wext e, ew hestên te yên zaroktayî derxe holê. Ne tenê bixwînî, lê îcra bikî. Dîwana Melayê Cizîrî li cem min heye. Min heta niha du helbestên Mela beste kirine, yek ya Baba Tahirê Ûryan û yek jî ya Seyda Elî Herîrî. Seyda Herîrî zêde nayê naskirin. Li gor Mela, Feqî û Xanî hinek li paş tê dîtin. Heta niha min çar helbestên klasîk çêkirine.
Helbet tarzeke te ya taybet heye. Lê, hûnermendên ku tu ji xwe ra tarza wan nêzîk dibînî an sûdê jê werdigrî hene? Kî ne?Helbet her kesî ku bi hunerê re mijûl dibe, xêzkirin be, sûretvanî, bila dans be, bila mûsîk be, bila şano be, her çi be, her kes di jiyana xwe de demekê yekî ji xwe re îdol digire, dixwaze wî/ê teqlît be. Pey wî/ê dikeve, jê sûd werdigre. Helbet yê min jî çêbû. Wextê xwe de min jî hinek teqlîtkirin, min ji wan fez hilda, min xwest wek wan bikim. Tesîra wan li ser min çêbû. Lê piştî demekê mirov rêya xwe dibîne, tarza mirov, dengê mirov rûdinê. Lê qîmeta wan kesan nakeve, dîsa ew bo te bi qîmet in. Lê êdî mirov tenê di rêya xwe de diçe. Mesela min ji Ciwan Haco pir tesîr girtiye. Belê niha tarza min û ya mamoste Ciwanî ne wek heve e. Lê demekê in zêde zêde fez jê girtiye. Tesîra wî li ser min helbet heye.
Xebat û projeyên nû hene gelo? Dikarî behsa planên pêşerojê bikî?
Belê, projeyeke min heye. Eger pêk were, tiştekî eks dernekeve, ez dixwazim albûmek bi 6 stranên Melayê Cizîrî projeyeke mezin çêkim. Lê bi orkestrayeke mezin û ew ê bibe projeyeke fermîç Ne ji bo medya civakî lê ji bo arşîva mûzîka Kurdî û edebiyata Kurdî. Armanceke min wiha heye. Lê ev projeyeke mezin e, ji hêla aboriyê ve mezin e, ne ji hêla bestekirinê. Projeya wa dixwazim zehf mezin e. Loma ez li hêviya şert û mercan im ku pêk were.
Her ger, konsert li pey xwe çîrokna dihêle an çîrokna berhev dike. Te ji Londonê çi berhev kirin?
Doh na, pêr min ji heval Ozgur, organîzaorê konserê, re jî got. Ev şeş- heft roj in ez li vir im. Ne ji hêla mûzîkê ve ne ji hêla hevalan re, ji hêla ew kesên ku ez li mala wan dimînim ji bo çi tiştî min tiştekî neyînî nedîtin. Heqet heta niha ti tişt neyînî min nedîtin. Qasî min gava xwe avêt Londonê û heta vê rojê ez pir memnûn bûm. Hem sehne, hem mêvanperwerî, hem hevaltiya navbera Kurdan li vir her tişt bêqisûr û bêhempa bû. Heqeten jî ez zehf kêfxweş bûm.