Silav xwînerên zimanê şêrîn.
Hejmara 23an ango Mijdar 2023 amade ye û hun dikarin hemû nivîsên vê hejmarê li ser malpera me bixwînin. Dîsa hun dikarn PDFa kovarê li ser malpera me daxînin.
Di vê hejmarê de bergê kovara me bi reng û delaliya cilê kurdî xemilî. Li Êlihê bi pêşengiya Organîzasyona Hunerî bernameya bi navê “Danişîna Cil û Bergên Gelerî Lewendî” hat lidarxistin. Kesên ku cil û bergên kurdî ya gelerî lixwe kiribûn derketin ber beşdarvanan. Ev çalakiya rengîn û watedar hêja bû ku em bikin bergê kovarê. Derbarê wê şevê de jî me nûçeyek amade kir.
Nivîskarê me Konê Reş di vê hejmarê de dîplomatekî gewre yê Kurd bi me dide nasîn. Memduh Selîm Begê Wanî. Mamoste Konê Reş wisa pênaseya wî dike: Destbirayê Mîr Celadet Bedirxan, Dîplomatê Kurd, Endazyarê Pêwendiyên Kurd Û Ermeniyan û Hîmdarê Komeleya Xoybûnê. Binêrin ka wî di navbera Komeleyên Kurdî de û di navbera gelê Kurd û Ermanan de dîplomasiyeke çawa meşandiye, di avabûna Komeleya Xoybûnê û Şoreşa Agirî de roleke çawa lîstiye.
Rojnameger Qesîm Etmanekî di pirtûkxaneya Medyayê de di navbera kitêban de derketiya rewîtiyekê û rastê çîroka partiyeke din a kurdî hatiye: Partiya Welatparêzên Demokrat. Ev tevger zêde nayê zanîn û nehatiye bihîstin. Hûnê çawaniya avabûna vê partî, armanc û serencama wê di vê gotarê bixwînin.
Lêkolîner û nivîskar Necat Zivingî gotareke wêjeyê pêşkeş kir vê mehê. “Mey û Işq: Hafiz û Cizîrî.” Zivingî di nivîsa xwe de helbestvanê navdar Hafizê Şîrazî û şahê helbesta Kurdî Melayê Cizîrî dide berhev. Binêrin ka Mela çawa bi hûnera xwe ji Hafiz diborîne. Gotareke gelek bitahm e. Jê nemînin.
Nivîskar û çîroknûs Rengîn Amêdî di gotara xwe ya vê mehê de li ser rojeva cîhanê dikeve hin hizr û xewnan û nivîsa xwe li dora girîngiya xewnan honandiye. Bêguman ji gelek zanîst û zanyarên cîhanê re îlham di xewnên wan de hatiye. Rola xewnan di van pêşketinan de û çend mînakên sereke ji cîhanê di vê nivîsê de hatine vegotin.
Di hejmara 23an de hevpeyvîneke me jî heye. Blogger Salomé Cizrawî ligel koma muzîkê Babetna suhbete xweş kir. Hezkiriyên muzîkê û şopînerên Koma Babetna werin vî alî!
Wênegir û Mamosteyê Felsefeyê Dilazad Art ji bo beşa Fotoşirove ya kovara Mijdarê hem 2 wêneyên xwe ji me re şandin, hem jî li ser destpêka felseyê gotarek pêşkeş kir.
Xwendakrê sînemayê Armanc Dayan dîsa ji me re gotareke sînemayê amade kir. Dayan, di nivîsa bi navê “Nîşeyek Li Ser Fîlma Rojnivîska Futbolê” de derbarê dewlet û civakê de tehlîlên başkêş derxistine.
Helbestvan Muqades Agirî bi helbesteke xwe piştgriya kovara vê mehê kir: Tirsiyane Ji Te!
Di beşa danasîna pirtûkan de Faîk Ocal Romana Mirîyê Heram A Bavê Nazê dide nasîn.
The Hall Kurdî ber bi 2 saliya xwe ve diçe. Em spasiya xwînerên ezîz û nivîskarên xwe yên kedkar dikin ku ev 23 meh in bi me re ne. Bi hêviya ku salên dûvdirêj ev kovar biweşe. Bi Kurdî bixwînin, The Hall Kurdî bixwînin û parve bikin.