Zanîn û nasîn ji hev cuda ne. Gelek dever û bajar hene, em dizanin, lê nasnakin. Gelek mirov hene di derbarê wan de me pir tişt bihîstine, lê nasnekirine. Nasîn, ne agahdarbûna ji hev e. Jê wêdetir e. Pirên mirovan emrê xwe xilas dikin, lê xwe nasnakin. Gelek mirov bi hev re dijîn, lê haya wan ji hev çênabe.
Bi xwendin, bihîstin û dîtinê em dizanin. Lê mebest ji zanînê çi ye? Hawar, bi du peyvan rave dike: “Zanîn xwenasîn e.” Piştî me nasnekir, ew zanîn ji çi re ye! Zanîn hewş be, nasîn hundir e. Zanîn temaşekirin be, nasîn tehmkirin e.
Mirov û milet, bi zanîn û nasînê di aramî û ewlehîyê de dijîn. Di vê rêwîtîyê de naskirina “yê din” herî kêm biqasî naskirina “xwe” giring e. Naskirin û pênasekirin ne yek alî ye. Eyn, bi xeyr tê naskirin. Tarî û ronî, sar û germ, qenc û xirab, reş û sipî bi hev tên naskirin.
Di pirtûka pîroz de cudatî û cîyawazîya mirov û miletan bi naskirinê ve tê girêdan: “Gelî mirovan! Me hûn ji mêr û jinekê afirandin û ji bo hûn hev nas bikin me hûn kirin gel û qebîle. Bêguman li cem xwedê qenctirînê we ew e ku herî zêde sitara xwe dike. Teqez xwedê dizane, agahdar e.” (Quran, 49/13)
Milet û netewe, xwedî karakter, kesayet û taybetmendîyên cuda ne. Helbet ev cudahî ji erdnîgarî, sedsalên dîrokê û serpêhatîyên jîyanê pêk tên û zû bi zû naguherin. Em û tirkan hezar sal e di bin guhê hev de ne. Ne bi hev re ne, lê ji hev ne cihê ne jî. Îcar em çiqas hev nasdikin?
Ji zû de ye (herî kêm sed sal) li hemberî me tirkekî sirûştî tune ye. Îmajek heye û yên di wê îmajê de digihêne hev ji wan re tirk tê gotin. Ew jî xwe wisa pênase dikin. Tirkên resen di koç û şeran de tune bûn. Lê nav û îmaja xwe ji doşirmeyan re hiştin. Û herî kêm sed sal e ev prototîp di laboratuarê de bi milyonan tê afirandin. Îcar çi laboratuar? 783 hezar km². Ev tirkbûn tiştekî wisa ye, xwe di ser herkesî re dibîne. Dîrok û dewlemendîyên hemî miletan dike ya xwe. Mîtolojî, dastan, çîrok, folklor û sitranên wan didize. Têrê nake, kesayetên navdar jî di deftera xwe de dinivîse. Ya herî sosret, xwe li ser yên din ferz dike. Ji me dûr bûna, belkî me xema naskirinê nexwariba. Lê naskirina tirkan ji bo me Kurdan mijareke man û nemanê ye. Tirknasî li me ferz e.
Naskirina miletan bi dîtin û zanîna kesan ne pêkan e. Jê re awireke bi qasî welatan fireh lazim e. Bi qasî dîrokan kevnar, bi qasî dahatuyê pêşbîn. Ew jî gotinên pêşîyan in ku bîra miletan in. Hizr û hest û bawerî û çanda miletan di xwe de dicivînin, dibin zimanê hevpar. Sedsal jî mohra xwe li wan gotinan dixin û wan ji dîrokê re dihêlin. Ne şirove û nirxandinên sûbjektîf in. Ji bo fêmkirin û naskirinê şifre û kodên herî zexm û ewle ne. We qet miraq kiriye bê tirk di gotinên pêşîyan de çawa hatine pênasekirin?
Kurdan ji bo tirkan biwêjên wek “romî” “roma reş” û “tirkên qûnbicilik” bi kar anîne û herî kêm 15 gotin (proverb) di heqê wan de ji dîrokê re hiştine. Ev hejmara zêde, gelek balkêş e û pêwîstîya nasînê destnîşan dike. Di gotinên pêşîyên Kurdan de tirk bi van wesfan xuya dikin:
Bext û bawerîya wan tune ye. Di vî warî de herî zêde ev gotin tê zanîn: “Bextê romê tune ye.”
Derewkar in. Aşê xwe li ser çemê derewan danîne. Pêşîyan gotîne: “Heçî tirk e virek e pê bawer neke”. Dîn û misilmanî jî yek ji babetên derewên wan e. Pêşîyan wiha hişyarî dane: “Ji tirkan pêxember jî derkeve jê bawer neke”.
Fêlbaz û xapînok in. Ne ciwamêr in, jixwere ne: “Tirk bi hîz in bi xap in, nan li ser qap in”, “Nanê romîyan li ser kaboka wan e”, “Mar rast diçe, Rom rast naçe”.
Esaleta wan tune ye: “Kengî behr bû şîr, wê tirk bibin eşîr”. Peyva eşîrtîyê di Kurdî de ji bo esaletê tê bikaranîn. Xanî, di Mem û Zînê de dirêj behsa Kurdan dike û sedemê nivîsîna xwe wiha dibêje: “Xanî ji kemalê bêkemalî/ Meydana kemalê dîte xalî/ Ye’nî ne ji qabil û xebîrî/ Belkî bi te’esub û ‘eşîrî”. Eşîrbûn, di wateya esaletê de ye.
Hevaltî û dostanîya wan ne ji dil e: “Hevaltîya tirkan weke agirê qirşikan e”
Debara wan şer û pevçûn e: “Gundî li hev nexin, Osmanî milkan naxwin” “Romî neyar in, Osmanî gurê har in”.
Xêra wan tune ye: “Tirk bibin ker jî, divê mirov lê siwar nebe”. Gotinên behsa hikûmetê dikin jî karaktera tirkan destnîşan dikin: “Hikûmet pir be, di ser re derbas nebe”, “Bawerî bi mêrê hikûmetê nayê”.
Ji bo xwe spartinê, gotinên pêşîyan çavkanîya herî ewle ne. Ji bilî wan gelek zana, şair û nivîskarên Kurd jî di berhemên xwe de behsa tirkan kirine û bal kişandine ser karaktera wan. Melayê Cizîrî di dîwana xwe de wan bi wesfên “xwînrêz, yexma, talan, şerker, êrişker” dide naskirin. Perto Begê Hekarî jî wiha wesfê wan dide: “Ji Frengan bike bawer ew bi te sondê dixwin / Lê ji wan tirkên siyehbext tu eyman meteleb”.
Ne Kurdan tenê, miletên tirk naskirine hemîyan derbarê tirkan de gotinên balkêş ji dîrokê re hiştine. Naveroka wan piranî tirs, dizî, çorsî, kirêtî û xirabî ye. Îtalyanî ji bo tirs û xofê dibêjin “Dayê, tirk tên” (Mamma li Turchi), ji bo kirêtîyê dibêjin “Weke tirkekî bêhna genî jê tê” (Puzza come un Turco). Sirbî, peyva Tirk (Turci) ji bo mirovên ji jinan re xirab, bikartînin. Biwêja “Weke tirkekî egoîst” (Ljubomoran kao Turčin) û gotina pêşîyan “Bi seyî û tirkî bawerî nayê” ya Sirbîyan e. Di Rûsî de peyva “tirk” ji bo mirovên “nezan” tê bikaranîn û wiha tê gotin “Heger tirkek ne ehmeq be, ew ne tirk e” (Если турок не придурок – значит он не турок). Maltayî jî peyva “tirk” (Tork) ji bo yên xofdar û nayên xwestin bikartînin. Frensîyan tirk weke mirovên bêperwa, hov, zordest û çavbirçî pênase kirine. Frensî dema dixwazin hovîtîya yekî nîşan bidin dibêjin “Tirkekî bira” (C’est un vrai Turc). Almanan jî peyva tirk bi awayê “Tirkê kîmyon” (Kümmeltürke), “Kûçikê tirkan” (Türkenhund) û “Pale, irxat” (Türkenknecht) bikaranîne. Îspanyolî ji bo yekî nizm bikin dibêjin “Turco”, Rûmenî ji bo bi cahiltîyê tohmetbar bikin dibêjin “Tu yê tirk” (Măi, turcule). Di Flemenkî de tirk ji bo kesên kirêt, hov û xwînxwar tê gotin û biwêja “Şibandina tirkan” (eruit zien als een Turk) di wateya kirêt û mekrohîyê de tê bikaranîn. Di Norwecî de biwêja “Mîna tirkekî hêrsok” (Sint som en tyrker) heye. Yûnanî jî dibêjin “Ji qehra bû tirk” (Εγινε Τούρκος). Ji bo mirovên pir hêrsok ku êrîşê derdora xwe dike “Egişne turkos” tê gotin.
Ji ber 400 salî bindestê tirkan mane, yek ji miletên herî zêde li ser tirkan biwêj û gotinên pêşîyan afirandine Yûnanî ne. Pêşîyên Yûnanîyan gotine “Cîyê pîyê tirkan pê ket gîya lê şîn nayê” (Όπου πατήσει Τούρκος, χορτάρι δε φυτρώνει). Di bîra Yûnanîyan de tirk xirabker, dagirker û yexmaker in. Ji bo yê çi tê ber dişewitîne hatîye gotin: “Mîna tirkan dişewitîne” (Καίει σαν Τούρκος). Bawerî bi tirkê dibe file jî nayê. Lewma tê gotin “Ku tirk bû fille, wê demê çûk jî dibe ahtapot”. Dîsa gotine “Tirk ew mar e ku bi te veda ye yan jî amade ye ji bo pêvedanê” (Ο Τούρκος είναι φίδι που, μόλις ζεσταθεί, σε δαγκάνει), “Di devê tirkan de dostanî heye, di dilê wan de tune ye” (Ο Τούρκος έχει τη φιλία στο στόμα, όχι στην καρδιά), “Di ser pira ku tirkan çêkiriye re bawerîyê neyne derbas nebe” (Ο Τούρκος και γεφύρι να γενεί, πάνω του μην περάσεις), “Di êrîşkerîyê de tirk û se heman in” (Ο Τούρκος και το σκυλί ένα πράμα είναι), “Tirk tê parsê, lê meqseda wî dizî ye” (Ο Τούρκος κάνει ελεημοσύνη για να κλέψει).
Miletên bi sedan salan yên weke Ermenî û Ereban ku ligel tirkan jîyane jî tirk bi awayekî xirab pênase kirine. Di gotinên pêşîyan ên Ermenîyan de wiha tê gotin: “Bi tirkan re hevaltîyê bike, lê dar ji destê xwe daneyne, her gav dikare bi te vede” (Թուրքի հետ ընկերություն արա, բայց փայտը ձեռքիցդ բաց մի թող). Ermenî ji bo yên awirên xirab di mirovan didin dibêjin “Çima wisa dinêrî, mîna tirkên li goştê berêz dinêrin” (Ի՞նչ ես թարս նայում, ոնց որ թուրքը խոզի մսին նայի). Ji bo malên tevlîhev û kirêt “Mala tirkan” (թուրքի տուն), ji bo yên ehmeq jî “Qey tu tirk î” (թուրք ե՞ս) tê gotin.
Faris jî di gotineke pêşîyan de wiha dibêjin: “Kerên weke tirkan di cîhanê de tune ne” (چون ترك در عالم خَر نبود) Her wiha dema bixwazin ji yekî re bêjin “Qey tu ehmeq î”, dibêjin “Tu tirk î” (تركي).
Bîra Ereban jî di heqê tirkan de gelek dîmenên xirab pêşkêşî me dike. Dema yek bi dizîyê tê tohmetbarkirin tê gotin “Wî nexe hundir, ew tirk e” (لا تدع له في البيت وهو الترك), dîsa di wateya xirab de tê gotin “Qey ez weke tirkan xuya dikim” (هل أبدو مثل الترك). Têkilîya tirkan bi oldarîyê re jî wiha dibe mijara gotineke pêşîyan: “Yê ji kar tê avêtin weke tirkan e, heta dest bi kar bike nimêj dike” (زي التركي المرفوت يصلي على ما يُستخَدَم).
Bi sedan zanayên rojhilat û rojava, yên misilman û ne misilman di heqê tirkan de wêneyên xirab girtine. Darwîn, tirkan wek neteweyeke hov û nizm pênase dike. Navdarên cîhanê yên weke Erasmûs, Montaîgne û Cervantes jî tirkan wek hov û barbar bi nav dikin.
Di pirtûka Macbeth ya Shakespeare de cazûya ku jehra xiyanetê çêdike “pozê tirkan” (nose of turk) tevlî dike. Di Othello de dibêje “Ger derewan dikim, bila tirk bim”. Dema du zilamên Othello şer dikin ji wan re wiha dibêje: “Çima hûn şer dikin? Qey hûn bûn tirk ku evqas hov in”.
Martîn Luther Kîng dibêje dema Filletî xirabû xwedê wek ciza xirabî bi ser wan de barandin. Pêşî weba, piştre tirk hatin.
Marco Polo dema behsa Konya, Qeyserî û Sêwasê dike wiha dibêje: “Yek ji gelên li van welatan jî Tirkmen in… Tirkmen çors û famkor in”
Montesquieu di “Ruhê Qanûnan” de wiha dinivîse: “Tirk kirêtên cîhanê bûn. Jinên wan jî wek wan ne delal bûn. Dema dilberên Rûman dîtin hiş ji serê wan çû. Dest bi revandina jinan kirin. Jixwe her eşqîya bûn. (…) Tirk di nav gelan de yên herî nezan in.”
Çawa li jor gotinên pêşîyan ên misilmanan yên din piştrast dikirin, zanayan misilmanan jî di vê mijarê de rojavayîyan piştrast dikin. Di gelek çavkanîyên misilmanan de behsa tirkan wek yecûc û mecûcan derbas dibe. Dîrokzanê dema Selçûkîyan Kerimedîn Mahmûdê Aksarayî wiha nivîsîye: “Tirkên xwînxwar weke se û guran in. Firset bikeve destê wan yexmayê xenîmet dizanin, lê ku hêzên neyar hatin direvin.” Sadîyê Şîrazî jî tirkan weke “Qewmê dehşetê belav dike û xwînxwar” pênase dike. Di çîrokên hezar û yek şevê de tirk “xirabker û yexmaker” in. Pîyê wan bi kuderê bikeve ew der dibe xirbe.
Di serdema Osmanîyan de gelek nivîskar û zanayan misilman bi xirabî behsa tirkan kirine. Ibnî Bîbî “tirkên nezan, tirkmenên fesad”, helbestvan Bakî “Serê tirkan çors e”, dîrokzan Mustafa Naîma “Tirkên nezan, tirkên famkor, tirkên lanetî” bikar anîne, helbestvan Nefî jî wiha gotîye: “Heq, kanîya irfanê li tirkan heram kiriye”. Xoce Sadedîn jî biwêja “Etrakê bê îdrak” îcad kiriye û gelek peyvên wek “Hîlebaz, bêhiş, debeng” bi kar anîne.
Şairê gewre yê Îranê, Hafizê Şîrazî jî di gelek risteyên xwe de balê dikişîne ser tirkan. Ji van risteyan bi giştî yexmakerî û xwînrijîya wan dîyar dibe. Di risteyekê de wiha dibêje: “Qurbana çavbirçîbûna tirkê leşker! Ji xirxeyekî pêve tiştekî min nîne, dîsa êrişî min kir”.
Di vê mijarê de gotinên Mewlana Celaledînê Rûmî jî gelek balkêş in. Li gor Mewlana tirk hêzdar in, lê bêhiş, kîndar û xwînrij in. Wiha dibêje: “Di çêkirinê de Rûm, di xirabkirinê de Tirk. Lewra avakirana cîhanê xusûsîyeta Rûman, xirabkirin ya tirkan e.”
Mijar têra kitêban fireh û dewlemend e. Em gotin û pênasekirinên kesayetan wek şiroveyên subjektîf binirxînin jî, ne pêkan e ji gotinên pêşîyan birevin. Dîsa ne pêkan e evqas gelên cuda di mijarekê de hev piştrast bikin. Jixwe tirk jî xwe wek “esker-milet” pênase dikin. Ya ecêb xewn û xeyal û xwexapandina Kurdan e! Çîrok û çîrvanoka gelê demokratîk û biratîya dîn e! Rastî tehl e:“Li nav narê evê pêtê/ Li ser sêlê xewa kê tê”. Bi xewn û xweşkirinê naguhere. Yê nexweş divê li xwe bipirse. Yê din divê ji taûn û şewbê bitirse.
Necat Zivingî
Lêkolîner û Nivîskar, Stanbol