Di çîroka mirovahîyê de mala pêşî şikeft e. Zivistanan germ, havînan hênik e. Bîra hezar salan e. Lewma di şikeftan de kûrahîyeke ruhkêş heye.
Ziving, peyveke mê ye. Wateya wê şikeft e. Gundên bilind û asê, yên bi şikeftên xwe navdar, Ziving in. Ev der zivistangeh in. Di Kurdîya Zazakî de navê beşeke malê Ziving e.
Ziving mîna malzarokê ye. Hêlîn e. Wargeha hebûnê ye. Di nav Kurdên Êzîdî de “Dara Zivingê” dara pîroz ya şêwrê ye. Ev dar, li jora gelîyê Kersê, li deşta warê Xidir, li gundê Zivingê ye. Çi cara ferman li Êzîdîyan rabûye, Êzîdî li bin vê darê civîyane û şêwra xwe kirine. Di sitrana li ser berxwedana Êzîdîyan de navê vê darê wiha derbas dibe: ‘’Lê dayê dinya li me teng bû weka Tara Bêjingê… Şêwr û tekbîrên van kurê ciwanmêrên ketine raserî gelîyê Kersê, bin dara Zivingê” (bnr. Nûçeya Rojnewsê, Dara Zivingê)
Navê Zivingê di hinek klam û sitranan de derbas dibe. Sitrana Hozan Mistê ya bi navê Meymê yek ji wan e: “Lê lê Mêymê korê kula xwedê mala bavê ketê zivingê heya vê zivingê / Bila xwedê xerab bike mala xweyê şeşxanê / Na wele bavo dîsa xweyê vê tivingê”.
Di sitranekê din de wiha derbas dibe: “Lê lê ji zivingê heya vê zivingê lo lo lo lo lo / Agirê xwedê bigire mala xwedîyê vê tivingê”.
Hinek gund hene wek “Ziving”a gûndekî din hatine zanîn. Piştre jîyan geş bûye û navekî din girtine. Bahwarê yek ji wan gundan e. Ev gund demekê Zivinga Helexê ye. Lê niha wek Bahwarê tê naskirin.
Li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê gelek gundên bi navê Zivingê hene. Li gor lêkolînên min hejmara van gundan sêzdeh e.
- Zivinga Hebizbinîyan (Kışlak): Bi navê Zivinga Daleqandî jî tê zanîn. Gundekî asê û bilind e. Navenda eşîra Hebizbinîyan e. Ji ber li herêmê gundê herî kevnar e, dibêjin Hebizbinî ji vî gundî belav bûne.
Li gund keleheke dîrokî heye. Nayê zanîn bê çend hezar salî ye. Lê di nav gundîyan de wek keleha Qeyserê Romê tê dîtin.
Her wiha li gund goreke 500 salî kevn heye. Li ser kêla gorê “Zeynedînê kurê Cezûzî” dinivîse. Ji ber piştî zewacê bûk û zava diçin ser wê gorê û diayan dikin, jê re “Tirba Bûk û Zava” tê gotin.
Zivinga Hebizbinîyan digel nêzîktirê Mêrdînê ye, lê di qeydên dewletê de bi ser Kercewsa Batmanê ve ye.
- Zivinga Sipî (Akçakuşak): Bi ser navçeya Basa (Güçlükonak) ya Şirnexê ve ye. Mezrayeke Hebizbinîyan jî bi heman navî heye.
- Zivinga Hacî Elî (Yağızoymak): Wek Zivinga Botan jî tê zanîn. Bi ser navçeya Basa (Güçlükonak) ya Şirnexê ve ye. Şirovekarê dîwana Cizîrî, Mela Ehmedê Zivingî (1893-1971) ji vî gundî ye. Her wiha dîroknasê edebîyata Kurdî Evdireqîb Yûsuf û Mela Elîyê Baqustanî ji vî gundî ne.
- Zivinga Temika (Eski Mağara): Li derdora Nisêbînê ye. Zanayê navdar Mûsa Anter ji vî gundî ye.
- Zivinga Dirêj (Otluk): Li derdora Midyadê ye. Gundê eşîra Dorikan e. Keleheke dîrokî li gund heye. Li gor gundîyan keleh ji dema Skenderê Makedonî maye. Mela Ebdullahê Firfêlî (1907-1995) ji vî gundî ye.
- Zivinga Şikakan (Ağaçyurdu): Gundê navçeya Basa ya Şirnexê ye. Li çîyayê Gabarê ye. Dersdarê navdar Mela Mihemedê Zivingî (1876-1971) ji vî gundî ye.
- Zivinga Mendan (Armutalan): Gundê Mendîyan e. Di navbera Stewrê-Midyad û Hebizbinîyan de ye. Bi ser Stewrê ve ye. Şirovekarê Quranê Mela Muhemedê Zivingî ji vî gundî ye.
- Zivinga Celo (Yoncalı): Wek Zivinga Celikan û Zivinga Celo tê zanîn. Bi ser Kerborana Mêrdînê ve ye.
- Zivinga Pirareş (Akıncı): Gundekî bi ser Pira Reş (Karaköprü) ya Ruhayê ve ye.
- Zivinga Zoro: Zoro, mirovekî Êzîdî ye. Mezinê eşîra Şedikan e. Di salên 1830î de mîrektîya herêmê kiriye û ev gund ava kiriye. Piştre wek Zivinga Yaho deng daye.
Mezraya Newalê (Eskihamur) ye. Bi ser Bişêrîyê ve ye. Wargeha eşîra Reşkotan e. Di dîlokekê de navê vê Zivingê wiha derbas dibe: “Ez li çola Zivinê tu çola Zivingê / Çavê lawik di xwe de destî ser tivingê”.
- Zivinga Duhokê: Di navbera Mangêşk û Bamernê de, bi ser navçeya Mangêşkê ya parêzgeha Duhokê ve ye.
- Zivinga Kanîmasê: Bi ser navçeya Kanîmasê ya parêzgeha Duhokê ve ye. Tenê şûnwarên wê mane.
- Zivinga Efrînê: Nêzîkî Efrînê, bi ser navçeya Bilbilê ve ye. Li derdora çîyayê Hawarê yê Efrînê jî gundekî bi navê Zivingê heye. Ev Ziving yek e, yan du Zivingên cuda ne, nizanim.
Li gor agahîyên min bi dest xistin, Zivingên heyî ev in. Heger piştî weşandina vê nivîsarê agahîyên nû derkevin, mirovên zivingan xwe bigihînin min û agahdar bikin ez ê kêfxweş bibim.
Ez Necat Zivingî. Lawê Evdilkerîm. Ji Mala Hêcî. Min heft salên zaroktîya xwe li qesra me ya Zivingê derbas kirin.
Êvarên înan, min bi çavê xwe temaşe kir. Çirayek ji ser tehta miriyan pê diket, ji çem derbas dibû, diçû li bin dara gûzê ditefîya.
Min li keliha sedsalan lîst, çîroka tehta xezînê bihîst. Yekî nanê bi sêhr çêkirîye û çûye ber tehtê, sê caran bang kiriye “Qero! Qero! Qero!”. Dema derîyê tehtê vebûye û ezameta Qero dîtiye, ketîye û ji hiş çûye.
Li çemê newalê ketim avê. Ji berû, sêv, hirmî û xoxên sirûştî xwar. Min dara gûzê daweşand, tirûreşk û hijîr dane hev.
Li nav rezan, li bin dêlîyan gerîyam. Me tirîyê mezrone esirand, di mehseran de. Keland û kir dims.
Min da dû şevşevokan di şikeftan de. Digotin yê vexwe bi aqiltir dibe, min di baskê şevşevokekê de av vexwar.
Bi dû hêlînên kundan ketim. Bi tîtî, şalûl, kevok û tivîlkan re min hevaltî kir. Bûm şivanê pez, şîr doşand, tehma firo ji bîr nekir.
Li hespan siwar bûm, bi tajîyan re da dû rovîyan. Min ji sihoran hez kir, bi jûjî û kûsîyan lîst. Kûçik xwedî kirin.
Mar bi kalê me vedabû, xwîndarîya me û wan hebû. Me digot “Ji bo heyfa kalê min”.
Di şeveke tarî de min reva gurekî ketibû pez dît. Me li nav erd patos dikir.
Gelek serpêhatîyên min bi ajalan re hebûn. Hilkişîyabûm tehteke bilind, ji bo çêlîkên kundekî. Lê kund hatibû û bi baskê xwe şeqamek li min dabû. Jê qerîyam û daketim.
Ji ber me tim li asîmanan dîbûn, min nedizanî eylo, ewqas mezin û bi heybet in. Rojekê me yekî birîndar girt. Bir, derman kir û firand.
Ez Necat Zivingî. Netebitîm di şikefta xwe de. Ji Zivingê derketim. Bi dunyayê ketim.
Vegera li zaroktîyê
Piştî heft salên zaroktîyê, malbata min ya ku tik û tenê li serê wî çîyayî mabû (bavê min digot dernayêm) ji gund derketibû û nêzîkî bîst salan bi hesreta Zivingê mabûm. Bi derbasbûna salan, bêtir di hişê min de bûbû cîhaneke xeyalî.
Niha nayê bîra min bê kîjan salê min serdana Zivingê kir û hestê min çi bûn. Lê baş dizanim, zewqeke bêhempa bû vegera li wargeha zaroktîya xwe. Mîna xewneke efsûnî.
Çima ewqas sal di ser re borîn? Rê nebû, Zivingê gundekî dûr û asê bû, tirs hebû, û kesî negotibû ka em serîyekî li gundê xalî bixin.
Piştî salan, çendîn caran çûm. Li dewsên zaroktîya xwe gerîyam, lê tim ligel min yek hebû.
Vê carê dema tenê çûm, pê hesîyam. Mîna tenê perdeyek di navbera min û zaroktîyê de, kelecanî û hestyar bûm.
Ji ber tim bi hinekan re hatibûm, di kaş û hevrazên zaroktîya xwe de nemeşîyabûm. Û şikeftek hebû, neçûbûmê. Gelo ew şikeft bira jî heye? Vê carê di hevrazan re hilkişiyam û bi ser wê şikeftê vebûm. Hez û daxwazeke enteresan xwe li min pêça.
Vê carê pê hesîyam… Zêde dirêj nekim. Divê mirov tenê vegere zaroktîya xwe.