Dema mirov wêneyekî digire, pir li ser nasekine. Lê meh û sal derbas dibin, wateya wî wêneyî zêde dibe. Lewra wêne ne tenê dem û dever û dîmenekî, gelek caran derûna wê demê jî di xwe de dihewîne. Rojnivîsk û nûsîna bûyeran jî welê ne.
Di dîrokê de mirovên qeyda bûyeran digirin weqanûs an jî weqayînivîs in. Berhemên roj bi roj bûyeran qeyd dikin jî weqayîname ne. Ji wan re kronîk jî tê gotin.
Weqayînameya herî kevn Kronîka Nestor e. Di navbera 850-1110an de wek dîroka Knezîya Kîevê hatîye nivîsîn. Ji bo dîroka Slavên rojhilatî û Rûsan çavkanîya bingehîn e.
Her wiha giringîyeke taybet ya weqayînameyan bo Kurdan heye. Navê Kurdistanê bi şêweya îro cara yekê di Weqayînameya Mateos (952-1136) de derbas dibe.
Piştî înternet û torên dîjîtal derketin, nivîsa bi pênûsan her ku çû ciyê xwe ji rûpelên dîjîtal re hişt. Di vî warî de mîna weqanûsî yan rojnivîskîyê, blog pêk hatin. Gelek kesan di blogên xwe de roj bi roj dîtinên xwe nivîsîn.
Li gor tê zanîn yekem nivîsa blogê di sala 1994an de Justin Hall nivîsî. Bi piranî behsa jîyana xwe ya li Swarthmore Collage kir. Piştî wî pir kesan rojnivîskên dîjîtal nivîsîn. Lê Jorn Barger di sala 1997an de têgeha “Weblog”ê li cihana dîjîtal zêde kir. Ji kesên blognivîs re blogger hat gotin.
Bi demê re gelek blogên Kurdî vebûn. Bi taybet piştî 2010an pêleke blogerîyê pêk hat. Min jî bi navê “ramanaronak” blogek vekir. Wê demê ji ber 2 salan tevlî siyasetê bûm, fikra min û partîyê hev nedigirt, mecbûr mam û min bloga xwe rakir.
Lê hinekan bê navber blogerî domand. Her çiqas gelek blogên Kurdî hebin jî, ya ez dibînim du kes tim çalak û bi awayekî perîyodîk weqanûsîna blogerîyê dikin: Zinarê Xamo û Devliken Kelogirî.
Devliken li ser lînka https://devliken.blogspot.com/ bi şêwaza xwe ya taybet hema bêje her roj dû ji xweşbêjîyê dibe, civatê germ dike.
Zinarê Xamo bêtir mîna weqanûsekî dinivîse. Malpera Zinarê Xamo https://zinarexamo.blogspot.com/ e. Lê navê wê “Hindik-Rindik” e. Bi nîşeya “ji sala 2007a vir va…” weşanê dike. Heya niha derdora 10.000 nivîsaran belav kirine.
Çîroka Zinarê Xamo gelek balkêş e. Ew dibêje: “Ez pir serbilind û bextewar im di van 16 salên blogerîya min da min ne rêzek bi tirkî nivîsî, ne jî şiroveyeke tirkî qebûl kir.”
Lê gelo ev rind û rûsipîyê di 70 salîya xwe de hevaltîya 17 salîyan dike kî ye?
Xamo, ji Wêranşarê ye. Di sala 1950 da hatîye dinê. Lawê Bûboyê Xamo û Efra Emîn e. Bavê çar zarokan e. Di sala 1980yî da wek surgûnekî çûye Swêdê û her li Stockholmê jîyaye.
Qet neçûye mektebê, xwendin û nivîsînê bi xwe fêr bûye. Ji xwendinê, ji nivîsînê, ji ger û dîtina welatê xwe û dinyayê pir hez dike. Evîndarê zimanê xwe ye.
Piştî çûye Swêd, Kurdî bûye sebr û arama ruh û giyanê wî û bênavber nivîsîye. Bi vê hez û dildarîyê bûye blogerê Kurdîya Kurmancî yê pêşî.
Bi navê Hindik Rindik, Antolojîya Çîrokên Zarokan û Stiriyên Me, 3 berhem nivîsîne. Her wiha ‘’Bide Dû Dilê Xwe’’ ya Sussana Tamaro ji Swêdî wergerandîye Kurdî. Û pir çîrok bideng kirine, bûye sewta çîrokbêjîyê di guhê gelek zarokan de.
Lê ya herî cuda bûyernûsîna wî ye. Zinarê Xamo, weqanûsê hemdem û şahidê serdemê ye. Bi salan e bloga xwe birêkûpêk dixebitîne û nahêle gelek tişt winda bibin. Bi awireke Kurdistanî wan ji dîrokê re dihêle.
Berya blogê, çi qewimî be û tevlî çi konferans, bername û xebatên sîyasî bûbe, dîtinên xwe li ser wan nivîsîne. “Stiriyên Me” mîna naveroka blogê, dîtinên wî yên salan in. Mirov dema dixwîne matmayî dimîne, gelek tiştan ji hûndir ve dibîne. Her nivîseke wî dibe wesîqeyek ji dîrokê re.
Civaka me bi giştî, zindî-hesûd û mirî-hez e. Lewma zû bi zû kes kesî naecibîne, pişta rastî û delalîyê nagire (Ji bilî derdorên hevalbendîyê û partîyan).
Zinarê Xamo bi tenê ne weqanûsekî neqane ye. Wek zana û rûsipîyekî Kurd yek ji kesayetên mustesna ye. Kî çi qencîyê bike teqdîr dike. Bi taybet ji ciwanan re dibe pişt û penah. Ji civakê û ciwanan re sî û sermîyan e. Milet û civak bi vê alîcenabî û keremdarîyê dikemilin, bilind dibin.
Mixabin weke her welatê paşverû, li tirkiyeyê, her wiha li Kurdistanê mirovên sîyasî qedr û qîmetê dibînin, zana û aqilmend zêde nayên dîtin.
Zinarê Xamo, bi kesayet û aqilmendîya xwe mînakeke taybet e. Ji hemî kompleks û alîgirîyên sîyasî dûr, Kurdayetîyeke sirûştî dijî. Diafirîne, hez dike, dide hezkirin. Belkî pêwîstîya me ya herî mezin ev e.
Apê Zinar dewsên mayînde dihêle, wê her bimîne. Mirov bi helwest û hebûna wî şanazîyê dike.