Spora mirov zivistanan bi alîkarîya alavekê xwe li ser berfê dişemitîne, kaşîn e.
Di dîrokê de şêweya pêşî ya kaşînê, ji bo berfê bi çêkirina alavên ji daran pêk hatîye. 20 hezar sal berê mirovan ji darên wek çamê alav çêkirine, hinek bi qetranê hinek bi çerm zexm kirine.
Li deverên wek Sibîrya û Mongolyayê di şikeftan de resmên mirovên pîyê wan bi kaşîn hatine xêzkirin.
Bermayîyên herî kevn yên kaşînê li Rûsya devera Vîsê hatine dîtin. 8 hezar sal berê hatine çêkirin.
Li Norwêcê li ser tehtan dîmenên mirovên kaşînê dikin yên 5 hezar salî hene. Li Swêdê kaşîna herî kevn (hoting ski) 4500 salî ye.
Kaşîn pêşî wek hêz û hunerekê, di sedsala 15an de ji alîyê artêşên Swêd, Norwêc, Polonya û Rûsya ve hat bikaranîn.
Di sala 1866an de li Osloyê yekem pêşbazîyên kaşînê hatin lidarxistin.
Di sala 1924an de li Bernê Federasyona Navneteweyî ya Kaşînê (FIS – Federation International de Ski) hat damezrandin û kaşîn tevlî olîmpîyatan bû.
Ji du salan carekê pêşbazîyên “Dîsîplîna bakur” û “Dîsîplîna Alpê” (alpine skiing, downhill skiing) tê lidarxistin.
Kurdistan, çiqas welatê rojê be ewqas jî welatê çîya û berfê ye. Bi taybet li serhedê welêt, her sal berfeke zêde dibare.
Lê gelo Kurdan ji bo kaşînê (ski) û alavên wê çi peyv bi kar anîne?
Peyva sereke “kaşîn” e. Yan jî kaşûn. Li derdora Ruhayê “kaşîn”, li nav hinek Kurdên Zaza û deverên wek Farqînê “kaşûn” tê bi kar anîn. Li hinek deveran jî “kaşan” heye. Ev her sisê peyv heman in. Lê li gelek deverên Kurdistanê peyvên pir cuda hene.
Li Botan, Badînan û Colemêrgê peyva “serkoş” tê bi kar anîn.
Li gelek deverên wek Îdir û Bazîdê “şiqîn” tê gotin. Wek mînak: “Wisa dişiqitî mîna bayê Elegezê”.
Li Depa Xarpêtê, Tatos, Erzirom û Gimgimê peyva “xijkirin”ê (Xuşkirin) tê bi kar anîn. Mirov dibêjin “were em xwe xij bikin. Zarok xwe rind xij dikin”. Ev peyv li derdora Şemzînan Xoşk, li hinek deverên Colemêrgê “xişokdadan” û “xişikandin” e. Her wiha li hinek deveran dibe “xişîn”, li hinekan “xwîşkirin” (xwe li ser berf”ê xwîş dike), carinan “xişîn”, carinan “xwêjik” e.
Peyvên mîna “xîdor”, “xîzo”, “xwedad”, “xijîjank”, “kêşkêşk” “zulkirin”ê jî hene. Kurdên Soran peyva “Xilîskêne” bi kar tînin.
Ji van peyvan pêkan e peyva “şiqîn” û “ski”yê ji yek bingehê bin. Ski di Ingilîzî, Frensî û Elmanî de tê bi kar anîn. Di zimanê Îspanyolî de dibe “esqui”.
Ji bo alavên kaşînê jî li gor herêm û deveran gelek navên cuda hene. Kaşok, Kaşkaşok (Licê), Tawik (Meraş), Taxok (Mûş, Norşên), darkaş, darkaşok (Miks), xijûnek (Sêrt) û qole (Goyî) hinek ji van navan in. Ev alav bi giştî ji hinek daran tên çêkirin.
Li gor vegotina Gewran Goyî “Kurdên Goyî her sal diçin “kaşê”. “Qole”yên wan ji dara gûzê çêkirî hene û ew li ser “dirb”ê bi wan qoleyên gûzîn “xwe kaş dikin”. Carna dirb nerm dibe, lê carna jî diqerise û wek hesin hişk dibe û dibe “dirba cemedanî”. Eger dirb berbijor bilind be, qole li ser vê dirba cemedanî wek balefirê tûj diçe. Carna qeza çêdibin, û “qolevan” birîndar dibin. Hinek qolevan hosta û kêrhatî ne, ew “werîs”ê xwe bi “îşk”ê dişidînin, û “çok”ê xwe baş bikartînin. Çok, wek dîreksiyona kaşê ye. Eger kesek nezane darê çokê bikarbîne, ewê teqez xwe seqet bike…”
Ji bilî alavên kaşînê, li nav Kurdan pêlava berfê ya taybet jî heye. Navê wê “lekan” e. Yanî “lingpan”. Li Geverê wek “liyan” û “luwan” jî tê binavkirin. Li cem Semsûrîyan navê wê “hedik” e. Li herêma Goyan “kile” ye. Her wiha li hinek deveran “keleka berfê” heye.
Li gor vegotina Şerefnameyê, di zivistaneke sedsala 9an de li deşta Mûşê şer di navbera Kurd û Ereban de qewimîye. Kurdan bi xêra wê pêlavê Ereb têk birine û ji herêmê derxistine.
Dîyar e Kurdan ji bo xwe şemitandina li ser qeşa û bûzê jî peyvan cuda bi kar anîne. Li nav Celalîyên Bazîdê peyva “tîl”ê tê bi kar anîn û tê gotin “xwe li tîlê xistin”, “em ê xwe tîlê xin”. Mirov dikare vê jî wek hokeya ser qeşayê binirxîne.
Ji dewlemendîya ferhenga Kurdî ya vê babetê, dîyar e Kurd di hezar salên dîrokê de zivistan himbêz kirine û ji bilindayîyên çîyayên mîna Zagrosê bi işq û hezkirin herikîne deşt û newalan.
Îro gelek welatên mîna Swîsreyê bi kaşînê tên naskirin. Kî dizane, belkî rojekê, di şert û mercên azadî û serxwebûnê de Kurdistan jî bibe yek ji navendên kaşînê.
(Not: Agahîyên vê nivîsarê ji pirs û bersivên li ser torên civakî pêk hatin. Nizanim heta niha “Kaşîn li Kurdistanê” hatîye nivîsîn yan na. Belkî di vê mijarê de ev gotara yekem be. Wêneyên Al: Zerda Stêre)