Hişmendiya çêkirî îro asta herî bilind a teknolojiya mirovahiyê ye. Her ku behsê tê kirin mirov bi kelecan dike. Lê piştî demekê jî dixe metirsiyê. Ku hemû kar ew karibe bike nexwe em ê çi bikin?
Ev bi tena serê xwe metirsiya herî mezin a mirovahiyê ye.
Lewra 100 sal berê dema şoresa pîşesaziyê bi milyonan kes bêkar man ji ber ku li şûna wan makîne îş kir. Îro dibe ku rewş ji wê xirabtir be. Lewra wê carê wê makîne bifirikin. Gava makîne şûna me girtin dibe ku em bi kêrî tiştekî neyên?
Ev metirsî ji analîza Fona Pereya a Navneteweyî IMF’ê tê. IMF dibêje dibe ku hişmendiya çêkirî newekheviyê zêde bike û tesîr li ji sedî 40ê dinyayê bike.
IMF di analîza xwe de dixwaze dewlet dest bi mudaxaleyên bike ku teknolojî nebe sedema rageşiyên civakî.
Niha IMF dipê li welatên pêşketî dibe ku hişmendiya çêkirî ji sedî 60 karan bike.
Îro wek ferazî ji hişmendiya çêkirî çi were xwestin tê bidestxistin. Ev yek wê gelek karan ji holê rake û dibe ku gelek însan bêkar bimînin.
Metirsî ji karên hişmendiya çêkirî zêdetir dibe ku di navbera welatan de asta pêşketinê bi awayekî bêdenge bike. Lewra tevî ku hişmendiya çêkirî gelek îşan dike wê hêj li piraniya welatan şûna mirovan negire. Bi taybetî li welatên nepêşketî hişmendiya çêkirî ferqa bi welatên din zêde bike.
Dewlet û saziyên dewletê niha çavderiyê dikin û dikin li gorî wê qanûnan derxin.
Lê mirov dîsa jî divê nekeve metirstiyê lewra di dema pişesaziyê de makîne li şûna însanan îş kir, lê însan jî di çêkirina makîneyan de xebitîn. Niha jî jî dibe ku heman be.