Gava nivîskarê Îrlandî yê navdar James Joyce di sala 1941î da tê definkirin, konsolosê Îngîltereyê Lord Dewender li ser gora wî wiha dibêje:
“Georgo Moore çû, Yeats çû û niha jî Joyce çû. Di noqteyekê da ez gelekî emîn im: Di têkiliya navbera Îngîltere û Îrlandayê da çi şaş yan jî rast dibe, bila bibe, ez dizanim ku ew ê Îrlanda bi awayê herî îronîk û nazik heyfa xwe ji me bistîne: ew ê bi berdewamî nivîskaran bide me….”
Îsal 100 salîya berhema navdar Ulysses a James Joyce tê pîroz kirin û herwisa bi wergera Kawa Nemir ew ê bi Kurmancî jî derkeve. Di cîhana edebîyatê da Ulysses wek şaheserekê tê dîtin. Digel ku di navbera Îrlanda û Îngîltereyê da şerekî mezin dom dike û James Joyce ji bo welatê xwe, Îrlandayê, azadîyê dixwaze û Îngîltereyê wek kolonyalîst dibîne jî, dîsa ew vê şahesera hanê bi zimanê kolonyalîstên xwe dinivîse.
Herçiqas Lord Dewender vê xizmeta ji zimanê wî ra wek ‘heyf jê stendin’ îfade bike jî, di netîceyê da kirina James Joyce bi xwe îronîyeke mezin e. Û pirseke mezin ji bo me ev e: Gelo çend Kurd bi vê îronîyê dijîn?
Abdullah Încekan
Zimanzan, Elmanya