ji nav guleyan
nav baranên kîmyewî
ji kozikên agiran derketime
ji dûrrr hatime
dilopên xwînê rijiyaye
li ser xeyalên min
wa hatime delalê min
li ber derê te me
wekî dîrokeke jibîrkirî
nexşeyeke rêya xwe şaşkirî
evdaleke ezmûnkirî
û straneke qedexekirî
wa hatime delalê min
li ber derê te me
teniya evînê dirije
ji bijangên min
bi daxwaza eşqekê nejiyayî
bi kelecaniya ciwantiya nîvcomayî
wa hatime delalê min
li ber derê te me
hisret kom kiriye min
qefş bi qefş
ji zozanên Serhedê
bûme Dîcle
bûme Ferad
dîn bûme di werzên biharan de
herikîme li ser axa dêrîn
ji dûrrr hatime
li ber derê te me delalê min
Muqades Agirî, li navçeya Dutaxê ya Agiriyê hatiye dinê. Heta Lîseyê li Dutaxê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Ziman û Wêjeya Erebî di nîvco de hiştiye. Li Zanîngeha Yuzuncu Yil Beşa Karsaziya Turîzmê qedandiye. Di sala 2014an de, li Zanîngeha Anadolûyê beşa Karsaziyê bi dawî kiriye. Sala 2017an, li Zanîngeha Artûklûyê Lîsansa bilind a Ziman û Çanda Kurdî qedandiye. Di rojnameya Azadiya Welat de edîtorî kiriye. Li ser malperan gotar û nivîsan dinivîse. Niha li Birîtanyayê jiyana xwe didomîne.
Berhemên wê:
-Dilê Kûvî –Helbest, 2016 Weşana JJ/ Amed
-Hestên Xalî -Helbest, 2021 Weşana Payîz/ Amed