Min recm bikin, tawanbar im
Serê min bixin bin hîmê minareyan,
Werin min bikin Hellac
Ji bo semaya li ser sêdareyan,
Hûn nikarin take şiîreke min kedî bikin,
Di gergerîneka hestên xwe de winda bûme!
Hûn bibin Xweda jî ezê we nêçîr bikim,
Ez xwedayên wek we nahebînim,
Nabim kevir da hûn serê gelê min pê bişkênin
Nabim dar ji bo feleqeyê,
Şaxên we qet şîn nabin
Li nav bostanê min ê sed-cure,
Destê we qet nagihîje
Qelema min a rengîn a serbilind,
Hişk im, mîna pola û hesin
Pêleke şêt û wehşî me
Xewa benderan diherimînim,
Hûn min dîl dikin?
Va ye destên min,
Ev jî gerdena min bo daliqandinê.
Celal Melekşa
Wergera ji Soranî: Yunus Dilkoçer