The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 19»Ji Edîtor 19
Hejmar 19

Ji Edîtor 19

Erol BaşakBy Erol Başak12/07/2023Updated:12/07/2023Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Di vê germa havîna sala 2023an de germtirîn silav li we xwînerên hêja yên zimanê kurdî be. 

The Hall Kurdî hejmara 19an jî amade bû. Di kovara tîrmehê de Stranbêja delal Suna Alan û hevalên wî mijara bergê kovarê diyar kir. Suna Alan digel sitranbêja yûnan Hara Ioannidou 3 stranên navdar yên yûnanî ji nû ve şîrove kirin û bi kurdî û yûnanî ji nû ve xwendin. Xebat û projeya wan bû bergê kovara Tîrmehê. Projeya wan dê berdewam bike. Li ser projeya wan me nûçeyek amade kir. Herwiha wan jî bersiva pirsên me dan û behsa hest û hêviyên xwe kirin.

Nivîskar Konê Reş vê mehê li ser şehsîyeteke gelek girîng nivîsî. Mijara gotara wî Dr. NureddînZaza ye. Mamoste Konê Reş wî wisa pênase dike: Pêşmergeyê ku ji berî 35 salan ve

li Lozanê ji hespê xwe peya bûye. Di vê nivîsê de hûnê xebat, jiyan û serboriya wî bibînin.

Blogger Salomé Cizrawî li ser karaktereke berhema navdar ya Shakespeare ya bi navê Hamlet nivîsî. Opheelia. Ew karaktereke jin e, di lîstika Hamletê de kêm dixuyî lê mirîna wî di dîroka edebiyatê de tesîreke mezin li gelek hunermend, wênesaz, peykersaz û helbestvan kiriye. Salomé ji li ser mirina wê sekiniye. Binêrin ka Ophelia karaktereke çawa ye û çi nexweşî bûye sedema mirina wî û çawa bûye mijara berhemên hûnermendên din.

Nivîskar Muqades Agirî li ser têgeha axê ya di wêjeyê de nivîsî. Ew Ax û dayîkê dişibîne hev: Dayik ku hebûn, wate, bawerî, dilşadî û hembêza herî germ e. Ax jî , dişibe şîrê dayikê, wisa pîroz û girîng e.

Ji Stockholmê nivîskar Rengîn Amedî ji me re çîrokeke xwe şand. Ev çîrok li ser bûyereke rastîn hatîye nivîsîn: Ez ê agirbestê îlan nekim.

Bajarê rengîn Duhok ku êdî bûye navnîşana pêşangeh û festîvalan meha çûyî mazûvaniya festîvala cil û bergên kurdî kir. Rojnameger Idrîs Hiso ji me re nûçeya pêşangehê amade kir.

Digikurd di vê hejmarê de li ser keştiya binêavê Tîtan nivîsî. Wekî tê zanîn şîrketa OceanGate ev keştî ji bo tûra keştiya Tîtanîkê amade kiribû û tê de 5 kesên gelek dewlemend hebûn. Lê keştî di binê avê de hilweşiya. Digikurd di vê gotarê de îzah dike ka keştî çawa têk çû.

Brêz Faîk Ocal di beşa danasîna pîrtûkan de Romana Hinara Dawî ya Dinyayê ya Bextiyar Elî dide nasîn. Roman li ser bingeha serhildana Mela Mistefa Barzanî (1961-1975) hatiye ava kirin.

Di hejmara 19an de jî helbesteke me heye. Helbestvan Ercan Yilmaz ji bo kovara me helbesta xwe ya bi nave Naylon şand.Di dawiya kovara me de beşa fotoşirove heye. Birêz Dilazadart dîsa du wêneyên xwe bi me re parvekirin.

Heya hejmareke din bimînin di xweşiyê de.

Editorya Hejmar 19 Jimar 19 Kurd Kurdî The Hall Kurdî 19 Tîrmeh 2023
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Erol Başak

Nivîsên Têkildar

The Hall Kurdî 21 Derket

Ji Edîtor 21

Girîngiya Berhema Izady Ji Bo Dîroka Kurdan

The Hall Kurdî 20 Derket

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

Hejmara Dawî

The Hall Kurdî
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.