Silav xwînerên delal.
Di destpêkê de dixwazim spasiya we bikim ku bi saya we kovara The Hall Kurdî li Londonê bihêz dibe û weşana xwe didomîne.
Îsal bi meha Tebaxê re em hejmara 20an diweşînin. Di bergê vê hejmarê de komkûjîya ku DAÎŞê lî Êzîdîyan kiribû cî digre. Lewra hikûmeta Keyaniya Yekbûyî biryareke dîrokî stand û 1ê Tebaxê de îlan kir, kiryarên ku DAÎŞa hov li gelê Êzîdî kiriye jenosîd e. Ev bûyera girîng bêguman diviya bû di bergê kovara me de cî bigre. Derbarê vê geşedanê de nûçeyeke me jî heye ku hûn dikarin agahiyên bêtir tê de bibînin.
Nivîskar Konê Reş di çarçoveya dosyeya nivîskar û kedkarên kovara Hawarê de vê mehê li ser Qedrî Can nivîsî. Mamoste Konê Reş wî wiha pênase dike: Nûxuryê Hawarê û Mîrê Helbesta Kurdî a Nûjen.
Mijareke din a vê hejmarê jî “dû” ye. Nivîskar Necat Zivingî li ser wateyên vê peyvê kurtenivîsek amade kiriye. Hûn jî bidin dû vê nivîsê ka bê çi ji we re dibêje.
Nivîskara delal Rengîn Amêdî dîsa çîrokekê xwe bi me re parve kir. Çîroka jineke têkoşer. Çîrok gelek ji me ye, ji nav me ye. Rengîn Amêdî zimanê çîrokê gelek sivik û herikbar kiriye, gava hûn dest pê bikin hûnê jî bi ava wê ya herikbar bikevin.
Li taxa hûnerê Blogger Salome Cizrawî dîsa mijareke xweş ji bo meraqdarên hûnere bijartiye. Sendroma Ikarus an jî Ketina Ikarus. Binêrin ka Li Yûnana antîk çi li serê Ikarus hatiye. Ketina wî çima bûye navê sendromekê.
Li Wanê çalakiyên xweş çêdibin. Koma Chalak Eventsê bi navê “Chalakîno” şevên sînemayê li dar dixe. Digel nîşandana fîlman, gotûbejên online jî li ser fîlman têne kirin. Ev proje derhêner, çeker û lîstikvanan bi sinemahezan re tîne ba hev. Sînemahez û organîzatorê vê projeyê Armanc Dayan ji bo kovara me behsa projeyê kir.
Digikurd ji me re vê mehê li ser “germahî”yê nivîsî. Li seranserê cîhanê germahî êdî zêde dibin. Hewa diguhere. Her çiqas em hez ji hewayên germ bikin jî germahiya zêde ji bo jiyanê xetere ye. Digikurd bi vê gotarê bi me dide zanîn ka çiqas germahî ji bo laşê mirov talûkeye.
Helbestvan Muqades Agirî vê mehê ji bo xwînerên kovara me helbestekê xwe parve dike; Sê Daxwaz.
Vê mehê nivîskar Faîk Ocal ji bo danasînê Romana Gava Heyatê ya Lokman Ayebe bijartiye. Roman ji weşanên Belkî di sala 2007an de derketiye.
Beşa dawî ya kovarê Fotoşîrove ye. Vê mehê em cî didin du wênegiran. Sara Roza Baylan di wêneyên xwe de dema ziwakirina titûnê û keda cotkarên titûnê nîşanî me dide. Dilazad ART jî du wêneyên ji gera xwe ya Behra Reş bi me re parve dike.
Di dawiya nivîsa xwe de dixwazim dubare bikim. Em dixwazin hejmara kesên ku bi kurdî dixwînin û dinivîsin zêdetir bibin. Kovara me bo vê armancê ava bû. Bi kurdî binivîsin. Lê bila nivîsên we li alikî nemîn in. Hûn dikarin nivîsên xwe ji me re bişînin û em ê biweşînin.
Ji bo daxwaz û pirsên we emaila kovara me li vir bibîrtînim: thehallkurdi@gmail.com
Bimînin di xweşiyê de.