Silav xwînerên delal.
Yekemîn hejmara demsala payîzê, Îlon, herwisa hejmara 21an berdestê we ye. Her çend ku em çap nakin jî li ser malpera me www.thehallkurdi.com ê hûn her tim dikarin di formata PDFê de vê hejmarê û hemû hejmarên din daxînin, bixwînin û ji derdora xwe û hevalên xwe re bişînin. Di destpêka nameya xwe de min xwest vê hêsaniya teknolojiya roja îro bibîr bixim.
Di hejmara Îlonê de mijara bergê kovara me pirtûka Mehrdad R. Izady ye. Weşanxaneya DOZê çapa 5emîn a berhema Prof. Dr. Mehrdad R. Izady ya bi navê The Kurds: A Concise Handbook ji nû ve çap û belav kiriye. Jiber girîngiya vê berhemê ku Profesor Izady bi awayekî zanistî qala erdnîgarî, dîrok, civak, kultur, ol, ziman, wêjeya Kurdan dike û tê de cî dide metnên kevin ên dîrokî û çavkaniyên rojavayiyan ên derbarê Rojhilata Navîn û Kurdistanê de, bi me jî hêja ye ku bibe bergê hejmara bîstûyekê.
Nivîskar Konê Reş ji bo vê hejmarê li ser Apo Osman Sebrî nivîsî. Mamoste ji bo Osman Sebrî dibêje “Lehengekî Welatê Min Bû.” Di vê nivîsa hêja de hûnê jiyan û têkoşîna Apo Osman Sebrî xwînin û bibînin ka kurd çima ji re dibêjin Apo û çîroka wê çi ye.
Sînemazan Armanc dayan li ser fîlma “Navnîşan” ya Aram Dildar nivîsî. Mijara fîlmê gelek balkêş e lê her wisa jî ne xerîbe ji me Kurdan re. Guhertina navên bajar, cî û deverên Kurdî ku dîroka wî zêdetirê sed salî ye, hê jî dibe sedema pirsgirêk û zehmetiyan. Aram Dildar mesele kiriya mijara fîlma xwe. Armanc Dayan jî vê çîroka ku bi tayînbûna mamosteyekî li gundekî tune dest pê dike xweş analîz kiriye. Pêşniyara min ew e ku pêşî vê nivîsê bixwînin dûvre jî li fîlma Navnîşan temaşe bikin.
Nivîskar Necat Zivingî di nivîsa xwe ya vê mehê de behsa şairê Portugalî Fernando Pessoa dike, hin aliyên wî û yên xwe dide ber hev. Binêrin ka ew çawa dişibin hev.
Sînemazan Rûmet Med bi nivîsên xwe dîsa vegeriya. Di hejmara 21ê de ew derhênerê gewre Andreî Tarkovsky dide nasîn.
Blogger Salomé Cîzrawî dîsa ji mîtolojiyê mijareke balkêş ji me re hazir kir: Saturnê Lawê Xwe Dixwe. Ji nivîsa Salomé hûnê çîroka hunermend Francisco de Goya hîn bibin. Binêrin ka jiyana wî çawa derbas bûye û wî ev berhema çawa çêkiriye.
Vê mehê di kovara me de du nivîsên di cureya çîrokê de cî digrin. Rengîn Amêdî vê carê li ser “Gerdûn û Ezmûnê” nivîsê. Nivîs li ser meseleya Adem û Hawa ye û ji 2 beşan pêk tê. Di vê hejmarê de em beşa yeke dixweşînin.
Çîroka din jî ya xwendekar Necah Ibrahîm e. Ew bixwe ji Rojavaye û ji Kobaniyê ji me re ev nivîs şand. Çîroka Deriyê Sor Yê Êşê behsa çaydêrî, bîranîn û hêviyên şervanekî dike ku vedire gundê xwe û digihê malbata xwe.
Li Amedê çend roj berya niha metorek ket. Digikurd ji bo hejmara Îlonê li ser vê bûyerê û metorê nivîsî.
Di beşa danasîna Pirtûkan de nivîskar Faîk Ocal li me Romana Memê Din ya Îlhamî Sîdar dide nasîn.
Beşa FotoŞirove vê mehê jî cî dide wêneyên Dilazad Art. Mijara wêneyan Zarok, Jiyan û Ken e.
Jiyan bi kurdî, bi zimanê dayîkê xweştir e. Bi kurdî re bimînin, The Hall Kurdî bixwînin û bişopînin.
Silav û rêz.