Silav xwînerên delal.
Saleke din li paş ma. Her çiqas me bi hêviyên nû dest bi sala nû kiribe jî, ji bo 2 perçeyên Kurdistanê 2024 xweş dest pê nekir. Hêj beriya sersalê li ser Rojava û Başûr ji hêla Tirkiyê êrîş hat kirin. Êrîş û bordûman nesekinîne. Piştî Qamişloyê vê carê paytexta Herêma kurdistanê Hewlêr bû hedefa moşek û dronan. Ev êrîş jî ji aliyê Îranê ve hate kirin. Her çiqas ne dirûst e ku me meriv zarokên bêguneh bide berhev lêbelê meriv nikare xwe bigre. Hemû dinya ji bo Filistînîyan rabû ser piya lê kes zarokên Kurd nabîne. Kes êrîşên li ser axên Kurdan ji xwe re nake derd. Vê sala nû hêj di destpêkê de ev rastî li rûyê me da. Divê em Kurd yekitiya xwe ava bikin. Her rojê me beredayî bi avê de diçe.
Bi ya min bareke giran li ser milê Kurdên li dîasporayê heye. Di hejmara yekem a sala 2024an de me xwest em balê bikşînin ser potansîyela ciwanên Kurd li dîasporayê. Helbet nivîsa mamoste Necat Zivingî jî bû hîmê babeta bergê kovara me.
Lewra li bajarê Hammînkeln ê Almanyayêyê di rojên dawîn yên sala çûyî de konferanseke girîng pêk hat. Mijara konferasê kurdên li Ewropayê û potansîyela wan bû. Nivîskar Necat Zivingî jî di konferansê de beşdar û axaftvan bû. Wî li ser konferansê û Kurdên dîasporayê nivîsî. Ev gotinên wî wek bangewaziyeke li Kurdên li dîasporayê : Dîyaspora derîyê Kurdistana yekgirtî vedike. Kurd li wir ne di bin zordestîyê de ne. Metirsîya dagirkeran tune ye û azad in. Rojhilat, rojava, başûr û bakur dikarin bi hêsanî li dîyaspora dest bidin dest, mil bidin mil.
Aqilê Kurdî dikare bi atmosfera azad ya dîyasporayê geş bibe, bibiriqe, şewqa xwe li hemî Kurdistanê vede.
Nivîskarê me Konê Reş tevî hemî êrîş û tengasî û kêmasîyan dev ji nivîsên xwe berneda û ji Qamişloyê dîsa ji gotarek amade kir. Mamoste vê carê Sebrî Botanî bi me dide nasîn: Helbestvan, Pêşmerge û Aşiqê Dengbêja Kurd Gulbiharê.
Di vê hejmarê de ji Rojavayê Kurdistanê nivîsekê din jî heye. Nivîskar Fatma Eto li ser dengbêjeke jin a Kurd nivîsî: Dengbêj Fatma Îsa bi saya Xelîlê Çaçan Mûradov li radyoya Kurdî ya Erîvanê distrê û dibe yekem jina misilman ku di vê radyoyê de kilam dibêje.
Nivîskar Rengîn Amedî vê carê ceribandineke cuda kir. Nivîs di destpêkê de wek çîrokek e, piştre dibe destan. Lê di heman demê de lêkolîn û nivîseke krîtîks/rexneyê ye jî. Hêza pênûsa Rengîn Amêdî ji nivîsê difûre. Jê nemînin.
Di mijara felsefeyê de nivîskar Dilazad Art vê mehê balê dikşîne ser bandore wergerê û dibêje bi saya wergerê alimên îslamê hînê felseyê bûn. Werger wek pirekê di navbera şaristaniyan de wazîfeya xwe bicîh anî ye.
Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskar Faîk Ocal ji me re romana Yildiz Çakarê amade kiriye: Ev Rê Naçe Bihûştê. “Roman serpêhatiya keça Kurdên Êzidî ya Şemsîxanê-Sinê vedibêje. Işidên hov û wehşî bi reşahiya xwe ve dikevin cî û warên ku Êzidî lê dijîn. Mêran dikujin, keç û jinan jî dikin kole yan jî difiroşin. Ev Rê Naçe Bihuştê çîroka azadiya Şemsîxanê-Sinê ye”.
Di kovara meha Çileyê de helbestek jî heye. Helbestvan Ercan Y Yilmaz ji me re ev helbest şand. Navê helbestê: Zilamên Mirî.
Wênegir Dilazad Art ji bo vê hejmarê dîsa 2 wêneyên xwe bi me re parve kirin. Wêneya yekem wek Hêza Sirûştê, ya duyem jî wek Têkoşîna Jîyanê hatiye pênasekirin.
Bi hêviya ku di sala nû de bihevrebûna me xurt û yekitiya me ava bibe. Xwendina bi Kurdî bila her karê we yê pêşîn me.
Xweşî para we, Kurdî mala we be!