Destpêk:
Mirov dibîne ku di dîrokê de gelek şer li ser gelê kurd hatiye kirin.
Di dîroka gelê Kurd de di her serhildana civakî û siyasî de jinan cih girtiye û pêşengî kirine. Ev rêûresm di roja me de gihişt asta ku bi hezaran jin pêşengiya Şoreşa Rojava bikin. Ev jinên têkoşer ji aliyê tevahî cîhanê ve weke mînak hatin dîtin. Pirî caran mirov di her warê jiyanê de qala rola jinê nake lê em ê qala wê yekê bikin û nas bikin û rola wê di civakê de bidin nas kirin û hwd.
Di dîroka hezarê salan a gelê Kurd a bi giranî berxwedan e, jinên Kurd ên ji serdeman ve pêşengtî ji gel re kirine hene. Gelek ji wan bûne xet û sonda serketinê ya ji bo azadiyê. Her wiha jinên wek Qedem Xêr, Liza Xanim, Deyfa Xatûn, Mestûre û Zerîfe Xanim jî hene. Ev jinên ku di dîrokê de bûne xwedî rol û sembol ji bo her jinekê zane û têgihiştî ev jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine û bûne sembola azadiyê. Jinên şoreşger û têkoşer jî gelekî di nava Kurdan de hene wek Zerîfe Xanim, ew jina ku gelek berxwedan kirine ji bo azadiya Kurdistanê û her wiha jî karê nivîskariyê jî kiriye, helbest nivîsand karên cur bi cur dikir. Jin nasnameya gelê Kurd e. Divê mirov xwedî li mafê jinê derkeve û mafê wê biparêze. Jin hebûna civakê ye, bê jin jiyan nabe. Jin civakê ava dike û komî ser hev dike. Civak bi riya jinê azad dibe. Jina azadbûyî, civaka azadbûyî ye. Ji ber vê yekê divê jin azad bibe da ku civak jî azad bibe. Azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye.
Di vê lêkolînê de bi taybetî jî me xwest em balê bikişînin ser jiyana jinên têkoşêr ên Kurd ên ku di qonaxên cuda yên dîrokê de xwedî roleke berbiçav in û pêşengî kirine. Her wiha ew jina têkoşer û xwedî berxwedan xwediya hezkirina kûr û bi wate û îradeya xurt ligel wê hatibû ava kirin. Ew jî Zerîfe Xanim e, jineke çeleng û Kurd e û Kurdistanî ye.
Jiyana Zerîfe Xanim Û Rola Wê
Zerîfe Xanim li gundê Îmranlî Azgêrê di sala 1898an de ji dayîk bûye. Ew bi eslê xwe ji Heseniyayê ye. Perwerdeya xwe li Sêwasê temam dike. Ew jineke hişmend, wêrek û egîd e, weke jineke Kurd a watedar tê nasîn. Bi rêhevalî û şervaniya xwe ya rast jî jineke watedar bû. Ji bo azadiya gelê xwe ji tu fedekariyan venedigeriya, hemû hêza xwe di riya azadiyê de xerc dikir. Wekî ku Rêber Abdullah Ocelan dibêje ”Dad, azadî û wekhevî di xwezaya jinê de pêşketinên bûyerê ne ku pir fireh tên jiyîn, ya rastir cewhera civakbûna jinê li ser dad, azadî û wekheviyê ye. Dîsa heta bibêjî aştîxwaz e. Bi tevahî di ferqê de ye ku jiyaneke watedar, tenê bi van têgînên bingehîn pêş bikeve. Di têgîna bedewiyê de jî hestiyar û raser e. Di hilbijartinên xwe de şer û pêkûtiyê, newekheviyê ferz bike dîsa dijberî xwezaya wê û şewaza civakî kirina wê ye. Fêmkirina tevahiya van xisûsan, girêdayî derfetên bi awayekî azadî bi liv û tevgera jinê ve girêdayî ye. Bikaribe çiqas azad tev bigere wê ew qas tercîhên bedew, adil û wekhev pêş bixe, her wiha di civakê de jiyanî kirina têgînên xweşikî, dad û wekheviyê başebaş di azadkirina jinê re derbas dibe”. Xwezaya jinê, tenê di derdoreke azad a civakê re derdikeve holê, lê azadiya civakî jî bi azadbûna jinê pêşdikeve.
Ew û Elîşêr hev dinasin. Elîşêr jî ji gundekî navçeya Omiraniya ser bi herêma Dêrsimê ye û di sala 1862’an de ji dayîk bûye. Ew jî ji eşîra Hesenan Dêrsimê di medresa Sêwasê de xwendiye. Kesekî pir bi hêz bû û helbestvanekî netewperwer bû li cem Mistefa Paşa ew jî kurê Elî Şan Zada ye Elîşêr di Cemiyeta Tealî Kurdistanî de kar dikir. Zerîfe bi Elîşêr re zewîcî. Ew her tim bi hevjînê xwe re bû. Gelekî hezkirina wê ji welatê wê re dihat ji bo ku Kurdistan azad bibe. Ji Elîşêr re digot heval. Di wê demê de jina kurd Zerîfe pir bi nav û deng bû bi wêrekiya xwe di nava gelê Dêrsimê de, daxwaza azadiyê dikir. Elîşêr helbestên Kurdî dinivîsand û tembûr lêdida. Wî daxwaza rakirina Ala Kurdistanê dikir. Gelek caran daxwaza darvekirina wî hat kirin. Lê wî berxwedan kir û Zerîfe pê re bû pêşeng. Zerîfe û Elîşêr gelek şerên bîrdozî û nîqaşên berfireh bi hev re dikin di dema şerê yekem de. Derfeta çalakkirina têkoşîna xwe dibînin, bi Rûsiyayê re hevdîtinê çêdikin bi Ermeniyan re têkilî pêş dixin, xebatên têkoşînê bê navber berdewam dikin. Her duyan berpirsyariya xebatên Sêwas, Meletî, û Dêrsimê digirin ser milê xwe. Di sala 1914an de ji bo ku Kurdistanê azad bike dest bi xebatên nameyekê di sala 1919an de ji Komeleya Tealî ya Kurd re dişîne û tê de dibêje ku Kurdên Dêrsimê û Koçgiriyê girêdayî Komeleyê ne. Di serhildana Koçgiriyê de fermandariyê artêşê digire ser milên xwe. Zerîfaya ku di çeka xwe de segvaneke xurt bû tam cengawerek e. Her tim demançeya xwe li gel xwe digerine, her sal diçe Dêrsimê di derbarê berjewendiyên giştî de gel agahdar dike, nakokiyên di nava êlan de weke dadgerekê çare dike. me got dema ku wê banga hevjînê xwe dikir digot heval tev li şoreşa azadiya Kurdistanê bûye. Zerîfe her tim bi çeka xwe re li gel Elîşêr digere. Xwesteka Elîşêr ji bo têkoşînê bilind dikir. Têkiliya Zerîfe û Elîşêr li ser bingehê rêhevaltiyê ne bê ku du zayendên dubend bin weke du hevalan têkilî ava kirine di şer de heta dawî li gel hev bûn. Elîşêr û Zarîfe ji navên ku di dîroka Kurdistanê de bi hev re bûne sembol di salên destpêka ciwaniya xwe de jiyana xwe dikin yek û li ser wî rêbazî dimeşin. Piştî têkoşîna tevgera gel a Koçgiriyê, Zerîfe bi hevjîn û rêhevalê xwe Elîşêr re derbasî Dêrsimê bûn. Dozên xwînê yên di navbera eşîrên Dêrsimê de û gel ji bo perwerdê dikin. Zerîfe di vê mijarê de bi sekna xwe ya şanaz û baweriya ku daye gel di nava civakê de cihekî rêzdar girtibû. Zerîfe û Elîşêr di heman demê de hejmareke zêde bi zimanê Tirkî, kurdî, zaravaya Kurmancî û Zazakî helbest û nêrînên xwe yên li ser tevgerên gel nivîsandibûn. Di wê demê de ku Seîd Riza hebû dewleta Tirk gelek êrîş dibirin ser Dêrsimê. Ji ber vê yekê Seîd Riza ji eşîra Hesenan û Yûsifan destek xwest, bi hev re bûne yek û li hemberî dewleta Tirk şer kirin, gelekî bi ser ketin. Seîd Riza Elîşêr dişîne Îraq û Îranê wasîte ji Firansî û Engilîzî ji bo şerên ku di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de di wê demê de Rêber hês kir rabû ew û hinek hevalên xwe bi Zerîfe Xanim û Elîşêr re şer kirin. Zerîfe dikaribû ew birîn bikira lê piştra biraziyê Seîd Riza wê dikuje.
Reyberê Qop bi hêzên dewletê re li dijî rêxistina gel a li Dêrsimê li hev dike û dibe sixûrê dewletê, di nav wan de kar dike, piştra dibe sîxûr dewleta Tirk çi gotin tê kirin ew bi lez digihîne kesên Tirk. Armanca wî taybet ji hole rakirina Zerîfe û Elîşêr e. Di 9’ê Tîrmeha 1937an de komeke ku Rêberê Qop şandiye; Elîşêr. Biraziyê wî dema ku Elîşêr dikuje Zarîfe pir teng dibe yekî ji xayîn dikuje, Rêber çav li wê dikeve radibe û wê dikuje, û Zarîfe dikujin. Rêberê xayîn serê Zarîfe jêdike tiştên wan ên nirxdar, belge, pirtûk, û lênûskên wan digirin û radestî biryargeha leşkerî dikin.
Serên wan jê dike, dibe cem Alp Doxan. Lê xiyaneta navxweyî li vir jî bandora xwe li ser berxwedanan dide diyarkirin. Hevkar û xinizkaran bi xiniziya li kirine re heya ku mirovahî hebe, wê di pelên dîrokê de weke xaleke reş werin bîranîn, lê Zerîfe û Elîşêr heya ku gelê Kurd hebe, wê her tim weke sembola serhildan hêvî û azadiyê cihê xwe biparêzin. Zerîfe Xanim a di dîroka Kurdistanê de bi berxwedan û cesareta xwe hatiye naskirin, heta nefesa xwe ya dawî bi Elîşêr re mil bi mil şer kir û bi hev re jiyane xwe ji dest dan û bûne du stêrkên geş li esîmanan. Piştî wan jî Seîd Riza berxwedaniyê berdewam dike gelek kes di Dêrsimê de di daristanê de tên kuştin bi hezaran jin û zarok bi hovane tên şewitandin.
Hin gotin li ser Zerîfe:
Dr. Nurî Dêrsimî di derbarê Zerîfe Xanim de wiha dibêje “Ew jineke Kurd a şer bû, hem ramyarî hem jî leşkerî bû. Gelek caran Elîşêr, beriya ku tiştekî bike pêşî nêrîna wê digirt; bê ku jê nepirse biryar nedigirt. Zerîfe Xanim cengawerek bû. Hejmarek zêde jin jî, li gel wê şer dikirin. Beriya ku şer dest pê bike perwerdeya leşkerî didîtin”.
Encam:
Di encamê de mirov dibîne ku Zerîfe Xanim jineke berxwedêr bû ne tenê bi karê malê re mijûl dibû her wiha jî şoreşgerî dikir, helbest dinivîsand û di cemayête de kar dikir, mafê gel û azadiya wan diparast û ji bo wan bibû pêşeng her wiha em di dîrokê de rastî wê yekê tên çawa ku di dîrokê de dema ku jin karî dike ji bo berjewendiya civaka xwe tê kuştin bi riya xiyanetiyê em dibînin gelek berxwedanên kurdan ên biser neketine sedema wê yekê jî xiyaneta navxweyî ye. Ka gelo ev xiyanet ê kengî ji holê rabe û gelê kurd azad bibe û bibe xwedî dewlet? Yek ji sedemên ne rêzgariya kurdan xiyanet ji destpêka dîrokê de bigire ta niha jî gelek tiştên Kurdan biser neketine sedema wê jî ev xiyanet e. Çawa ku Rêber bi xiyaneteke dijwar rabû û bi awayekê hovane destpêkê bi damançê ew kuştin lê piştra ew serjê kirin ev jî pirsgirêka herî mezin e di dîrokê çawa ku yekî ji Kurdan be biçe jin û mêr in Kurdan bikuje bi xiyanetî. Ev yek jî dihêle ku gelê kurd ber bi xeteriyê ve biçe û winda bibe û têk biçe. lewma divê ev xiyanet di nava gelê me de rabe. Her wiha jin jî cihê xwe di gelek qadên jiyanê de bigire û nas bike. Em di dawî de dibînin wekheviya di navbera Elîşêr û Zerîfe Xanim de, çawa ku di warê jiyanê de her tim bi wî re kar dike li ser asasê hevaltiyê bi hev re ne, azadî li gel wan tên avakirin. Azadiya wan azadiya fikir ango ramanê ye. Zerîfe xwedî nêrîn bû beriya ku Elîşêr dikir tiştek bikira ji Zerîfe dipirsî. Ev nîşane wekheviya jin û mêr e, bi riya jinê civak tê ava kirin û pêş xistin û geş kirin. Divê jin di her qadên jiyanê de cihê xwe bigirin û bi riya ramanên xwe azad bibin.
Çavkanî:
1-Dîrok Navîn 3, Amadekar: Ev pirtûk ji aliyê Komîteya Dîrokê ve hatiye amadekirin, R:136-137.
2-Jineolojî Amadeyî 3, Ev pirtûk ji aliyê Komîteya Jineolojiyê ve hatiye amadekirin, 2019-2020.
3-Weten Şemis, Beşa sisyan, Ebdulah Xelîl Qereh Man çap:2019, çap2:2020 cih: Qamişlo, R:416- 417.
4-Destpêkek Ji Bo Jineolojî, Weşanên Akademiya Jineolojiye.