Serpêhatiya Gezo û Îzzet Bozkurt
Du dixtorên Kurd ku li Diyarbekirê heyateke xweş û serkeftî dijiyan, ji ber çend sedeman rabûne û hatine li Londonê bi cî bûne. Du dildarên çand û zimanê Kurdî li vir ji xwe re jiyaneke nû ava kiriye. Êdî hedef û xeyalên wan ên nû hene. Çima û çawa ji paytexteke Kurdî koç kirin? Werin em bi hev re Gezo û Îzzet Bozkurt binasin.
Ez dixwazim di despêkê de hûn xwe bidin nasîn.
Gezo: Navê min Gezo Issu Bozkurt e. Ez dixtora zarokan im. Em bi Peymana Enqereyê hatin vir. Me Peymana Enqereyê li ser şopandina tenduristiya zarokan ava kir. Ez mezinbûn û girbûna zarokan dişopînim û di hin waran de testan çêdikim, dê û bavan perwerde dikim.
Îzzet: Ez jî Îzzet Bozkurt. Ez jî dixtorê diranan im. Berê li Amedê dixebitiyam. Piştî xebata li Amedê bi qasî 9 salan em bi Peymana Enqereyê hatin vir. Niha ez wek dental hîjyenîst dixebitim. Di heman demê de, ez ji bo ezmûna wekheviyê ya dixtoriya diranan xwe amade dikim.
Haya we çawa ji peymana Enqereyê çêbû? We kengî serî lê da û hûn kengî hatin vira?
Gezo: Em di Tîrmeha 2019an de hatin vir. Di salên 2016 û 2017an de, me biryar da ku biçin Îngilîstanê. Me li ser vîzeyên cuda lêkolîn kir. Di dema lêkolînê de em hîn bûn ku tiştekî bi navê Peymana Enqereyê heye. Yanî dema ku me biryara hatina Îngilîstanê da û li ser rê û rêbazan lêkolîn kir, em ji hebûna Peymana Enqereyê haydar bûn.
Îzzet: Rast e, me di destpêkê de nedifikirî ku em bi saya Peymana Enqereyê werin.
Gezo: Belê, em qet li ser nefikirîn. Dûv re dema ku me dît ku ev eşkere rêya herî hêsan e, me serlêdan kir.
Sedem çi bû ku we xwest hûn herin derve û bi taybetî herin Îngilîstanê? Lewra dixtor li Tirkiyê pereyeke baş qezenç dikin. Ma ne?
Gezo: Na, ne wisa ye.
Îzzet: Na, mixabin.
Îja hûn çima derketin? Qey sedema we jî ji ber rewşa aboriyê bû?
Gezo: Aborî jî tê de gelek sedem hene.
Jiyana we li memleket çawa bû?
Gezo: Pir xweş bû. Yanî em di warê aborî de ne kesên xwedî xeyalên mezin bûn. Û jiyana ku me li wir bi dest xist, besî me bû. Lê me bi pereyên ku bi dest xistibûn nekarîn jiyanek bikirin. Me nikarîbû jiyana xwe bikirana. Me nikarîbû siberoja xwe, siberoja zarokê xwe bikirana. Xaniyê mezintir, tirimbêla lûkstir, zevî. Ez viya nabêjim. Ev ne jiyan e. Ez nabêjim sedem tenê aborî ye. Me tenê fêm kir ku em bi pereyên xwe nikarin tiştekî bikin. Ji ber vê yekê. Ez dixwazim bila zarokê min bi ewlehî bikare masî bigire. Ez vê bi Mercedesê nadim.
Îzzet: Yanî hem di warê qezencê de hem jî di warê tundiya li dijî dixtoran de.
Erê, hûn rîskek mezin digirin. Yanî rîsk, divê tu bê rawestan bixebitî, lê mejiyê te nikare wisa bixebite, tu ê xeletiyan bikî. Û ya ku hûn jê xelet in tendûristiya mirovan e. Hûn ji her kesî berpirsiyar in. Lê sîstem ti berpirsiyariya wê xeletiyê nagire ser xwe. Hûn rasterast berpirsiyar in. Û ji ber vê yekê, tabloyeke pir xirab çêdibe ku her kêlî her roj were ber çavên we. Dibe ku hem wijdana we bêzar be hem jî ji hêla aborî ve hûn aciz bibin.
We got me di sala 2016an de biryara derketina ji welêt da. Tesîra bûyerên sala 2015an û şerê xendekan di vê biryara we de heye?
Îzzet: Niha, ya rast, ez qet nefikirîm ku biçim derve. Ji ber vê yekê ez gelekî girêdayî bajarê xwe bûm û heta niha jî gelekî girêdayî wan deran im. Gelek planên min hebûn. Ji bo her salê, ji bo piştî 10 salan, piştî 20 salan, ji bo zarokan. Lê gava hêvî li derekê qut bibe, êdî mirov nikare tiştekî bike. Ev bi rastî girîng e. Lê jina min her gav dixwest, ji kengî ve digot em herin. Piştî bûyerên 2015an li Tirkiyeyê, li Nisêbîn, Cizîr, Sûrê. Li wir xeyalên min şikestin. Hêvî têk çûn. Bawerî nema. Mesela kuştina Tahîr Elçî; nimûneyeke mezin a vê yekê ye. Derbeke mezin li min xist. Û bi rastî min hêviya xwe winda kir. Min hêviya xwe ji me winda kir. Ez li wir şikestî bûm. Û min li wir ji jina xwe re got, rabe, em herin. Min got ez naxwazim zarokên xwe li vir mezin bikim. Min got hêviya min tune ku dê baştir bibe. Hê jî hêviya min tune bi rastî. Piştî wê rojê me ev biryar da. Me got em biçin welatên Ewropayê bigerin, kîjan li me tê, em lê bi cih bibin.
Lewra ewila ewil ya muhîm ji bo me zarokê me bû, faktora yekem perwerdehiya zarokan bû. Ya duyemîn, me got bila ew der bibe cîhekî wisa da ku em jî jê hez bikin. Bila ew der bibe cihekî ku em hem lê bijîn û hem jî bextewar bin.
Em di sala 2017an de hatin Îngilîstanê û me gelekî ji Îngilîstanê hez kir. Di warê perwerdehiyê de me pir eciband. Em çûn Oxfordê. Me ziyaret kir. Bivê nevê hûn ê vira û bi welatê me bidin ber hev. Di wê demê de, gava li gelek welatên Rojhilata Navîn, li Sûriyê, li Iraqê, li Tirkiyê berhemên dîrokî dihatin xirab kirin, hûn dibînin ku ev dibistana nizanim ji kîjan sedsalê maye, hê jî li ser xwe ye û hîna destnedayî ye. Heta nîşana li ser dîwêr ya orjînal hê jî heye. Wan ev berhem parastiye heta niha. Wê demê hevalên me yên ku digotin, “Tu dîn î, çima diçî?” niha jî dibêjin em ê çawa werin?
Niha ev jî heye. Em bêjin we got em diçin welatekî din. We mal bar kir, hûn hatin û we li vir dest bi jiyaneke nû kir. Evqas hêsan e gelo?
Gezo: Her çiqas ez xwe nebaş hîs bikim jî, rojekê jî ji biryara xwe poşman nebûm. Hevserê min jî wisa ye. Lê bi min re valahiyeke pir cidî jî çêbû. Gotina hesret cihê vê nagire, bi min ev valahiyek e. Belê ez dixwazim li vir bimînim, ez dixwazim li vir bijîm. Ez her roj bi kesên nû re dipeyivim, jiyana min a rojane baştir dibe, lê gava ez li paş xwe dinêrim, çavên min dîsa li heman firinê, li heman marketê digerin. Dîsa dixwazim telefonî hevalên xwe bikim û dîsa em bi hev re çay û qehweyê vexwin. Navê vê hestê li ba min valahî ye. Vê yekê nêzî 6 mehan dewam kir. Li mala me ya ewil Îzzet zû radiza. Ew zehf dixebitiya. Piştî ku min Robîn jî radizand, ez bê sedem digiriyam. Lê piştî 6 mehan, ez êdî hînê vira bûm. Piştî hînbûnê niha jî hesret heye. Bîrêkirinê destpê kiriye niha.
Îzzet: Piştî roja ku me biryarek wiha girt, rewşa li Diyarbekirê roj bi roj xirabtir bû. Rewşa Tirkiyê bi giştî xerabtir bû. Min zanîngeh jî li derve xwend. Ez her tim ji malbatê dûr bûm. Min kêm û zêde bi van zehmetiyan dizanibû. Loma beriya ku ez bêm vir, min nexwest tiştekî li Amedê bihêlim. Lewra min dizaniya dema ku em bi zehmetiyan re rû bi rû bimînin, em ê bixwazin vegerin. Yanî helbet di rojên ewil de ji bo min jî zehmet bû. Ez wek dixtorê diranan hatim. Ez hatim li vir bûm asîstan. Min li Amedê asîstan perwerde dikirin, lê li vir ez bixwe bûm asîstan. Lêbelê şikir niha belgeyekê min heye. Û li welêt di demeke ev çend kin de bi rastî zehf tiştên xirab çêbûn. Tam em dikin têkevin depresyonê, em serê sibê li nûçeyan guhdarî dikin û paşê moralê me baştir dibe. Helbet em bi rewşa li welatê xwe gelek diêşin lê dîsa jî em dibên me baş kir ku em hatin.
Ez dixwazim vê yekê jî bipirsim. Hûn ji bo pêşeroja xwe û perwerdehiya zarokên xwe hatin. Gava hûn bajarê xwe yê berê û yê niha bidin ber hev, bi we ev der çawa ye? Hûn çi hîn bûn ji vir?
Gezo: Mînak dema ku em hawirdora xwe ya li vir û ya li wir bidin ber hev, rewşek bi vî rengî heye. Dema em hatin vir ez nêzî 35 salî bûm. Ji ber vê yekê ezmûna me ya 35 salan heye. Ew hevaltî ji bo min pir bi qîmet in. Li vir tenê 2 salên me derbas bûn. Dîtina hevaltiyên wisa hêja ne hêsan e. Ev kêmasiya me ya herî mezin e. Li vir, bo nimûne, em di valahiyeke civakî de dijîn. Em Kurd in. Di warê xebatên çandî de gelek tişt dikare bê kirin. Di wê warê de birçîbûneke mezin heye, valahiyek heye. Lê tiştekî nayê kirin. Loma bi rastî jî pêdivî ye ku meriv hinekî organîze bibe. Ev, yek ji kêmasiyên me yên mezin e.
Li Londonê bi deh hezaran Kurd hene. Li vir ewqas Kurd hene lê ew civata ku hûn lê digerin tune ye. Bi ya we ev ji ber çi ye?
Îzzet: Li gor serjimêriya sala 2021ê 254 hezar Kurd li Keyaniya Yekbûyî dijîn. Ez ji we re bibêjim ku nakokiyek mezin heye. Ger 15 malbatên ji neteweyekê li heman dibistanê serî li dibistanê bidin û bêjin em ji filan civakê ne, em perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin. Dibistan ji wan re mamosteyan peyda dike, dersan vedike û bi zimanê wan ê dayikê dersê dide. Kurdên ji Tirkiyeyê serî li piraniya van dibistanan dan, lê serlêdana wan ji bo Tirkî bû. Belê, bila serî li Tirkî bidin, lê bila ji bo Kurdî jî serî lê bidin. Mixabin, ev hest bi wan re nîne. Mînak ez gelek kesan dibînim. Ji min dipirsin “Tu Tirk î?” Ez dibêjim, “Na, ez Kurd im.” Dibêjin Tirk-Kurd ferq nake. Na, ferq dike. Çima ferq nake? Ma tu dikarî ji Îskoçekê re bibêjî tu Îngilîz î? Ka tu bêje, ew ê ji te re çi dibêjin? Ew ê ji te re bêjin cahil. Dema ez vê dibêjim, tu dibînî dibêje asas ez jî Kurd im. Ji ber hin sedeman bi rastî ti têkiliyên wan bi çanda wan re nînin. Îngilîstan ji bo kariyer, perwerdehî û qezenckirina pereyan welatekî pir baş e. Loma derdê wan kesên ku em behsa wan dikin tenê pere ye, her tiştî din paşguh dikin.
Gezo: Em vê kêmasiya çandî ji dil hîs dikin. Em dizanin ku malbatên mîna me jî li vir hene. Piştî qedandina kariyerê, xewna me ew e ku em maleke çanda Kurdî bi taybetî ji bo zarokan ava bikin. Tê de tenê muzîk, vegotina çîrokan û şanoyên piçûk ên zarokan hebin.
Pirsa min a dawî. Gava hûn li paşiya xwe binêrin, xweziyeke we heye? Tiştê ku tu bêjî xwezî min ev jî bikira.
Gezo: Ya min heye. Her perçeyek welatê min bi rastî xweş e, xwezî em bêtir geriyana. Yanî ji ber ku min li navçeyeke Diyarbekirê, li gundekî dûr, sûlavek nedîtiye û ez nekarîme biçim wan deran, ez hinekî diêşim.
Îzzet: Ez jî dibêjim xwezî ez zûtir bihatima vira. An piştî ku zanîngeh qediya an jî piştî zewacê divê em hatibana.
Çima?
Îzzet: Min ji hevsera xwe re digot xwezî em hatibûna. Wê demê em dikariyan pir zûtir pêşde biçin. Û xwezî wek Kurd em zûtir bibûna perçeyekî welatekî wisa bi hêz. Qesta min ji Kurdê ku bi Kurdî diaxive. Ez behsa Kurdê ku ji çanda xwe hez dike û mîna Kurdan dijî dikim.
Tiştekî din ku hûn bixwazin bêjin heye?
Îzzet: Ez dixwazim behsa xaleke din jî bikim. Di navbera Tirkiye û Îngilîstanê de ferqeke mezin ya kedê heye. Mînak, wek dixtorê diranan ez li vir jî li Tirkiyeyê jî heman karî dikim. Em bêjin eger ez li nexweşekê binêrim û heman prosedûrê bikim, ez dikarim bi pereyê ku ji wî karî qezenc dikim amûrekê bikirim. Amûrek ku ez ê di karê xwe de bikar bînim. Mixabin divê ez li Tirkiyeyê herî kêm li 20 nexweşan binêrim da ku bikaribim wê amûrê bikirim. Helbet cizayên pergala ku di pratîkê de we kontrol dike pir giran in û dezavantajên wê jî hene. Lêbelê, dîsa jî ev rehettir e. Ji xeynî wê, Îngilîzî îro di cîhanê de zimanê herî berbelav û bihêztirîn e. Bûye zimanê zanistê, bûye zimanê teknolojiyê. Bi rastî, yek ji wan sedemên ku em anîn vir jî zimanê Îngilîzî ye.
Gezo: Wek dixtora zarokan, ez bi tenduristiya gel re pir eleqedar im. Û dema ez li Diyarbekirê bûm, dema ku pir zêde dixebitiyam jî, kesên mexdûrên şer û yên li kampan dihatin. Û ez jî bi qasî ku ji destê min dihat bi dilxwazî dixebitiyam. Min hewl dida ku ji bo wan jî hin xizmetan pêşkêş bikim. Ez bi heman hestan li vir im. Û niha ez dixwazim bibim dixtoreke global. Di pêşerojê de, ez ê hewl bidim ku piştgiriya girseyên ciwan bikim, nexasim yên mexdûr, belkî penaber, an jî zarokên malbatên ji welatên cuda yên ku pirsgirêkên wan ên ziman hene.
Ez gelek spas dikim. Hêvîdar im hûnê bi ser kevin.
Peymana Enqereyê Çi Ye?
Peyman di sala 1963an de di navbera Civaka Aborî ya Ewropayê û Tirkiyeyê de li Enqereyê hatiye îmzekirin. Ji ber ku Brîtanya par ji Yekitiya Ewropayê derket, ev peyman ji bo vî welatî betal bû. Li gorî wê peymanê welatiyekê ji Tirkiyê gava serî lê bida dikariya li Brîtanya şîrketekê ava bike û li vir bixebite. Piştî 6 salan gava her her tiştî we bi rêkûpêk be, Brîtanya mafê hemwelatîbûnê dide we. Di 3 mehên dawîn yên sala 2020ê de dora 30 hezar kesî ji Tirkiyeyê serî li vê peymanê da.