Huner, mîtolojî û zanist ji warên cuda piştgirî li hevûdu dikin. Kompleksa Oedipus jî yek ji van mijaran e. Kompleksa Oedipus çi ye?
Kompleksa Oedipus; navê xwe ji Oedipusê Mîtolojiya Yewnan werdigire. Di nava wê mîtolojiyê de ew kesê ku bavê xwe dikuje û dikeve dewsa bavê xwe û bi diya xwe re dizewice. Di mîtolojiyê de ev bûyer piştî ku Oedipus mezin dibe, pêk tê. Lê li gor Freud, ev tiz, dîsa di pêkhatina ramangeriya psîkoseksuel de yanî di serdema fallik de tête pê. Kurik; dayika xwe wekî evîndara xwe ya yekemîn dibîne. Bêyî ku ew bixwaze, dixwaze xwe lê bîne. Li pişt vê pirhezkirin û şehwetevîniyê ya li hember diya xwe, ji bavê xwe nefret dike. Her tim dixwaze wî ji holê rake wenda bike. Wî ji xwe bi dûr dixe. Sofokles beriya zayinê di sala 420î de di kitêba tragedyayê xwe ya bi Keya Oedipus re de li ser vê mijarê rawestaye. Kî ye Oedipus? Di çavkanîne de Apollonê Xwedawend, di yên dîtir de jî kahîn e; ji Keya re dibêje ku Oedipus ê te bikuje. Di dawiyê vê yekê de Keyayê Thebaiyê û jina wî İokaste (yan jî Jacosta) dikevin bin xofeke mezin. Ji bo ku kehanet pêk neyê, bîryar didin da zarokên xwe dikujin. Zarokan bi awayekî linggirêdayî, tavêjin Çiyayê Kithairon. Di hin vegotinan de ev der şikefteke daristanê ye û zarok ji lingên wan hatine mîxkirin. Her weha ev jin û mêr welê fam dikin ku ew ji vê kehanetê rizgarbûyî ne. Lê wan haye jê tune, tiştê ku wan texmîn kiriye nayête pê. Şivanek digel keriyê xwe wextê ku dimeşe pêrgî Oedipus tê û wî rizgar dike. Şivan wî kurikî radigihîne Keyayê Korinthos û jina wî Meropeyê ya ku nabin xwedanzarok. Ev jin û mêr wî kurikî dikin ji xwe re zarok û navê “Oedipus” lê dikin. Piştî ku Oedipus mezin dibe, hingê di hevpeyvîneke tund de lê rast tê ku ew “ji dêmariyê ye” û lewma tête binpêkirin.
Her weha dikeve şikê û li rabirdûya xwe meraq dike û diçe nik kahînê Apollon. Kahîn navê diya wî û bavê wî jê re nabêje û dibêje tu dê pêşî bavê xwe bikujî û paşê bi diya xwe re bizewicî. Oedipusê ku ji vê kehanetê ditirse, ji bo ku Ploybos nekuje Korinthos diterikîne. Wextê ku di rê de ye pêrgî çend kesan tê, Oedipus wan hemûyan dikuje. Yek ji wan keyayê Thebaiyê Laios e. Herçend wî haye jê tune be jî hingê bavê têdigihîje ku wî bavê xwe kuştiye. Her weha kehanet nîvenîv tê pê. Oedipusê ku riya xwe berdewam dike, tête destpêka têketina bajarê Thebaiyê. Li ber derî rastî Sphinks (Sfenks) tê, ev afirîde nîvînsan û nîvşêr e. Sphinks ji kesên tê mamikan dipirse, heke kî nikaribe bersiv bide, hingê wan dikuje. Li Oedipus vê mamikê dipirse: “ew afirîdeyê ku sibehê çar, nîvro du, êvarkî sêling e çi ye?” Oedipus welê dibersivîne: “Ew însan e; ji ber ku wextê ew pitik e bi çarpiyan dimeşe çarling e, wextê mezin dibe li ser piyan dimeşe dibe duling, wextê extiyar dibe digel herdu lingên xwe gopalekê dixe dest xwe bi vî awayî jî dibe sêling.”
Sphinksê ku cara pêşî bersiva rast werdigire hêrs dibe û li wir xwe dikuje. Gelê Thebaiyê felata ji Sphinks bi awayekî dilgeş pîroz dike û Oedipus wekî keyayê xwe îlan dikin. Her weha Oedipus bi keybanûyê re dizewice û kehanet bi temamî tê pê. Lê wî haye jê tune ev keybanû diya wî Jacosta ye. Ji wê çar zarokên wî çêdibin. Haya Oedipus ji bavkujiya xwe tune, wî haye jê tune ku bi diya xwe re zewiciye. Mîna ku her tişt li rê be, li bajarê Thebaiyê nexweşiyek dest pê dike. Gel alîkariyê dixwaze, hingê Oedipus dîsa gaziya xwe bi kahînan tîne. Li gor kahînan sedemê vê nexweşiyê mêrkujê keyayê Laios hê li bajarê Thebaiyê ye. Li ser vê yekê Oedipus dikeve bi dû mêrkuj. Piştî bi demekê hîn dibe ku mêrkuj ew bi xwe ye. Diya wî Jokaste jî hîn dibe. Dilê diya wî nikare rake û xwe dikuje. Oedipus jî ji ber xwesûcdarkirinê herdu çavên xwe kor dike. Paşê keça wî Antigon radihêje wî, wî dibe Kolonosê, piştî bi demekê li vir dimire. Freud, lihevhûnandina bûyera Oedipus, kuştina keya wekî lêgerîna kesayetiyê bi nav dike. Di heman wextê de çareserkirina mamika Sphinks jî wekî çareserkirina mamika heyina xwe bi nav dike. Kompleksa Oedipus yan jî têkilheviya Oedipus, însan wekî di 3-6 saliya xwe de dijîn, pêvajoya xwedîlêderketina dijzayendî ye. Heke ev pêvajo bi awayekî resen were jiyîn hingê, di pêşerojê de dikare kesayetiyeke birêkûpêk a têkiliya cînsî bîne pê.
Heke em werin ser tabloya Moreau;
Bi piranî çavkaniya berhemên Gustave Moreau ya heyinên mîtolojîk in yan jî kitêba pîroz, Încîl e. Wekî rêbaz sombolîzm ji xwe re kiriye rê û her weha li ser vê bingehê berhemên xwe afirandine. Ev berhema ku em li ser hûr bûne, ya min qal kir demeke mîtolojîk e, pêrgîhevhatina Oedipus û Sphinks resimandiye.
Moreau, di tabloyê de, meriv dikare li ser riya ku Sigmund Freud vekiriye; “Kompleksa Oedipus” a ku bûye çavkaniya, tragedyaya navdar a Sofokles, “Keya Oedipus” hatiye neqişandin û taca li ser serê Sphinks jî, wekî xirabbûna derdora qesrê dikare were lêhûrbûyin. Ew “defneya çolwarî ya rengzêrîn” a li rastê ye nîşana akademîk e.
Sfenks, bi xwedanê serê jinê ve, bi hemû bedewî û hêza xwe ve bêşik wekî Oedipus biajo kuncikê teng, pençûrikên wî li ser Oedipus in. Ew zinarên paşdîmenê yên resimê û hîmê navendê tabloya “Bangewaziya Gunehê” ya Hilarionê Ezîz bi bîr tîne. Ew darhêjîra paş Sfenks, nîşana guneh a kevneşopî tê pejirandin û wekî cûcê mêran bi bîr dixe. Li ser ew hîmê jêr ê rastê “urne” jî mirinê dide nîşandan. Urne, xwelîdanka xweliya li paş miriyan e. Ew marê ku bi hîm hildikişe jî, dîsa, bi me dide zanîn ku mirin her tim li pey me ye. Ew pepûleya li ser hîm jî ruh temsîl dike. Veguherîna mûcîzewî ya çerxî, dibe têkildariya pepûleyê ya veguherîn, vejîn û ruhî.
Tablo aniha di Muzexaneya Hunerê ya Metropolitan de tête nîşandan.