Ûnîversîteya Zaxo, di rojên 3-4ê Meha Gulanê de konferanseke navnetewî li dar xist. Ev konferansa navnetewî, heftemîn konferans bû ku ji alî heman unîversîteyê ve dihat çêkirin. Konferansa îsal bi navê “Dewlet û Mîrekiyên Kurdan li Serdema Navîn û Nûdem (Kurdish States and Emirates in Medieval and Modern Eras) çêbû û ji gellek welatan mêvan û akademisyen beşdar bûn. Komîteya zanistî ya konferansê, 85 pêşkişî qebûl kiribû û ji nav 85 pêşkişiyan, 78 kesan, çi rûbirû û çi jî li ser torê (online) mijarên xwe bi beşdaran re parve kirin. Bi qasî ku bala min kişand, beşdariya herî zêde ji Tirkiyê çêbûbû û hema bêje ji hemû unîversîteyên bakûr akademisyen li civînê amade bûn.
Çend kesên ku ji Tirkiyê beşdarî konferansê bûbûn ev in: Prof. Dr. Abdullah Kiran, Doç. Dr. Ercan Çaglayan, Dr. Nevzat Emînoglu, Dr. Semîh Gezer, Doç. Dr. Orhan Ors, Doç. Dr. Omer Tokuş, Doç. Dr. Ercan Gumuş, Doç. Dr. Yalçin Çakmak, Doç. Dr. Fîkret Ozçelîk, Doç. Dr Metîn Atmaca, Doç. Dr. Abdulvasif Eraslan, Doç. Dr. Şahîn Şîmşek, Doç. Dr. Muzaffer Bîmay, Doç. Dr. Hakan Kaya, Doç. Dr. Mustafa Aslan, Dr. Yaşar Kaplan, Dr. Kenan Bozkurt, Dr. Yakup Aykaç, Dr. Engîn Korkmaz, Dr. Mîkaîl Bulbul, Dr. Arafat Yaz; Dîroknas Mahmut Akyureklî, Lêkolîner Zeynel Abidîn Zinar, Lêkolîner Eyub Kiran, Lêkolîner Xalid Sadûnî, Werger û Lêkolîner Ziya Avci, Lêkolîner Saîd Veroj..û hwd.
Mazûvanên Konfersansê amadekariyek mezin kiribûn û roja pêşî, ji bo mêvanên beşdar xêrhatineke gellek germ hat kirin. Keç û xortên Zanîngeha Zaxoyê, di destê wan de ala rengîn, li eywana salona ku ewê axaftinên vekirinê bên raberkirin, bi rûkenî û beşerxweşî xêrhatin li mêvanan kirin. Di merasîma vekirinê de Rektorê Ûnîversîtê Nedîm Silêman û Dekanê Fakulta Zanistên Mirovî Hogir Tewfîk, wek berpirs û mazûvanên konferansê axaftinên pêşî û destpêkî kirin. Ji wezerata Perwerdehî û Dezgeha Xwendina Bilind jî nûner û beşdar amade bûn. Serokê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, bi peyameke germ xêrhatin li beşdarên konferansê dikir û ji bo hemû mêvan û beşdaran serkeftin dixwest.
Konferans bi şêwazek profesyonelî hatibû sazkirin. Zanîngeha Zaxoyê ya ku hê di sala 2010an de hatibû avakirin, bi şanazî û serbilindî, ji bin vî karê giran radibû. Çawa ku tê zanîn, hema bêje di hemû konferansên navnetewî de xercek ji beşdar û akademisyenan tê standin, belê li Zahoyê beşdarî belaş bû. Bi ser de ûnîversîteyê karê xwarin û hewandina (star, mayin) mêvanan jî girtibû ser xwe. Bi kurtî rêvebiriya Zanîngeha Zaxoyê, ji bo razîkirin û memnûn hêştina mêvanan her cûre camêrî dikir. Heta êvarêkê gohdariya dengbêjan jî hebû.
Çawa ku tê zanîn, li gellek konferansên navnetewî du an herî zêde sê ziman wek zimanên fermî yên konferansê tên qebûlkirin. Îcar di vê yekê de jî konferansa Zaxoyê nimûneyeke cihê bû. Di konferansa Zaxoyê de ne tenê du an sê ziman hebûn, her kîjan beşdar bixwaze bi çi zimanî bipeyive bi wî zimanî dipeyivî. Li gel Kurdî, Tirkî, Erebî, Îngilizî û Farisî; bi her sê zaravayên Kurdî jî pêşkişî hatin kirin. Ji Zanîngeha Mûş Alparsalanê Doç. Dr. Ercan Çaglayan bi zaravayê Zazakî dest bi pêşkişiya xwe kir û bi Kurmancî dawî lê anîn. Vê atmosfera demokratîk kêfa wî gellek anî bû. Bêguman ez bi xwe jî bi vê yekê gellek şanaz û serbilind bûm.
Hêjayî gotinê ye ku di konferansê de pêşkişiyên gellek baş hatin raberkirin. Bêguman mijara konferansê bi xwe jî balkêş bû. Ev cara yekem bû ku di çarçoveya konferanseke navnetewî de li ser mîrekî û dewletên Kurdan yê serdama navîn dihat rawestin. Zanîngeha Zaxoyê, tevahiya hin metnên ku ewê bên pêşkişkirin, hê ji beriya civînê ve çap kiribû. Metnên Kurdî bi du alfabeyên cihê hatibûn çapkirin.
Çawa ku min di axaftina xwe ya konferansê de jî anî ziman, xwezî û sed xwezî alfabeyeke me ya hevpar hebûya û vê kula alfabeyê em li hember heval û hogirên me stûxwar nekiria. Eger alfabeya me hevpar bûya, helbet meyê bikaribûya metnên Soranî û Zazakî jî bixwenda û qet nebe di qada akademîk de ji hevdû fêm bikira. Sînorên ku emperyalîstan 100 sal berê di navbera Kurdan de danîn, îro êdî bi qasî sînorên alfabeyên cihê me ji hevdu naqetîne û piştkul nake. Vê birîna me, desthilatiya Başûr dikaribû bi awayekî bikewenda, belê çi heyf e ku heta niha di vê mijarê de sist, kêm û li paş ma. Tu tişt nehata kirin jî, tenê li dibistanan li gel alfabeya Aramî, alfabeya Latînî jî bihata fêrkirin, niha rewşa me gellek çêtir bû. Heta ku alfabeyeke me Kurdan ya hevpar çênebe, ewê xebatên Kurdan yên akademîk virnî û lawaz bimînin û akademiya Kurdî li cîhanê rûmetek baş bi dest nexe.
Zanîngeha Zaxoyê ji bo beşdarên konferansê bernameyeke baş a gerê jî çêkiribû. Li gor vê bernameyê, ewê mêvan li ser riya bajarê dîrokî Amediyê biçûna Barzan, gora serokê nemir Mele Mistafa Barzanî û Muzexaneya Tovbirriyê (Jenosîd) ziyaret bikirana û pişt re li ser riya Akre- Duhokê bizivîriyana Zaxoyê. Gera Barzan û ziyareta gora serokê mezin li xweşa me hemûyan çû. Ya rast min 10-15 sal berê jî ev der ziyaret kiribû. Li gel avahiya muzexanê, li derûdorê gellek avahiyên bedew hatibûn çêkirin. Belê gora serok her wekî xwe bû. Hingê ev wesiyata wî hate bîra min; “Bila gora min, ji gora tu pêşmergeyekî mezintir û bilindtir nebe.” Wesiyeta wî bi cih hatibû. Mêrxasî, egîtî, serfirazî, pêşengî û nefsbiçûkî ji gora Mele Mistefa Barzanî difûriya.
Hêvidar im ku zanîngehên me yên Başûr, xebat û çalakiyên akademîk hê berfirehtir bikin û salê du sê caran akademisyenên Kurd li welatê xwe bên ba hev, hem hesreta dilê xwe bişkênin û hem jî şêwrên xwe yên akademîk bikin.