Kurdish House London (KHL), em dikarin wiha wergerînin -Mala Kurdan Li Londonê- ji aliyê hermeteke Îngilîz a bi navê Belinda Perrimanê ve hatiye damezrandin û mebesta wê ew e ku ji Kurdan re, nexwasim ji Kurdên li Brîtanyayê re, bibe alîkar da ku ew karê xwe ava bikin, pêş bikevin, civaka wan xurt be. Kurdên ji çar perçe Kurdistanê û ji deverên din ên cîhanê gava ji bo xwendinê an jî ji bo avakirina kar û xebatê tên Londonê bi alîkarî û şêwirmendiya Kurdish House Londonê dikarin bigihên armancên xwe an jî têkiliyê bi sazî û dezgehan re deynin. Em bi Dîrektora Bername û Ragihandinê ya Kurdish House Londonê Zeynep Binbogayê re axivîn ku ew bixwe jî kurdeke ciwan, zîrek û jêhatî ye. Wê bi kêfxweşî bersivên pirsên me dan. Va ye hevpeyvîna me û hûrguliyên derbarê Mala Kurdan Li Londonê.
Em gelek kêfxweşin ku îro em bi te re hatin ba hev û emê derheqê organizasyona we de biaxivin.
Spas ji bo kubariya we.
Par gava nû hatim Londonê, min xwest hinek lêkolîn bikim ka li vî bajarî ji bo Kurdan çi heye? Çi sazî an jî dezgeh hene ku divê meriv pê re bikeve têkiliyê. Gava li ser internetê min lêkolîn dikir yekser malpera Kurdish House Londonê derket pêşiya min.
Ji kerema xwe ji bo kesên ku hê we nas nakin dikarî hinek behsa Kurdish House Londonê bikî? Saziyeke çawa ye? Karên çawa dike?
Belê. Helbet. Lê ewilî ez dixwazim vê bejim, te gava di googlê de derheqê kurdên li Londonê de lêgerîn dikir em dîtine. Nexwe SEO ya me gelek baş e. Vê yekê ez şa kirim.
Hemû kar û daxwaza Kurdish House Londonê ew e ku fikr û xeyalên her kurdekî derbarê avakirina karekî de bibe rast û ew kes bigihên armancên xwe. Ev dikare bibe sermayexistina muteşebîsekî an jî mezinkirin û pêşxistina karê wan be. Û an jî em aliyê kurdên ciwan dikin ji bo tercihkirin û pêşxistina kariyerên wan.
Ev tevgerek e, an platformek e?
Ev toreke mirovan e. Em hez dikin ku werin ba hev, ji bo fikr û planên xwe aliyê hev bikin, çirûska hizrekê vêxin û bi mirovan re pêwendiyê çêkin. Û niha hêj ku pêkan e çiqas ji destê me bê em li hev dicivin û bi hev re dixebitin.
Baş e, armanca we çi ye?
Organizasyona me dixwaze civaka Kurd ji hêla aborî ve hêzdar bike. Em gava xebat û projeyên watedar dikin, em dibînin ji hêla civakî û mêjiyî ve jî feydeyên wê yên pozîtîf hene.
Ji bo vê armancê hun çawa dixebitin?
Di sê kategoriyan de ez dikarim vebêjim.
Ya yekê, em rasterast û yek bi yek alîkariyê didin her tişta ku bi kar re eleqedar e. Ji pêşxistina CVyan ji bo kar bigrin heya peymanên xebat û tedarîkê, plankirina destpêka karê we û çawaniya îdarekirina şîrketa we em dibin alîkar.
Ya didoyan bi awayekî rêkûpêk em bernameyên perwerdehiyê pêşkêş dikin hem online hem rû bi rû, em hevdîtin û workshopan saz dikin.
Ya sisêyan, em ji bo pêşketina karîyer û şîrketa we alî dikin ku hun bikarin bigihên çavkaniyan. Me alîkarî da 10 Kurdan ku li Impact Hubê beşdarî bernameyên destpêkê bibin. Di wê programê de kesên din jî hebûn lê piranî kurd bûn û em bi vê yekê ser bilind in. Herwisa di pratîkê de bernameyê mîna ku ji bo kurdan be xuya dikir.
Gelek spas. Fikra organîzasyoneke wiha çawa peyda bû?
Pirseke gelekî xweş e. Ez dikarim bêjim ku ji vê fikrê afirî. Kurdên ku ji welatên cuda hatine vir, çawa dikarin li hev bicivin û ji bo pêşxistina karê xwe aliyê hev bikin?
Lewra aşkereye ku li Londonê kurd nikarin ji balyozxane an jî mîsyonên tîcarî yên welatên ku ew jê hatine piştgiriya pêwîst werbigrin. Ji ber vê me got bila ziman, herêm, siyaset li aliyekî bimîne, em hemû kurdên ji çar parçeyan bînin ba hev, bila bi hev re bixebitin û yek yekî din bihêztir bike. Ji roja me dest bi xebatê kir heya niha her tişt bi Îngilîzî bû. Ev tê wê wateyê, her kurdekî bi zaravayekê diaxife an jî yên qet kurdî nizanin karîn tê de bin.
Baş e, kê ev organîzayon damezrand? Ez bawerim xwînerên me jî dixwazin vê dosta Kurdan binasin.
Ev organîzasyon hermeta Îngilîz Belinda Perrimanê ava kir. Ew berê di şîrketeke gewre ya neftê de dixebitiya ku ew şîrket li seranserê cihanê projeyên qerase birêve dibe. Lê di sala 2015an de Belindayê wisa hîs kir ku bi piştgriya di warê kar û aboriyê de dikare alîkarî li kurda bike û loma ji karê xwe derket. Belinda li herêmê gelek salan ma, geriya, rojhilatê Tirkiyê, rojavayê Îranê, herêma Kurdistana Iraqê ziyaret kir û rewşa li wan deran dît û jê haydar bû. Ew li Londonê beşdarî bi dehan çalakiyên kurdan bû. Herwisa ji xwe pirsiye ji bo vê civakê çi bike dê bi kêr were? Piştre di Newroza 2016an de li Impact Hubê wê ev organîzasyon ava kiriye.
Ez ji aliyekê ve meraq jî dikim çima we navê vê orgaznîzasyonê ‘Mala Kurdan’ danî?
Beriya her tiştî ev organîzasyon ji bo her kesê/a ku xwe wek Kurd bi nav dike an jî aliyê gelê Kurd dike ye. Têgeha mal ji bo wê yekê ye ku em wek malbatekê tevdigerin. Em ji hev re gelekî qenc in û li ba hev rehet in. Em bi “modela piştre bide” dixebitin. Çi ye ev model? Li gorî vî modela gava we ji me piştgriyek stand, hezkî ev alîkariya destpêkirina bernameya nasandinê be, hezkî ev alîkariyek ji bo plangeriya karê we be, em berdêla wê de bes ji we daxwaz dikin ku gava îmkana we çêbû hunê jî alîkarî li kesên di vê torê de bikin.
Em di civata muteşebîs ya Londona enerjîk de operasyonê dikin. Bi piranî me li Impact Hubê xebat kir, lê niha em li The Conduitê dimînin ku li Covent Gardenê li nêzî rawestgeha metroyê ye. Cîheke zehf şêrîn û 5 qatî ye. Ev der cihê afirînerî û guherînan e ku ew di civakê de tiştên wisa çêdikin ku mirov dixe nava kelecanê û heyîrî dihêle.
Di van 6 salan de we çi xebat, çalakî û proje bi rê ve birin? Ji kerema xwe dikarî çend mînak bêjî?
Me alîkarî li gelek cure sazî û şîrketan kiriye ku ji aliyê Kurdan ve tên birevebirin. Me alîkarî da gelek kargehên kevneşop yên ku kurd dişûxulînin. Di nav wan de deranîn/derfirotin, paqijiya zuha, şîrketîn înşaatê û ez bêjîm şîrketeke texsîvaniyê jî heye. Herwiha ji bo serlêdanên hîbeyê me alîkarî dan saziyên xêrxwaziyê yên ku Kurd birêve dibin. Em ji afirandinên nû û armancên civakî hez dikin û wana teşwîq dikin. Herwiha em aliyê rêxistinan dikin ku ji kovarên online, film û berhemên hunerî hatiniyekê bi dest xin. Di sala 2021ê de di çarçoveya projeya îstîhdamkirina ciwanên kurd de me xebatên mehane yên atolyayê meşandin. Me ciwan teşwîq kirin ku di jiyana kar de bi rastî jî tişta ku ew giringiyê didinê û ji wan re hewce ye derkeve holê. Ji ber pandemiyê me li ser zoomê ev kir û me ew gihandin akademîsyenan.
Gava te got akademîsyen qesta te akademîsyenên kurd in an yên din jî têde ne?
Yanî em aliyê wan kesan dikin ku xebata wan derheqê kurdan da ye an jî em li çend zanîngehan, li xebatên spesîfîk û akademîk tora xwe didin nasîn. Di tora me de akademîsyenên kurd jî hene.
Gelek xweş e. Baş e mirov çawa dikare têkeve Kurdish House Londonê? Divê meriv bibe endam an?
Endamtî niha înformal e. Di sala 2022yan de em ê vê bikin fermî.
Lê aniha ji bo me endam ew kes in ku di nava torekê de bi me re danûstendinê dikin, bi awayekî rêkûpêk beşdarî çalakiyên me dibin. Yanî hezkî tu kurdekî xwedi fikrekê bî, hezkî kargeheke te ya piçûk hebe, hezkî tu kurdekî ciwan bî û alîkariyê bixwazî. Ev alîkarî dikare tespîtkirina şarezayiyên te be ji bo destpêkirina kariyerekê, an jî dikare pêwendîdanîna bi pispor û profesyonelên Kurd re be. Ev hemû rêbaz in. Her kî bixwaze ku tevlî tora me bibe, bila ji me re e-posta bişîne. Hemû hûrgulî di malpera me de hene: kurdishhouselondon.com
Civînin we yên bipergal çêdibin gelo? Heke hebe hun li kû û çawa vana pêk tînin?
Belê her hefte li The Conduit Covent Gardenê em seansên rûbirû dikin. Wekî din 2 hefteyan carekê ji bo endamên me yên ku li derveyî vî welatî ne, em li ser zoomê civînên xwe dikin. Di derheqê mijarekê de ji endamên me pisporek diaxive û ew seansê bi rê ve dibe.
Me bişopînin û ji ser van platformên medyaya civakî bi me re pêwendiyê deynin: Twitter, Instagram, LinkedIn û Facebook. Hun dikarin e-maîlê ji me re bişînin ji bo organizekirina civîneke rûbirû li ser zoomê da ku em bikarin bêtir we binasin û xwe bidin nasîn û bizanin ka tiştekî çawa we divê li ser bixebitin û em çawa dikarin alîkariya we bikin. Destpêk wiha çêdibe.
Kesekî ku bixwaze ji piştgriya we sûdê werbigre divê li Qiraliyetên Yekbûyî (UK) be an firq nake li kû derê dijî?
Alîkariyeke çi astî tu dixwazî? Ev bi rastî girêdayê vê ye. Seranserê pandemiyê xebatên me wek navdewletî ji ser zoomê dewam kirin. Em alîkariya zêdetir û demdirêj dikarin bidin kesên li vî welatî jiyan dikin. Lê em hewl didin bigihên her kesî ku xwe kurd binav dike. Bi rêya medya civakî û e-maîlê, xwe bigihînin me. Hun dikarin emaila me ji malpera me peyda bikin. Hesabên me bi navê Kurdish House London li Instagram, Twitter û Facebookê hene.
Niha li seranserê cîhanê şewbek heye. Mezintirîn aboriyên li cihanê jî jê tesîrdar bûn. Lê li welatên ku kurd lê dijîn jiyan bihatir û rewşa aboriyê xirabtir e. Û di ser de şer û koçberî jî dîsa ketiye para kurdan. Gava tu van hemûyan bidî ber çavan çi dikari bêjî ji ciwanên Kurd re ku hedefekê wan heye?
Her çiqas hun di rewşeke dijwar de bin, fikra we çi dibe bila bibe, tim û tim bifikirin ka hun dikarin çi bidin civakê. Wekî din, ji xwe, ji fikra xwe bawer bin. Li derûdora xwe kesên ku we radikin jorê bicivînin, ne yên ku we dikşînin jêrê an jî fikra we piçûk dihesibînin. Ew cure mirov dizên xeyalan in. Gava hûnê gaveke mezin bavêjin, tiştekî bi ser xin hunê nexwezin ew kes li cem we bin. Gava min hawirdora xwe guherand, min dît projeya min kar dike û min encamên wê dîtin. Ji aliyê din ve kesên ku ji we re dibin îlham bibînin. Têkiliyê deynin bi wan re. Dibe ku ew kes YouTuber bin. Her çiqas hun negihîjin wana jî hun dikarin wana bibînin. Û xwe bigihînin me, em dikarin we bigihînin kurdên ku îlhamê bidin we.
Em hatin dawiyê, tiştekî ku dixwazî lê zêde bikî heye gelo?
Belê heye.
Fermo bêje.
Bi taybetî ji komele û rêxistinên kurdan re dixwazim tiştekî bibêjim. Bila bifikirin ka çawa karin rêxistinên xwe ji hêla siyaset û olê ve bikin bêalî. Wek mînak em komeleyeke apolîtîk in. Em ji hemû endamên xwe yên xwedî fikrên cuda re rêzdar in. Armanca me ne siyaset e ne jî ol e. Organizasyona me ji bo kar û hewcedariyên avakirina karekî hatiye damezrandin. Em wiha xebitîn û wisa me karî ji her herêmê Kurdan bikşînin tora xwe. Di nava me de ji Bakur Kurd hene, ji Başûr hene, ji Rojhilat û Rojava kurd hene. Ev tiştekî derasayî ye lê xweş e. Loma ez dixwazim rêxistinên kurdan teşwîq bikim, bila bifikirin ka çawa dikarin bigihên kurdên ji her aliyan ku tevlî rêxistin û çalakiyên xwe bibin. Lewra ev gelek xweş e û nîşan dide em çiqas civakeke dewlemend û rengîn in.
Ez gelek spas dikim Zeynebê, ji bo suhbeta xweş û bersivên te yên ji dil.
Ez spas dikim.
Hevpeyvîn:
Osman kömürcü
Erol Başak