Şerê li Sûriyê bi milyonan kesî ji der kirine. Yên ku li nava Sûriyê mane jî li bajarên din bûne koçber. Bes li parêzgeha Hesekê 900 hezar penaber dimînin. Piştî şer, pirsgirêka herî mezin li wir xizanî ye. Kesên karmend (mamoste, hemşîre, endezyar, parêzer, hwd.) rojê bi £2 poundan ji bo debara xwe dixebitin. Lê derfetên kar gelekî kêm in. Hinek ji xelkê jî ji nava çop û gemariyan nan û xwarina xwe ya rojane berhev dikin.
Ji aliyê din ve dever ji hêla hêşînahî û daran ve jî gelek feqîr e. Rejîma Baasê bi salan siyaseteke wisa qirêj li Bakurê Rojhilata Sûriyê meşandiye ku nehîştiye li wir dar bêne çandin.
Ji bo ku em hem hawirdoreke hêşîn ava bikin û hem jî alîkariyê bigihînin malbatên xizan, me projeyekê da destpê kirin.
Trees Against Poverty!
Ez ê ji we re behsa wê projeyê bikim.
Darekê biçîne jiyanekê biguherîne!
Çandina daran çiqas dikare alîkariya penaberên li Bakurê Rojhilata Sûriyê û Herêma Kurdistana Iraqê bike?
Darên Dijî Xizaniyê (Trees Against Poverty-TAP) destpêkeke nû ya neqezencê ye ku armanca wê çandina daran li Bakurê Rojhilata Sûriyê û Herêma Kurdistanê ye. Rêxistin, karê çandinê û lênêrîna daran dide penaber û kesên derbider, da ku alîkariya wan bike. Dar dê ji wan re bimîne û ew ê ji ber û fêkiyên daran bixwin û wana bifroşin, her wiha debara xwe pê bikin. Rêxistin, armanc dike ku derfetên kar ji penaber û awareyan re biafirîne û deverê hêşîntir bike.
Weke mînak parêzgeha Hesekê li Bakurê Rojhilata Sûriyê bi qasî Belçîkayê mezin e lê îro hema ti dar lê nemaye…
Li Îngilîstanê ji bo her 25 kesan dora 625 dar hene. Eger em wê bi parêzgeha Qamişlo û Hesekê bidin ber hev, ji bo 25 kesan tenê 1 dar heye.
Ma çandina darekê bi rastî dikare jiyanekê biguherîne?
Li Bakurê Rojhilatê Sûriyê wek nimûne, nirxê diravê Sûriyê di 10 salên dawî de daketiye. Profesyonelên wek mamoste, hemşîre, endezyar, parêzer, …hwd. bi navînî li dora £2 (Sterlîn) an kêmtir di rojê de qezenc dikin.
Wek nimûne wêneyên jêrîn nîşan didin ka bi mûçeyeke rojane ya mamosteyekê çi dikare bê kirîn? Me dema berî şerê li Sûriyê û dema niha dan ber hev.
- Mûçeya rojane ji bo kirîna xwarinê – berî şer:
Gelek tişt pê dihatin peyde kirin. - Mûçeya rojane ji bo kirîna xwarinê – aniha:
Hindik tişt pê tên peyde kirin.
Ne bi tenê mûçe pir kêm in, di heman demê de derfetên kar jî pir kêm in. Li ser van hemûyan jî dora 900 hezar aware li parêzgeha Hesekê hene ku ev hejmar penaberan dike sêyem ji nifûsa wê derê.
Bi projeya Trees Against Poverty em texmîn dikin ku çandina 42 daran dê derfetên kar peyda bike ku malbatekê pê bikare salekê debara xwe bike û bi vî rengî bi çandina darekê dikare jiyanekê biguherîne.
Trees Against Poverty hewl dide ku bi têkoşîna li dijî xizaniyê û afirandina pêşerojeke hêşîntir bigihîje vê vîzyona xwe:
- Çêkirina derfetên kar.
- Bi çinîna daran re çêkirina çavkaniyeke xwarinê.
- Firotina dexl ji bo peydakirina dahatê.
- Bihêzkirina aboriya jinê û mezinbûna ji her hêlê ve.
- Vegerandina nasnameya çandî.
- Di sirgûnê de xwedîkirina çandiniyê wekî amûrek dermankirinê û başkirina derûnî.
- Ji nû ve daristanên erdnigariyên xerabûyî, jinavbirina CO2 û şerkirina guherîna avûhewayê.
- Çêkirina qadên hêşîn ên ku bedewiyê çêdikin û cîhê ku penaber lê dijîn çêtir dikin.
- Ji bo heywanan jîngeh bên vegerandin û li dijî kêmbûna cihêrengiya biyolojîk şer bikin.
Trees Against Poverty teknolojiyê tîne platforma xwe
Kes û şîrketên ku malpera rêxistinê bikartînin dê karibin ji dûr ve daran biçînin û mezinbûna wan bi awayeke online bişopînin.
Sponsor dikarin malperê bikarbînin, da ku darek ji lîsta vebijêrkan ji xwe re hilbijêrin û wê darê bidin çandin û navek jî lê danin. Wek nimûne, hûn dikarin dara hêjîrê biçînin û navê xwe an navê zarokê xwe lê bikin.
Mirov dikarin malpera Trees Against Povertyê bikarbînin, da ku wek diyarî daran bidin hev. Mînak; li rojên wek rojbûn, çêbûna zaroka nû, dawet…hwd. hûn dikarin biçin malperê, agahiyên kesê ku hûn dixwazin darê diyarî wî/wê bikin binivîsin. Û em ê jî wek TAP bi vê diyariya we ji wan re surprîzê bikin.
Sponsorên darekê dê cihên dara xwe wek lokasyona GPSê bistînin, û her wiha ew ê du salan wêneyên birêkûpêk ên dara xwe ya sponsorkirî bistînin û bibînin ka ew dar çawa mezin dibe.
Armanca me
Trees Against Poverty armanc dike ku heta sala 2025an 62,000 daran biçîne. Bi vî rengî 62 hektar zevî dê ji nû ve bê çandin û çavkaniyekê dahatê ji bo 738 malbatên mexdûrên şer bê peyda kirin.
Trees Against Poverty kompaniyeke civakî û ne-qezencê ye. Ji bo berjewendiya civakê li Keyaniya Yekbûyî hatiye damezrandin. Her wiha hûn dikarin agahiyên bêtir ji van hesabên me yên medya civakî hîn bibin :
Biçin malperên me:
- Malper: treesagainstpoverty.org/
- Facebook: treesAgainstPoverty
- Twitter: tree_vs_poverty
- Lînkedin ompany/trees-against-poverty
- Instagram: treesagainstpoverty
Ev projeyeke alîkariyê ye ji bo xelkên koçber û penaber li Sûriyê û Herêma Kurdistanê. Hun jî darekê biçînin û jiyanekê biguherînin.
Daleel Hagy
Damezrîner û Revebirê
Trees Against Povertyê