Mêrdîn bi çand û dîroka xwe bajarekî qedîm e. Li aliyekî bajêr ji mizgeftan banga melayan, li aliyê din zengila dêran tê bihîstin. Vî bajarê qedîm gelek şaristanî û qewm di bin banê xwe de hewandiye. Bi dîrok, çand û keleporan xwedî cihekî girîng e.
Beriya 7 hezar salî bajar ji xwe re kirine wargeh û gelek şaristanî li vir bicîh bûne. Digel hebûna dîn û baweriyên cüda bi salana di nav aştiyê de dijîn. Dema li nav bajarê qedîm digerin mizgeft, dêr, qesr, medrese û tirb li pey hev rastî mirov tên. Ji hemû kolan û sûkên bajêr behna dîrokê difure. Bi gera bajêr rêwitiyeke bêhempa dest pê dike.
Bajar gelek caran rastî şer û pevçûn û dagirkirina hatiye, lê dîsa jî li ser piya ma ye. Kurd û Ereb, misilman û xıristiyan bi hev re di nav aramiyeke de dijîn. Bajar bi van taybetmendiya xwe jî di nav Lîsteya Mîratên Cihanê yên Unescoyê cih digire.Bi van taybetmendiyên xwe her sal bi hezaran geştyar tên serdana bajêrê dîrokî.

MALÊN MÊRDÎNÊ
Bajarê Mêrdînê yek ji bajarên herî qelebalix ên Kurda ye. Piraniya şêniyên bajêr li van avahiyên taybet û dîrokî namînin. Li van cihên dîrokî saziyên fermî, hotel, motel û dikanên geşt û gerê hene. Lewra şêniyên bajêr li cihên din belav bûne niha li van xaniyan ji bo sektora geş û gerê dikan hene. Restoranên tehm û xwarinên heremî, dikanên zîv û zêran, cil û kincên herêmî hêmu li van xanîyan peyda dibin.
Malên Mêrdînê bi kevirêkî taybet tên çêkirin. Ev kevir jî ji derdora bajêr tê berhev kirin. Malên Mêrdînê havînî ji germê, zivistanê jî ji sermayê dipareze. Derî û dîwarê xaniyan bi motîfên herêmî hatine xemilandin. Dema gera bajêr de li kolanan teng û dirêj rastî van neqşan tên. Niha li cihê dîrokî destura zêdekirin û danîna malen nû tüne ye. Lewra ev cih parastiye. Lê hin welatî bi van kevirên zer yên taybet li hin cihên din e Mêrdînê ji xwe re avahiyan çêdikin. Bi vî awayî avasazî û çanda bajêr didomînin.
DÊR EMER / DÊRA MOR GABRIEL
Bajarê Mêrdîn her sal bi hezaran geştyaran diezimîne. Sedema vê yekê jî hebûna gelek bîr û baweriya ye. Dêr Emer jî yek ji wan ciha ye. Ji navenda bajêr dûr e lê digel vê yeke gelek kes diçin serdanê. Dêr li navçeya Midyada Mêrdînê ye. Dêr bi taybetî ji bo Süryaniyan girîng e. Lewra bi sedsalna Süryaniyan dîn û baweriyên xwe li vî cihê elimandin. Li vî cihê pîroz gelek metran, petrik, keşe gihan. Ji bo Süryaniyan piştî Qudsê ev der pîroz e. Dêr beriya 1400 salan hatiye çêkirin û gelek şaristaniyan li Mêrdinê hikm kirine ev dêr bikar anî ne. Herwiha di heyama İmparatoriya Bizansiyan jî gelek cihên nû li dêrê hatine zede kirin. Bi hewl û piştevaniya împaratoriyê gelekî berfireh bû ye.Ev dêr jî wek gelen cihên din bi kevirê Mêrdînê hatiye çêkirin.
DEYRUL ZEFERAN
Li Herêma Turabdinê yek ji cihên gelekî tê dîtin jî Dêra Deyrulzeferanê ye. Welatiyên Suryanî vî cihê wek cihekî pîroz qebul dikin û îbadeta xwe dikin. Ev der ji xeynî îbadetê cihê xwendin û îlmê ye. Di hundirê dêrê de peykerên petrikên ku li dêrê jiyana xwe domandine heye. Ev dêr di heyama Romiyan de jî hatiya bikaranîn. Ev pîrozgeh 3 qetiyê û di hundir de dêr û pêşangeh hene.
BAJARÊ KEVNAR Ê DARA
Herêma Kurdan xwedî gelek warên sereke ye. Şaristan ji vê axê li cihanê jî berbelav bûye. Bajarê Kevnarê Darayê jî yek ji van ciha ye. Tê zanîn ku ev bajar ji aliyê împaratorê Anastasius ve di sedsala 6emîn de hatiye avakirin û ji bo parastina war û cihan hatiye amadekirin. Li derdora vî bajarî sûrên nêzî 4 kîlometreyî dirêj hatine danîn. Bi vê yeke bajar ji şer û dagirkirinê hatiye parastin. Di hundirê vî bajarî de dêr, qesr, sûk, girtîgeh û topxanê hene. Dema li vî bajarê kevnarê diğerin hun rastÎ gelek xirbe û şûnwarên bajêr tên. Lê ji ber texrîbên mezin di bin axê de mane. Ji bo ji bin erdê derxistina wan sazî û dezgeh hewl didin. Lewra her ku ev bajar tê kolandin di bin de rastî berhem û bermayiyên girîng tên.
MEDRESEYA QASIMIYEYÊ
Mêrdîn ji bo gelek bîr û baweriyan bajarekî bêhempa ye. Dîn û olên cuda di bin sîwana xwe de dihewîne. Digel vê yeke dema hun li bajêr diğerin dibe ku li heman sûk û kolanê rastî dêr û mizgeftan bên. Mêrdîn bi şaristaniya xwe ye berfireh xwedî cihên fêrbûnê ye jî. Medreseya Qasimiyê jî tê zanîn ku di heyama Ertuqiyan de hatiye çêkirin. Ji ber ku çêkirina avahiyê 3 sedsalan dewam kiriye avahîsaziyeke cüda cüda lê hene. Ev medreseya dîrokî salên borî ji perwerdeya dînî û tibbî hatiye bikaranîn. Ji medreseyê şexs û kesayetên girîng derbas bûne li vî cihî gihane. Medreseya ku bi salana li ser piya ye bi kevirên Mêrdînê hatiye çêkirin.
KELHA MÊRDÎNÊ
Keleha Mêrdînê xwedî dîrokeke gelekî kevn e. Li gor gotegot û efsaneyan piştî zayînê (MS) Qralê bi navê Şad Buharî tê kelhê û li wir dimîne. Piştî nexweş dikeve dibînê ku mayîna li kelhê ji bo nexweşiya wî baş tê. Piştre li kelhê qesrekê ji xwe re çêdike û nêzi 12 salan di hundirê Kelhê de dimîne. Ev kelh ji aliyê gelek şaristaniyan ve hatiye bikaranîn. Tê zanîn ku di sedsala 10emin de bi awayekî rêk û pêk hatiye çêkirin. Kelh 400 mîtroyî dirêj e û 60 mitroyan fireh e. Kelh ji ber şer û pevçûn û dagirkirinan her çiqasî zirar ditîbe jî piştî 1000 salî jî wek xwe ye û li ser piya ye. Kesên tên serdana bajarê Mêrdînê jî ewilî rastî kelha bêhempa tên.
MENAZÎR ASLAN KAYA